Ol û Felsefe Û Pêwendiya Di Navbera Wan De
Xweşnav Heso
Guman nemaye êdî, ku #Olên# asmanî hatin naskirin ji piştî peydabûna Felsefê de, tenê her du Ol ,”Zeradeştî” û “Hindosî” hebûn ji berî ku Felsefe were naskirin û pêşvebirin.
Kevintirîn Felsefevanên cihanê Talîs bû, li gorî dîroka Felsefê, ya ku dibêje, Talîs ew yê herî kevn e, û bêguman ew Felsefevanê yekem e! Talîs di sedsaliya nehan beriya zayinê de jîndar bû, ango jiyana wî bi sedan salan berî çêbûna Peyxember Mûsa bû!
Tevlî vê yekê jî, Felsefe negihişt asta xwe ya navdar û bi hêz ta bi dema Suqrat, Pilaton û Eristo, û ev gihiştina Felsefê li gorî vê asta navdar û diyar ew bi temamî jî berî naskirina Olan bû!
Dîroknivîsên Felsefê dibêjin:
Efsane qonaxa yekem bû, û Felsefe qonaxa duyem bû û ji xwe Ol jî qonaxa sêyem e, lê nakokiya vê gotinê xuya dibe weke têgihişta me di danasîna têgeha Olê de, û ew dîroknivîs bi du layan li Olan dinêrin:
1-Li gorî yên ku baweriyên xwe bi wan Olan dikin.
2-Yên ku van Olan erê nakin û baweriyên xwe bi wan nakin.
Li ser van her du layan, beşê yekê li Olan dinêrin wek gotinên pîroz ên Xwedan e, û ev jî diçespîne û tekez dike ku Ol piştî Felsefê hatiye naskirin.
Û li ser beşê diwem, yên ku li Olan dinêrin wek kevneşopên gelemperî, û ew ji ser lêvên kesan û xewnên pîran hatiye peydakirin, ji vê hêlê em dikarin bibêjin ku ew bi rastî jî ji berî Felsefê peyda bûye, lê ew bi xwe bi vî rengî ne Ol e, bê guman ew ê efsane be, belê bi vê wateyê ew ne Ol e!, û di encamê de, Felsefe ji Olên bibawerî, bi gelekî kevintir e.
Dîmenên têkiliya Felsefê bi Olan re ev in:
Ol rêxistinek sincî, civakî, rêzanî û derûnî ye, weke her rêxistinek rêzaniya ramanî ya Rojhilatî yên kevnar e, tenê Ol bi perestinê de ji Felsefê cuda ye, ji ber ku Ol di rastiya xwe de rêxistinek Felsefî ye ji hêla wateyan û şîroveyên suriştî û paş suriştî ve, tenê bi perestin û tirsa ji Dojehê cuda ye ji Felsefê!
Û Felsefe jî rêxistinek Olî ye, lê ew dest bi gavên xwe dike di riya mejî û belgeyan, hûrbînî û lêvegeran, di riya gumanan de dijî û rêka xwe diyar dike di her mijarekê de ku ew pêşkêşî mirov dike, û Ol tenê ferman dide ku mirov li ser nivîsên wê erê bike ji destpêkê de! Ol bi tersê Felsefê dest bi gavên xwe dike, di rêka baweriyan de Ol û Felsefe dijyekê hev in, di gihiştina rastiyê de!
Ol rastîneyê dighîne mirov li ser bingeha ku Xweda wisa gotiye û bi vî rengî ferman daye, û Felsefe rastîneyê radestî mirov dike li ser bingeha ku mejiyê mirov evan tiştan gotiye û peyda kiriye, ji piştî ku li ser rastîneyê mijûl bûye û gelek lêkolîn û geryan kiriye!
Ol ferman dide ku mirov li ser rastîneyên wê erê bike, ji ber ku ew rastînî ji gel Xweda hatiye nivsandin û bo mirovahiyê hatiye şandin, û Felsefe li rastîneyê digere û gelek gumanan diçîne da ku dighêje wan rastîneyan.
Felsefevanên Oldar gihiştin rastiyekê ew jî ev e:
Ol û Felsefe her du hevyek in, ji ber ku her du jî li rastiyê digerin û dixwazin, tevlî ku rêka wan bo gihiştina vê rastiyê ciya ciya ye.
dibêjin ku Felsefe hildiperike bi asmanan ve ta bighêje rastîneyê, û Ol ji asmanan de dibare bi barê rastîneyê!
