Ciwan û Partiyên Kurdî
#Salih Bozan#
“Bêguman ev nêrîna min nê wateya ku gerek ciwan nekevin partiyan. Na.., gelê Kurd hewceyê partiyan e, serokan e, lê a ku ez dibêjim, bila ciwan kesayetiya xwe biparêzin, zêdetirîn bi raman û kultûrê de werin girêdan”.
Ciwan û Partiyên KurdîDi jiyanê de em giş li rastiyê digerin. Lê ciwan ji hemûyan bihtir li rastiyê digerin. Ji ber ku ciwan zêdetirîn dilsoz in, û dixwazin bi rastiyê re bijîn. Lê problema ciwana ya mezin bingeha wan ya ramyarî û kulturî zebûn e. Loma bi lez dişemitin rewşên tevlihev, pir caran dikevin dijî taybetiya xwe. Bi hêsanî dibin nêçîrên nêçîrvanên siyasetmedar. Em dizanin bingeha hemû partiyan ciwan in. Ev rewşa partiyên Kurdî ne jî. Her partiyek bi ciwanên xwe li ser zemîn xebatê dike. Ji ber ku ciwan hêza guhartina hemû rewşa civatê ye. Partiyên me yên Kurd taybetiyeke xwe heye. Ew dijberî hevdu ne. Xaziya doza wan yeke jî, lê ew hevdu dijmin dihesibînin. Hêza ku di vê dijberiyê de bikar tînin ciwan in. Di Facebookê de hemû nakokiyên partiyên me yên Kurdî li ser zimanê ciwanan tên gotin. Ciwanên me gor ediyolojiya partiyên xwe hevdû rexne dikin, tewanbar dikin, û gellek bêbextiyan li hevdu dikin, partiyên hevdû xayîn dikin, û serokên hevdu dikin nokerên vî dijminî, wî dijminî. Ev rewşa hêza ciwanên me tarûmar dike. Wan dûrî doza Kurdî dixe. Gava tu bi van ciwanan re dikevî diyalogê, tu dibînî ku partiyên wan ti raman ü kultûr nedaye wan. Ew bes dizanin serokê partiyê her yekî, lîderekî pir mezin e, bi wî re Kurd hatin cihanê, bi wî re doza Kurdî hat nasîn, û bê wî dê Kurd ji dîrokê derkevin. Min ev rewşa ciwanên me ji nêz ve şopand. Ev ciwanan tiştekî xwe yê taybet dervayî partiyên wan nîne. Jiyana wan dirûşmên partiya ne, nêrînên wan, nêrînê serokên wan in. Û gava bi sedemekê ji sedeman partiyên xwe diterkînin, wê çaxê doza Kurdî jî bi tevahî diterkînin. Piranî ji wan, wê çaxê, ne bes dijî partiyên xwe derdikevin, belam dijî Kurdewariyê giş derdikevin. Dibe ku di partiyên xwe de çîşkî li ser zimanê Kurdî dixebitin, bi Kurdî dixunin, dinvîsîn. Lê piştî dûrî partiyên xwe dikevin, dûrî zimanê Kurdî jî dikevin.
Gelo Sedem Çi Ye?
Sedema yekem, ev ciwanan Kurdîtiyê di partiyên xwe de dibînin, weke ku dervayî partiyê Kurdîtî nîne. Ji ber ku partiyên wan ew fêr kirin Kurdîtî partî ye, û dervayî partiyê nîn e. Gava partiyên xwe diterkînin, ew Kurdîtiya xwe jî diterkînin. Lê ku partî wan diqewitîne, ew li cem wan tê wateya, ku ji Kurdîtiye jî hatin qewitandin.
Sedema duyem, ew di partiyên xwe de negihîştin wê rastiyê, ku gel kesayeteke cûdayî partiya ne. Gel kesayeteke berdewam e, cawîdan e, a partî demdar e, weke mirovan pîr dibe, û paşê dimir e, şûna xwe dide partiyên nû, ên ku berjewendiya gel a nûjen ava dike.
Sedema sêyem, van ciwanan di jiyana xwe de, bi taybetî di dema partîtiya xwe de, raman û kultûrên cûda nexwendine, loma li dervayî partiyan hest dibin, ku mirovên vala nin. Min pir Kurdên weha dîtin. Deh, panzdeh salan di partiyekê de xebitine, lê xeyne diruşmên partiyê, derhojên serokên xwe, nav û çîrokên hevalên xwe tiştekî din ê hêja nizanin. Baweriya xwe bi tiştekî êdî nînin. Heta tu karî bibêjî li nanê xwe tenê digerin, û bi çi rê yê be, li cem wan ne girîng e.
Bêguman ev nêrîna min nê wateya ku gerek ciwan nekevin partiyan. Na.., gelê Kurd hewceyê partiyan e, serokan e, lê a ku ez dibêjim, bila ciwan kesayetiya xwe biparêzin, zêdetirîn bi raman û kultûrê de weren girêdan. Sedemek ji sedemên ku partiyên me li rojava ji rewşa şoreşgeriyê dişemitin diktatoriyê ew e, ku endamên van partiyan kesayetiya xwe di partiyê de wenda kirine. Mejiyên wan azad naxebite. wan bi vîna xwe, xwe kirine reben.[1]