Bi Roj #Rojnamevan# , Bi Şev Serserî!?
Sîrwan H. Berko*
“Mirov nikare bi roj agahiyan ji siyasetvanekî bistîne, yan hevpeyvînekê pê re pêk bîne, û bi şev di facebookê de gotinên xerab li ser vî siyasetvanî û partiya wî belav bike. Bi kurtî: Mirov nikare bi roj rojnamevan be û bi şev li ser facebookê serserî be”!
“Ev nivîsar wêneyê islamê kirêt dike û şer`îa islamê binpê dike…”
Bi vê sedemê hêzên opozîsyona Sûrî di dergehê Bab el-Hewa de berî çend rojan hejmara 73 ya kovara Sûrî Temedûn qedexe kirin û ew şewitandin.
Sansûrkirina alavên ragihandinê yên Sûrî li deverên azadkirî li Sûriyê gihaye asteke pir metirsîdar. Hêzên opozîsyonê yên islamî yên tundrew bi qedxekirina alavên ragihandinê rûyê xwe yê rast nîşan didin: ew li dijî azadiyan in. Ji bo wan azadî tenê ew e ku mirov musliman be û li gor şer`îa islamî bijî.
Em pir bextewer in ku ev hêzên islamî dûrî devera me ne. Çimkî azadiya ragihandin û derbirînê giringtirîn mafên mirovî ne. Desthilata ku vê mafê binpê dike, ew desthilat dikeve rêza dirêj û tarî ya dîktatoran.
Rastiyek e ku li tevaya Sûriyê devera me ji bo rojnamevanan a herî ewle ye. Divê mirov vê rastiyê tim bêje. Lê ev nayê wê wateyê ku hertişt baş e: hîn jî binpêkirinên li dijî karmendên alavên ragihandinê pêk tên. Divê rê li ber van binpêkirinan bê girtin. Divê desthilatdar û dezgehên ragihandinê bicivin û li ser pêkanîna karê ragihandinê li deverê li hev bikin. Biryarên yekalî ji aliyê desthilatdaran ve û ferzkirina wan bi zorê pisrgirêkan çareser nakin.
Lê azadiya derbirînê ne kolaneke tenê ji bo çûnê ye. Divê rojnamevan hesabê hatinê jî bikin. Pêdiviya me bi kolanên çûn û hatinê heye. Bi kurtî: divê desthilatdar mafên rojnamevanan û pîşeya wan binpê nekin. Lê divê rojnamevan jî bi rastî rojnamevan bin û ji çarçeweya pîşeyê dernekevin.
Wek mînak: Rojnamevan nikare di heman demê de çalakvan be. Kesê ku di warê ragihandinê de dixebite, pêwîst e ha jê hebe ku ew xwedî berpirsyariyeke mezin e. Mirov nikare bi roj agahiyan ji siyasetvanekî bistîne, yan hevpeyvînekê pê re pêk bîne, û bi şev di facebookê de gotinên xerab li ser vî siyasetvanî û partiya wî belav bike. Bi kurtî: Mirov nikare bi roj rojnamevan be û bi şev li ser facebookê serserî be!
Kesê ku ji xwe re jiyana rojnamevaniyê hildibijêre, divê xatir ji jiyana xwe ya siyasî bixwaze. Rojnamevan agahiyan ji bo herkesî dide hev û diweşîne: çep, Rast, Reş, Spî, Musliman, Mesîhî, Yezîdî, Biçûk, Mezin, Mêr, Jin, alîgirê rêjîmê, dijberê rêjîmê, kesê ku baweriya wî ne bi Xwedê û ne bi partiyan tê û htd…
Mirov çawa dikare alîgirê partiyekê be û di heman demê rojnamevanek pîşeyî be? Mirov nikare. Çimkî yên ku ne bi partiya wî re bin, ewê baweriyê bi vî rojnamevanî neynin. Û hal û malê rojnamevan rasteqînî û nav û dengê wî ye. Kesê siyasî nikare bêalî kar bike. Ew nikare bibe rojnamevan.
Di civakên paşdemayî de herkes hertişt e: siyasî ye, rojnamevan e, çalakvan e, leşker e, oldar e… Ev rastiya civaka me ye jî. Tenê dema herkes bi karê xwe rabe û dev ji karê bêkaran berde, ewê bi ser keve.
Ji aliyekî din ve divê ji bo herkesî zelal be kî rojnamevan û kî ne rojnamevan e. Ne herkesê ku bi kamîreya bêrîkfona xwe wêneyan dikişîne, rojnamevan e. Û ne her kesê ku çûye çend kursên rojnamevaniyê, dikare navê rojnamevan li xwe bike.
Divê sînorên karê rojnamevaniyê zelal û eşkere bin.
Berpirsyariya alavên ragihandinê mezin e. Nabe ew karmendên xwe bidin ser rêyekê ku ziyanê bigihîne wan. Misogerkirina xebata rojnamevaniya pîşeyî erkê sereke yê alavên ragihandinê ye.
Divê em girtina rojnamevanan û sansûrkirina alavên ragihandinê qebûl nekin. Divê dengê me li dijî van tedbîran tim bilind be.
Lê di heman demê de divê em karê rojnamevanî yê xerab jî qebûl nekin. Divê em herweha dengên xwe li dijî rojnamevaniya xerab û rojnamevanên ku rêzê li vê pîşeya giring û pîroz nagirin, bilind bikin.
Gele pirs hene, divê em ji bo peydakirina bersivên wan guftûgo bikin? Rojnamevan xwe bi xwe, û rojnamevan û desthilatdar!?.
Divê armanca me ya hevbeş ev be: azadiya nerînê, azadiya derbirînê û azadiya ragihandinê. Beramberî wan: xebata pîşeyî, liva bi berpirsyarî û rêzgirtin.[1]