Sedem û çareseriyên qelsbûna asta #zimanê Kurdî# di Rojnamegeriya Kurdî de
Riyad Elî
Li Qahîrayê, di 22ê Nîsana sala 1898-an de, Yekemîn rojnameyek bi zimanê Kurdî bi nave Kurdistan hate pêşkêşkirin, û di wê demê de, ti saziyên rewşenbîrî an civakî herweha, siyasî ne çalak bûn, û bi taybet deng û peyva Kurdî, ber bi windabûnê ve diçûn, û ji ber vê yekê Rojnameya Kurdistan, a ku bi amedekariya Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hatibû derxistin, bibû jêderekî girîng di civaka Kurdî de.
Herweha, di wê demê de, rewşenbîrên Kurd rojnameya Kurdistan, kirin wek cihekî girîng, ku tê de gotin û helwestên xwe diyar bikin, û yek ji bandorên baş li ser zimanê Kurdî ew e, parastina zimanê Kurdî bû.
Di dawiya demsala 19-an de, gelek kovar û rojname hatin derxistin, wek rojnameya Roja Kurd a ku di sala 1911-an de hatibû derxistin, û rojnameya Banga Kurdistan di sala 1913-an de ku hatibû derxistina, û ew bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî bû.
Lê piştî hevpeymana Saykis Bîko, û di encama perçebûna nexşa Kurdistanê de, rojnamegeriya Kurdî li Tirkiyê hate qedexekirin, û hêdî hêdî di dawiya sala 1920-an de, rojnamegeriya Kurdî li Îranê jî nedihat pejrandin, lê li Îranî bijaranîna zimanê Kurdî, di rojnamegeriyê de, û bi taybet di wê demê de, bi dizî bû.
Hin çavdêr û dîrokvanên Kurd dibêjin, ku sedema qelsbûna zimanê Kurdî di rojnamegeriya Kurdî de, sitemkariya her çar rêjîmên ku Kurdistan ji xwe re kirine par, û belkî ev yek sedemek girîng ji sedemên ku rojnameyek Kurdî bi navê Kurdistana mezin, an jî helwesta her çar perçeyên Kurdistanê, nedihat derxistin.
Di sala 1958-an de, Hikûmeta Îraqî destûr da herdu partiyên Sosyal û ya PDKê, ku rojnameyên xwe derxînin, û di wê demê de, ronî hat ser rojnameyên Azadî û Xebat de, lê bi guhertina Hikûmeta Îraqî û piştî 2 salan, karê herdu rojnameyan qels bû, û di encama buyerên ku li Îraqê qewimîne de, karê rojnamegeriyê, bi dizî dihat kirin, û rojnameya Şoreş hate derxistin, herweha Partiya Rizgarî Kurdistanî, rojnameya Rizgarî derxist
Rojnamegeriya Kurdî hêşt ku hêviyên gelê Kurd careke din vejên, û bandorek baş li ser belavbûna çanda Kurdî li cîhanê hate kirin, û gelek ji karê nivîskarên ku bi zimanê Kurdî dinivîsandin, bo zimanên Îngilîzî û Ferensî herweha Elmanî jî, hatin wergirandin.
Di heman dema ku karê rojnamegeriya Kurdî careke din çalak dibû, rojnameya Kurdistan, bi zimanê Kurdî hatibû derxistina, û vê yekê qiwetek da çalakirina rewşa Kurdî bi tevahî.
Belkî hin rewşenbîr û rojnamevan vê yekê baş dibînin, ku Navê Kurdistanê bi zimanê Erebî dihat nivîsandin, û gelê Ereb Kurd û Kurdistanê nas kirin, lê mixabin, bandora wê ya nîgatîv, ew e, ku ew wek hewildanekê bû, ku zimanê Kurdî careke din winda biba.
Di sala 1931-an de, Mîr Celadet Bedirxan dest bikarê derxistina Kovara Hawar kir, û di 15ê Gulana 1932-an hejmara yekemîn hate çapkirin, û piştî sal û nîvekê ew hate rawastandin.
