Bihara #Kurdan# li Pragê
İsmet Kayhan
Gava ez li Sofyayê bûm, kongreya KSSE’yê hebû. Li wir jî em ketin kongreyê. Kemal Cengîz Hebû, kurdekî ji DDKO’yê bû, em bi hev re ketin kongreyê. Me di kongreyê de tiştek [peyameke nivîskî] bi navê Xwendekarên Kurd ên Bakur da kongreyê. Têkiliya min her zû dest pê kiribû bi komele û xwendekaran re. Şahê Îranê çend kes îdam kiribûn, me jî li dijî wê îdamê li Pragê, li Çekoslovakyayê belavokek derxistibû. Ew beyan di kongreyê de bû problemeke cidî. Minaqeşeyeke mezin li ser bû. Gotin, çawa hûn dikarin li dijî îranê, ku ewqasî dostê me ye belavokê binivîsin. Îca Samî Ebdurehman rabû axivî, got, Em bi ti şiklî qebûl nakin ku şûbeyek ji yên KSSE´yê li dij Şahê Îranê tiştekî bêje.
Mîrhem Yigit yek ji wan xwendekaran bû ku bi bursa Mûsa Anter eyarkirî li derveyî Tirkiyeyê xwendin. Ew sala 1969’an çû paytexta Çekoslovakyaya hingê, Pragê. Di dema xwendekariya xwe ya li Pragê, û paşê çalakiya xwe ya li Swêd û seranserê Ewrûpayê de, ew hem bû şahidekî qewmînên di nava siyaseta hingê ya Kurd a li Ewrûpayê û hem jî di nava wê de yek ji aktoran bû. Bi vî awayî gotinên wî belgeyên şahidiyeke dîrokî ne ku navên weke Necmettin Buyukkaya, Ebdurehman Qasimlo, Mûsa Anter, Celal Talabanî û heta Samî Ebdurrehman jî ji awireke tecrûbeya şêxsî bi bîra me dixe.
Em bi Mîrhem Yigit re peyivîn, li ser wê dema bi arîşe û nakokî ya di nava endamên KSSE’yê de, li ser sedema arîşeyê û qutbûna AKSA’yê ji KSSE’yê.
Tu bi xwe di demeke dîroka KSSE û AKSA’yê de cih digirî, wan çi dikir?
Sala 1956´an Komeleya Xwendevanên Kurd li bajarê Wiesbaden ê Elmanyayê hat damezrandin*. Wê demê Kurd pirr tinebûn. Dr. Ebdurehman Qasimlo ew hebûn, hinek Kurdên me ji Rojavayê Kurdistanê, ji Rojhilatê Kurdistanê hebûn. Wan ev komele damezirand. Piştre jî şax û şûbên vê komeleyê li gelek welatên Ewrûpayê çêbûn. Mesela, sala 1970´yî kongreya Stockholmê çêbû. Ez wê wextê li Çekoslovakyayê, li Pragê bûm. Ez jî çûm kongreyê.
150 delege ji her aliyê Ewrûpayê hatibûn. Kongreyê jî weke gerdîşekê, weke rêûresmekê 5 rojan dikişand. Hin îstîsna ne tê de, salê carekê kongre çêdibû. Hema bibêje piştî 70´yî ez ketim kongreyan gişan. Kongreya 1972´yan a li Bukreşê a li Romanyayê. Kongreyên 73 û 75´an li Elmanyayê li Berlînê bûn. Di kongreya 75´an de Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê parçe bû. Ji ber ku wê wextê li Başûr piştî Peymana Cezaîrê şoreşa Barzanî şikest. Tesîra wê li ser Kurdên Ewrûpayê zêde çêbû.
Tesîreke çawa?
Hingê Barzanî diçe cem Şahê Îranê û şah sê alternatîfan datîne ber wî: Tu û hejmareke tu diyar bikî, em dikarin cih li vir bidin we. Tu vê nexwazî li Ewrûpa dostên me pirr in, em dikarin ji we re cih weke penaber peyda bikin. Heke hûn şer jî bikin elaqê me ji we nîne, hûn zanin. Li vir li Ewrûpa vê şokeke mezin çêkir. Xwendekar bûn du alî. Ji sedî 70 ta 80’yê xwendekaran li dijî Barzanî bûn. Te dît ew teslîmbûna wî û rojname, meqale û tiştên li ser vê şikestinê, tesîra xwe dikir li ser xwendekaran. Di kongreya li Berlînê de ez nû hatibûm Swêdê. Em pênc kes ji Swêdê çûn kongreyê. Li kongreyê minaqeşeyeke mezin li ser şoreşê û Barzaniyan çêbû. Pirraniya xwendekaran - weke min gotî, ji sedî 70-80´yê xwendekaran - derketin û li cihekî din kongreya xwe kirin. Sala piştre, 1976´an di kongreya li Frankfurtê de êdî Komeleya Xwendekarên Kurdistan li Derveyî Welat çêkirin, jê re AKSA** dibêjin. Komeleya din, jê re dibêjin KSSE. Êdî piştre me di nav wê komelê de kar kir li Swêdê. Me berpirsiyariya kovara wê Aso*** jî kir. Kovar li Swêdê derdiket, lê ya Ewrûpa gişî bû. Ez sala 1978´an havînî vegeriyam welat û du salan mam. Te dît ez payîza sala 1969´an çûbûm Çekoslovakyayê bi bursa Apê Mûsa. Hinek merivantiya me jî hebû. Min û zarokê Apê Mûsa, Dîcle û biraziyên wî Suleyman û Seyîdxan Enter [Anter] li Mêrdînê me bi hev re dixwend. Me hev nas dikir. Em heval bûn. Di warê siyasî de jî hişyarbûneke me hebû. Me xwe nas dikir, hinek haya me ji dîrok û rewşa Kurdan hebû. Li Stenbolê ez li mala wan dimam. Min pasaporta xwe li Stenbolê derxist û ez derketim. Rê belkî du mehan dirêj kir. Ez li Sofya mam. Li Sofya min vîza Çekoslovakyayê xwest. Vîze dereng dan. Hingê têkiliya min bi xwendekarên Kurd li Ewrûpayê (KSSE) re çêbû. Fewziyê Mala Esed ji Kurdên kevin bû li Sofyayê. Mûsa Anter navnîşana wî dabû min. Qederê du mehan ez li ba wî mam. Piştre min vîze girt, derbasê Çekoslovakyayê bûm.
