Ji #Sînema# Hezker Bûme Rojnamenûs
Bêkes Têlo
Hazretê Îsa dibêje: ʺMirov ne tenê bi nan dije “ .Lê ez dibêjim , Gel an ne bi nan, an jî bo nan dijîn. Lê bo pêvajoya derbasbûna xwe di dîrokê
de, bi dem û war biçesipînin. Ev çespandin bi riya huner, wêje û afarandinê pêk tê. Baweriyek ji pola li ba min hebû û ta niha jî heye, ku sînema weke alaveke hunerî herî bi bandor e, ku bo me pêwîst e.
Deku bi hev re diyalog, êş û hêviyan parvebikin. Hem di nav xwe de, û hem bi gelên dîtir ve parve bikin. Bo nivşê duwahatû yî, ku paş sedsalan li ser me lêkolîn bike. Ji destpêkê ve ez mikur têm, ji bilî pirtûkan, sînema roleke serata di pêkanîna pênasîn û zanyara min de lîstiye. Bi hûrbînî nayê bîra min, yekem film ku min temaşe kirbû. Lê xweş tê bîra min, dema ez bi malbeta xwe re, em diçûn sînema.
Ez yek ji wan zarokên bextewar bûm, ku malbata min maltêr û bi Kurdeyatî navdar bû. Ji malbatên pêşketîxwaz bû, bi malbatên fileh an re, yên herî arêstokrat mîna mala Hana, Hadayê û Lahdo di taxa Bişêryê de, li bajarê Qamişlo, bi dostanî girêdayî hevbûn. Ew pêwendî, bi bandor bû ser min û malbata min ku her roja Înê, destûr didan me, em herin Sînema bo filmekî temaşe bikin. Sê sînema li Qamişlo Fûad, Dîmeşq,Hedad û yeka havînî servekirî, bi navê Şeherzad hebûn. Min sînema mîna navendek pêwendîdar bi cîhaneke dîtir ve didît.
Wê çaxê pir kêm malbatên Kurd diçûn sînema, jibilî malbatên Ereb û Xirîstiyanan. Weke zarokek deh salî, sînema bi min pir sihrbaz dihat xuyanîkirin. Bi rastî, ta ku bi xwe re û bi we re rastgo bim, di destpêkê de sînema bo min weke lîstik û demborînê bû.
Bala min li ser cilûberg, por(pirç) û rewşa hestyarî a lîstikvanan, wê hîngê balkêşiya min dikşand.Paşê têgihijtim ku sînema xwedî nêrîn e, huner e, alavekî derbirîn û zanîndan e. Wê çaxê min bîr bir ku sînema gotarekî vebêjiyê ye, xwedî deqeke dîtwerî ye, zimaneke taybet li ba wê heye. Zimanekî pêwendiyê ye, wêne û deng hokar e pê re, û lêvegerek e perwerdeyî ye. Hînga ez bûme sînema-hezker. Wê gavê xwesteka xwendina sînema li ba min çêbû û kerwanê biber Mosko ve destpê kir. Cihê gotinê ye , Y.Guney bandorek mezin li min kir ku ev xwestek li ba min peyda bibe. Wisa jî pêdiviyê destnîşan bikim, ku em tev deyndarên Yelmaz Guney ne, ku guherînek bêhempa di hişê me de pêk anî. Ji dema Guney ve, Kurd yekemîn car xwe li ser perdeya sîpî dîtin, nasnameya xwe a sînemayî nas kirin. Bi weteya Kurd neçar bûn, weke gelên cîhanê, kul û êşên xwe bi rengekî hunerî, pêşkêşî çîhanê bikin.
Bilêta dilê min biber Mosko ve diçû, ne ji ber ku ez Komonîst bûm û mala Xwedê ava bibe, tu carî Komonîst ne bûm û nabim. Lê bêbextiya çerxê wisa xwest, ew bi xwe riya min bi aliyê Swêdê ve bû, paşê hete guhertin. Li wir min agahdar kirin ku dextorî ji para min e, wê demê, dextorî xewna her xwedekarekî Kurd bû.
Lê, min red kir û xwestika xwendina sînema ji wan re diyar kir. Paş danûstendinek zor û dirêj, biryar bû ku têkevim pişbirkê di Enîstîtûta (destgeha) VGÎK de ya lîstikvan û derhinêran fêr dike û derçûn dike. VGÎK pir derhinerên bi nav û deng mîna Andrey Tarkovskî, xwendina xwe tê de qedandine û mamostên mîna Sirgê Êyzinşteyîn û Mîxael Rûm tê de kar kirine. Hemû xwestek û şertên Komisyona pişbirkê danîbû ber pêşbirkar an, min pêk anî.
Rêportajekî bi wêne, pandomîmayek û xwendina helbestekê. Ev bûn mercên ku li hember me danîbûn. Min her sê qezenc kir, 13-e pirefêsor ji endamên komisoyna pişbirkê, 12 endam bi bêdudilî min qebûl kirin. Lê yê 13an, pirsek tenê ji min kir, bersiva pirsa wî, jiyana min hemû guherand; Tu Komonîst î ? Na !.Ez dengê gel ê ku di rohnahiyê de, bi henasên demokrat û lêberal, cihekî ji xwe re digere, wisa min bersiva xwe da.
