Şêwekar Ferîd Hiso “Min biryar da ku ez di jiyana #şêwekar# iyê de nav û cihê xwe çêkim.”
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
Destpêkê wekî hevrikiyê di navbera min û bavê min de ji aliyê şêweyan ve çêbû
Şêwekarê ku min kesayeta xwe di karê wî de didît Murteda Katozyan bû.
Ez bi rûnî (zeytî), bi kûmir( Fehim) û li ser camê jî diresimînim.
Bi rastî tişta herî zêde me astengî jê dikêşan û ta vê demê jî em wan astengiyan dikişînên, peydanebûna alavan e.
Piştî ku civaka me ji şêwekarên xwe hay bûye, êdî ew jî bendewar û çavdêrê berhemên me ye.
Wekî şêwekar , Ferîd Hiso kî ye,li kû û kengî ji dayîk bûye?
Ez Ferîd Ebdulkerîm Hiso me.Di 20’ê meha 11’an li sala 1976’an li gundê Xirbê Iniz, ku li ser rêya Hisiça ye, زHisi.la 1976’an li gundê Xirbit0’ê meha 11’ani dayîk bûye:ji dayîk bûme.
Di 3’ê saliya xwe de em hatin bajarê Qamişlo û li taxa Kornîş bi cih bûn.
Xwendina xwe ya seretayî ta refa 3’yan min li dibistana Lîwaa qedand.Paşê ez çûm dibistana Mesarif û ta refa 6’an ez li wir mam.
Xwendina xwe ya amadehî li dibistana Erebistan û ya navendî li sanewiya Çandinî bi pilene bilind min bi dawî kirin.Peymangeha Çandinî li Helebê ji min re derket, lê ji ber hezkirina min ji şêwekariyê re, çi xwesteka min ji xwendina çandinî re êdî hew ma û min biryar da ku ez di jiyana şêwekariyê de nav û cihê xwe çêkim.
Di sala 96’an de ez çûm leşkeriyê.رجل يدخن
Bi çi rengî we behreya şêwekariyê li cem xwe dît?
Bavê min gelekî kêfa wî ji şêwekariyê re dihat. Dema ku em zarok bûn bavê min carekî li ser dîwarê mala xalê min şêwe û resmên gulan çêkirin û pirî caran li ser lênûskên me jî qaz û quling çêdikirin, vê yekê bala min gelekî kişand û min di 9 saliya xwe de biryar da ku ez şêweyan çêkim.
Destpêkê wekî hevrikiyê di navbera min û bavê min de ji aliyê şêweyan ve çêbû, bi domana demê re resm û şêweyên min ji yên bavê min xweşktir bûn.
Di vê qonaxê de min rêya xwe dît û dest pê kir.
Li dibistanê dema ku di waneya şêwekariyê de mamosteya me bixwesta ku em sêvekê çêkin, min komek ji mêweyan çêdikir.Gelekî kêfa mamoste dihat û her cara ku min resma xwe pêş bikira pela min jê dikir û ji xwe re dibir. Bi vê yekê bawreîya min bi min zêde bû û ez her bendewarê waneya şêwekariyê bûm li dibistanê.Ji refa yekê û pê de, her timî rêznameyeke serkeftinê didan min ji ber şêwekariya min.
Her ez mezin dibûm, hezkirina min ji şêwekariyê re jî bêhtir dibû.
Hûn tevlî çi peymangeh û korsên hunerî û şêwekarî bûn, an bi renngekî xweser hûn hîn bûn?
Ez tevlî tu cih û korsan nebûm, lê min ji xwe re pirtûkên hîndariyê tanîn, hem pirtûkên nexşnivîsê(Textît) hem ên şêwekariyê.Bêhtir pirtûkên Mihyedûn Talo min dianîn, li pirtûkxaneyên me tiştên ku me dixwestin gelekî peyda nedibûn.
Min diviya rêya serwerên şêwekariyê bişopînim, her min li Tabloya Monalîza dinihart, ez lê diponijîm.Ji vê yekê dema ez li leşkeriyê bûm, min şêweyê Monalîza li bin konê xwe çêkir, piştî ku hevalên min ew şêwe dît gelekî nav bi min dan , êdî baweriya min xurtir bû.
Ez dikarim bêjim jixweber ez hîn bûm.
Li leşkeriya xwe jî ez ji seqaya şêwekariyê dûr neketim, dema ku fermandarê hengê resm û şêweyên min dîtin, di cî de ez kirim rêvebirê şêwegehê.
Ji ber cihê leşkeriya min li Himsê bû, ez her timî dadiketim bajêr, li wir min Corc Karat( Birayê Can Karat) nas kir, her wiha Fayiz Dalatî û Ednan Şêx Usman jî. Wan her sêyan ez hînî tiştên nû kirim û bi saya wan jî min gaveke din avêt.
Şêwekar û dibistanên nimûne ji bo te kî bûn ?