Gava ez li Sofyayê bûm, kongreya KSSE´yê hebû. Li wir jî em ketin kongreyê. Kemal Cengîz hebû, kurdekî ji DDKO´yê bû, em bi hev re ketin kongreyê. Me di kongreyê de tiştek [peyameke nivîskî] bi navê Xwendekarên Kurd ên Bakur da kongreyê. Têkiliya min her zû dest pê kiribû bi komele û xwendekaran re.
Ê destê rastê Mîrhem Yigit e
Li Pragê te çi kir?
Li Çekoslovakyayê em çûn kursa zimên. Çekoslovakyayê burs dida xwendekarên cîhana sêyem. Zanîngeha min lê xwend, 17´ê Lîstopada, berê wê li cihana sêyem bû. Îdeolojîk bûn. Dixwestin xwendekarên cîhana sêyem li cem wan bixwînin, têkiliya wan bi sosyalîzm û marksîzmê re çêbe.
Zanîngehên bi vî şiklî li Rûsya û Bulxaristanê jî hebûn. Me nêzîkî 9 mehan ziman xwend. Em li cihekî diman, weke qesrekê bû. Qesreke arîstokratekî bû, sosyalîzmê dest danîbû ser. Xwendekar ji Efrîka û Viyetnamê pirr bûn.
Hingê musabeqeyekê li ser Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê dest pê kir û du kategorî xwendekar hebûn. Yek jê yên ku lîse qedandibûn. Kategoriya din jî zanîngeh qedandibûn wê doktora bikirana. Di kategoriya kesên lîse qedandî de ez bûm yê yekê. Bi merasîmeke mezin, berpirsê Partiya Komunîst ê Rojhilata Navîn hat wê dê, xelatên me dan me. Ala ciwanên Çekoslovakya û her wekî din. Ez bûm, Zagrosê Mala Haco hebû, Maîn hebû Kurdekî ji Şamê bû. Ew ji mala Hemo Leyla bû, ew malbat di dema Selehadîn Eyûbî wan de li Şamê maye. Pirr neteweyî bû. Netewetiya Maîn jî hişk bû, ewqasî ji Ereban aciz bû. Lewhe hebûn li wir, me jî sûretên ji Kurdistanê, karpostal li wir datanîn. Îca carekê, Maîn hat got, Yekî Ereb wî malzemeyê me li ser lewhê radike, ez ê lêxim. Her got, wî digot, ez ê lêxim, ji bo ku wî sakîn bikim, ti pirsgirêk çênebin, min digot, Te dît ku rahiştiyê, digot, Na. Dawî me nehişt, wilo. Piştre em çûn unîversîteyê, min Zanistên Civakî û Siyasî xwendin. Li zanîngeha me her du salên pêşî mişterek bûn, sala sisiyan jî te branşek dineqand. Min sosyolojî hilbijart. Min sala sisiyan qedand. Jixwe sala çaran havînê ez çûm Swêdê, ji bo serekî.
Ew çawa çêbû?
Ez bi otosotpê hatim. Ez û hevalekî xwe yê ji Qibrisê bûn. Potos Fosporîs. Aliyê dijberê dewleta Tirk, hevaltiyeke me ya xurt çêkiribû. Em demekê bi rê de çûn, kesî em ranekirin. Em di gundekî re derbas bûn, me bisiklêt li wir dît. Me rahiştiyê, em lê siwar bûn. Geh min dajot, ew li pey min û geh wî dajot ez li pey wî. Îca hejmara Kurdên çalak kêm bû, belkî panzdeh bîst bûn. Kurdên parçeyan gişan bûn.
Lê gava ez hatim, li vir çend kategorî Kurd hebûn. Yek zarokên mala Enter hebûn. Bedirxan, Silêman Enter in. Baksî ew paşê 1973-74´an hatin.
Grûba ewilî Kurdên Başûr bûn. Sê çar Kurdên Başûr salên 62-63´yan li Stenbolê dixwendin. Celal Elemdar, Îbrahîm Mam Xidir ew in. Li Stenbolê têkiliyê didin wan ku Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê heye. Têkiliya wan bi Mûsa Anter re jî heye. Li wir li Stenbolê tên girtin. Demekê di zindanê de dimînin. Ku derdikevin, îca tên Swêdê. Ji yên siyasî, ew yên ewilî ne. Lê Kurdên din paşê bi komikî hatin û zêde bûn. Yên mala Enter, 67´ê hatin. Piştre zêde bûn. Ji salên 70´yî û berjor de êdî hejmara Kurdên li Swêdê zêde bû.
