Serdana dibistanên perwerdeya bi kurdî li Amûdê
Xelek-4
Girîngtirîn guhertina ku di van salên dawiyê de li Rojava bala min kişandibû, perwerdeya fermî ya zarokên kurdan bi zimanê kurdî bû. Ji ber vê yekê, min xwest ku biçim dibistaneke zarokan li Amûdê, vegerim heft saliya xwe û ne zimanekî biyanî, lê zimanê dayika xwe, bi zarokên hevtemenên xwe re fêr bibim. Ji bo pêkanîna vê xewnê, me berê xwe da cem birêvebera “dezgeha perwerdê” Yusra Derwîş ku ji bilî têkiliyên malbatî, ez wê ji dema xwendinê ya li Zanîngeha Helebê ve nasdikim. Cihê ku niha nivîsgeha wê û hevkarên wê ye bixwe jî berê bi navê Dibistana Xezalî ya Seretayî dihat naskirin. Li wir min û Ehmed Huseynî me şêwekar Welîd Elhuseynî jî dît ku li wir nû dest bi kar kiribû. Yusra tiştek ji wê tevger û germahiya xwe ya li hember hevalên xwe kêm nekiribû. tevgereke çûn û hatinê li der û dorê hebû. Behsa pirsgirêkên dibistan û mamosteyan, dibistanên bajêr û yên gundan û her wisa. Ji bo bi me re bê serdana dibistanan divabû neçe civîneke xwe ya girêdayî vî karî. Diyar bû gelek pirsgirêk pêdiviya wan bi çareseriyê hene û karekî mezin ji wan tê xwestin. Me xwest em herin du dibistanan yek jê ya perwerdeya zimanê kurdî, refa yekê heta sisêyê û dibistaneke din ku ji refa çarê heta şeşê, ku rêbaz û pirtûkên berê -yên dema rêjîmê- têne fêrkirin. Berê me kete dibistana “Ebdurrezaq Ibrahîm” û bi rê de gelek pirsên ku pêdiviya wan bi zelalkirinê hebûn di serê min de diçûn û dihatin. Ji dûr ve dîmen pir tevlihev xuya dikir. Perwerdeya bi kurdî ji bo her sê salên destpêkê destpêkiribû û ji nişkê ve hemû zarok û xwendekarên salên çar û pênc û şeşê mabûn bê mamoste. Bersiva rêjîmê li ser perwerdeya bi kurdî ev bû, ku hemû mamosteyên xwe ji dibistanan bikşîne û di bin gefxwarina ku meaşên wan nedin wan de, ew neçarî mana li malê kiribûn. Li hember vê çi hatibû kirin, min xwest ez bi çavên xwe bersivê bibînim. Bi derbasbûna me ya dibistanê re, li oda birêveberiyê vê yekê bala min kişand. Hemû mamosteyên zimanê kurdî jin bûn. Bersiva pirsa li ser tunebûna mêran bi qerfî hate dayîn:
– Mêr li vir nemane, yan li çeperan şer dikin, yan jî reviyane Ewropayê.
