Navê pirtûkê: Dilopek Ji Ava Jînê
Navê nivîskar: Rizgar Turhan
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2020
Gava Kerîm li kelekê siwar bû û li bêdengiya avê nêrî Apê Çeko hat bîra wî. Apê Çeko meseleya Feqiyê Teyran û Ava Mezin jê re gotibû. Sedema bêdengiyê jî bi tobedariyê ve girê dabû. Li avê nêrî, destê xwe kir nav pêleherkê, mîna şîrê meyandî diherikî. Çengek avêt devê xwe û vexwar. Paşê wekî ku av dengê wî dibihîze got: “Binêre avê, Ava Mezin.[1]