Necmettin Buyukkaya û Omer Çetin jî li vir, li Swêdê bûn. Evana, ew problema Şivan wan çêbû, ew kuştina li Başûrê Kurdistanê çêbû. Ew hingê li wir bûn. Ew piştre di ser Sûriyê re derketin, hatin Çekoslovakya cem me. Em demekê bi hev re man. Me li Pragê gelekî li ber da ku wan li wir bi şiklekî bi cih bikin. Lê hikûmetê destûra îqametê neda. Di nav xwe de em xebitîn, me hinek îmkan ji wan re çêkirin. Me ew şandin Swêdê. Li Swêdê qebûl bûn, ew jî li vir bûn.
Reşo Zîlan li vir bû. Ev Kurdên kevin bûn. Piştre zêde bûn, Hanefî Celeblî, Keya Îzol, Salih Înce, Mahmût Baksî û pirr kesên din hatin.
Îca hevalên li vir xwestin ez bêm cem wan; ew çend hevalên mala Enter. Me rabû xebateke perwerdeyê da destpêkirin, kitêbeke [Georges] Polîtzer li ser felsefeyê hebû, me bi hev re hinekî xwend. Ji ber ku ji xwendinê re hinekî jîr bûm, hinekî wilo alîkariya min çêbû. Êdî gotin, çima tu nayê vir?
Min jî got, temam. Gava em derketin, te dît, aliyê siyasî ji me re esas bû. Ji xwendinê zêdetir, em ê di nav Kurdan de, di nava Komeleya Xwendekarên Kurd de kar bikin. Dîtinên îdealîst jî hebekî hebû. Me digot, ev Ewrûpî Kurdan nas nakin, em ê biçin ji wan re hinekî behsa Kurdan bikin, halbûkî ne wilo bû, Ewrûpiyan ji me baştir zanîbû.
Li Swêdê karê te di nava Komeleya Xwendekarên Kurd de dewam kir?
Em hatin vir, li vir jî em ketin nav xebata KSSE´yê û paşê piştî ku komele bû du parçe, di nav AKSA’yê de ez ketim rêveberiya Ewrûpa. Ez bûm redaktorê kovara Aso. Me ew li vir derdixist. Di ber wê re me kovareke din jî derxist, Em çi bikin. Hinekî komeke marksîst bû.
Vêca çi kongreya xwendekaran çêdibû, ez beşdar dibûm. Ji wan didu girîng in. Yek jê kongreya li Stockholmê ya 1970´yî bû. Dr. Ebdurehman Qasimlo li wir bû. Kurdên Libnanê hatibûn. Hinek ji PDK-Iraqê hatibûn, weke Mihemed Hebîb Kerîm, endamê polîtburoya partiyê bû. Ya din, kongreya 72´yan a li Bukreş, li Romanyayê bû. Kongreyeke enteresan bû. Heyeteke pirr fereh ji Başûrê Kurdistanê hatibû. Dara Tewfîq endamê polîtburoya Barzanî hebû, Samî Ebdurehman hebû. Seroka Jinên Kurdistan jê re Xwişka Zekiye digotin, ew hebû. Û Adil Murad hatibû, ew jî serokê xwendekarên Kurd bû li Bexdayê. Ew otonomiya li Başûrê Kurdistanê çêbûbû, li derve jî derfet û îmkanek çêkiribû. Mesela mesrefên kongreya li Bukreşê ya 7 rojan, rêveberiya Çavuşesko dan. Hotel, xwarin mesref hemû wan dan.
Kongreya beriya wê ya Stockholmê mijara esasî çi bû?
Di kongreya Stockholmê de 5-6 meh di ser peymana 11´ê Adarê ya otonomiyê re derbas bûbûn. Ew di bin atmosfera serketinê de li dar ket. Êdî kongre jî zêdetir li ser wê bû. Em bibêjin, kar û xebata li derve dikare çawa be, organa komeleyê Kovara Kurdistan bû, ew çawa dikare çêtir derkeve, têkilî, danûstandin li Swêdê bi kesayetiyên Swêdî re çawa bên bipêşxistin, ev pirs mijar bûn. Di bin wê bandorê de hejmarek kom û komîteyên piştgiriya Kurdan çêbûn.
Di kongreya li Bukreşê de rewş cihê bû. Li wir minaqeşeyeke mezin li ser têkiliyên bi Îranê re çêbûn. Şoreşa Başûrê Kurdistanê bi Îranê re gelekî hatibû girêdan. Ketibû bin kontrola Îranê. Îca xwendekarên hişyar, nexasim ên ji Rojhilatê Kurdistanê, tim û tim bal dikişandin ser wê têkiliya zêde bi pêşketiye, ewqasî ku êdî bûye eleyhê Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê. Heta di 1967´an wan de Silêman Muînî, ku ew jî ji şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê bû, ji aliyê PDK-Iraqê, Barzanî ve hat kuştin û laşê wî teslîmî Îranê kirin. Ev bûbû sedem ku hejmarek xwendekar û ez jî di nava wan de bûm, em bibin muxalifê tevgera Barzanî. Ji bo me pirr giran bû, ne ya qebûlê bû ku tevgera siyasî ya parçeyekî, li çûna alîkariya tevgera siyasî ya parçeyekî din bike, rabe û serok, kesayet, kadroyên wan bigire, bikuje, teslîmî dijmin bike. Tesîra wê pirr xirab bû. Weke niha çawa şerê li Başûr, em bêjin, PDK, malbata Barzanî hevkariyê dike ji dewleta Tirk re. Wî çaxî jî bi Şahê Îranê re bû. Hingê weke niha eşkere nedikirin.
Çawa vê dubendiyê dest pê kir?
