#Mêrdîn# Hezkirinek Ji Dûranî
Mihemed Çûlê
Di havînê de dema em zarok bûn, li ser bane xaniy ê me em radiketin.Her şev berî em rakevin, me ji xwe re li wan şewqên binefş pirr dinerî, yên ku ji bajarê Mêrdîne xuya dikirin.. Ew bajarê ku min jê hez dikir ji dûranî, ew bajarê ku di sînga Çiya de kelhek danî , ew bajarê ku her gund û bajar jê tê xuyanî.. Bi nerîneki ji ser kelha wê, Serxt û Binxet yek tê xuyanî.
Mêrdîn , xewnek bi çûkanî..Gelek caran min ji xwe re digot: Gelo wê rojek
were em li kolanên wê bilîzin, û ji ser kelha wê li mala xwe binêrin !!
Bavpîrê min ji me re digot: Em berê ji Amûdê diçûn Mêrdîne bi peyatî,tunebûn di navbêna me de ti têl û ti mayîn[1]