Kurd û Şerê Li Hember Tundrewan
#Vejîna Kurd#
“Di baweriya cîhanê de ye ku doza holêrakirin û têkçûna terorê bi destên kurda pêk tê, ji ber ku ew hêza herî praktîk û encamdar e, ne tenê li Kurdistanê, lê li hemû deverên ku teror lê tê dîtin, ji bo vê yekê jî em dibînin ku dewletên mezin wek Emerîka û Rosiya piştevaniya kurdan dikin”.
Eger mirov dîroka xebat û şoreşên gelê kurd bişopîne, dê bigihê encamekê ku tucarî kurdan ( tevlî ku ew miletekî blindest û ne xwedî desthilat û dewlet e) serê xwe li hember terorê netewandiye û herdem şoreşên xwe ji bo aştî, azadî û wekheviyê vêxistine. Di baweriya her kurdekî, çi rewşenbîr, siyasetmedar an şoreşger be, ku rêbertiya civakan bi tundrewî û ramanên hişk berdewam nabe, ji ber wê jî tucarî ew nebûne hevalên terorlîstê, û bi hemû şêweyan li hember wê yekê ew rawestîne. Bêguman lehengiya Yekîneyên Parastina Gel YPG û pêşmergan, li Kurdistanê, li dijî rêxistina DAIŞê ya teror mînaka herî berçav e, ew bi hemû vîn û hêza xwe beşdarî vî şerî bûne, bi rihê berpirsyartiyê û berevaniyeke bê hempa kuştin û tundutûjiyê ji hember welatiyan red dikin û xewn û xeyalên dijminan têk dibin.
Îro cîhan bi tevahî di wê baweriyê de ye ku terolîsta DAIŞê li dijî pêkvejiyanê ye û ew ji bo hemî miletên cîhanê metirsiyeke hevpar e. Belê.. di baweriya cîhanê de ye ku doza holêrakirin û têkçûna terorê bi destên kurda pêk tê, ji ber ku ew hêza herî praktîk û encamdar e, ne tenê li Kurdistanê, lê li hemû deverên ku teror lê tê dîtin, ji bo vê li yekê jî em dibînin ku dewletên mezin wek Emerîka û Rosiya piştevaniya kurdan dikin, û li deverên ku şer lê diqewime kurd bi piştevaniya firokeyên Hevpeymanî û şêwirmendiya pisporên Emerîkî bi rengekî posîtîv pêş dikevin û gund û bajaran ji rêxistina terolîst rizgar dikin.
Li aliyekî din, ew serkeftinên kurdan bi destêwerdanên navnetewî li hêza hin dewletan mîna Turkiyê netên, û ew hin aliyên kurdan bi terolîstê tewanbar dikin, beşin ji Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî jî li wê têlê dixin. Lê çi dibe bila bibe, îro li ser zemînê, hêzên kurdî rastiyeke ku bi vir û derewên xêrnexwezan ew nayê berûvajîkirin.. kurd miletekî aştîxwez e, ji bo pêkanîna azadî, demoqratî û wekheviyê û herweha ji bo têkçûna çand û gotara tundî û dijmirovatiyê têdikoşe, û divê hêzên cîhanê pirtir piştevaniya wan bike daku nexweşiya terorê ji nav civakan were rakirin.
[1]