Çaxê ez li Pragê, Şahê Îranê çend kes îdam kiribûn, me jî li dijî wê îdamê li Pragê, li Çekoslovakyayê belavokek derxistibû. Ew beyan di kongreyê de bû problemeke cidî. Minaqeşeyeke mezin li ser bû. Gotin, çawa hûn dikarin li dijî îranê, ku ewqasî dostê me ye belavokê binivîsin. Îca Samî Ebdurehman rabû axivî, got, Em bi ti şiklî qebûl nakin ku şûbeyek ji yên KSSE´yê li dijî Şahê Îranê tiştekî bêje. Ji ber ku Şahê Îranê du meh sê mehan alîkariya xwe ji ser me bibirrê, şoreşa me wê hilweşe.’’ Ev jî ji bo xwendekarên Kurdistanê şokek bû. Çawa şoreşek ewqasî bi dagirkerekî re, bi dijminekî re bê girêdan. Jixwe, wilo jî bû.
Kongreya 73´yê li Berlînê bû. Li wir dijayetiya li hember Barzanî zêde bû. Li wir nexweşiyeke mezin derket. Aliyê Barzanî pirr agresîf bû. Nedihiştin kes qise bike. Gelek kes ji kongreyê avêtin, ji ber ku li dijî Barzanî axivîn. Li ser wê meseleya hevkariya bi şah wan re.
Jixwe, ê min, salên ez li Çekoslovakya mam, du tişt min zû nas kirin. Ji bo min jî di aliyê siyasî de bûn du bingeh ku heta îro jî bûn weke perspektîfê. Yek jê, min li Pragê sîstema sovyetîk, reel sosyalîzma pirr burokratîk nas kir. Mesela îmkanên rexnê hema hema tine bûn. Dîktatoriyeke pirr hişk hebû.
Bi taybetî, piştî 1968´an Sovyet bi tank û topan kete Çekoslovakyayê, Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê ya hinekî reformxwaz, fetisandin û serokê partiyê Aleksander Dupçek jî sirgûnî Enqere kirin weke dîplomat. Em xwendekar bûn. Em weke sosyalîst ji Kurdistanê derketin. Em bi xwendekarên li wir re dipeyivîn. Sempatiyeke me ji bo sosyalîzmê, ji bo reşikan hebû. Haya me ji Martin Luther King hebû. Piştî danûstandina bi mala Enter wan re, zû têkiliya min bi kitêban re çêbûbû. Mesela di 67´an de li lîseyê em aboneyê kovara Ant bûn. Jiyana Che Guevara her hefte di Antê de derdiket. Hefteya ewilî jî sûretekî Guevara pê re dabûn. Min bi çarçove kiribû biribû malê. Bavê min digot, ev kî ye, min digot, şêxek e. Te dît bi rih jî bû.
Ya din çi bû?
Sîstema li Çekoslovakyayê, esas li giş welatên Pakta Warşowê eynî bû. Li van welatan, dikan û mexazên taybet hebûn. Bi tenê rayedarên Partiya Komunîst dikarîn tiştan jê bikirin. Perê wê jî taybet bûn. Jê re tuzeks digotin. Xelkê jî ev didît, li ber çavên xelkê ev dibû. Mesela ewên Partiya Komunîst ên jor, derdiketin derveyî welat digeriyan, lê xelkê nekarî. Em û xwendekarên wan bi hev re bûn. Me dît ku ti têkiliya xwendekarên wan jî bi sosyalîzmê re nîne. Li wir hinekî bi rêya hin kesayetan, em bi hinek muxalifan hisiyan. Carinan tiştên welê ecêb jî çêdibûn. Du bira hebûn ji Efrînê. Vêca yekî ji wan digot, sosyalîzm, komunîzm baş e. Yê din jî digot, ev komunîzm ne tiştek e, kapîtalîzm baş e. Yêkî ji yê din re digot, ez kapîtalîzmê naxwazim, yê din jî digot, ez sosyalîzma tuzeks naxwazim.
Li aliyê din tiştekî baş ku min li Pragê nas kir û li cem min her sal xurt bû, ew bû ku min tevgera Barzanî pirr zû nas kir. Min şexsê Barzanî bi xwe bi rêya Kurdên me yên Rojhilat. Malbata Mihemed heye, hingê li Uppsalayê, te dît hingê jî Hecî Ehmedî, Dr. Evdurehman Qasimlo hebûn [li Pragê]. Bi rêya wan, ez pê hisiyam ku Barzanî ne bi wî hawê ez difikirim e. Li cem me li Bakur di nav Kurdên şiyar de popularîteya Barzanî hebû. Lê salên 70’yî gava ez li Pragê bûm, hevalê me yên Rojhilatî ji min re behsa wê yekê kirin ka çawa hevkariya Şahê Îranê dikir, meseleya kuştina Silêman Muînî, min jî wekî din tişt dîtin, weke aşbetalê.Axir min tevgera Barzanî nas kir.
Te nas kir, çi guherî?
Li vir li Swêdê jî gava ku aşbetal bû. Kongreya me ya Swêdê hebû. Rapora siyasî di wê kongrê de min hazir kir û min xwend. Sala 1975’an bû. Nivîsa ewilî a li Ewrûpayê ya li dijî şoreşa Barzanî bû. Ev bû sebeb ku em jî bibin du parçe. Şerekî nexweş qewimî. Êdî em li wir derketin, em çûn Berlînê û em bûn bingehê komeleya nû AKSA’yê.
Mesele di 76’an de li Frankfurtê me kongre çêkir. Piştî kongreyê me komîteya koordînasyonê tenê ji bo Kurdên Bakur çêkir. Ez hebûm, Egîd hebû, Giyaseddîn Sayan hebû, Kerem hebû demekê pirr çalak bû. Piştre çû.
