DAIŞ NIKARE HESEKÊ KONTROL BIKE
Idrîs Hiso
Ev heye demek ku Rêxistina Dewleta Islamî li Iraq û Şame (#DAIŞ# ) ya tundraw hewil dide ku bajarê Hesekê kontrol û dagîr bike, bajarê Hesekê bi mezintrîn bajar li herêma Cezîrê û her wisa bi navenda parêzgehê tênasîn.
Aya DAIŞ dikare Hesekê kontrol bike?
Herêma Cezîrê an parêzgeha Hesekê herêmek Kurdistanîye, fire -netew û ol e , Kurd, Ereb, Aşûr,Siryan û Çeçan lê dijîn, her wisa Musilman, Xirstiyan û Êzdî mîna parêzgeha Neynewa û bajarê Mûsilê li Başûrê Kurdistanê.
Di baweriya min de Da’iş nikare vê parêzgeha Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê kontrol û dagîr bike ji ber gelek faktor û sedeman:
1 – Ji ber bêtir xelkên herêmê û bajar Kurd û Xirstyan in û Da’iş nikare himbêzek germ li nav wan bibîne, anku civaka Kurd û Xirstyanan wê bi temamî red bikin.
2- Her wisa akinciyên Ereb li bajar û heremê bi giştî Da’iş û kiryarên wê nabijrînin, û jê ne piştrast in mîna ku ji Kurdan piştrast in, nemaze ku wan dît bê Da’iş li Reqa û Mûsilê çi bi serê xelkê anîn.
3- Muslmantî li def Erebên Cezîrê bi giştî ne Muslmantiyek tûnde, bi giştî çanda miletê Kurd ji aliyê civakî de serdest e.
4- Çend hêzên Ereban mîna Şemer hemahengiyê li gel Kurdan dikin û dixwazin pêkve seqamgêriya herêmê biparêzin.
5- Hebûna hêzeke çekdar bi rêk û pêk (YPG)û xwedî ezmûneyek baş û biserketî di şerê dijî têrorê de, naxwasim dijî Da’iş li herêmê û hembêzkirina xelkê ji vê hêzê re, bi taybet dema şer dikve nava bajarên Kurdî wek mînak (Berxwedana Serê Kaniyê) berî niha.
6- Di dema ku şer nêzî bajarên kurdî dibe, kêm zêde hêz û partiyên Kurdî hin nakokiyan paşguh dikin (tevlîbûna gêncan di refên YPG) de.
7- Bîr û baweriya hemû pêkhateyan li Rojavayê Kurdistanê û têgihştina wan li ser parastina aştiya sivîl li herêmê, çinkî ew dizanin kesek serkeftî ji şerê navxweyî dernakeve.
8- Nimûna Başûrê Kurdistanê û parastina pêkvejiyan û aştî û seqamgêriyê ji bo hemî pêkhatiyên herêmê bê cudabûn di navbera netew û olan de.
Heger pêkhatiyên bajar û herêma Rojavayê Kurdistanê rastiya pêkvejiyanê û parastina asayîş û seqamgêriya xwe, û qebûlkirina rola netewa Kurd wek netewek sereke di Rojhilata Navîn de nas bikin, dê herêma Kurdî û herêm bi tevahî bikaribe vê qonaxa zor derbas bike, bi kêmtrîn xesaret û zortirîn sûde û wê karbin paşerojek ronîdayî ji zarokên xwe re bibînin…[1]