Min gelek şêwekarên navdar dişopandin, lê şêwekarê ku min kesayeta xwe di karê wî de didît Murteda Katozyan bû, ji ber şêweyên wî jî her trajîdya û xembarî lê hebûn, ez jî di şêweyên xwe de êş û xemgîniyê raber dikim.Ez ji dibistana rasteqîn (Waqi’î) nêzîk im, serboriya min di şêweyên veder (Tecrîd) de kêm e.
Alavên ku hûn bikar tînin ji bo şêwekariyê?
Ez bi rûnî (zeytî), bi kûmir( Fehim) û li ser camê jî diresimînim, rengên li ser camê Vêtrayî ne vekirî ne.Yên rûnî masûre ,hetwan(merhem) û havlêk(firçe) ne.Her wiha bi rengên avî jî şêwyên xwe çêdikim. Li van deran peyda nabin, pirî wan ji Şam ,Lubnan û îmaratê ji min re tên. Ji ber ku divê resm şahîk be, da spehî derkeve.Li ser granêtê jî dikolim, û şewata li ser textî jî dikim. Her tişta ji hunera şêwekariyê nêzîk be kêfa min jê re tê û karînên min tê de heye.
Lê herî zêde ez di şêweya kumirîn(Fehmî) de ez xurt im û kêfa min pir jê re tê.
Di destpêka karê xwe de we çi astengî kêşan?
Bi rastî tişta herî zêde me astengî jê dikêşan û ta vê demê jî em wan astengiyan dikişînên, peydanebûna alavan e.Ji ber em ji derveyî welêt dixwazin, dema ku werin jî dibe ku ne bi dilê me bin.
Ji xwe di destpêka min de jî, me nedikarî tişta li gor dilê xwe çêkin, anku folklor û serwerên Kurdan qedexe bû ku em çi tiştan ji bo wan çêkin.20170407_142707-1
Wekî din jî li ser asta civakî, tu kesî destek neda me, ne jî bûn asteng ji me re.
Civaka Kurd , çawa li şêwekarîyê dinihêre û bi çi pîvanê dinirxîne?
Guhertin di navbera îro û duh de heye.Navend pir bûne û êdî endamên civakê nêzîk in ji tabloyên me.Helbet civak sedema pêşketina me ye.
Ez bawer dikim sûncê şêwekaran jî bû, bi rengekî berfireh pêşangeh nedihatin vekirin û ne jî şêwe û tablo li nêv milet nedihatin belavkirin, lê roja îro guhertin çêbûye. Piştî ku civaka me ji şêwekarên xwe hay bûye, êdî ew jî bendewar û çavdêrê berhemên me ye.
Ji bilî şêwekariyê hûn nexşnivîsê(textît) jî dikin, hûn çawa dikarin li ser vê biaxivin?
Wekî min got ez şêwekar im, lê min li tîpan dinihart, di mejiyê xwe de hemî enîşk û goşeyên wê dipîvan û bi rengê resmê min dixwest çêkim.
Ji ber vê yekê min rêya nexşnivîsê şopand, ji ber min dît ku nexşnivîs tekûzkirina şêwekariya min e, anku hev du temam dikin.
Ez bi xêzên (Xet) Nesix,Elfarisî, Dîwanî,Ruq’a ,Kûfî û Hunerî dinivîsim.
Ji ber ku ez debara mala xwe jî bi textîtê dikim, ez neçar mam dewam bikim.Ez bawer im ku roja îro xêz û nexşnivîs jî ketiye di warê şêwekariyê de, ji ber carinan em tîpekê dikin şêwe û tablo, çi tîpên Erebî bin çi yên Kurdî.
Berhemên te li kû derê û li çend pêşangehan hatine pêşandin?
Hunermend Eşref Elyas ez vexwestim ji bo vekirina pêşangehekê li Lubnanê, di sala 2011’an de li Lubnanê min û Eşref Elyas bi tabloyên xwe her duyan ew pêşnageh vekir.
Ji bilî wê me bi hevkarî li Amûdê pêşangehek vekir, li Navenda Mihemed Şêxo li Qamişlo û li Navenda Subarto tabloyên me hatin pêşandan.
Di sala 2010’an de jî li Dubeyê min karê şêwekariyê kir û ez hatim vexwendin ji bo beşdarbûna di Pêşbirka Emîr de, lê ji ber hin sedeman ez nemam û vegeriyam welat, bi tenê li Dubeyê min pêşangehek li Elqerye Elalemiye de min vekir.
Herî zêde sedem ji min e, ji ber ez bi debara malê ve daketime ji vê yekê derfet çênebû ku ez li gelek cihan berhemên xwe bidim pêşandan.
Aniha ez karê xwe û vekirina pêşangehekê dikim, di demeke nêzîk de dê were vekirin.
Di tabloyên xwe de bêhtir we giranî daye çi?