Dûvre me grûbeke Kurdistanî ji çar parçeyên Kurdistanê ava kir. Grûbeke sînoran nas nake, me digot, em ji Kurdistanê ne. Ew grûb bû, me komele bi dest xwe ve anî.
Ew û aliyê Barzanî hatin hember hev du. Lê grûba me pirr çalak bû. Me digot, divê teorî û pratîk ji hev ne qut be. Yanî gerek tu karibî semînerekê jî bidî, gerek tu karibî afîşekê jî li dîwaran bixî û di folklorê de jî hebî. Grûbek, dendikek gelekî xurt bû. Me bi xwe belavokên xwe derdixistin. Klaviya Çekî entresan e, ‘Ç’ ya Çekî, çinqalê wê li jor e.
Îca carinan çêdibû di ç’yên me bi yeke Çekî re dihatin bin hev. Me belavokên bi Kurdî derdixistin. Kurdiya min hê li malê hebû. Mesela min li gund kovara Çiya ya Hemreş Reşo – ji Apê Mûsa re dihat welat - dixwend. Hê jî helbesteke wê li bîra min e:
Şam û London
Berlîn û Tokyo, Stenbol pirr xweş in
Lê sînorê Hekarî xweştir e
Ger keç û xortên Kurdan bi hev e bizewicin pirr xweş e
Lê bi yên neyar re jehra mar jê xweştir e. [Ne halê gotin bi gotin jiberkirî ye]
Kêfa min ji Kurdbûnê re dihat. Îca bi Kurdî me dinivîsî. Tê bîra min li ser zindana Diyarbekir a 72’yan me belavokek nivîsî. Wê wextê, kovarên Çiya û Ronahî hebûn. Du rêxistinên Bakur hebûn, Hevra û Bahoz. Bahoz aliyê Hemreş Reşo û zarokên mala Enter wan bûn, paşê Reşo Zîlan jî hat. Aliyê Hevra jî, Nizamettîn hebû, Kurdekî ji Serhedê bû. Paşê Kemal Burkay 72’yan hat Ewrûpa, ewî jî bi wan re kar kir. Hinekî têkiliyên wî bi Kendal Nezan re jî hebûn. Kendal jî kovareke têra xwe xurt, Azadî ji 78’an heta 81’ê filan derxist.
Îca têkiliya min Kurdî re baş bû. Ew belavoka bi Kurdî tê bîra min, min nivîsand.
Belavokê çi bela anîn serê komeleyê?
Îca pirsgirêkeke me ya cidî bi PDK’ê re çêbû. Ji ber ku me komele [şûbeya KSSE’yê] ji dest wan girt û li dijî Şah beyan didan. Me yeke din jî kir. Wezîrê karê derve yê Sûrî destpêka 70’yî hatibû Pragê. Ebdulhelîm Xeddam**** bû. Wî semîrek da. Em jî çûn semînera wî. Hevalê me Mihemed Emîn Zalza, li Cezaîrê konservatuwar qedandibû. Aniha li Başûrê Kurdistanê ye. Wî bi Erebî baş dizanî. Gava behsa Kembera Erebî kir, me jî broşûrek li ser nivîsandibû, 20-30 pel bûn, li Çekoslovakyayê, te nikarîbû çap bikî. Ez berpirsiyarê têkiliyên bi unîversîteyê re bûm. Diviyabû ku destûrê ji zanîngehê bistînîm. Ji ber ku me zanîbû wê qebûl nekin, me ew li Berlînê çap kir, hezar heb. Şevekê, me çend kesan ew li cihên telebeyan belav kirin. Dinya li bin guhê hev ket. Sûriyê mudaxele kir, got, li dijî me beyaneke evqasî hişk hatiye dayîn. Êdî unîversîte li aliyekî, li aliyê din jî nûnerên PDK’ê jî êdî li dijî me bûn. Wan a xwe kire yek û biryar dan ku komîteyê ji dest me derxin. Berpirsiyarê Partiya Komunîst beşdarî kongreyê kirin da ku ji dest me derxin. Li wir tam darbe li me kirin. PDK’ê û Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê darbe li dijî me kirin û tevî ku xelk bi me re bû, komîte ji dest me girtin. Yek ji sedemên em hatin Swêdê jî ew bû.
PDK û Partiya Komunîst, ev çawa dibû?
Têkiliyên PDK’ê bi Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê re gelekî baş bûn. Muhsin Dizeyî konsolosê Iraqê bû, - bav yan jî apê Sefîn Dizeyî ye. Şeveke me çêbû, hat şeva me jî. Ulsera min hebû, ez li nexweşxaneyê bûm hefteyekê, hat serdana min, wîskiyek jî bi xwe re anîbû ji personelê wê derê re.
Hate şeveke me jî, Kurdên ji Ermenistanê, malbata Celîl hatibûn. Şeveke xweş bû. Muhsîn jî hatibû wê şevê. Necmettin Buyukkaya û Omer Çetîn jî li wir bûn. Li wir me hev nas kir. Muhsîn Kurd bû û têkiliyeke me hebû.
Îca wexta me beyana li dijî Sûrî da, xeber giha Muhsîn jî. Ew nûnerê PDK’ê bû wî li ser navê wê bi Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê re dida û distand. Ew ket eleyhê me. Bi rêya wî Partiya Komunîst jî ket eleyhê me. Grûba me jî pirr çalak bû. Konferans, belavok, broşur me hazir dikirin, em diçûn kongreyan.
Me xwest li ser Tirkiyeyê belavokekê derxin, zanîngehê qebûl nedikir, digot, têkiliyên Lenîn bi Mustafa Kemal re hene. Axir piştre, bi kongreyê komele ji me stendin.
