Ji Pazarcix Heta Bi Şehbayê..Êşa #Nasnamey# ê
Şêrwan Yûsiv
“Vê carê jî dewleta Tirkiyeyê dixwaze di navbera Rojava û Bakurê Sûriyayê de Ereban bicih bike ku Bakur bi Rojava bibandor nebe, bi taybet jî piştî ku Berxwedana Kobanê biser ket û bandoreke xwe ya mezin li wir çêkir”.
Gelo hûn Pazarxicê nas dikin? Ew der jî Kurdistan e..
Pazarcix deşteke gelek fireh e li Mereşa Bakurê Kurdistanê ye. Erdnîgariya Pazarcixê ji çandiniyê re gelekî guncaw e. Her wiha di aliyê civakî de jî ev herêm ji Kurd û Elewiyan pêk tê, ku ev herdu pêkhate jî li Tirkiyeyê xwedî pirsgirêkên mezin in. Vê dawiya dewleta Tirk xwest ku penaberên Sûriyayê li wir bicih bike; bi taybet jî piştî ku di 17 û 18`ê meha borî de li gel Yekîtiya Ewropayê di mijara penaberan de gihîşte rêkeftinekê. Ji lewre dewleta Tirk xwest ku di vê rêkeftinê de gelek çûkan bi kevirekî bikuje. Lê bi taybet xwest ku vê bazara li ser êşa penaberan bike amûreke şer û dagirkirina li dijî Kurdistanê.
Hikumeta Tirkiyayê hewil dide bi destê saziyên qaşo mirovahî li ser erdekî ji 360 donimî ya di navbera 7 gundên Elewiyan de li deşta Pazarcixa Mereşê cih digire, kampeke penaberan çêbike. Kampa penaberan di navbera Gurgum û pazarcixê de ye..Gundê ku kamp lê tên avakirin nifûsa wan bi xwe 6 hezar e lê kamp ji bo 27 hezar kesên penaber tê avakirin!
Û hêjayî gotinê ye ku ev penaberên li wir bicih bibin piranî Erebên Sunî ne, ango hikumeta Tirk dixwaze hem li dij Elewiyan bikar bîne û hem jî li dij Kurdan, ku ev siyaset dikeve xaneya (qirkirin û xerakirina rewşa demografîk a li Sûr, Cizîr û Silopiyayê) ku niha li Bakurê Kurdistanê tê meşandine.
Di Plana Şark Islahatê ya 1925’an de jî ku li beramber serîrakirina Kurdan a Şoreşa Şêx Seîd jî derbas dibe ku li Rojavayê Firatê kesên ku bi eslê xwe Kurd divê di pişaftinê re derbas bibin û nehêlin ku bi Kurdî biaxivin. Dîsa jî piştî salên dirêj ku tevgera Ocelanî nû di salên hefteyî de derdiket, di sala 1978 Komkujiya Gurgumê li dij Kurdên Mereşê pêk anîn ku Kurd serê xwe ranekin.
Vê carê jî dewleta Tirkiyeyê dixwaze di navbera Rojava û Bakurê Sûriyayê de Ereban bicih bike ku Bakur bi Rojava bibandor nebe, bi taybet jî piştî ku Berxwedana Kobanê biser ket û bandoreke xwe ya mezin li wir çêkir.
Ji ber wê yekê Tirkiye bi vê yekê bes nake û bi hişmendiya xwe ya Fobya Kurd li dijî Rojavayê Kurdistanê jî polîtîkayeke qirêj a koçberkirinê dide meşandin.
Û eger em herêma Şehba bînin beramberî Deşta Pararcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê jî, em ê bibînin ku heman rêbaz û siyaset ji aliyê Tirkiyayê ve li dij gelê Kurd tê meşandin.
Şehba deşteke kevnare û bi ser Helebê ve tê nasîn. Ji Rojavayê çemê Firatê heya çembera Çiyayê Lêlûnê ya Efrînê ye.
Her wiha gelek pêkhate ji Kurd, Ereb, Çerkez, Turkmen, Ermen û Çeçen ji demeke kevin ve û heta niha bi awakî hevbeş pev re dijîn. Vê herêmê gelek çand hembêz kirine
Ser-erd û bin-erda vê herêmê gelekî dewlemend e. Herêma Şehba dergehê derbasbûna Rojhilata Navîn û Sûriyayê ye, her wiha riyeke sereke ya ber bi Deryaya Spî ve ye jî.
Piştî ku li aliyê Rojhilatê Sûryeyê hemû deverên li ser sînor ketin bin kontrola hêzên YPG`ê de û Kurd bûn aktorekî sereke li herêmê bigiştî, ji lewre Tirkiye niha dixwaze siyaseteke mîna ya Pazarcixê li wir bide meşandin.
Dewleta Tirk a ku ditirse QSD`ê li wê herêmê bi pêş bikeve, di bin navê Artêşa Azad û opozisyona Sûriyayê de siyaseta xwe li wir dide meşandin. Bi taybet jî vê dawiyê ku DAIŞ bajaroka Ra’î ya stratejîk û gelek gundên din radestî wan komên bi ser Tirkiyeyê ve kirin, di wextekê de tê ku rizgarkirina Minbic û herêma di navbera Kobanê û Efrînê de derketiye pêş. Ew komên girêdayî Tirkiyayê guhertineke demografîk li dij Kurdên li wê herêmê didin meşandin ku Ereb û Tirkmenan li wir bicih bikin.
Herêma Şehba ku piraniya gundên wê Kurd in, ev 4 sal in êşa nasnameyê dikişînin, ji DAIŞ`ê de bigire heta bi Sultan Mûrad û Ehrar Şam û gelek komên din komkujiyên Til Hasil, Til Eran û herî dawiyê jî li Kefer Sixîrê pêk anîn.
Di encamê de em dibînin ku çawa li Bakurê Kurdistanê siyaseta guhertina demografîk li dij gelê Kurd li Pazarcixê weke dirêjahiya Îslahata Şerqê û Komkujiya Dêrsim û Gurgumê tê meşandin, di heman wextê de li Herêma Şehbayê jî heman siyaset û qirkirin weke dirêjahiya siyaseta Baes a Kembera Erebî û Komkujiya 12`ê Adarê tê meşandin.
Îro Kurd rû bi rûyê komkujî û xeteriya nasnameyê û qirkirineke çandî ne, di wextekê de ku pêla şovenîzma erebî hem ji aliyê Rêjîma Baes û hem jî ji aliyê qaşo opozisyona wê ve bilind dibe, û dîsa jî li Bakurê Kurdistanê li Sûrê dîroka welatê me tê hedefgirtin û siyaseteke koçberkirinê bi giştî tê meşandin û bi vê yek têr nakin, dixwazin di navbera Rojava û Bakurê Kuristanê de kembereke Erebî-Tirkî çêbikin û Kurdan li serxet û binxetê tune bikin.
Ji lewre divê em vê yekê baş têbigihên ku mayîna li ser xaka Kurdistanê bi tenê, weke Kurdekî ku nasnameya xwe ya neteweyî biparêze berxwedaniyeke mezin e û divê em vê berxwedaniya xwe ya neteweyî bikin saziyeke mezin a tevahiya gelê Kurd ku em bikaribin hebûna xwe biparêzin.
Îro ji Şehbaya Kurdistanê heta bi Pazarcixa Kurdistanê Kurd hene û li ber xwe didin.[1]