Di Dema #Serxwebûn# ê De… Koletî
Şêrko Ebdulrehman
Rast e ew tecrubeyeke nû bû, û kêmaniya wê bêguman hebû lê belê nepejirandina wê bi vî awayî, koletiya rewşenbîrên Kurdan diyar dike, ez naxwazim bêjim ehmeqî jî! Dema ku rewşenbîr li dijî zimanê xwe be namîne rewşenbîr, dibe rewşenkwîr!
Ger ku peyva koletiyê bilêv bibe, hişê mirov diçe li ser peresgeh, pût û peykeran. Lê belê têgeha koletiyê vê yekê derbas dike, çimkî hevkariya mêrê bi hêz, şaman û mirovê şareza hişte ku mirovên kole ji koletiya xwe hez bikin û bi rengên cuda bixemilînin. Di vir de ez ê tenê behsa cûreyeke koletiyê bikim; ew e koletiya çanda dagirkeran. Mixabin koletiya dagirkeran gihiştiye hestiyên netewên bindest. Mînaka min a berbiçav beşek gelê Kurd e, em dibînin ku hejmareke ji vî gelî ta roja îro di bin bandora dagirkeran de ne. Û bi awayekî bel û beloq çanda dijmin, dagirker, û zordarên xwe; dipejirînin! Bi taybet jî zimanê dagirkeran, rê û rêbazên wan ji xwe re bingeh digirin.
Qaşo li Rojava sê zimanên fermî hene; Kurdî, Erebî û Suryanî, lê mixabin di bin sîwanên her sê encûmenên fermî de tenê zimanek tê pejirandin ew jî zimanê erebî ye!! Hin kesayetin berpirsyar ji min re gotin ku di encûmena rêveber de derfet nehatiye dayîn ji bo axaftina bi zimanê dayikê yê Kurdî. Lê hemû spasî bo Xudan re ku di bin îsrara wê kesayetê de mijara xwe bi zimanê xwe berdewam kir!.
Her wiha di Encûmena Zagonsaz de pirniya axaftinan bi zimanê erebî ne. Ev yek li ser daxwaza pêkhateya ereb û suryaniyan bû. Lê mixabin di rûniştina dawî de (ya meha 1ê ji vê salê) hin Kurd jî xwedî li çanda ereban derketin û tevlî pêkhateyên din bûn û xwestin ku axaftin tenê bi erebî be. Her wiha werger jî nepejirandin bi hinceta ku wate û werger hev û dû nagirin. Rast e ew tecrubeyeke nû bû, û kêmaniya wê bêguman hebû lê belê nepejirandina wê bi vî awayî, koletiya rewşenbîrên Kurdan diyar dike, ez naxwazim bêjim ehmeqî jî! Dema ku rewşenbîr li dijî zimanê xwe be namîne rewşenbîr, dibe rewşenkwîr! Ez nizanim rewşenbîrên me ta çi astê nûnertiya çanda gelê xwe dikin. Lê di baweriya min de ne cilên Kurdî têra welatparêziyê nake bi taybet ger ku ew cil bi darê zorê hatibe sepandin, çimkî pêşkêşvanên (spîkerên) televizyonên Rojava bi cilên Kurdî li ser ekranê derdikevin lê belê di kolan û encûmenan de cilekî dîtir li xwe dikin! Ev nakokî ye pêwîst e bi zelalî em lê binêrin.
Em li Rojava ne, lê Rojava ne navekê bêyî raveke! Raveka wê Kurdistan e. Kurdistan jî mîna pûtekê di çavên Kurdan de ye, ger ku pûtê me hebe wê Kurdistan be, erdnigariya Kurdistan, xêr û bêrên wê, çanda wê, mirovên wê, gulên wê, çiyayên wê û hemû mîrateyên wê. Lewma zimanê Kurdî ji bo hemû Kurdan cihê şanaziyê ye.[1]