Kurdên Feylî ne zêde bûn. Lê hikûmeta Iraqê salê 60’î, 70’yî, 80’yî Kurdên Feylî ji Bexdaye derxistin. Salên 70’yî sed hezar Kurdên Feylî ji Bexdayê derxistibûn. Hemû dibirin ser sînorê Îranê û diavêtin. Ji ber ku gelek ji wan bi şoreşê re bûn. Mesela Mihemed Hebîb Kerîm sekreterê Partiyê bû. Adil Murad, wextekî bû konsolosê Iraqê li Bukreşê.
Ka em li kovara we Asoyê vegerin...
Aso me li Uppsala hazir dikir, derdixist. Min dinivîsî, Seyîdxan Enter alîkarî dikir, Mihemed Muhtedî hebû, wî jî dinivîsî. Kerem hebû, piştre ji me dûr ket.
Wî dinivîsî, Giyas dinivîsî. Qederê du salan me çend hejmar derxistin. Beriya ez vegerim welat, sala 1978’an, pirsgirêkên me di nava komê de jî hebûn.
Wekî bîskek din min behs kir, kovara me ya komeke radîkal a marksîst jî hebû: Em çi bikin. Karîkaturekî Lenîn hebû, kureya dinyayê heye, Lenîn jî rahiştiye melkes û qirêja kapîtalîzmê ji dinyayê dimale. Îca yekî dogmatîk ê DDKD’yê hat, got, mirovekî weke Lenîn, we çawa melkes daye dest? Min got, kuro me melkes ne daye dest, ew karîkarturekî di wextê Lenîn de bû.
Axir, Aso çend hejmarên baş derketin. Aso ya AKSA’yê bû. Kurdistan salê carekê derdiket ew jî ya KSSE’yê bû. Min pêlekê li ser dîroka komelê semîner dan.
Li Pragê ji Rojhilat kî hebû?
Min û Hecî Ehmedî baş hev nas dikir. Li Çekoslovakyayê Kurdên Rojhilat ne zêde bûn. Hecî Ehmedî bû, Dr. Ebdurehman Qasimlo hebû, carinan Selîm Baban dihat û diçû, ew li Elmanyayê dima, carinan Emîrê Qazî, Mihemed Muhtedî li wir bû.
Qasimlo li zanîngeha aboriyê ders didan. Wî wextekê organa Hizba Demokrat, Kurdistan jî li wir derdixist. Gelek caran endamên serkirdayetiya Hizba Demokrat dihatin Pragê, civînên xwe dikirin. Doktor jî li Pragê çalak bû. Di Newrozan Kurd ileh dihatin cem hev. Li rojhilatê Ewrûpayê Malên Çandê hebûn. Mirov dikarîbû civînên xwe li wan çêke. Klûbek hebû, jê re digotin, Klûba Dostayetiyê. Me civînên xwe li wir çêdikirin. Ku wexta wî çêdibû ew jî dihat civînên me. Doktor naskirî bû. Wî kitêbeka berfereh li ser Kurdistanê jî nivîsandibû. Dr. Qasimlo diçû Bexdayê jî. Te dît, têkiliya wî bi Bexdê re baş bû. Întelektuel bû. Hevala wî Çekoslovak bû.
Te Mam Celal kengî nas kir?
Me Mam Celal li kongreya Berlînê ya 75’an dît. Hingî ma ne, min got, komele bû du parçe. Li wê derê kesayetên Kurd zehf bûn. Kemal Fuad bû, Dr. Şiyar ê bi Şivan wan re bû, gelek Kurdên li Elmanyayê kevin ên wek Sertaç Bucak ew, Kurdên Rojava mesela Mistefa Reşîd, Hiseynê Kîkî, Baha hebûn.
* Behsa KSSE (Kurdish Students Society in Europe)´yê dike.
** The Association of Kurdistan Students Abroad.
*** Navenda wê li bajarê Swêdê Uppsalayê bû. Kovar, sala 19??´yan dest bi weşanê kir.
**** Piştî mirina Hafiz Esed heta 2005’an weke Suniyê herî payebilind di nava Beesa Sûrî de ma. 2005’an ji wezîfeyên xwe û Beesê îstîfa kir û heman salê li Fransayê bû penaber. Demeke dirêj ji bo rûxandina Beşar Esed şixulî, lê 2016’an şikestina xwe qebûl kir. Dawiya Adara 2020’an li Parîsê dilê wî sekinî û mir.
***** PKK hîna nehatiye damezrandin û Mîrhem Yîgît grûba ku dê wê damezirîne jî nas nake. Tenê helwêsta Necmettin Buyukkaya dişibîne ya PKK’yiyên destpêkê.
Turkum dogruyum nekir didu
Destpêka çalakbûna Mîrhem Yigit di salên xwendina lîseyê û di wexta mamostetiya bi wekîl de ye: “Kurdên Rojava, Hiseynê Mala Cum’a hebû. Havînê dihat li ser sînor, Kurd birêxistin dikirin. Wan jî em şiyar dikirin. Em jê piçûktir bûn. Ew xwendekarê zanîngehê bû, zane bû, têgihiştî bû. Îca aqlê wî ji min dibirrî. Îca wî ji min re got, 67´an mîtînga ewilî 13´ê Tebaxê li Farqînê çêdibe, ew Dogu Mitingleri. Got, karê min heye, ez nikarim, tu karibî here. Min hingê lîse dixwend. Min jî got, temam. Îca min ji dê û bavê xwe re negot. Ez çûm min ji dê û bavê xwe re negot. Ez çûm Diyarbekir, ji wir jî li Qemyonekê siwar bûm û ez çûm Farqînê. Perê min jî 2 weraqe û nîv filan bûn.