Di dawiyê de, em dikarin bibêjin:
Felsefevan Peyxember in, û Peyxember jî Felsefevan in, tenê rêka gihiştna wan bo nasînê cuda û ne wek hev e, ji ber ku Felsefevan û Peyxember li ser yek riyê ne, her du jî yek armancê dixwazin û hêvî dikin Felsefevan li rastiyê digere û Peyxember rastî li ser wî dibare û dadikeve!
Gelo rast e wek ku dibêjin hozanyar – Felsefevan bê bawer û Xwedanenas e?!
di destpêkê de, bê ayinî an jî Xwedanenasî kêşeyek pir kevn e, belkî ji her sê Olên asmanî jî kevintir be!
ev kêşe-Xweda nenasî- ew bi xwe baweriyeke li cem hin mirovan, ku bingeha vê kêşeyê li ser nebûna Xwedakî mezin û jîndar radibe û peyda dibe, û hinek caran jî ên Xweda nenas dibînin ku Xweda heye lê ne li gorî ku Ol û peyxemberên cihanê wî pesin dikin û dîmenên wî şîrove dikin ..
û li ser vê mijarê, ne tenê Hozanyarî-Felsefe mirovan dighîne asta Xweda nenasiyê, lê belê gelek beşên zanînê wek Fîzya-bîryarî û her cûreyên nasînê û raman doziyê mejiyê mirovan dighîne vê rewşê û kêşeyê.
Piraniya zanyaran Xweda nenas in, ji ber ku ew hemû tiştên ku naskirin û dîtin, tînin û li baweriyên xwe dipişkinînin û lênerînê li wan dikin, û gava ku li baweriyên xwe dinêrin û hûrbîniyê dikin, wê demê digêjin ku bingeha wan baweriyan tuneye, û ji rastîneyê gelekî dûr in!
Xweda nenasî çawaniyeke bo her helwestek ji helwestên hişê mirov e, û ev çawanî erê nake ku sazmendekî asmanî hebe, ku ewe sedemê her sideman, û niyazê hemû afirandinan, ji lewma jî bêjeya Xweda nenasiyê wek watedariyê diyar dibe bi vî rengî: hebûna Xwedanekî nedîtî û berz ji gerdûnê re ew bê çareye, û li ser vê bingehê yê Xweda nenas bi neyinê li hebûna Xwedan dinêre, û wê hebûnê nake çespandin, tenê bawerî bi hebûna Xwedan dimîne di baweriyê de, ya ku bê belge dimîne!
ev baweriya bi Xwedan her mezin dibe û dijî, lê her tiştek ji mirov re ku bê belge be, bê guman em ê bikaribin wê erê nekin dîsa jî bê ku belge li destên me hebe !!
lê sedemên Xweda nenasiyê çi ne gelo?!
Sedemên Xweda nenasiyê yên Felsefî jêderên werdkirina çimkî ye, û derencamên nasînê ye, li ser vê mijarê gelek Xweda nenas van xalên jêrîn nîşan û xuya dikin:
Ji ber ku belge tuneye li ser hebûna Xwedan, û bi wan belgeyan Xweda bi çawaniya heraş ji hemîşeyê . û ev tişt nakoke bi nasiya me ji cihan û gerdûnê re, ji ber ku gerdûn ne ji despêkê de bi vê heraşê dihat xuya û naskirin!
û li ser vê yekê, Xweda nenas dibînin aloziya hebûna Xwedanê heraş ji hemîşeyê, û li ser pişkinînê bo qonaxên afrandin û peydakirina gerdûnê, dighêjin vê pirsê: Gelo çawa gerdûna ku bi destê Xwedanekî heraş çêbûye bi alozî û di riya gelek kêmasî û qonaxan de? ne divê ku gerdûn jî wek sazkarê xwe heraş biba?
Di dawiyê de, dimîne kêşeya Xweda nenasiyê baweriyek paş suriştî .. û Hozanyarî – Felsefe dimîne dergehê hûrbîniyê û lênerîn û hizirkirinê, temamiya Felsefevanan ne bi vê baweriyê ne, û Felseve dimîne ronaka herî rast û diyar, ji devêla ku mirov bimîne li ser baweriyên xwe yên kûranî di tariya zanîn û fêrbûnê de.
[1]