Bi ketina oda wanedanê de yekem tiştê ez çil salî bi paş ve vegerandim sopa mazotê û rûniştokên textikî bûn. Ew kêlîkên ku ez di nav zarokên heft salî de rûniştim û min bi wan re li waneya kurmancî guhdarî kir, kêlîkin gelekî hestiyar bûn. Min bi zorê hêsirên xwe vedişartin. Ey Xweda, ev çi li vî welatî qewimîbû. Ew çi ziman bû em bi zorê fêrî wî dikirin. Ew çi zarotî bû ku mîna kulmeke qirşik dabûn ber agirê koledariyê. Ew çi temen bû ku wilo di nav mij û dûmana bindestî, qehir û kerbên dijwar de tarûmar kirin. Ez di çavên zarokan de li wê çirûskê digeriyam, ew a ku bi her peyveke kurdî re şewq dida. Ez li wan çirûskan digeriyam ewên ku em hîn zarok bûn di çavên me de vemirandin û rihê me kor kirin. Mamosteyeke jêhatî bû li wê polê, zarokan bi kelecaneke germ destên xwe hildidan, dixwendin, dinîvisandin. Bi kurdî diqîriyan û bi kurdî dikeniyan. Zarokan, xweziyeke wiha bi min re çêkirin ku ez çil salî bi paş ve vegerim û ji nû ve her serê sibehê bêm dibistanê û her roj piştî nîvro vegerim malê, destê wê dayikê maç bikim, ewa ku ev zimanê şêrîn dabû min. Êdî ji bo xweziyan dem dereng bû. Zarok jî di polê de yan bêdeng bûn, yan jî bi dengekî bilind dersa xwe dixwendin. Ne mamosteya wan, lê Yusra li wan mikur hat:
– Wax, wax, yên ku nizanibe wê bêje zarokên Amûdê ew qasî bêdeng û biaqil in. Nizanin ku zarok wekî wan şûm tune ne.
Li min zîvirî û got:
– Ev ji bo we wilo bêdeng bûne ha.
Zarokan em bi roj baş û rêzgirtinê pêşwazî kirin, wisa jî bi rêzgirtin em birêkirin. Ji wir me berê xwe da dibistana Cegerxwîn û em li waneya zimanê îngilîzî ya şagirtên sala pêncan amade bûn. Li şûna mamosteya “rêjîmê” ku ew neçar hiştibûn li malê rûnê, mamosteya îngilîzî xwendekareke zanîngehê ya ziman û wêjeya îngilîzî ya sala diduyan bû. Bi zarokan re bi kurdî daxivî û şîroveyên xwe bi kurdiyeke ku gelek peyvên erebî di nav de bûn dikir. Dibe sedem ew be, da ku zarok baş têbigihîjin. Me xatirê xwe ji zarokan û ji mamosteyên wan xwest. Di wê navberê re mamoste Xelat Cizîrî ku birêveberiya dibistanê dikir, şêraniyeke wekî mêvandarî ji bo me pêşkêş kir. Bi dilekî xweş me mêvandarî ji destê wê girt û me berê xwe da peymangeha amadekirina mamosteyan. Navê wê “Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê ya Şehîd Peyman Elî” bû. Li wir em di derbarê amadekariyên ji bo amadekirina mamosteyên dibistanan de hatin agahdarkirin, her wisa xebatên li ser amadekirina meteryalên fêrkirinê. Ji her pirtûkeke ku amadekiribûn min daneyek bi xwe re anî. Me li devê deriyê peymangehê xatir ji mamosteyan, wisa jî ji Yusra Derwîş xwest. Mizgînê Gemo li derve li benda me bû, da ku me bibe Qamişlo.
Di derbarê mijara perwerdeya kurdî de ez dixwazim du têbîniyên ku bala min kişandin vê xelekê bi dawî bikim:
1- Heta niha kelemê sereke di riya perwerdeya bi kurdî de rêjîma Sûriyê ye. Bi redkirina perwerdeya bi kurdî ji bo her sê salên destpêkê û bi kişandina mamosteyên salên çar û pênc û şeşê ji dibistanan, zirareke mezin gihande her tiştî.
2- Siyaseta şaş û qayîşkişandin û rik û kîna di navbera herdu aliyên siyasî yên kurdî de “Tevdem û Enks” bû sedema wê yekê ku malbatên bi ser Enks ve zarokên xwe neşînin perwerdeya bi kurdî. Bi behaneya ku dijî îdeolojîkirina rêbazên perwerdeyê ne. Bi her awayî di encamê de, ne dijî rêbazan, lê dijî perwerdeya kurdî bixwe derketin. Ev jî nîşana wê yekê ye ku heta niha li cem derdoreke berfireh ji miletê me partîtî di ser netewîbûnê re ye.
[1]