Bihtirî xwe ez li ser folklorê Kurdî kar dikim, her wiha tabloyên ku rûdêm tê de diyar be, wekî şêweyê kalemêran.Her çi qas tabloya ku ez çêkim zehmet be, ez bêhtir xwe tê de dibînim û bi kelecanî dixwazim lê kar bikim.
Ji ber çi min rêya folklorê Kurdî şopand,da ku beriya ji nav biçe were belgekirin çi bi şêweyê be çi bi helbest û bi hemî warên hunerê be divê ku were qeydkirin û mayînde bimîne ji hemî nifşan re.
Di bîrdanka me de şêweyên Ewropiyan hatiye kolan, darên kaj û xaniyên sêenîşk her kes çê dike ji ber yên Ewropiyan e.Ji bo çi ne darên tû û xaniyên kelpîç? Ji ber di warê şêwekariyê de ew li pêş in û bi rengekî berfereh belv kirine, em ê jî şaristanî û folklorê xwe li nêv neteweya xwe û li hemî cîhanê bidin belavkirin.
Divê ji vir û pê de em kelpêç û kewên xwe biresimînin.
Sedema Mayîna we li vir çi ye, Gelo vexwendin ji derveyî welat ji we re hatiye?
Ji Almanya û hem ji başurê Kurdistanê jî vexwendin ji min re tên, lê kêfa min ji xerîbiyê re nayê.Yekem car di jiyana xwe de ez sê salan li Lubnanê mam.Lê ez gelek êşiyam û her min digot ez fetisîme. Dema li Lubnanê min tabloyên xwe didan xelkê, hestekî xembariyê bi min re çêdibû , ji ber min digot tabloyên min li vir yê xerîb bimînin lê li welat tabloyên min her li cih in.Min biêş digot ez ê vegerim welatê xwe û tabloyên xwe bê buha bidim miletê xwe, da dema rojekî me koç kir jî her berhemên me li nêv miletê me bimîne.20140309_182503
Her çi qas xelk dibêjin ku şer û tirs li vir heye, lê ez xweşî û kêfê her li vir dibînim.
Ji bo şoreşa Sûrî û ya Rojava bi taybet we çi pêşkêş kiriye, û hûn ê çi pêşkêş bikin?
Helbet kêmasî ji milê me ve heye, ji ber wekî şêwekar hîn em negihane hev û me hevbendiyek ji bo pêşkêşkirina tiştekî ji vê şoreşê re çênekiriye.
Dema ku hin pêşangeh ji bo vê yekê vedibin jî, ez lê beşdar nabim ji ber tu hest dikî ku her tabloyek tiştekî dibêje û her yek ji deverekê ye.
Anku tiştekî hevpar û dagirtî ji bo şoreşê hîn nehatiye pêşandan.
Em dikarin Kobanê bidin mînak,diviyabû ku me ew mêrxasî û trajîdya, bi giştî bikira şêwe û li temamî cîhanê belav bikira.
Rêveberiya Xweser bi çi rengî ji we û tabloyên we nêzîk dibe, gelo çi alî piştgîriya we dikin?
Ez wekî kesayet, hîn tu kes ji min nêzîk nebûye û astengî ji min re çênekirine, lê gazinda min ew e ku aliyên têkildar bi mijarên şêwekariyê ve bi tenê xwe li çend kesan digirin û gelekan ji bîr dikin, bi rastî kêmasî di vî warî de hene. Ez bi xwe sedemê nas nakim çima, lê tekez dikim ku sedem ne siyasî ne.
We di rêya tabloyên xwe re diviya çi peyamê bigihînin?
Xwesteka min di vî barî de bêhtirî xwe neteweyî ye, min divê ji tevahî cîhanê re tekez bikim ku Kurd hene, ne kêmî miletên cîhanê ne.
Ger tu Îtalî bî yan Ferensî bî, Kurd jî bi qasî te behreya xwe heye , lê dibe ku mercên aborî û ewlehî kelem li ber me danî bin, lê nabe sedem ku fikr û destên tu kesî ji yên me xurtir bin.
Şêwekarî li Rojava, ber bi kû ve diçe…Pêşketin an paşvemayîn?
Na, pêşketin heye û gelekî jî.Em çirûskeke xweş dibînin û geşbîn in ku tiştine baş dê werin kirin.
Lê car dî dibêjim, divê ku em jî wekî şêwekar xwe li hev dû bigirin û hevbendiyeke baş ava bikin.
Gotina dawî
Hêviya min ew e ku em bi tu bendan ve ne girêdayî bin, û bi serbestî karê xwe bikin.
Her wiha banga min ji bo hemî şêwekarên li derve heye,ku li welatê xwe vegerin, ji ber pêwîstiya welat bi wan heye di dema îroyîn de.
Divêm bibîr bêxim ku, kesê ji pêşî û ta aniha jî hevkar û alîkar e li gel min, Birayê min Wehîd e. Sipasdarê wî me li ser ked û alîkariya wî ji bo min.[1]