Ragihandina Azad Çavkaniya Civaka Azad e
Refîq Ibrahîm
Ger em berfereh, li ser dezgehên #ragihandin# ê bisekinin, wê gelek kêmasî dakivin holê, ji ber pirsgirêk pir in. ya yekem piraniya wan dezgehan bi partiyên siyasî ve girêdayî ne, ji ber vê yekê nikarin bi azadî li ser pirsgirêkan rawestin, nerînên xwe bi zelalî bê tirs destnîşan bikin. Duyemîn girêdana ragihandinê bi kesên desthilatedar ve, ku weke zimanê fermî ji xwe re bikar tînin, ev yek tê wateya girêdana dest û devê karmendên ragihandinê, zincîrkirî ne, nikarin ji siyaseta weşana teng derkevin. ji ber li gorî bercewendiyên xwe wan dezgehan bikar tînin, ta ku gelek caran dikevin xizmeta dijmin de. ragihandina Kurdî dema ku pirsgirêk di qada siyasî ya Kurdî de çêdibin, çi li perçakî be, çi di navbera perçe û perçê dinê de, çimkî nakokiyên me dem dirêj in, ragihandina Kurdî mecbûr dibe pê ve mijûl bibe, di wê lewaziya xwe de dimîne, nikare ti pêşketinên balkêş bi dest bixe, wekî em dizanin pêşketina gelan bi rexn û azadiya fikir û ramanan çêdibe, ger mirov rê li ber bide girtin, ewê tu încamên serkevtinê nede. di dema îro de bi dehan dezgehên ragihandinê hene, (Televizyon, Radiyo, Rojname, Kovar….) lê piraniya wan bi hin aliyan ve girêdayî ne, belkî hinek azad hebin, ew jî nikarin her tiştî bibêjin mixabin pir sînor hene divê ragihandin derbas neke.
Ez jî dibêjim temam bela xetê sor hebin, lê ne her tişt xeta sor be ,divê taybetmendiyên xetê sor hebin. mînak berxwedana YPG-YPJ tu kes nikare çavan jê bigre, yan jî berevajî rastiyê bide nîşan, ku îro bixêra wê berxwedanê em jiyana xwe bi aramî derbas dikin. ya duyemîn sembolên netewî divê cihê rêzgirtinê bin.
sêyem xwîna şehîdan yên rûmeta gelan diparêzin, xaka Kurdistanê rizgar dikin, azadiya gelan tesbît dikin, ev in yê ku xetê sor ji bo wan hatine dayîn, ev in yên bejin li ber wan tê tewandin, ev in yên pênûs di nivîsandina mafê wan de dimîne sekinî. Ji bilî vê pêwîst e tu xetê sor li pêşiya ragihandinê nebin, ta karibe bi karekî ber bi çav û pîroz rabe, çi karê bê kirin divê di xizmeta bercewendiyên Kurdewariyê de be. nebe şorek di destê çend kesan de, ji bo xwe bikar bînin, çi kesayet, yan partî, yan desthelatedar. çimkî her dem ji ragihandinê tê xwestin ku ji hêvî û bahweriyên gel nedûr bin, ji ber ew çav, guh, dest û lingê civakê ye. nûnerê şopandina rastiyêye, parêzera mafê mileta ye, ev nayê wê wateya ku ragihandin tiştê berevajî rastiyê bide pêş. çimkî navê wê desthilatedariya çaremîn e, divê bi rastî nêzî pirsgirêkê gel bibe, da hizkirî be û nêzîkî dilê civaka xwe be, bi zimanê her kesî biaxive, ji xwe qet nabe ku ragihandin li gorî dîktatorekî, yan partiyekê, yan guropekê armanca wan pêkanîna bercewendiyên tekane bin. armanc û hêviyên ragihandinê ne ev in, ji ber armancê wê yên sereke rastî li ku be di ku de be şopedariya wê bike, lêkolîn bike, herî wê astengî û zehmetî hebin, ji ber asasê karê ragihandinê şopandina bûyeran e, çimkî gelek kes û hikûmet û partî bi tûndî dijberiya ragihandina rast û azad dikin, çima ne li gorî xwestekên wan e, pîvanê wê ne li gorî bejna wan e, ji ber vî karê xeter divê karmendên ragihandinê bêne parastin, da ku karibin bi roleke baş rabin, erkê li ser milê xwe cî bi cî bikin. lewra ku ragihandin rastiyê nede nîşan hebûn û nebûna wê çiye…?
Gelo çima dijberiya ragihandinê tê kirin, ji ber em negihane wê asta qebûlkirina rexnedariyê, mejiyê me terse kesekî ji xwe pê ve nabîne. gerek em zanibin ne bi rexnan be pêşketin çênabin, hîna jî me xweşik karê ragihandinê fêm nekiriye, divê em di wê bahweriyê de bin ku dezgehên ragihandinê bi azadî kar nekin, ti pêşketin çênabin.
gava dezgehên ragihandinê bi serbestî kar bikin, wê bandoreke bi incam li ser civakê bilîze, wê di riya wê re gelek pirsgirêk çareser bibin. Ew ê her dem çavdêriyê li karê hikûmetan, kesên serdest û rêveber bike, ji loma wê di her derê de pêşketin çêbibin. ji ber ne ji ragihandinê be mirov kor e, ker e, lal e, û seqet e, ew çavdêrê gelan e, dermanê nexweşya ye, (siyasî, civakî, abûrî, çandî, hunerî) ew çira ku civak xwe tê de dibîne.
ji ber vê yekê navê desthelata çaremîn lê kirin, tê wê wateya ku ragihandin û civak wekî cêwiyan e qet ji hev qut nabin. çimkî ku azadiya ragihandinê hebe pir bi pirsgirêkên gel ve tê girêdan, hewl jî dide ku çareseryê jê re peyda bike.
di dawî de ger em bixwazin di warê ragihandinê de, gavin baş bavêjin, li pêş bikevin, karekî serkeftî bi dest bixin, nêzîkî kar û barê civaka xwe bin, pêwîst e derî li ber neyêne girtin, sînga her kesî li ber xebat û lîkolînên wê vekirî be, astengî jê re çênebin, derfetet li ber vekirî bin, pêdiviyên karmendên wê bêne peydakirin, wê çaxê em dikarin bêjin ragihandin karibe bi roleke sereke di pêşketin û çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd ne di Rojava tenê de belê di her çar perçeyên Kurdistanê de bilîze.[1]