Li gorî hin nivîskarên Kurd, ku Kovara Hawar bi herdu tîpên Kurdî û Latînî dihat çapkirin, û asta ziman û çanda Kurdî bi xwe re bilind radikir,û piştî demeke kûrt, ew tenê bi tîpên Kurdî dihat çapkirin.
Gelek kovar û rojname di dîroka Kurdî ya nû de hene, ku ew bûn aliyên alîkar di parastina zimanê Kurdî de, û wan hêşt ku çandên netewên din li cîhanê, ziman û ramanê Kurdî nas bikin, wek, Kovara Hêwa ya ku bi herdu zimanên Erebî û Kurdî, Kovara Gelawêj a bi zimanê Kurdî, kovara Şefeq ya bi zimanên Kurdî û Erebî dihatin çapkirin.
Malbata Bedirxaniyan, di xizmeta rojnamegeriya Kurdî de, Herweha ji bo zimanê Kurdî jî gelek xizmetkar bûn, lê mixabin di demsala 20-an de, û di demekê de, ku zimanê Kurdî li Herêma Kurdistana Îraq, Kurdistana Tirkiyê, ne qedexe ye, nivîskarên Kurd bêtir, zimanê Erebî yan Tirkî, di karê nivîsandinê de, bikar tînin.
Belkî rola siyasî li ser vê yekê gelek giran û dijwar e, lê dema ku em berê xwe didin Kurdistana Sûriyê, û piştî derbasbûna çar salan li ser şoreşa Sûrî, em dibînin, ku derfeta ku nivîskarên Kurd bi zimanê dayikê binivsînin, heye, û tiştek li pêşiya wan nasekine, ku ew rojnamegeriya Kurdî bi zimanê Kurdî zengîn bikin, lê piraniya wan ta roja îro bi zimanê Erebî dinivsînin, û balê nadin giringiya parastina zimanê xwe yê Kurdî.
Heta partiyên Kurdî ji li Kurdistana Sûriyê, daxuyaniyên xwe bi zimanê Erebî derdixînin, û sedema vê yekê zelal e, ku kesên ku wê van daxuyaniyan bixwînin, bi zimanê Kurdî nizanin, ev jî di hindirî partiyên Kurdî de, pirsgirêkek mezin e.
Herwisa hin malperên ku rewşa siyasî, civakî û çandî ya Kurdî li Kurdistana Sûriyê dişopînin, zimanê Erebî bi kar tînin, û sedema vê yekê jî ew e, ku hinek qelsbûn di zimanê Kurdî yê karmendên wan malperan de heye, û divê zimanê xwe yê Kurdî baştir bikin, da ku tiştekî Kurdî zelal û paqij pêşkêşî civaka Kurdî bikin.
Eger em li çareseriya pirsgirêka qelsbûna zimanê Kurdî di rojnamegeriya Kurdî de, bigerin, divê çareseriya vê yekê di hindirî partiyên Kurdî de were destpêkirin, ji ber ku piraniya hemwelatiyên Kurd, endamên partiyan e, û eger ew ne endam bin, kesek ji malbatên wan di partiyekî de kar dike, û dema ku partiyên Kurdî daxuyaniyên xwe bi zimanê Kurdî derxînin, ew kesan wê mecbûr bin, ku fêrî zimanê Kurdî bibin.
Herweh, divê em wek rewşenbîr, li ser belavkirina zimanê Kurdî di alavên ragihandinê de, wek kovar, rojname, û malperên intirnêtê, bi zimanê Kurdî kar bikin, û eger derfet li ba kê hebe, dive ew bi erkê xwe, ji ber xwe, rabe, da ku zimanê Kurdî û rojnamegeriya Kurdî, çalaktir bibe, û demek wê were gelê Kurd ê bi ragihandinê, xwe pêşkêşî cîhanê bike.[1]