Stratejiya Obama û Tektîkên #Kurdan#
Dawud Çîçek
Piştî ragihandina serokê Emerîka Barak Obama ji stratejiya Emerîka bo lawazkirina DAIŞ û marjînal kirin û dawiyê jinavbirina ew hêza terorîst ku weku metirsiyek li ser berjewendiyên Emerîka û welatên hevpeyman dibînin, rewşa Êraq û Sûriyê dikeve qonaxeke nû, her weha li gor stratejiya Obama erkên nû dikevin pêşiya xelkên navçeyê û Kurd bi taybetî ku çawa bikarin rola xwe ya sereke div ê qonaxa nû de bilîzin.
Hêjayî gotinê ye ku dîsanê hin welatên herêmî ku xwe bi dostê Kurdan dida nasandin Kurd bi tenê hêştin û ew yek hate nîşandan ku ger “mirov pişta xwe bi xwe nexwrîne kes ji mera re naxwrîne”. Hêjaye ku em behsa berxwedana hêzên pêşmerge ên qehreman û şervanên azadiyê yên YPG û HPG jî bikin ku bi rastî bi qehremaniya xwe axa Kurdistanê parastin û derbeyek mezin li terorîstan dan. Îro jî hêza Kurdî dibe hêza herî aktîv li ser erdê ku stratejiya Emerîkayê pişta xwe didêyekê weku hêzekî serekî bo jinavbirin û tunekirina terorîstên DAIŞ`ê û rizgarkirina axa Kurdistanê.
Yek ji lingên herî serekî ya stratejiya Obama ew bû dema ku got: “Êdî Emerîka xwe naxe nava şerekî nû li navçeyê. Obama weku alîkariyek serbazî bo hêzên Êraqê û pêşmerge ferman bo şandina 25 milyon dolarên Emerîkî jî da.”
Eve li Êraqê lê belê bo cîbecîkirina stratejiya Obama li Sûriyê jî erkekî nû dixe pêşberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG (ku hêza herî zêde di sal û nîvekê de şerê terorîstên DAIŞ`ê bi dijwarî kir û gelek qurbanî dan û navçeyên Kurdî ji komkujî û enfalê parast û berxwedaneke bê hempa li Kobanê û Cezaa , Hesekê û Efrînê nîşan da.) çawa ku niha xelkek ji navê DAIŞ ditirse, her weha jî DAIŞ ji navê YPG û YPJ ditirse eve ne ji xwe ye belku bi tarzê xwe yê leşkerî û bîr û bawerî û îradeya polayîn pişta wan şikandiye.
Stratejiya Obama a şerê li dijî DAIŞ wê yekê li ser Kurdan ferz dike ku hêj zêdetir rêz û hêza û helwesta xwe bixin yek, hemû partiyên Kurdî li şûna êrişkirina rêveberiya xweser û kantonên heyî û xwe xistina bar li ser pişta rêveberiyan herî zêde bikevin diyalogê û xwe tevlî kar û xebatan bikin, xwe tevlî hêzên YPG û YPJ bikin û hêza wê zêde bikin û ji niha ve perwerdekirina gênc û xortan bête kirin daku Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi tektîkên xort bikarin armancên stratejîk bi dest bixin.
Li ser vê bîngehê di baweriya min de dive, Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) jî xwe ji nûve berçav re derbas bike û xwe fermete (Format) bike, giranî bidin hêza leşkerî ya li ser erd, bi dîtina min li şûna ku partiyên Kurd xortên Kurdan bişînin nava opozisyona çekdarî ya Artêşa Azad û komên dinê, bila navên tabor û ketîbeyan li xwe bikin û di perwerdeya YPG re derbas bibin û bi ferman û tektîkên YPG tev bigerin . Bi baweriya min ewê bikarin serkeftinên mezin bo pêşewrojê bi dest bixin û eve dê di qazanca hemû gelê Kurd li Rojava û li tevahiya Kurdistanê de be.
Çawa ku îro gerîlayên HPG û YPG û Pêşmerge li başûrê Kurdistanê di yek sengerî de weku bira pişta xwe dane hev û şerê DAIŞ dikin û ax û gelê Kurdistanê diparêzin di bweriya min de bi hêsanî dikarin li Rojavayê Kurdistanê we yekîtiyê çê bikin. Weku çawa armanca serekî ya Emerîka û Obama parastina berjewendiyên gelê Emerîkayê ye divê armanca serekî ya hêz û partiyên Kurdî jî berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê be… Hêviyên me mezin in û serkeftin wê ya gelê Kurd be.
[1]