Miletê Kurd Di Şer Û #Siyasetê# De
Nûşîn Bêcirmanî
Miletê Kurd, weke miletkî di welatê xwe yê Kurdistan ya parçekirî de jiyan dike. Wî di seranserî dîroka xwe de, stembarî û çewsandin bi hemî rengan bûrandiye. Tu carî miletê Kurd, di pêvejoya xebata xwe ya rizgarîxwaz de ranewestiyaye. Bi dehan şoreş di riwên dagîrkeran de vêxistine, û bi hezaran qurbanî jî dane.
Eger merov li dîroka miletê Kurd vegere, dê ji her çiyayekî, deştekê, zinarekî û kevirekî bi sedan çîrok û efsaneyên lehengî û qehremaniya gelê Kurd bibihîze, Ji Şêx Mehmûdê Hefîd, Simko, Qazî Mihemed û ta bigihe Mela Mistefayê Berzanî û herwiha jî şoreşên Kurd yên ku vêketine di serdema nûjen de, û ta roja îro jî.
Ji Şêx Ubeydulah Nehrî, yekemîn kesê ku di sedsaliya Nozdehemîn de doza yekîtiya Kurdan û damezirandina Kurdistaneke serbixwe kir. Di sala 1877an de karê eşkere li dijî Osmanî û Îraniyan kir. Şêx Mehmûd Elhefîd yê ku di sala 1919an de serweriya tevgerên leşkerî li dijî Îngilîzan kir, Simkoyê Şikakî jî tevgereke çekdarî di salên 1920 – 1925ê de li herema Ormiya li dijî hikûmeta Îranê vêxis, bo damezrandina dewleteke Kurdî, wilo jî serhildana Şêx Se’îdê Pîran, ya ku di 14 wilayetan de pê ket, û 600 hezar şervanên Kurd tê de beşdar bûn, şoreşên Barzanî li dijî rijîmên ku desthilatdariya Iraqê wergirtibûn, û herweha jî hemî şoreş û serhildanên Kurd seranserî xaka Kurdistanê serê xwe hildane ta îro roj.
Xebata her miletekî mafwinda, û welatê wî dagîrkirî be, bi gelek şêweyan tête kirin, leşkerî, rêzanî, civakî û çandî.
seranserî dîroka miletê Kurd û hemî şoreşên ku vêxistine, tu cara, di şer û cengan de, ji aliyê leşkerî û çekdarî ve neşikestiye; lê mixabin hemî şoreş û serhildanên miletê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, ji aliyê siyasî ve bi ser nakevin, nimûne jî gelek in, ji Şêx M. Elhefîd, Simko Axayê Şikakî , Şêx Se’îdê Pîran, Qadî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî û her wiha jî şoreşên vê dawiyê li hemî parçeyên Kurdistanê, her û her di siyasetê de bi ser nediketin û dişikestin.
Di baweriya her yekî Kurd de, biçûk, mezin, siyasetmedar û rewşenbîr, nivîskar û çi kesê ku bi siyaset û pirsgirêka miletê Kurd mijûl dibe, vê rewşê baş dizane. Ev pirs jî ji hêla her kesî ve tê kirin; gelo çima Kurd di siyasetê de bi ser nakevin?
Ev diyarde jî baş belo ye, Ji kevin de û ta îroj, em weke Kurd di hevbendiyên navxweyî de, rastî gelek asteng û keleman di pêşiya nêzîkbûn û yekîtiyan de tên. Gelek ji van sedem û aloziyan jî – weke diyar e – ne ji bo berjewendiyên gel û pirsgirêka wî ne. Di destpêka van nêzîkbûnan de, guftûgoyên ku dibin, mijarên kesayetî, êlî an jî partiyane, bêtir bal bi ser de tê kişandin, an jî ew kul ûarmancên sereke ne; ne berjewendiyên milet û welat in.
Ev ji hêlekê ve, ji hêla dî ve, eger tiştin ji van lihevkirinan jî bêne damezrandin û kar jî bi wan bibe, mixabin, ew şêwe berdewam nake, perçebûn û dûrketina ji hev, zû kon siya xwe bi ser wan de belav dike, di encamê de hêza wan ji hev perçe dibe, ya xerabtir ji van û wan, ew bi xwe jî, da ku berjewendiyên xwe biparêzin û bidine pêş, dibine destek di destê dijmin de, ew jî – ango dijiminê wan – bi wan dilîzin, ew di bin ve yekin û tim û tim pilan û lîstokan bi hev re li ser wan dirêsin.
Hêja ye gotinê ku divê têkiliyên navxweyî di navbera hêzên Kurdî û Kurdistanî de erênî bin. Pêwist e ku ev rastî jibîr nebe, çunkî ew bingeheke pir giring in ji bo çareserkirina doza miletê Kurd ya netewî. Herwiha, girîng e ku ev xaçerê li ber çavan bête danîn, û sûde jê bête wergirtin:
1 – Têkilî û yekîtiyên di navbera partî, çarçew, komele, sazî û tevaya hêzên her perçeyekî ji Kurdistanê, gerek baş werin hûnandin, li ser roniya berjewendiyên gelê Kurd di her perçeyekî ji Kurdistanê de, bêne avakirin. Ev yekbûn û têkilî gerek dûrî berjewendiyên kesane û partiyane bin, çikû çendî têkilheviyên navxweyî xurt, asê û tekûz bin, wilo jî wê rê li ber destêwerdanên dijmin û xêrnexwazên miletê Kurd, were girtin.