Ew kesê 13an ,bi zimanêkî nermokî, ji min xwest çend kêlî derêm ji der ve û paşê ew ê gazî min bike. Tiştek mîna lihêviyêmayînê qûrs, aloz û giyan rûxankar nîne. Lê ez, weqas ji xwe bawer bûm ku ti mereq bi min re çênebû. Ji ber ku bixwebawerî hêzeke, hinasa duwem dide mirov, û hokare pê re bo bije. Bê wê, mirov weke giyayeke li sahara ye, weke mija sipî ji hev belav û zûka wenda dibe. Loma tê gotin, gava mirov li ber sikratê ye, hêviya dawî dimire. Li kerîdora nîvtarî, weke giyayê lal li rêçeke avê bigere, li wir li ber dergehê mam. Hebek bayê tozgirtî dest avêt dilê min. Gelo dibe ew hezkirina sînema ji zaroktî ve bi biryara yek kesî ve wenda bibe?.
Ew sînga bi êlektrîk dagirtî, ji evîna sînema di kêlîkekê de vemire? Li ser pêsîla berfa Mosko, gelo bi germahiya ciwanekî ew ê hest bibe û bihilye? Gelo Mosko ew ê bihêle rajim berdaxekî mey û bibêjim Noşşşşşş! noş Ji te re hey peytexta wekheviyê û diya belengazan?!
Erdhejîn hat ji bersiva wî kesî, yê dixwest di eniya min de komonîzmê bixwîne û bibîne. Encama moxilkirina wî bo giyanê min, giha baweriyek û pêşniyarek ku xwendina rojnamegeriya TV bixwînim. Wê kêliyê bêdengiya min Kenya, weke ku dara bê sîber bim. Ez bûm navek, ku li navnîşana şeva xwe digerya, bêriya min bi destûpê, bi aliyê hevoka, li her derê, em zarokên sitemkariyê ne ve diçû. Wê kêliyê, ez li ezmanekî jînê digeryam daku bibînim kesekî ji wan 12 endam an, bibêjê: Ev biryar zalim e !.,min ê ezman jê re bi rengan dagirtibana.
Wê kêliyê, dengekî ji giyanê min derket, gelo mirov çawa bighê dengê yezdan? weke nûnerê bedewbûn û wekeheviyê? Nexwe bejnûbala min bo rojnamegeriya TV ye! Aha, çi pê ve heye, xem nake li wir ez ê filmekî derhênim. Wisa giham baweriyekê, weke ya helbestvanê Firansî Pol Îlwar ku di helbesta ,, Razê,, de dibêje:
Razê
bi rokê re di çavekî de
Û di ya dîtir de bi heyvê re
***
Bar bike bi gorên bahozê re
Bi ava çemekî merqdar
Bi meyzekirneke nû
Ber bi jor ve.
Bi mebseta agirê ji rokê di jiyanê de, çiqas bi şewat be, gerek tu hêvî weke heyvê wenda nekî, û jiyana xwe berdewam bikî. Bi nêrîneke nû ve, wisa mirov dikare biser şikestinên xwe ve biser bikeve. Min ev formûle, kir rêznameya xwe û bû sîbera salên hatûwî.
Paş 5 salan, ji xwendina dîrok, şêwe û têknîka programan û derhêna filmên dekomental, ji rojnamevaniya cîhanî a TV ,em bi hûrbînî fêr bûn. Derçûna min bi filmekî dekomenatal li ser jiyan û tekoşîna xebatkar, helbestvanê gewre Cegerxwîn, min saz kir û dîploma rojnamevatiya TV wergirt. Gava dawî ji qedandina xwedinê mabû, ew bû ku em sûnd û peyman bixwin ku tim li dûv rastiyê bin û rexneya cewteyan bikin.
Di vê dema dawî de, û bi taybetî paş teqîna şoreşa Sûrî, her tişt li tev hev bûye. Kî rabû û xwe kir rojnamenûs, an bû bername sazkar, bêyî alavên herî bingehîn ji rojnamegerî bidest bixin. Hewara xwe dîsa dighênim keç û xortên Rojava ku di ragihandina Kurdî de dixebitin an dixwazin tê de bixebitin van xêzên dawî baş li ber çav derbas bikin.
Rojnamenûso- (ê)!. Tu carî bawer neke ku xwêner, guhdarvan an jî, dîtwer balûle ne, ê balûle tu yî, çimkî ev raman di serê te de heye. Wisa jî, jibîr neke, asteya azadiya rojnamenûs li te vedigere, ne li rêberê te yê TV an rojnameya ku tê de kar dikî. Jibîr neke ku bo rastiyê derînî, tê gelek car nexweş bikevî û serêşî bo xwe bînî. Bela di bîra te de be, ku peyv çekê te ye û hemû jê ditirsin. Çiqas kêfa te ji kesekî re neyê jî, mafê te tune, malbat an jiyana wî a taybet têxî metirsiyan. Û bela her gav di bala te de be, tu çiqas kesekî rexne bikî, lê ticarî wî nizim neke. Ger tu dixwazî rojnamevanek serkeftî bî, ji şelaviya bireve, ji partî û kanalên wan, xwe biparêze û dûr bixe. Û vê sûndê bide:
Sûnd dixum.. Rastî û tenê rastiyê binivisînim û bi lêv bikim.
Sûnd dixum.. Bûyeran berovaje nekim.
Sûnd dixum.. Derewan, nenivîsînim an bilêv bikim.
Sûnd dixum.. Rêzgirtina temaşevan, guhdar û dîtweran bigrim.
Sûnd dixum.. Rastgo bim.
Sûnd dixum.. Tenê belge û dekoment pêşkêş bikim.
Sûnd dixum.. Rojnamenûs bim. Wisa min zanokeya Mosko beşê rojnamenûsî qedand .[1]