Xwendinek Lezgîn Ji Guhertinên Siyasî Yên Li #Tirkiyê# di 35 salan de
Riyad Elî
Di 12ê Êlûna 1980 de, Ceneral Ken’an Everên hikûmeta Tirkî ya sivîl rûxand, û ev yek bi hiceta parastina yekîtiya Tirkiyê, û ji bo şerê navxweyî dûrî Tirkiyê bike
Yek ji sedemên êrîşa ku Everên li ser hikûmeta Tirkî kirîbû, ew bû, ku rewşa aborî ber bi xirabiyê ve diçû, û rewşa siyasî jî – û bi taybet ya têkiliyên derve – ne baş bûn, û ev rewş 10 salan dom kir, û di van 10 salan de, 11 caran hikûmet li Tirkiyê hatibû guhertin, herweha şerê di navbera herdu aliyên siyasî yên çep û rast de – di van salan de – ranawest .
Di destpêka sala 1980 de, saziya leşkerî, hikûmeta Tirkî agahdar kir, ku eger rewşên siyasî û aborî baş nebûn, ew ê bi dare zorê, dest bi rêveberiya Tirkiyê bike.
Hevdem di wê salê de Artêşa Tirkî sînaryoyên herdu salên 1960 û 1971an dubare kir, û distûr sekinand, û hukûmet rawestand, herwisa partiyên siyasî qedexe kir.
Di sala 1982an de, Ceneral Evrîn bû serokê Tirkiyê,û di sala 1983an de, Hikûmeta Tirkî kir bin destê hikûmetek sivîl, ku ew jî di bin siya saziyek leşkerî de kar bike, û wî di desthilatiya Tirkî de wek serok ta sala 1989an dom kir
Di sala 1991an de, hikûmeta Tirkî ragihand, ku ewê bi awayekî leşkerî desthilatiya Tirkî birêve bibe, da ku şerê aliyên Islamî bike, û di Sibata sala 1997an de, ji hikûmeta Necmidîn Erbekan xwest, ku dev ji desthilatiyê berde.
Lê di sala 2002an de, û piştî ku AKPê giha desthilatiyê, bandora saziya leşkerî li Tirkiyê hindik bû, û Erdoxan dest bi hêzkirina têkiliyên derve kir, da ku nekeve “feqa” ku ji hikûmetên berî wî re, dihatin çêkirin, hevdem yek ji siyasetên wî yên têne bibîranîn, nêzîkbûna AKPê ji rêjîma Sûrî, û derbasbûna vê partiyê hindirî malên welatiyên Tirk û Kurd, da ku karibe bandorekê li ser welatiyan bike, û wan ber xwe bîne.
Hêjaye bibîrxistinê ye, ku Serokê AKPê Receb Teyêb Erdoxan di riya çapemeniya Kurdî û alavên ragihandinê de, derbasî civaka Kurdî bû, wek destûrkirina telefezyona TRT6 a Kurdî.
Di van çarçûveyan de, û di dema lawazbûna PKKê de, Erdoxan rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ber bi xwe ve anîn, da ku zextekê li ser partiyên Kurdî bike, û li pêşiya raya giştî xuya bike, ku pirsgirêk di navbera Kurd û Tirkan de nînin, lê tenê PKKê li hemberî avakirina rewşek demoqrat disekine.!?
Li gorî çavdêran, ku di sala 2010an de – û bi amedekariya AKPê – ne ji guhertina distûrê Tirkî ba, dadgehên Tirkî nikarîbûn ku kesayetên siyasî ceza bikirabana, û li gorî agahiyan, ku tewana wan kesan ew bûn, ku ew bi aliyên teror re wek rêxistina “Ergenîkon” ya teror, danûstandinan dikin, ya ku dihat zanîn, ku ew dijminê yekemîn ê AKPê bû.
Li gorî alavên ragihandina Tirkî, ku di wê salê de, bi 1000an li pêşiya dadgeha Istenbolê, welatiyên Tirk sekinîn, da ku hin ji kesayetên ku ziyan gihandindibûn Tirkiyê wek Ken’an Everên, û Tehsîn Şahîn Kaya, yên bibûn sedema girtina 600 Hezar kes, û bidarvekirina 50 hezar kesên din, werin darzandin.
Di sala 2014an de, dadgeha tewanan a Tirkî hikim da Everên, ku 96 salan were zindankirin, û ev yek wek serkeftinekê ji AKPê re di dîroka Tirkî de, tê tomarkirin.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku Ken’an Everên di 9ê Gulana burî de, li nexweşxaniyeke Enqerê jiyana xwe ji dest da.[1]