Di Kurdistana Sûrî de nimûne ne giring hebûn, weke Hevbendiya Kurdî ya ku di 1986an de hate damezrandin di navbera 3ê partiyên Kurdî de, û Encumena Siyasî ya ku hate avakirin piştî ku hin ji partiyên Hevbendiyê xwe jê vekişandin. Herweha li parçeyên Kurdistanê yên dîtir jî nimûnene wisa hene, weke “CÛD û COQED” Di heman demê de, gerek têkilî û peywendî di asta niştimanî de, di navbera hêzên Kurdî û yên niştimanî de, bêne ristin, da ku li hember kiryarên rijîmên zordar xebateke hevbeş bikin bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî di wî parçeyî de, weke yek ji pirsgirêkên niştimanî yên wî welatî. Ne tenê wilo, gerek partiyên tevgera Kurdî mil li mil, li hember zordariya wan rijîman rawestin, lê li gor peymanine nivîskî, ku mafê miletê Kurd di wan de nîşankirirî be, ne li hêviya demê û roxandina wan rijîman bimêne; ji ber di gelek ezmûnan de hatiye xuyakirin ku rikberiya welatên ku perçeyên Kurdistanê bi wan ve hatine girêdan, sebaretî mafê miletê Kurd, ji rijêmên xwe zordartir û xirabtir in. Gelo tevgera Kurdî di vî alî de pispor e? Ma van têkiliyan li gor berjewendiya gelê Kurd dihûne?
2- Di asteya Kurdistanê de jî, pêwîst e ku têkilî û hevrêziya siyasî di navbera hêzên Kurdistanî de li her perçeyekî ji Kurdistanê hebin. Ji erkê tevgera siyasî li her parçeyekî, piştgir û kûrbûnin istiracî bê ji perçeyên din re, ne tenê wilo, gerek tevgera Kurdî li her perçeyekî, ya perçeyên dî nexe bin bandora xwe de û wilo jî destêwerdanan bike. Pirsek giring xwe davêje holê; gelo ev peywendiyên Kurdistanî, di wê radeyê de ne ku berjewendiyên netewî yên bilind ji miletê Kurd re, diparêze û dide pêş?! Di baweriya min de, na ! Belkî di vê mijarê de gelek kul, derd û pirsgirêkin mezin jî hene, hewcedarî gotar û lêkulînin taybet bin, ta ku bi rengekî zanistî zelal bibin.
3- Di asteya nevnetewî û cihanî de, gelo diblomasiyeta Kurdî di demên berê de û ta niha, lîstok û pîlanên dihatin hûnandin derbarê miletê Kurd û welatê wî de, gelo miletê Kurd û bi taybetî tevgera wî ya siyasî , bi rengekî zanistî ev kar bi rê ve dibir?
Di baweriya min de ew jî, na! Ji ber, heme li Kurdistana Rojhilat gelek caran rêvebirên Kurd bi destê rijîma Tehranê û di heman rewşê de hatine kuştin, ji Ebidrehman Qasimlo, Sadiq Şeref kendî, ku di guftogoyên bi rijîma Îranî re dihatin kuştin, em jibîr nekin ku xebatkarê Kurd Mele Mistefa Berzanî jî gelek caran rijîma diktator ya Îraqê hewl daye ku wî bikuje, lê nediçû serî, Ji bilî wilo, tevgera Kurdî peywendiyên bi rêk û pêk ava nekiriye, û berjewendiya gelê xwe nedaye pêş; ji demek nêzîk ve diyarde ne baş di vê rewşê de hatine xuyakirin; ew jî nih destpêkin di vê rewşê de.
Li gor van xalên derbas bûyî, hate xuyakirin, em Kurd û tevgera me ya siyasî biser neketine di aliyê siyasî û diblomasî de, gelek cara jî bûye qurbana pîlanên navdewletî jî. Nimûneyên balkêş jî hene di vê derbarê de, hîn li bîra me ne.
Komara Mehabadê ya ku di 22ê Çileyê 1946an de hatî ragihandin û 11 mehan jî berdewam kir, ew bû qurbana pilanên di navbera Yekîtiya Sovyêt û Şahê Îranê û hin aliyên din. Di encamê de Komara Mehabadê têk çû, û serwerên wê jî hatin bidarvekirin, di serê wan de serokê komarê nemir Qazî Mihemed. Ya dî di şoreşa Nemir Mela Mistefa Berzanî li dijî rijîma Îraqê de, pîlanek hate di navbera rijîma Îraqê û Şahê Îranê û Hewarî Bû Midyen serokê Cezayirê ristin, di sala 1975an de û di encamê de şoreşa Berzanî şikest. Îro roj jî eynî ew lîstik di kiwalisyonan de di navbera Cezayir,Tirkiyê û rijîma Sûriyê de, bo şerê rêvebiriya xweser a demokratîk li Rojava bikin û rê li ber bêne girtin dibe.
Eger em dîroka Kurdî bişopênin, em ê gelek nimûneyan bibînin, ku em Kurd di siyasetê de tim û tim dişikin û dest vala ji kar û xebata xwe derdikevin.
ya pêwîst ku peywendiyên Kurdî û Kurdistanî li gor bejewendî û armancên gelê Kurd di her beşekî ji yê Kurdistanê de werin hûnandin, mala Kurdî ji hindirû ve asê û tekûz be, ya girintir ji her tiştî, Kongirê Kurdistanî di demek nêzîk de were lidarxistin, ji ber bûyer bilez tên û nîrên nevdewletî baş in bo rewşa gelê Kurd bihtir ji demên berê, tenê em karibin mala Kurdî birêk û pêk bikin, hingî em ê li gor van qonaxên hestyar derkevin, û doza xwe bi pêş de bidin û mafê miletê xwe werbigrin.
Leşker, şer, ceng û serkeftinên leşkerî, tim dikevine bin xizmata siyaset û doza welat û miletan de. Gelo çima li ba me Kurdan hîn ne wilo ye ?![1]