Hebûna Pîtola perwerde
Anahîta Hemo
Bingeha avabûna welatek serbixwe hebûna sîstemeke perweredak azad e.
Derengkirina ne diyar, ji sîstemeke #perwerde# bo nifşên Rojava ,lê nayê bûrandin.
Çi pêdiviye bo avakirina kesayetîk”hewilatî”, serbixwe, berpirsiyar û azadîxwaz ku karibe di vê pêvajoyê de bi arkên netewî rabe?? Bêgûman , Ev kesayetî wê karibe giringiyê bide problêmên civakê çi jîngeh çi wargeh.
Paşê wê karibe berevaniyê di ber şûnewarên xwe de bike, li himber dijberên dewleteke kurdî serbixwe û azad .têrorîst ,cîhadîst.
Ev derengî di vê qunaxa hestiyr û demkî dedi bercewendiyên kê de ne?
Li ser milê kê avadibe nirxên avabûna vê kesayetiyê ,ew derûn pak, lehengên demê ne, dijî windabûna nifşan û dûrbûna wan, ji jêderên wan, ji mirinekê dirin yeke dîtir . Ev jî qirkirina netewa kurd e di riya valabûna danîştekên dibistanan ji pîtol (Felsefe) û ramanên perwerda nûjeniyê.
Ew partîzanên xwedî rol di civakê de, di vê avabûna hevbeş de berpirsên sereke ne, ji civaka kurdperwer, hemû hêzên niştîmanperwer .Berevanên civaka sîvîl dildarên zimanê dê .AVAKIRINA nirxan ku hatine herifandin, Bilinkirina astê ênêrgî ,hêzan li gel nifşan û hezkirina jiyanê, xebatê dijî hasten xemokî, bo kar bê rawestan .
Her wiha jî,Belavkirineke karê hevbeş, bi yek felsefa nûjen di wekheviya ciwanan: jin, mêr, bêcudabûn .Û yên mane bi sûde bijîn ,vegerîna nifşan ji Bakur û Başûr pêdiviyek netewî ye .
Ya herî giring, şêrînkirina felsefa hebûnê û mana li ser xaka Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistan.
Giringiya avabûna kadirê mosteyan,rewşenbîrên xwedî bîr û bûçûn, xwedî bîr û bawer bi guhertina astên ramyarî û civakî, li gorî vê pêvajoyê.
Pêdiviyeke netewî bi rola ciwanên nûhatî, ew nifşên pêşerojê ne .
Bi wateyeke din, ew rola herî giringe, tevgera nifşên bi hêz di astên ramyarî û kultûra aza. Da ku karibin bi hemû pêdiviyên pêvajoyê rabin .
Dema ew hêz û ewlekarî di civakê de ava bibe, wê demê wê civaka kurd bi yek rewtarê û peyamê bersiva demên pêşerojê bide.
Ev jî naghêje serî ji bilî avabûna sîstemeke perwerde hevbeş serenserî Kurdistan .Wiha em ê bêjin ku Kurd xwedî biryarin di parastina xwede dijî van terorên ku kurdan cuda nakin “Şengal,Kobanê û Serê Kaniyê. li me dicivin ji hemû welatan, dema periyek buhiştê wan dicivîne, gelo, perîşanî û birçîbûna zarokên me me nacivînin dijî pîtola sendelî, post û desthilatdariyê ta mirinî?
lê, ya herî balkêş ku em Kurd ji yek netew nikarin ta ana bi yek peyamê bicivin di bin yek sêwanê de.Lewra jî, pîtola hebûnê bo nifşên Kurd di systemeke perwerde xwe tîne holê. ew pêwîstiyek û berpirsiyariyeke dîrokî ye li ser milên yên xwe dibînin parêzerên gelê Kurd bi hemû beşên civaka me ya Kurd “polîtîk, civakî, sîvîl, û aborî “,ew derûnpakên vê demê ne yên ku dikarin xaka xwe û şûnewarên xwe hilînin ji zarokên pêşerojê re bi aramî li dirêjahiya dîrokê.
Mînakê vê ezmûnê di şerê cîhanî yê dûyemîn de, Tişirşil digot: Ger fêrbûn ,dadgeh, û sîstema perwerde di asteke çak de be, wê demê em ê bêjin ku dewlet ava ye û tu ziyan lê nehatiye. Em ji vê peyva dîrokî li ku ne?
Bê gûman, dûbare dikikim, ger ne bi yek peyamê bin wê dengê Kurd di wê çarçoveya teng de bimîne, wê dengê wan jî neghêje netewên cîhanê.
Ev jî wê diyar be piştî peymana li Başûrê rizgar ji Kurdistan. Êdî gelê Kurd li xwe xwedî derdikeve, bi yek giyanê Kurd perwerî doza xwe şîrove dike .
Ma wê ji bilî vê birçîbûnê û penaberiya nayê salixdan di kampên werzê Zivistanê û xazên li wan dibarin dema ji Rojava direvin Bakur??
Kî berpirsê vê valabûna navçên kurdî ne? Kî koçber dibin û ji bona çi sideman? Kî cugrafiya nexşe bajajarên Kurdî dughere û kesên biyan bi cih û war dike? wiha nifş jî dûrî civaka xwe dikevin û dûrkirina çareseriyê bi ramaneke azad di pêşerojeke kurdperwerî de .
Bi dumahî, ev pirsên ku divête di rojeva me rewşenbîra de bin .û lêkolîn bi lêhûrbûn, civat jê re ava bibin bo avabûna civakê bingeha dewleteke serbixwe.[1]