Hunermend Li #Rojava#
Şivan Temo
Rast e ji 2011an ve şîn û reş li ser me de hat , gelek koçber bûn û gelek çûn û nevegeriyan, gelek rewşenbîr çûn û dîrok bar kirin, lê hîn şahî û sitran li ser Rojava hene, û hîn destê sazvanan li ser têlê tembûran newestiyan.
Gelek çîrok û çîvanok bame hene,hîn ken û dîlan li ba me hene, hîn xwîn di laşê me de germ dibe, hîn zarokê me li ser dengê awazê lorîka dayka xwe diraze. Loma li Rojava dengê mozîk nehat birîn
lê gelo hunermend di Rojava de çima ji hev cuda ne? Çima yekitiya wan nîne? Çima dengbêj bê yekrêxistin in?
Ev pirs hate gotin ji her hûnermendî re û bersiv bi vî rengî hate şirovkirin:
– Me gelek hevdîtin çêkirin ta em xwe bi hev re kar bikin mîna gelek bajarê cîhane û me yekitiya xwe bidar xist berî sala 2006 di dema go rêjîm li ser xwe bû.. lê nakokî û aborî bûn sedema yekîtiya me jihev xist, û di sala 2011an de hat avakirin, dîsan wek her gav herdû sedeman me ji hev xist.
Gelo çima nakokî û aborî sedemên xirabkirinê ne?? Me dixwest yekîtî serbixwe be ji bo xemlandina çanda Kurdî be,lê nakokî bû sedem ku herdem hilbijartin ne bi dilê gelekan be,û dengbêj bi tena xwe her serkêş nabînin, loma tim û tim hincet di birîkê wan de peyda dibû.
aborî sedema herî giring e jiber tu rêxistin li me nebû xwedî û li cem wan mozîk ji bo çepk û kêfê ye, lê mozîk li ba cîhanê mîna avê ye û jiyan bê av nabe.
Gelek dengbêj koçber bûn ji ber derfet nema di destê wan de, ta rengê aborî were hema qedandin lê mixabin
gava min ji gelek dengbêjan pirsî çi ji Ewropa di riya facebook, çima hûn çûn, mane ta niha hûn nekarin bi karê xwe berdwam bikin?
demek bi ser me de hat, em bûn yek di yekitya hunermendan, û me got em ê sitranek bi hev re derxin û kilîpek bi dûv de, gotin hatin hilbjartin û gotinê helbestvan Dildarê Aştî me hilbijart, û awaz me jê re danî, û me bi perê xwe tomar kir ji ber kesekî xwe neda ber, ne ji partiyan û ne ji rêxistinan, û me da dest derhenêr, lê wek me pere dixwest û ma wilo ta niha. Em gelekî liber xwe ketin, hink hunermend nanê zarokê wa nebû wek gelek xelk di Rojava de ,loma me dît em gelek bênirx in li ba rêxistin û miletê me, û em ji welat dûr ketin, belkî rojek were em karibin sitranê xwe tomar bikin.
rêxistinê me gelek ji hunermendên ji ewropa hez dikin, û mego wilo belkî rêxistin ji me hez bikin wek em zanin karin hunermend bînin ji dervey Rojava wî bi pera û delal bikin lê hunermendê bi axa xwe ve hatiya girêdan ew ne hunermend e û bê nerx e.
Gelo gerek em nas bikin bê ku em nava bêjin tu henermend bi karê hunerê niha nake, tevahî bi karê giran û karê li dijî deng û tendirustî wan dikin, û tu kes bi wan xwedî derneket, û ev ne cara yekem e, gelek hunermend ne rêjîm û ne xelkê wî li ser wî nebûn dilovan mîna nemir M. şêxo ku piştî çû li ser dilovaniya xwe ji nûv re rêxistin û partî bûn serek li ser gora wî.
Min pirsî ji yek kes xwe dikir rewşenbîr û pêşketî çima hûn li van hunermendan xwedî dernakevin,û mozîka kurdî pêş naxin,û ji dêvla hûn herin hunermendek ji Ewropa bînin va ev hunermend li ber destê we ne?
Bersivek da min ji nûv re mîn zanîbû çima hûnermendan bar kir ji koç û mal!
Go hunermend li ba me wek pela çixarê ye, tenik e û dema di tê şewtandin ji ber xwe ve tê avêtin, mozîk û sitran ji bo hejandina (???) ye û tu ji min re te kir mijarek!!?
Va radîo û televizyon wek axê hene bera herin û ta heft roja deng bang bikin. Di roja 9/3/2014an de min wêneyê wî dît li ser gora nemir M.ŞEXO û di nav kesê sereke de û bixêrhatina mevanan dikir!
Erê erê erê rast e rewşenbîr e, û xwedî rêxistine gerek di rêza pêşî be û bera hunermend li ber hêta bin yan herin derve, ew tu çîrokan nebêjin.
Lê gerek em zanibin cawa Qurana pîroz zimanê erebî parast, sitranê kurdî zimanê me parastiye, û ne ji sitranê hunermendan ba, gotinê helbestvanan winda dibûn, û gelek helbestvan mîna Seydayê nemir Cegerxwîn ku gelek helbest didan Hisên Tofo ji bo werin gotin di nav milet bi rengê sitranan belav bûne, û Seydayê Tîrêj helbestê xwe bi awaz digot, loma awaz û gotin ji hev parçe nabin.
Gelo ma ta kengî hunermend û mozîka kurdî were rizgarkirin ji van zincîrên aborî û qeydên nakokiya û zimanê dengbêjan, ji lalkirinê were dermankirin.
Û em dengê xwe bilind dikin jibo her kes li çand û hunera kurdî bi rê ve bibe, Rojava xwedî dengê rast, zelal , xwedî dîrok e,û dengbêj sîsika rewşenbîran e.[1]