“Viyêna” Destpêka Çareseriyê Ye
Salar Salih
“Wê Rojavayê Kurdistanê bibe herêmeke Fîdral di hundurê Sûriya ya Fîdral û dîmokratîk de, bi vê mîkanizmê dê sê herêmên fîdral li #Sûriya# ya nû ava bibin, herêma Elewîyan, herêma Sunna, û herêma Kurdî”.
Temenê qeyrana Sûrî nêzîkiyê li pênc salan dike, û hîn tu çareserî ji vê qeyranê re nehatiye dîtin, lê danûstandinên Viyêna yên dawî bingehên çareseriyê yên pan danîn, ew jî di asta giştî de ne dûrî perensîpên Cinêv1 bûn, dewletên beşdar di Viyêna de li ser çend xalên sereke û yên giring lihev kirin, ji wan: Yekbûna Sûriya, dewletek zanistdarî , guhertina rêjîmê.
Di baweriya min de, Viyêna destpêka çareseriyê ye ji qeyrana Sûrî re, wê karibe şerê navxweyî yê li Sûrya tê gerandin rawestîne, lê ev yek bi pêwîstî demekê ye, heye ku çend salan dirêj bike, û di encamê de, dewleta Sûriya hew vedgere sîstema ku berî 15.3.2011an hebû, û yek ji du riyan li pêşiya Sûriya ya paşerojê ye, yan wê Sûriya parçe bibe û di encamê de, sê an çar dewlet li şûna wê dê bên sazkirin, û yan jî wê sîstema fîdralîzmê bête çespandin, û eva dawî ji pêkhateyên Sûrya ve û herwisa dewletên herêmî bêtir tê pejirandin.
çiku bawerî di navbera herdû aliyên şer de ( rikberî û rêjîm ) nemaye, û çespandina qunaxek veguhêz li Sûriya tiştekî pir dijwar e di bin sîwana van nîrên ku li ser xakêhatine sepandin, herwisa piştî danûstandinên Viyêna rêjîma Ba’as ya ku bi giştî di bin kontrola tîreya Elewî de ye, ji Şamê ragihand ku tu hikûmetek veguhêz li Sûriya nayê avakirin, û qunaxa hikûmeta veguhêz qediya.
Em ê çawa vê daxuyaniyê ji bal rêjîma Ba’as bixwînin ?
Di baweriya min de, rêjîm tu hikûmeteke veguhêz bi rikberiya Sunnî re ava nake, û wê yekê napejirîne ku Sunne bibin hevparê desthilata Sûriya li Şamê, û wan bixwe jî biryara xwe ligel hevalbendên xwe standine ku Sûriya parçe bikin û herêmeke Fîdral ji xwe re bidest bixin, li Şamê û Hums û Berava Sûrî ( cihê niştecîbûna tîreya Elewî ) , û bi vî awayî Sunna jî dehf didin ku herêmek cuda ji xwe re bigrin, û dûv re di danûstandinên aştiyê de, wê ev herêmên têvel bên civandin di bin sîwana dewleta Sûrya ya dîmokrat û fîdral, û ev piroje bi xwe ya Amêrîka ye.
Hin agahî jî tên gerandin ku dewletên: Emêrîka, Rûsya, Îran, Îsra’îl, Yekîtiya Ewrupî, gihiştina rêkeftinekê li ser mana rêjîma Ba’as (desthilata Elewîyan ) li Sûriya, û ev xal yek ji bengehên çareseriya siyasî ye, ya ku wê li Sûriya bête çespandin, lewra jî destêwerdana Rûsya di Sûriya de bi vê armancê bû, û bi erêkirina Emêrîka, bi mebesta parastina rêjîmê û çespandina rêkeftinek siyasî di navbera rêjîm û rikberiyê de, û danîna sînoran di nav wan de, ji ber vê yekê jî wek ku rêjîm dibêje rast e: ((qunaxa hikumeta veguhêz qediya )), û niha divê ku rêjîm û rikberî li ser rêkeftina siyasî û danîna sînoran di nav xwe de guftûgo bikin, û ev şêwe yê çareseriyê wê Emêrîka û Rûsya bi hêza xwe li ser hemû aliyan biçesipênin, lê bingeha sereke di Viyêna de ew bû parastina yekbûna xaka Sûriya, lewra wê formê Fîdralîzmê li Sûriya nû bête çespandin, û dê dewletek fîdral ji van herêmên nû bête sazkirin.
Gelo cihê Kurdan di vê nexşeya nû de li herêmê çi ye?
Kurd niha di şerê li dijî tîrorê li navçeyê bûne hêza sereke û yekem, û bûne cihê baweriyê ji hemû hêzên navnetewî û bi taybet Emêrîka, ku îroj hevkarekî xurte ji Kurdan re di rûbirûbûna rêxistina Daiş a tîrorêst, ev hemû jî di bin xalên bihêzkirina Kurdan li Rojhilata Navîn wek hêzek serekî, eger ev pirojeyê çareseriya siyasî li Sûriya bi vî şêweyî hat çespandin, dê Rojavayê Kurdistanê bibe herêmeke fîdral di hundurê Sûriya ya Fîdral û dîmokratîk de, bi vê mîkanizmê dê sê herêmên Fîdral li Sûriya ya nû ava bibin, herêma Elewîyan, herêma Sunna, û herêma Kurdî, û her sê herêm dê bibin yek di Sûriyaya nû de, bi şêweyê çespandina sîstema Fîdralî, û wekû ku Emêrîka pilana vê dewleta nû nîgar kiriye, û bi hevkariya Rûsya, wê vî pirojeyî bike temezê Sûriya ya nû, û wê li ser pêkhateyên Sûriya bête sepandin, jiber ku ev pilan bi tenê dikare sînorekî ji şerê navxweyî re li Sûrya deyne.[1]