Beramberî Payebûna Xûz..!!
Dildarê Aştî
“Gelî Siyasetmedaran Heger Hun Diz Bin Şevên Reş Pir in” …!!
#Rewşenbîr# çavên civakê ne, divê bi roniya bîr û ramanên xwe derên tarî ronî bikin, lê dema perda mijê digre ser çavan, amojeyên windabûnê li ba dibin û rewşenbîr dibe tarîbîr.
Di vê qûnaxa hestiyar de, di dema himberiyên mezin de pêwistiya nivîskarê – berdoz- bi erkê xwe yên sinceyî û nîhadî rabe, nakokiyên navxweyî degel û gur nekin, tevgera siyasiya kurdî, nerînên wê di çareseriya pirsgirêka kurdî de ne yek in û ev yek bandora xwe li helwesta nivîskaran dike, di dema ku nivîskarê me nebûne xwedî pirojeyek taybetî serbixwe.
Nivîskar bi tevayî pareve dibin li ser şepêlên siyasî û nerîna nivîskar ev ast derbas nekiriye û nikare ferzendiya xwe ya çandeya taybet ava bike ji bo gelek sedeman.
Ji bo wisa gelek çarçûvên yekîtiyê lidar dikevin û têne rûxandin. Di vê derfetê de, li derbarî vê rewşê çend têbîn xwe didin pêş:
–Kurt gotin, divê nîviskar ji bandora alî û partiyan rizgar bibe, himeta xwe bide ser pirojeya xwe ya taybet, û girêdan û alîgêriya wî ji dozê re be, ji peyama wî re be, ji emaneta ku destragirî xwe kiriye be.
–Yê ku bipêş nekeve bipaş dikeve, ji ber ku jiyan bi bûyerên xwe her kêlî tişteke nû dibêje, û li ber pirsin hûrbîn guhên me dikişkişîne, lewra divê nivîskar li pêla demê siwar be, pêla şemûs û bêcir, û xwe baş bigre , bi berhemên xwe, bi ramanên û nerînên xwe, xwe bide pêş ne bi gewdê xwe, ne bi laşê xwe, ne bi gîvî û pelûkirina bê çêj û reng!.. Ev serkeftinên xûz û seqet ku nivîskarê me dixwaze bidest bixîne, cihê fehêtî û şermê ye..
– Wisa jî dûrkirin ji nakokiyên arzan, dê kî mîr be?
Ez dibînim, kizîriya berhemdar ya bi rûmet ji mîrîtiya belengaz û sernixûm bi nirx û şad û paktir e.
– Partî û aliyên siyasî destên xwe ji nav nivîskaran bikşînin û heger hun nikarin roleke erênî bilîzin nebin kelemên dirîndar û panaveke fereh ji nivîskar re berdin, ku hinkûfî xwezaya wî ya aferêniyî metirs û netebitî be, û hewl nedin hun wî girêdin bi pend û yase û şîretên ku kêzikekê têr av nakin…!!
– Bila bibe, heger hebe derfeta çêkirina yekîtiyeke bi sûde ku karîbe nivîskarên arezûmend di çarçûva xwe de bihêwirîne, û hewil bide bo damezirandina tevgereke çandeyiyî berhemdar.
–Lê eger em di xêza xwe de herin û bên û wek mêşa gêj vingvingê bikin, û hêminiya şaneşînên aferîneran şêlû bikin, ji xwe ev weke tawaneke rewşenbîrî tê wergerandin .
–Naxwe bila, û ev bi sûdetir e ku her çend nivîskarên ku nerînên wan nêzîkî hev bin û karibin bi hev re kedekê bikin, girûpin taybetî babetî cûr bi cûr ji xwe re damezirînin û alîkarî û dan û standinê bi hev re bikin. heta ku pirojeyek tevayî hemiyan bicivîne . Di vê derfetê de jî , ne pêwist e ku girûpek jî bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hebe, bila dibin navekî taybet de bin.
– Saziyên nivîskaran xwezaya wan sivîl e, nekin siyasî û partîtî. zeviyên kar pir in, gelî siyasetmedaran heger hun diz bin şevên reş pir in …!![1]