Ez bawer dikim bêhtirî 10 hezar kesan hebûn. Meydanek hebû, dagirtî bû. Ji her alî ve Kurd hebûn. Yên Îşçî Partîsî (TÎP), Seîd Elçî li wir bû, axivî. Yekî dirêjî, esmerî, wilo xûz bû. Her kes çû, got, pîroz be. Ez jî zarok bûm, kesî ez nas nedikirim, min jî xwe xist nav wan, min ew pîroz kir. Li wir Newzat Nas hebû. Coş û heyecaneke mezin hebû.
1969´an mîtîngeke din çêbû, Mîtînga Parastina Nîzama Destûrî. Ew jî gelekî qelebalix bû. Heman salê, min li gundekî cîranê me, li Nisêbînê mamostetiya bi wekîltî kir. Piştî mîtîngê ez bûm agir.
Wexta min dest bi dersdanê kir, te dît ez îdealîst bûm. Ez ê dersê bidim zarokên Kurdan. Lê gava me rojxêra hev kir, dest pê kirin Turkum dogruyum… [destpêka ehda li dibistanên Tirkiyeyê ya ku bi ez Tirk im, rast im… destpê dike]. Ez şikestim. Min got, çawa ez her roj bêm û zarokên Kurdan bibêjin, Turkum dogruyum. ez pirr fikirîm. Wê şevê belkî ez heta sibehê bi xew ve neçûm.
Axir min formulek dît. Min fêm kir, gava ez bi Tirkî rojxêra wan dikim, dibêjim Gunaydin, weke mirov pê li pişkokê bike, zarok otomatîk dibêjin Turkum dogruyum. Min jî got, ez ketim hundir, ez ê bêjim rûnin. Bawer bike, min nekir du roj. Min ew Turkum dogruyum rakir. Hevalê min mudir bû, Haydar Duman ji Xarpêtê bû. Wî li tenişta min digot, Turkum dogruyum.”
Li ser Necmettin Buyukkaya
Destpêka salên 1980’yî yan jî hê 79 filan bû. Nû ji Rojhilat hatibû. Min ew vê carê li Diyarbekirê dît. Li mala wî li Ofîsê, em çend saetan rûniştin. Li wir wî behsa Rojhilat kir. Neco, te dît, milîtan bû, bi sedan bi hezaran çek, carinan bi kamyonan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dikirin.
Mîrhem Yigit Necmettin Buyukkaya li Pragê, li mala xwe kiriye mêvan, û paşê li Swêd û Kurdistanê jî dibîne: “Necmedîn Buyukkaya di bibîranînên xwe de jî behs dike ku hatiye ba min. Necmedîn û Omer Çetîn bi hev re hatin. Yan jî hema li pey hev hatin. Demekê li oda min bi xwe razan. Omer henekoyî bû, Neco jî wilo milîtan bû, civakî bû. Di wê kongreyê [ya KSSE ya 1975’an li Berlînê] de yê ku bi fikr û milîtaniya xwe nêzî PKK’ê***** bû. Dr. Şivan jî wilo bû, proto PKK bû. Îca Necmedîn demekê li cem me ma. Me ew şandin Swêdê. Gava ku ez hatim Swêdê, Neco jî Omer Çetîn jî bi efûwa Ecewît re 1974’an vegeriyan Kurdistanê. Destpêka salên 1980’yî yan jî hê 79 filan bû. Nû ji Rojhilat hatibû. Min ew vê carê li Diyarbekirê dît. Li mala wî li Ofîsê, em çend saetan rûniştin. Li wir wî behsa Rojhilat kir. Neco, te dît, milîtan bû, bi sedan bi hezaran çek, carinan bi kamyonan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dikirin. Şoreşgeriya Neco, dişibiya ya bajêr. Necmedîn carekê tê girtin, hingê heşt nasname pê re ne. Pirralî bû, dikarî li goristanê razê, carinan here cihekî gelekî modern, dikarî danseke modern jî bike. Pirr heyf bû Neco. Peykerê Necmedîn li Başûr çêkirin.
Piştî ku ez binxet bûm 80’yî min ew nedît. Heyf bû, di temenekî ciwan de çû*. Wî rê didîtin. Kesekî jîr bû di meseleyên ger û tebdîlî qiyafet de.”
* Nîsana 1982’yan hat girtin û 22’yê Çileyê 1984’an bi êşkencê li zindana Amedê hat şehîdkirin
Kurdên Swêdê yên pêşî
Mîrhem Yigit, beriya behsa Kurdên ku di dema xwe de ew dîtinê bike, behsa Kurdên pêşî çûne Swêdê dike: “Kurdên Swêd jî esas, Kurdê ewilî 1893´yan tê Swêd. Navê wî Mîrza Seîd e. Bavê wî ji Bakur e, ew li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Paşê dihere Hemedanê. Li wir hineke mîsyoner nas dike, bi keça misyonerekî re dizewice û dûv re mîsyonerekî Swêdî jî nas dike. Ew wî dawetî Swêdê dike. Tê sê mehan li Swêdê dimîne.
Kurdê diduya yê tê vê derê, Şerîf Paşa bû. Konsolosê dewleta Osmanî. Ew nezîkê heft heşt salan dimîne.
Kurda sêyem Leyla Bedirxan e, weke balerîn tê vir.
Kurdên din, di sala 1947´an de xwendevanek e. Paşnavê wî Rastgeldî ye ji Rihayê wan e. Û piştî 60´î, komikên Kurdên Anadolê tên. 65´an malbatên Kurd ên Anadolê tên. Piştî 70´yî ji ber darbeya 12´ê Adarê, bi dûv de 12´ê Îlona 1980´yî, darbeya Evren, hejmara Kurdên bakur, pirr zêde dibe.”
