Ger Siyaset Biqede Em ê Li Ser Çi Biaxivin?!
Ebas Mûsa
Nan û siyaset, şekir û #siyaset# , mazot û siyaset, kehrebe û siyaset, koçberî û siyaset, û siyaset û siyaset…HTD
Li tax û kolanên Kurdan ti cudahî di navbera siyaset û jiyana raojane de tune bû, ev diyarde ne nû ye li cem Kurdan, lê geştir bû piştî ku Kurd bûn xwedan hêzekeعباس siyasî û leşkerî, û bûn aliyê herî girîng di kirîza Sûriyayê de.
Beriya 2011an, ji ber tirs û serdestiya rêjîma Sûriyayê, Kurd pirr di siyasetê de bi vê eşkeretîyê ne dixebtîn û ne diaxivîn, lê tim rastî wî dihat, ji ber ku siyaset guneheke bi yê Kurd ve bû, ger bixwesta yan na, lê ji 2011an û vir de êdî siyaset bû av û xwarina rojane.
Ji ber ti kesî nabîne ku ya di dilê wî de bibêje, yan jî derfeta xwe ji nû ve dîtine da ku ya di dilê xwe de bibêjin, lê heger em bixwazin serjimarekê ji mijarên ku têne gengeşkirin çêkin, gelo wê mijarên ku milet serê xwe pê diêşîne, çi bin?!
Helbet mijar pirr nêzîkî hev in, lê helbet ku siyaset ji çi mijarê be, bê par namîne.
Siyasetmedar Çi Li Mijarên Me Zêde Dikin
Siyasetmedarê Kurd heman mijarên siyasî yên milet dibîne, û bi wî çavî lê dinêre, lê hin gotinên mezin û qelew tevlî wan dike, ji ber ku alav û awayên xwe bikar tîne, di vî alî de jî carinan alav û awayên wî normal in bêyî ti taybetmendîyêyan rengê şîrovekerekî siyasî, ji ber ku çanda siyasî bi wê şêweyê pêşketî û akadîmîk ligel wî tune ye.
Siyaseta Kurdî, çi ji hêla siyasetmedaran an ji hêla milet ve be du nîşanên wê hene, ango du armancên wê hene, ji ber ku du çavî ne di heman berçavkê de.
Ya rast ew e ku veqetandineke xuya û diyar di navbera asta siyasî û milet de, hebe. Nemaze ji aliyê şîrovekirina bûyeran ve. Ji destpêka tevger û serhildana Sûriyayê diyar bû ku nêrîneke kûr û dûr li pêşiya çavên siyasetmedarên Kurd tune ye, wan jî bûyerên ku li Sûriyayê diqewimîn bi heman nêrînên serhildêran didîtin.
Siyaset, Heta Kengî
Facebook ji wan alavên herî tên bikaranîn ji bo nêrînan, çi çewt û kelegermî bin yan rast û giran bin, di vê de jî siyasetmedar û milet, heman mijaran gengeşe dikin û bi heman berçavkê lê dinêrin.
Rewşeke mîna ku devera me tê re derbas dibe ligel zehmetiyên jiyanê ji hêla abûrî û ewlehî ve nahêle ku her kes bi tiştên xwe tenê mijûl be, jixwe ev tişt şaş jî be wê bidome.
Hin Bi Siyasetê Nanê Xwe Dixwin
Jixwe me got ku siyaset nanê rojan e di kolan û civat û civînan de, lê carinan dibe jêdera jiyana hindek kesan.
Beriya 2011an siyaset mîna pizotê bû, yê ku tê de kar bikira helbet wê pê bişewitîya, û qelenê wê jî pirr giran bû, lê di dema aniha de siyaset bûye mîna benîştê devan, her kes dicû, û her kes diavêje.
Girêka Kor a Siyaseta Kurdî
Siyaseta Kurdî mîna giloka ta ye lihevgelicî ye, û hemû bi girêkên kor ve hatine girêdan, lewma tu rengê wê tune ye, û dîmenên wê nexuyane, tenê berhemên wê yên tevlihev xuya dikin.
Siyaseta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pirr hêsan e ku tu tevlî bibî, û di barî wê de biaxivî, lê ya zehmet ew e ku tu berheman bidî, mîna dareke têr pel û şax, lê bê berhem û ber.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (33)an de hatiye weşandin
[1]