Rojvalayê Kurdistanê
Idrîs Hiso
Min postek hevalekî xwe bi navê “Rojvala” li ser Facbookê xwend di heman rojê de min daxuyaniyên Ilham Ehmed ji malpera Welatî re xwendin.
Hevalê min amaje bi rewşa xirab ya niha li #Rojavayê Kurdistanê# dike çi ji aliyê xizmetguzariyê, çi ji aliyê kêşe û nakokiyên di navbera hêz û aliyên siyasî de, û gazî dike ku Rojava nebe Rojvala ji nişteciyên xwe yên resen.
Ilham Ehmed jî ku yek ji serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk a Tev-Dem`ê ye îro 15 tebaxê ku roja bîranîna 31emîn destpêkirina xebata çekdarî bû ji aliyê Partiya Karkirên Kurdistanê PKK li dijî dewleta Tirkiyê bi armanca serxwebûna Kurdsitanê destpê kir û bi hin daxwazin ne diyar gihaye vê qonaxê, ji malpera Welatî re çend daxuyanî dabûn û eşkere kirbû ku “Çi kesê xwe di hindirê Rêvberiya xweser de nebîne bera cihê xwe li dervî Rojavayê Kurdistanê bibîne.”
Ev rewş tiştekî tîne bîra min dibe ku bi her kesî re çêbûye, dema ku ez li Postê siwar dibûm, heger ez di kursiya dawî de rûdinştim min halê hemî kesên ku li Postê siwar dibûn didît, min didît bê çawa jinek bê kursî dima û çawa xelk bi hev dizeliqîn û xwêdan ji wan dinqutî û min didît jî bê xelk çawa xwe bi deriyê postê ve dadilqandin tevî metirsî jî tê de hebû lê rewşa xelkê ev bû, lê heger ez li kursiya pêşî siwar dibûm min nema zanî bû bê çi di hindirê Postê de çêdibe, ez bi ti pirsgirêkan ne dihsyam û min texmîn dikir jî ku her kes wek min bi hesanî li ser kursiyekê rûniştiye…..
Ez nizanim ku vê rewşê bala we kişandiye an na.
Ez hin daxuyanî û lêdwanên hin serkirdeyên Tev-Dem’ê dixwînim ku ew bi tenê rewşa hevalên xwe dibînin û guhê wan tenê bi bihîstina gotinên li gorî raman û îdiyolocî û dibistana birêz Ocelan be rehet û kêfxweş dibe, çinku heger kesê cihê xwe di rêveberiya xweser de nebîne bera derkeve dervî welat, tê wê wateyê ku ji rêveberiya xweser re ne xem e heger bi sed hezaran Kurd koçber dibin ber bi Ewropa ve, ji ber ku ew kes li gorî kesayetiyên wek Ilham Ehmed ne hêjayî Rêveberiya Xweser in û bi tenê xelkên ku di hindirê welat de mane hêjayî jiyanê ne li welat.
Civakek li cîhanê tineye ku tenê reng û dengek be, û çi tevger û partiyên ku xwestine welatekî yan civatekê bikin bi yek deng û reng bi serneketine û bandorekî nerênî li ser civakê hiştine.
Şoreş û şoreşvanên rasteqîne mîna goranbêjane li ber sitranên wan her kes kêfxweş dibe, milet bi tevahî nabe şervan û şoreşvan lê şoreşvan û şervan gereke welatan xweş bikin da ku her kes karibe tê de bijî ne bi tenê ew kesên xwe wek wan şoreşvan û şervanan dibînin, û ji eynê kaniyê avê vedixun heger wê her kes bibe şoreşvan êdî wate ji şoreşê re namîne.
[1]