Lêvegera Kurdî û Hêviyên Gel
Luqman Silêman
“Pêwîst e Ku Rapirsînek Bê Çêkirin, Ji Bo Di Dîrokê De Rûreş Dernekevin”
Di baweriya min de rîzîkoya ku herdû meclis li hev bikin û xalê lêvegera #Kurdî# cîbicî bikin pir qels in, Ji ber ku di pirojeyê ji hev cida ne û her meclisek girêdanin wê cida hene û berjewendiyê cida hene û kêm zêde bêçar in, gereke gavên xwe li gor mehwerê ku her yek ji wan pê ve girêdayî ne bavêjin .
Dema ku (PYD) ji hevdîtinê ku ji bo avakirina meclisa Kurdî xwe vekişand û her deh partiya meclisa Kurdî destnîşan kirin, celda Kurdî hinekî aram bû û ji bin wê fişara derûnî derketin û piştgiriya xwe ji yekîtiya Kurdî re diyar kirin. Di wê navê re meclisa gel ya Rojavayê Kurdistanê jî hat destnîşankirin ji hêla (PYD) ve. Ji rojê pêşî de diyar bû ku meclisa Kurdî bê piroje ye, ji ber ku hina ji wan digotin em ne bi şoreşa Sûrî re ne, lê hina jî digotin em bi yek çavî li rikebiriyê û li rêjîmê dinêrin bi kinayî helwesteke zelal li cem meclisa Kurdî nebû.
ji rojê pêşî de (PYD) xêza sisiyan ji vê şoreşê dişopînin, û em ê li gor xwe bixebitin. Peyê bo weka kiwarek mêşa hingiv û di meydanê de xebitîn, heger ku hin peyman bi rêjîmê re çêkirbin yan rêjîmê çavê xwe ji kiriyarên wan girtibe û (PYD) xwest sûdê ji wê rewşê bike ji ber ku ji rojê pêşî de xuyabû ku rêjîm dixwaze Kurda dûrî şoreşa Sûrî bike. Ez baweri m ew karê ku meclisa Rojavayê Kurdistan kirî meclisa Kurdî jî dikarîbû bike lê nekir çima ne diyar e??!..
Dema ku li ser erdê nakokî di nav herdû meclisan de gur bûn, serok Mes’ûd Barzanî, ew vexwestin cem xwe û xwest wan li hev bîne, di vê pêngava hestiyar de û ji dêvla bîst û çar kursiyê ku (PYD) ji meclisa Kurdî xwestin û meclisê erê nekir li Hewlêrê serok Mes’ûd pêncî kursî di desteya bilind a Kurdî de da wan lê kesî ji meclisa Kurdî negot ev çî ye? Çima ji bîst û çara bûne pêncî?
Lê diyar bû ku cardî bi hev nakin ji ber wek ku me got di projeyên xwe de ji hev cida ne. Meclisa Rojavayê Kurdistanê ku niha navê wê hatiye guhertin û bûye(Tev-Dem) di Desteya Hevrêziya Niştimanî de ye, û gêrayî projeyên, Qendîl, Tehran, Şam û Bexda ve ye, bêguman berjewendiyên wan di deverê de hene û meclisa Kurdî di hemahingiya Sûrî de ye, û ew jî bi projeyên Hewlêr, Enqere, Qeter û Emerîka ve girêdayî ye. Ev herdû proje ji hev cîwaz in ez bawer im ta ku guhertin nekeve rewşa Sûrî de ji ber ku ev hevsengiyek pir zor e û herdû jî kêm zêde ne bi destê xwe ne. Ez bawer im herdû meclis birîkarê xwe yê bingihîn jibîr kirine ji lewma jî kiriyarê wan pir bandora xwe li celda Kurdî kirin û milet ji hev xistin berê wî dane tunelek tarî û bê dawî.
Di cara pêşî de çaxê ku herdû meclis li Hewlêrê bûn ji bo lihevkirinê şandeyek Tirkî çû Hewlêrê û hevdîtinek bi meclisa Kurdî re çêkir, bê ku meclisa Kurdî bêje em bêyî hevalbendê xwe yî meclisa Rojavayê Kurdistanê narûnin..! Bêguman ev tev peyam in, lê diyar e em xweşik naxwînin ku(PYD),li Rojavayê Kurdistanê xwedî hêzeke xurt e û bûye hejmarek zehmet ku lê newê vegerandin, lê meclisa Kurdî ne xwediyê tiştekî ye. lewma hemû peymanên ku tên lidarxistin pûç e û bê encam derdikevin, tevlî ku îro zemînek guncaw heye ku herdû meclis hemî berjewendiyên xwe yên teng li ser refikê deyînin û hinekî li berjewendiyê milet xwedî derkevin û nema wî pişt guh bikin. Gerek herdû meclis îro di vê dema girîng de rapirsînek pêwîst e ku bê çêkirin ka ev milet çi ji wan dixwaze? Heger ku bixwazin nebin gunehkar di dîrokê de……[1]