#Rojnamevan# Li Devera Şer
Riyad Elî
Giringiya vê mijarê, ji qiweta karê rojnamegeriyê tê, ji ber ku ti kes ji guleyan natirsin, wek ku ji lênsa kamîreyekê ditirsin, herwisa bi guleyekê merov dimre, lê wêneya wî belkî 100 salî temen dirêj bibe
Karê rojnamegeriyê li deverên ku şer lê diqewime, rastî gelek astengiyan tê, çi ji aliyê metirsiyên canî, û nepeydabûna aramiyê, û çi ji aliyê nedirûstiya jêder, ajans û kenalên ku xwe nadin ber parastina rojnamevanên xwe ve.
Gelek ji sazî û alavên ragihandinê hene, morala karmendên xwe li deverên şer, bilind nakin, û jiyana wan karmendan bi erzanî dinerixînin, û ev yek di şoreşa Sûrî de, bi zelalî hate xuyanîkirin, û dema rojnamevanek di encama karê rojnamegariyê de, jiyana xwe ji dest dide, tenê wêneyên wî kesî têne belavkirin, û nûçeyek li ser wî tê çêkirin, herwisa ev yek dibe sedemek ku rojnamevan karê xwe li wan deveran nekin.
Di vê babetê de, karê rojnamegeriyê li wan deveran bûye gefek nû ku li tevaya cîhanê belav bûye, ku rojnamevan dibin armancek ji aliyên şer re, û di dema dawî de, nema aliyên terorrojnamevanan dikujin, lê ew bazirganê bi wan dikin, Herweha hin çavdêr dibêjin, ku revandina rojnamevanan bi xwe bûye nûçeyek .
Di sala 2014an de, komîteya parastina rojnamevanan a Emerîkî ragihand, ku li Sûriyê, û di 4 salên bûrî de bêtirî 80 rojnamevanî di encama şer de hatine kuştin.
Ji hêla xwe ve, malpera Mîdil Êst a Emerîkî ragihand, ku kirîza Sûrî, kirîza herî dijwar e ku li ser kar û jiyana rojnamevanan de derbas dibe, lê ne her tişt li ser alavên ragihandinê, têne weşandin, Tiştê diqewime ji yê weşandî hovîtir e.
Derbarê parastina rojnamevanan, di rapora komîteya parastina rojnamevanan a 2015an de, hate diyarkirin, ku di destpêka karê her rojnamevanekî de kar xort e, lê di encama kuştina hevalên wan de, karê wan qels dibe, û bi taybet karê rojnamevanên ku ji Ewropayê ve derbasî Rojhilata Navîn dibin, û ev yek zelal bû ji dema ku li Sûriyê çekdarên Da`iŞê herdu rojnamevanên Emerîkî Cêms Folî û Stîvin Sotlov serjê kirin.
Belkî merov mat bimîne, ku çima rojnamevan diçin mirinê ?
Giringiya vê mijarê, ji qiweta karê rojnamegeriyê tê, ji ber ku ti kes ji guleyan natirsin, wek ku ji lênsa kamîreyekê ditirsin, herwisa bi guleyekê merov dimre, lê wêneya wî belkî 100 salî temen dirêj bibe.
Li gorî ajansa Ferensî ya nûçeyan, ku piştî belavbûna vîdyoyên serjêkirina rojnamevanan ji hêla DAIŞê ve, ew nema rojnamevanan dişîne deverên şer, an ên di bin kontroka aliyên rikber û DAIŞê de ne.
Herwisa, gelek welatan ev biryar sitandin, û di encamê de, hejmara rojnamevanên serbixwe bilind bû, û buhaya raporan jî bilindtir bû, û tê zanîn ku rewşa jiyanê ya zehmet, dihêle ku rojmanevan xwe têxin metirsiya kuştinê de, da ku karibin pariyê nan ji xwe û malbatên xwe re peyda bikin, û sedema herî sereke ji vê yekê re, ew e ku rojnamevan û malbatên wan ji hêla ti saziyan ve, nayên parastin.
Herweha, derbarê karê rojnamegeriya serbixwe, gelek ji rojnamevanan xwe di vî karî de azadtir dibînin, ji ber ku ti aliyên ku bandorek rotini yan jî zextek siyasî li ser karê wan bike, tinene.
Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor, û derbarê gefên li rojnamevanan têne xwarin, hejmarek rapor û jimartin ango “Ihsai’yat” li ser van gefan amede kiriye, û dibêje ku rojane gefên li dijî rojnamevanan dibin tiştekî normal.
Ji alya xwe ve, rêxistina Erebî ya mafê merovan li Ewropayê dibêje, ku karê rojnamegeriyê li deverên şer an nearam rojane ber bi paş ve diçe, û hertim rojnamevan li van welatan di nav dorpêçê de karê xwe dikin.
Di dawiyê de, tiştê ku karê ragihandinê li deverên şer dorpêçtir dike, ew e ku dema rojnamevanekî serbixwe dikeve deverek şer, ew mecbûr dibe ku karê xwe li gorî xwesteka aliyên ku ew dever kontrol dikin, bike, û ew nikare karê xwe li gorî nerîna xwe ya serbixwe bike, û yek ji encamên karê ragihandinê di bin siyek leşkerî de, ew e ku raporên li wan deveran têne amedekirin, ji aliyên ku wî rojnamevanî diparêzin re, dibin rêklam.[1]