Li ser aşbetalê bibîranînek
Mîrhem Yigit behsa serpêhatiyekê dike, ka rojnamevanekî Swêdî rewşa Barzaniyan, ji wan çêtir çawa dîtiye: “Destpêka 75´an wexta ez hatim Swêdê, rojnamevanekî Swêdî, Îngmar Karlsson [ne dîplomatê bi heman navî] çûbû, li Kurdistanê geriyabû. Çûbû Rojhilat, Başûrê Kurdistanê. Li vir Ehmed Şexmûs hebû, yek ji Kurdên kevin ê Swêdê ye. Ehmed Şêxmûs ji me re got, Ev rojnamevan dostê min e. Heger hûn bixwazin, salonekê bigirin, bila bê ji me re behsa gera xwe bike. Me got, temam. Wê wextê jî navenda xebatê Stockholm û Uppsala bûn. Uppsala ji Stockholmê xurttir bû. Em li wir bûn.
Em çalak bûn. Çend kesên li vir [Stockholm] bûn, me henek dikirin, me digot, hûn burokratên Stockholmê ne. Me li Uppsalayê salonek girt, hatin.
Karlsson rabû, pîramîdek çêkir, li serê wê Barzanî danî û tîrek kişand Tehranê. Got, xelk li vir bi Barzanî re ye, Barzanî jî di bin destê Tehranê de ye. Her kes aciz bû. Wî got, min ev dîtiye. Tişta min dîtiye, ev e. Bi rastî jî sê çar heyv di ser gotinên Karlsson re bihurîn, paşê di 6´ê Adarê de şoreş hilweşiya.”
Li ser Mûsa Anter
Mîrhem Yigit du caran beriya bibe xwendekar li mala Mûsa Anter mabû. Ew wiha behsa hevdîtina xwe û Mûsa Anter a hingê dike: “Ez du caran Ii mala Apê Mûsa mam. Carekê gava ketim îmtîhanên zanîngehê û carekê jî çawa min got, gava ji bo pasaportê derxim. Apê Mûsa têkiliyên wî bi çar parçeyên Kurdistanê re hebûn. Bi rêya wan têkiliyan piyeseke wî hebû, Birîna Reş, ew wergerandin zimanên din ên weke Elmanî. Dema ku ji Ewrûpayê hinek dihatin, wan muheqeq rêya xwe bi Apê Mûsa dixist, weke kesê pispor.
Îca tam nayê bîra min, 86 e, 87 e. Rojnamevanekî Ewrûpî tê, pê re roportajekê dike. Îca Apê Mûsa jî gelekî bi cesaret diaxivî. Rojnamevanê Ewrûpî dipirse, tu natirsî tu van gotinan dikî, ew dibêje, na, li pişta min çiyayên me hene. Roportajeke pê re di Berxwedanê de derket. Min ew têkilî danîbû.
Kovar jê re dihatin, weke kovara Çiya ya Hemreş Reşo. Hemreş Reşo, yek ji wan kesan bû ku destpêka salên 60’î derketiye [ji Tirkiyeyê penaberî Ewrûpayê bûye]. Ew ji Kexta ye. Beriya ku derkeve, haya wî û Apê Osman [Osman Sebrî] ji hev heye. Ji ber ku Apê Osman carinan meqale ji wî re dişandin. Ji Apê Mûsa wan re jî dişandin. Mesela Bariş Dunyasi hebû, ew kovarên 62-3-5 derketin, Dicle Kaynagi û hejmarek kovar derketin, nivîsên Apê Osman ji wan re jî dihatin. Nivîsên Nureddîn Dêrsimî jî ne bi navê wî digihiştin.
Çavkaniyeke din jî, ew xwendekarên salên 60’î li Stenbolê xwendin, hemû li cem Apê Mûsa bûn. Ji Amûdê, Dêrikê, Efrînê, Hesekê, Silêmanî û Kerkûkê bûn. Ji Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Cesareta wî ya medenî gelek bû. Mîzaha wî xurt bû. Insanên hemberî xwe pirr şermezar dikirin. Carekê li Mêrdînê li Tugayê hatiye girtin. Sûbayekî xwestiye henekê xwe pê bike. Ji esker re dibêje, herin Mûsa bînin. Dibêje, ‘Mûsa xelk behsa te dike, xwedê giravî tu bi tişt miştan dizanî. Li gora dîn insan ji Adem û Hawa ye. Lê gava tu li Darwîn binêrî, ew qebûl nake, dibêje, insan ji meymûnê filan çêbûne, tu dibêjî çi?’ Ew jî dibêje, ‘Gava em binihêrin li van tiştên insan tênin serê hev du, serê hev jê dikin, hev du dikujin, hingê teoriya Darwîn bêhtir maqûl dibe.’
Wî stareke xwendekaran vekiribû. Gelek insanên weke birayê Îlhan Selçûk, gelek ewên karîkaturîst, derdoreke wî ya pirr fereh hebû. Carekê li mala wî, kereng jê re hatibûn. Min û wî me kereng çîk dikirin, saetekê ji min re behsa vîtamîna C kir. Dinyaya wî pirr fereh bû. Vê têkiliya wî ya fereh îmkanên bûrsan jê re çêkirin. Wî hejmarek xwendekar şandin. Yek Ii vir heye, Memo Yetkîn. Ew jî sê bira ne. Apê Mûsa yek ji wan birayan bi xwe jî bi burs şandibû. Biraziyê xwe jî şandin. Ez jî yek ji bursiyerên wî bûm.”
[1]