#Rojnamegerî# , Şoreş û Rojava..
Nivîskar û rojnamevan: Dawud Çîçek
“Karesata herî mezin di lawazbûna rojnamegeriya Kurdî de, ne tenê di rojnamevan de ye belku di berpirsên hizbî û serkirdeyên hizban de ne jî ku dema daxuyanî yan çavpêkeftinekê yan gotarekê pêşkêş dikin û diaxivin ji bo berjewendiyên xwe ên şexsî û bi bê berpirsyarî diaxivin, ev e bandora xwe ne tenê li ser kadirên hizbî belku bandora xwe li raya gitşî jî dike, nexasim dema ew serkirdeyan berpirs diaxive hesabê hestên aliyê beramber yan rikber nake”.
Rojnamegeriya Kurdî weku gelê Kurd dîroka wê ya gelekî dijwar ji inkar, îmha, komkujî, şer, şoreş, parçebûn, bindestî û zordestî, di gelek qonaxan re derbas bûye, di 22 nîsana sala 1898`an de dema mîr Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnameya Kurdî li Qahîreyê çap kir, di wê demê de mîr Miqdad Bedirxan behsa armanca çapkirina rojnameyê dike û dibêje: “Navê vê cerîdê min kiriye (Kurdistan) di vê cerîdeyê de ez ê behsa qenciya ilim û meirîfetan bikem. Li kû derê mirov di’elime, li kû derê medrese û mektebên qenc hene ez ê nîşa kurdan bikem, li kû derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çawa dibe, ez ê hemiya hikat bikim.”
Di vê serdemê de ku rojnamegeriya Kurdî ya nivîskî, Elektronîk, bihîstî û dîtî, hatiye asteke bilind û bi dehan rojname û radyo û kanalên telefizyonê yên Kurdî hene, doza Kurdî li hemû cîhanê bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelê Kurdistanê li dijî neyarên mirovahiyê ketiye rojevê, lê mixabin rojnamegeriya kurdî li Rojava negihêştiye asta xizmetkirina doza rewa ya gelê Kurd û di berjewendiyên hizbî yên teng de maye!?.
Bi dîtina min rojnamegeriya Kurdî beriya her tiştî divê xizmeta şoreşê û doza netewî ya gelê Kurd bike, rastiya şoreşê, qehremanî, fedekarî û têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê û mafên xwe yên rewa ji cîhanê re bide nasîn, wekî çawa berxwedana Kobanê cîhan rakir ser piyan û hemû çapemeniya cîhanê berê xwe dan Kobanê dişopand û di hemû çapemeniya cîhanê de şervanên (YPG,YPJ) bûne mînaka berxwedana li dijî hêzên terorê, her weha serkeftina Kobanê jî hêviyek mezin da tevahiya cîhanê ku gelê Kurd xwedî heqe û bi hawara Rojava ve hatin û destê alîkariyê dirêjî Rojava kirin.
Ev e jî jiber xwe ve nehat, helebt bi saya berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û qehremaniya şervanên (YPG,YPJ), xwîna şehîdan û dîplomasiya Kurdistanî û yekîtiya hemû aliyên Kurdistanî ji bakûr, başûr ta rojhilatê Kurdistanê hatiye encamdanê.
Rastiyeke heye ku rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hizbȋ ye û zimanhalê partiyan e, dijberî û nakokiyên di nava partiyan de jî bandorek xirap li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê dike û civakê parçe dike. Bi baweriya min pêwîstiya Rojava bi rojnamegeriyeke dûrî bandora hizbayetî heye ku bikare nêrîn û dîtinên hemû cîvakê bixe berdestê raya giştî li Rojava û bikare nêrînên hemû partiyan û nakokiyên heyî û xalên dijber aşkera bike, pêwîst e rexnegir be û xalên pozetîf nêzîkî hev bike, daxuyaniyên tekalî li ser mijarekê na, divê daxuyaniyên du, sê ,çar aliyan li ser mijarekê bigre dest, bi vê yekê bikarin xalên hevbeş bi ronakî derxîne holê. Divê hemû pênûs cext li ser yekîtiya netewî û serkeftina şoreşê û destkeftên heyî bikin.
Karesata herî mezin di lawazbûna rojnamegeriya Kurdî de, ne tenê di rojnamevan de ye belku di berpirsên hizbî û serkirdeyên hizban de ne jî ku dema daxuyanî yan çavpêkeftinekê yan gotarekê pêşkêş dikin û diaxivin jibo berjewendiyên xwe ên şexsî û bi bê berpirsyarî diaxivin, ev e bandora xwe ne tenê li ser kadirên hizbî belku bandora xwe li raya gitşî jî dike, nexasim dema ew serkirdeyan berpirs diaxive hesabê hestên aliyê beramber yan rikber nake, gotina xwe dibêje û dimeşe. Ev jî karesata herî mezin e, çareseriyê nayne berovajî wê kîn û nefretê bi xwe re tîne.
Rojnamegerî di demên şoreşê de cudatir ji ya piştî şoreşê, divê rojnamegeriya Kurdî di vê dema ku Rojava tê de derbas dibe li hemberî hemû metirsiyên li ser gelê Kurd hene û rewşa şer tev bigere hemû tişt divê bikeve xizmeta şoreşê, xizmeta rêveberiya ku niha li Rojava heye, bikare êş û azarên gelê xwe bighînin hemû cîhanê û itîrafeke navdewletî bê qezenckirin.
Rojnamevan li Rojava divê bi rihekî şoreşgerî jiyana xwe organîze bike daku bikare rastiyan û nêrîna azad bighîne civakê û rihê yekîtiyê û hevgirtinê ya netewî di dema niha de berceste bike. Rojnamegerî bi serê xwe jî rolekî mezin di serkeftina şoreşê de dilîze û ew bi xwe jî şere û çekekî du seriye ger baş neyê xebitandin wê ziyanê bighîne doza netewî û gel.
Li dawiyê dixwazim bêjim ku mixabin heya ku rewşa partiyên me ên Rojava weha parçekirî û nakok be rojnamegerî li Rojava wê nikaribe bi erkê xwe rabe û yê lawaz û hejar bimîne û rojnamevanên me jî wê li berbayê hizbayetiyê bikevin û wê nekaribin nêrîna azad biparêzin.[1]