Gurê Li Ba û Kewê Li Pa
Ibrahîm Xelîl
Tiştê ku gellek kes û rêxistin xwe li ber naxin ta roja îro ewe ku Amerîka ta berî sala 1990 ( Dewleteke gewre ) bû, lê piştî wê salê ku “Cenga sar” bi dawî bû, Amerîka bû ( Dewleta gewre ) û rejîmeke navnetewî nuh daxiste meydanê.
Di vê rejîma nuh de, cihê canbaziyên tekane û gefên radîkal û serokên ku nikaribin milletên xwe haş bikin tunne ye, lewra Amerîka di ” Buhara Erebî” de ferman da hin serokan ku ji kursiyê peya bin.
Hêlên sor li cem Amerîka pirr in, lê sortirîn hêl li cem, derbarê peywendiyên navnetewî, “Hinartina şoreşê ” ye.
Amerîka qet ne aciz e ji Islam’ê û ne ji wan dewletên ku Islam yasaya wan e mîna Si’ûdiyê û hawîrdora wê, lê zengilê metirsiyê lê dide dema ku ew dewlet çavên xwe berra derve dide û dixwaze xaka xwe yî ceyografî yan bîrdozî fereh bike.
Amerîka bi vê têgehê re bi hişyariyeke mezin têkiliyê dike, û me tevda dît çawa wê lehiya komunistê berbend kir û çawa serê marê Al-Qa’ida li ser kevir birrî û çawa ta vê kêlîkê ew milmilaniyeke bê hedan dijî Iran’a şî’î dike.
Şaştiya ku siyasetvanên PKK’ê tê wer bûn ku wan ev hêla sor derbas kir dema tifingê di serê wan de xwend : ” Hey em ji şêr filitîn, de ka em wî bigirin “.
Tirsa Amerîka ji “Hinartina şoreşan” bû sedem ku 75 balafirên Turk di şevekê de derkevin ser ezmanê Kurdistan’a Iraq’ê û mûşekan bibarînin bi ser baregehên PKK de li Dihok û çiyayê Qendîl’ê û ziyana wêrankirin û şehîdxistina dora 30 endamên KCK ligel hin sivîlên kurd.
Dijî vê pêvajoya hovane, tu şermezarkirin nehatin ragihandin, ne ji layê hikumeta herêm û ne ji layê hikumeta federal li Baxda.
Turkya li Başûrê Kurdistan’ê dinere wek ” Baxçeyê hewşê” û nabe ku tu mar û tûpişk xwe di wî baxçeyî de veşêrin û şevê ji xwe re bikin perdeya êrîşan.
Amerîka ji aliyê xwe ve, li PKK dinere wek rêxistineke pabend û kara ku pişt pê ve tê girêdan lê tenê li Sûrya û tenê dijî DііŞ ( Da’iş ), û ew ji hêza YPG xweş e û hevrêziyê pê re dike lê ew qet napejirîne ku PKK hêla sor derbas bike.
” Bizmarê Qendîl’ê ” ku ji mêj ve di dîwarê Başûrê Kurdistan’ê de kuta ye, bi piştgiriya YNK û Goran, şoreşê dihinêre bi rêya vehejandina rejîma siyasî li Kurdistan’ê û tevrakirina kêşeya serokatiya herêm û hewldanên( kantonkirina ) herêmê li gor ramanên ( Netewa Demokrat ) lewra Amerîka ( dostê YPG li Sûrya) ruhniya kesk da gurê bor ku hêlîna kew li Başûr borduman bike bi misogeriya ku muwek ji riha Ayatullah li Tehran’ê naheje nemaze piştî “Rêkeftina newewî” di navbera herdukan de.
Di nerîna min de, armancên pêvajoya Turkî dijî PKK ev bûn :
– Ardoğan bi xalekê bi ser Demirtaş bikeve nemaze ku Turkya çavenêrê hilbijartinên beruwext e.
– Netewperistên Turk pê razî bibin çiku wan ji mêj ve dixwest ku Turkya destê xwe yî dirêj rapêçe û çavên PKK şil bike.
– Rola PKK li Başûrê Kurdistan’ê kêm bibe, û “Cemîl Bayik” fêm bike ku ew li wir – çiqasî dirêj bike – mêvan e ne xwedîmal e.
– Tamponekê li hindirê Sûrya çê bike û barê penaperan li xwe sivik bike.
Bê guman, Amerîka hevala berjewendiyên xwe ye, û ev berjewendî li Sûrya û li Iraq’ê ne yek in. Ew li “mafê cîranan” dipirse berî “mafê milletan”, û çiqas leşkerên te li ser erdê hebin gerek cîranên te ( nemaze ku dostên Amerîka bin ) razî bin ta ku Amerîka hevkarê te be ( nimûneya Yemen ku leşkerê Hûsî li ser erdê bûn lê Si’ûdiyê ne razî bû ).
Û bê guman jî ku tu hevkarîya stratîcîyî ayindeyî di navbera Amerîka û PKK de çênabe ji ber ku bingeha ramyarî ya PKK bingeheke nîv marksist û nîv anarşist e, û Amerîka, ku kapitalismê ew kiriye dewleteke gewre, li vê felsefeyê dinere wek dijminekî reş ku cenga dijî wî cenga hebûn û nebûnê ye.
Lê ji aliyekî din ve, îroroj PKK li Rojava erd girtiye û pala xwe daye sed hezarên dilxwazan ligel makîneyeke ragihandinê ku ji ya hin dewletan pêşketîtir e, lewra çi kesê ku ji xwe re dibêje ku (PKK-PYD) dûvike ji rejîma sûrî re û ewê pê re biherife, ew di xeweke şêrîn de ye.[1]