Çima Em li Paş in!
Dilovanê Deştê
Jiyana gelan seranserî #dîrokê# , çi kevin û çi nû, di pir heyam û qonaxan re derbas bûye. Her qonaxekê hin bûyer, rûdan û serboriyên kevin hilgirtine û di qonaxa nû di jiyana gelan de bicih kirine. Lê, tiştê herî balkêş û hêjayî nirxandinê ew e ku her gelekî tiştine nû di jiyana xwe de dafirêne û peyda dike. Ev jî li gor pêwîstiyên xwe û pêdiviyên heyama ku tê de dijî. Pêdivî gotinê ye ku her guhertineke di jiyana miletan de cih digire, ew li ser bingeha sûdewergirtinên ji serpêhatiyên di pêvajoya jiyana miletan de borî ne. Bêguman, wergirtina sûdê ji dîroka miletan ya borî ne jixweber ve tê bidestxistin, ne jî pêşketina miletan bê bingeh e. Lê belê, zana û ronakbîr, hişmend û bîreweran xebatên dijwar û dûdirêj di ber berjewendiyên giştiyane yên welatparêzî û miletperweriyê de kirine û dikin. Ne tenê wiha, lê belê ew li ser dîroka welat û miletê xwe baş radiwestiyan, tiştên baş bilind dinirxandin û hewl didan wan çêtir bikin, kêmasiyên heyî destnîşan û şirove dikirin û sedemên wan didane nasîn. Herwiha, bi vî awayî wan nerîn û baweriyên xwe berdestî gel dikirin da ku encamine baş û sûdar jê bidest bixin. Pêdivî ye em zanibin ku vîyana gel a xurt û bihêz jî yek ji hêmanên bingehîn e di şopandina pêvajoya pêşketinê de. Viyaneke wiha jî hevgirtin û hevrêziya hemû beşên civakê dixwaze. Ango, çendî civak zana û pêşketî be, siyasetmedar di nav gel de hişmend bin, rewşenbîr xwedî roleke erênî bin, û bawerî bi çanda guhertinê xurt be, ew çend jî wê derfetên pêşxistinê hebin, û delîvên şopandina riya şaristaniyê ber dest bin. Weke nimûne, Malîziya, Endonîsiya, Kûba, û ta radeyekê hin welatên Rojhilata Navîn bi keda civaknas û rewşenbîrên xwe, û bi alîkariya peydabûna hin hêmanên din gavine baş û li pêş avêtine û davêjin. Rast e, miletê Kurd di qonaxine pir zor û dijwar re derbas bûye. Piştî şerê Çaldîranê, cara yekemîn welatê Kurdan hate parçekirin. Cara diwemîn jî bi destên welatên hêzdar yên dagîrker û xwedî biryar, û li gorî peymana (Saykis-Pîko)yê di sala 1916an de, miletê Kurd û welatê xwe dîsa hatine perçekirin. Ne vaşartî ye jî ku şerekî tûj û dijwar di derheqê Kurd û Kurdistanê de bûye, û ew rastî pir bobelat û qeyranên giran û dijwar hatiye. Bidarvekirin û kuştina rêber û serkêşên Kurdan weke Şêx Şabedîn, Şêx Se’îd, hilweşandina komara Mehabadê û bidarvekirina serokê wê nemir Qazî Mihemed û hevalbendên wî, komkujiyên Zêwa, Qel’e Dize, Helebçe û Xormal, enfalkirina miletê Kurd li Başûr, pakrewanên Kurd li Bakûr di salên 80yan de, wêrankirin û şewitandina Kurdistanê,… komkujiyên 2004an û ta niha berdewam dibin, kuştin, Girtin, sergonkirin, koçberkirin, talankirin, û bi dehan hewldanên tunekirin û windakirina ji aliyê dijminên hov û xweperest ve di dermafê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan de dihatin bikaranîn.
Tu milet bi hejmara miletê Kurd, ne jî tu welat bi ferehiya Kurdistanê û dewlemendiya wê, ewçend zordarî û setemkarî nekişandine. Dijmin her û her asteng û rêbend di pêşiya hişyarbûna miletê Kurd û hevgirtina wî de danîne. Pîlanên tund û tûj li ser Kurdan û doza wan ya netewî bikar anîne. Mebesta dijminên me yên hov her hewldane ku miletê me lawaz û tune bikin. Mixabin, em jî, bi kiryarên xwe yên dijxweyîtî pê re alîkar bûn, û me dar dida dest wan da ku li birayên me yên Kurd bixin. Belê, li şûna ku em hev biparêzin û ji hev re piştgir bin, me rê daye hovîtiya dijminên xwînxwer û xweperest ji bo binpêkirina berjewendiyên me yên netewî. Eger ne wiha be, nexwe birakujiya me xwebixwe di salên 80î û 90î li Bakûr û Başûrê Kurdistanê çi bi dest me xist! Bêguman, şerê navxweyî di Rojavayê Kurdistanê de jî, ku ta niha jî berdewam e, bi tu awayî xizmetê ji berjewendî û bidestxistinên miletê Kurd re nake.
Gelo, ev kiryarên kirêt ji tunebûn yan jî ji kêmhebûna zana, rewşenbîr, hişmend û bîreweran e? Ji qelsbûna siyasetmedaran û nerewayî û neduristiya biryarên siyasî yên çewt in? Yan jî ji xweperestiya me ya kesane û partîzanî û partîtî ye?
Rast e, em şaşîtiyên xwe destnîşan nakin, ne jî em wan pesen dikin û ne dipejirênin. Berûvajî vê rastiyê, em sedemên şaşîtiyên xwe davêjin rexê kesê ne weke me diramin. Lê, ez bi dengekî bilind bang dikim: Hey hawar, Kurdino! Yekrêziya we xurtaya we ye! Hevgirtin û piştgiriya we ji hev re bihêzkirina we ye! Zanibin ku ”Ava xurt serefraz jî diçe”. [1]