Çima #Kurdistan# Nabe Dewlet?!.
Dilovan Çeto
Di mejî û ramanên her Kurdekî de ev pirsa herî giring bê bersiv dimîne:
Çima Kurdistan nabe dewlet?
Tevlî hebûna hemû xwestekên avakirina welatekî serbixwe, mîna: Xak, gel, ziman, samanên siruştî …..hwd.Lê miletê Kurd pê par maye ji mafên mirovatiyê, ew jî jihg ber tunebûna welatekî ku bibe cî û war ji her Kurdekî re li tevaya cîhanê, lê mixabin ev welatê ku di çîrok, stiran, cejn û şevbuhêrkan de navê wê dihate gotin, tenê li ser nexşeya dîrokê de maye xewna Kurdan.
Başûrê Sûdanê ji welatê Sûdanê hat veqetandin û weke welatekî serbixwe hat ragihandin di nava welatên cîhanê de û di Netewên yekbûyî de wek endam hate zanîn.
çima başûrê Sûdanê tevlî xizanî û lawaziyê bû dewlet?!.
Çavdêrên siyasî derbarê serxwebûna Başûrê Sûdanê de dibêjin, ku sedema sereke di serxwebûna vî welatî de ew bû, ku her kesek ji miletê Başûr, mêr, jin, kal, zarok bi tavayî vîna serxwebûna welat li cem wan hebû, ji alîkî din ve, siyasetmedarên Başûrê Sûdanê karîbûn danpêdanekê ji hemû welatên cîhanê û bi taybetî danpêdana wlatên derdora başûr qezenc bikin.
Sebaretî avakirina dewleteke Kurdî ku maye xwenek di mejiyê siyasetmedarên Kurdan de, herweha di mejiyê her Kurdekî de li tevayî cîhanê, em dikarin bêjin ku Kurdistan ji her welatekî ji welatên cîhanê bêtir amade ye ku bibe welatekî serbixwe û azad, lê dimîne sedemên sereke ku ta niha tevgera siyasî û serok û berpirsên Kurdan li her çar parçên Kurdistanê, nikarîbûn danpêdaneke navnetewî ji doza Kurdî re bistînin.
Vîna serxwebûnê li cem miletê Kurd heye, herweha Kurdistan welatekî zengîn e, di samanên siruştî û ne siruştî de, tenê dimîne yek rêzî û vîneke rast û dirust nemaze ku ji cîhanê re bi tavayî hate xuyanîkirin ku Kurd miletekî aştîxwaze û di cengan de şervanekî qehreman û leheng e, herweha miletê Kurd hatiye naskirin li ser asta tevaya cîhanê ku ew miletekî mamnavendî ye û dûrî hêzên terotîst û radîkal e, nemaze di misilmantiya xwe de û ev jî dibe yek ji sedemên giring ku welatên cîhanê piştevaniya vîna miltê Kurd bike di avakirina welatekî serbixwe û azad.
Eger em vegerin sedemên serxwebûna Başûrê Sûdanê herweha û berûvajî wê herêma Kurdistanê ta niha nikare biryara serxwebûnê bistîne, çend xalên sereke hene ku alîkar bûn bi serxwebûna başûrê Sûdanê re:
1- Gelê Başûrê Sûdanê bi tevayî cudabûna ji Sûdana Bakur dixwestin (serxwebûna Başûr). Lê Kurdan li herêma Kurdistanê rêveberiyeke xweser dixwestin.
2- Gelê Başûrê Sûdanê bi vîneke xurt û bi erêkirina rêjîma Umer El-Beşîr serxwebûna Başûr dixwestin.Lê gelê Kurd li herêma Kurdistanê xwesteka serxwebûnê li cem wan hebû lê dûrî erêkirina rêjîma Be`sa Iraqê bû.
3-Xwesteka serxwebûnê li cem gelê Başûrê Sûdanê hebû li gel piştgiriyeke herêmî û navdewletî.Lê li herêma Kurdistanê ev helwest lawaz bû, tenê xwesteka avakirina rêveberiyeke xweser li hindek deverên herêma Kurdistanê hebû ew jî dibin metirsiyeke herêmî de ku dewleta Iraqê parçe bibe herweha gefên curbecur ji rêjîmên herêmî re.
4-Gelê Başûrê Sûdanê û siyasetmedarên wan gelek mifa û sûd wergirtin ji pirsgirêk û aloziyên di navbera Umer El – Beşîr serokê Sûdanê û civaka navnetewî de.Lê bi darvekirina Sedam Hisên û nemabûna wî li jiyanê ev derfeta zêrîn ji destê Kurdan hate wendakirin.
Ji aliyekî din ve Başûrê Sûdanê li dirêjahiya dîrokê de, cografiyeke taybet jê re tune bû, lê herêma Kurdistanê di dîrokê de hatiye naskirin bi nav û cografiya wê ya taybet.
Di warê ziman û al û sirûda netewî de, Başûrê Sûdanê piştî serxwebûnê zimanê Ingilîzî ji xwe re hilbijart di şûna zimanê erebî de, herweha ji nû ve sirûd û aleyek niştimanî ji Başûr re nîgar kirin. Lê sebaretî herêma Kurdistanê, ji kevnariya dîrokê de miletê Kurd xwedî ziman û zaraveye û al û sirûda netewî ji dema damezrandina Komara Mehabadê di sala 1946 de heye.
Dimîne xala herî balkêş, ku avakirina welatan pê ve girêdayî ye û şerê cîhanî jibo wê çêdibin,Zeviyên neftê ango patrol.
Pirsgirêka berhem hênan û firotina patrolê li Başûrê Sûdanê heye,çimkî rê û benderên henardin ango tesdîra patrolê li Bakurê Sûdanê dimînin ew jî bi sedema avrêjkirina zemînê ji Başûr ber bi Bakurê Sûdanê ve diçe û patrol bê pamp ji Başûr ber bi Bakur ve dimeşe, ev jî dibe sedemekî sereke ku hikûmeta bBaşûr boriyên patrolê veneguhêze nav xaka Başûr.
Li Herêma Kurdistanê ev pirsgirêk tunene, çimkî patrola herêmê û ya Iraqê bi giştî di nav xaka Herêma Kurdistanê ve diçe bendera Cîhan li Turkiyê û di paşerojê de eger Kurdistan serxwebûna xwe bistîne, astengiyên berhemhênan û henardina patrolê wê tune bin.
Di encamê de em dikarin bibêjin ku tu pirsgirêkên mezin ji alî samanên xuristî û cografî û ziman û al û artêş û hemû xwestekên avakirina dewleteke Kurdî tune ne, tenê dimîne rêveberiyeke zanist û diplomasiyeke navnetewî ji alî siyasetmedarên Kurd ve ku danpêdaneke navnetewî ji serxwebûna Kurdistanê re bistînin.
Di dawiyê de pirsa li pêş hate kirin dûbare dibe û li ser maseya siyasetmedarên Kurd tê danîn:Çima Kurdistan nabe dewlet?
Jêder:“Dewlet di navbera Kurdistanê û Başûrê Sûdanê de(Ehmed Elzawîtî)[1]