#Hunermend# Şefîq Bavê Re`ed Ji Bûyrpress Re Diaxive:
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
Min Ji Gelek Partiyan Re Gotiye: Eger Hûn Bibin Yek Ez Amade Me Xwe Li Ser Dika Şanoyê Bikim Qirdik.
– Di meh û nîvekê de min Qurana Pîroz xitim kir û di sala ku ez ketim dibstanê de ez bûme pola çaran
– Hunermendên navdar kîn davêtin min, digotin ev ê “Hebezbenî” ji me navdartir bûye
– Yekem şahî bi awayekî fermî min lêxist di sala 1973an de bû li gundê Riçabiya, yê mala şêx, û saz û awaz li wî gundî qedexe bûn.
– Ji nifşê nû ez li Şeyda û Sefqan guhdar dikim.
– Hevalên min yên partî ji min re gotin nabe tu xwe bispêrî P. Celîlê Celîlî, bazirganiyê bi filiklorê Kurdî dike, ew dizê filiklor e.
Şefîq-Dawîîîî (1) “Ez Şefîq im bi navê bavê Re’ed têm naskirin, bi xwe xortekî kurd im, ji Kurdistana Bakur im. Me xwe li vê derê dît û em li vê derê mezin bûn, di sala 1948an de jidayik bûm, xwendina min ta pola 4an e, bavê 8 zaroka me, tembûrvanê heremê me, wilo hatime naskirin”
– Tu çawa hînî kultor û filiklorê kurdî bûye, te çawa ewqas kultor û filiklor ezber kiriye?
Ez zaro bûm temenê min 8 sal bûn xalekî bavê min hebû jê re digotin Ûnisê Çelebî, tembûrvanekî ser asta Kurdistanê tev de navdar bû, tembûrvanekî bi nav û deng bû ez bi zaroktî bi bavê xwe re diçûm cem. Di dawetê de, dawet sekinand û hat pêşiya bavê min, çend fîşek berdan, kêfa xwe jê re anî û hevdû maç kirin, got ev kurê te ye xwarzê, bavê min got erê, bi ser min de daqûl hat, ez maç kirim, got kêfa te ji tembûrê re tê? Min got erê, destê xwe li pişta min xist got tê bibe tembûrvan, ez bi gotina wî germ bûm, hema biçûkanî jî min destê xwe wilo dikir, wek ez li tembûrê bidim.
Wextê min rahişt tembûrê di roja pêşî de min 3 awaz lêxistin, xwediyê tembûrê matmayî ma, got bera ji te re be tê zû fêr bibî.
Di 3 mehan de ez bûm tembûrvan, di warê hunera şahî û govendên kurdî de milet nema rê da min ku ez jê derkevim. Min xwe di helbestên dîrokî de gelekî nedît, ji ber ku xelkê rê neda min, hema min xistin warê şahiyan de û bi vî hawî min berdewam kir.
– We karê xwe yê şahî û ahengên kurdî çawa dişopand, ew şahî çawa bûn?
Şahiyên me yê berê gelekî xweş bûn, ez wan di ser yê niha re digrim, ana 2 – 3 saetan dîlan dikin û hew, berê her ahengek 7 şev û 7 rojan min bi tenê lêdixist, berê ev nazikî û paqijî tunebû jî, em pê kêfxweş bûn, û me bi vî rengî jiyana xwe derbas dikir
– Amûrên we yên mozîkê çi bûn û we çawa ew diafirandin?
Tembûr bûn, ez bi xwe ne ji bav û kalan de sazbend im malbata me bi xwe saz qebûl nedikir, tembûr tenê kêfa min jê re hat û ket nav lepên min de û min xwe fêrî wê kir.
herweha kemançe, def û zirne jî hebûn, min xwe nêzîkî van tiştan re nedikir.
– Gelo hîn tiştên filiklorî di tûrê bavê Re’ed de veşartî hene?
Tiştên filiklorî ên hilandî ên pir hene, ji wan ew tiştên ku ana nema kesek dibêje, me ji wan re digotin meqamê Hêlanê, wextê keçik di rojên cejnê de diketin hêlanê û hev dû dihejandin, meqamê Destaran, û Paleyê hebû. Di şahiyan de meqamê Koçerî jê re dibêjin Narincok, lê di vê demê de hatine pêçan û hilanîn, nema tên gotin.
– Ku Bavê Re’ed nebana hunermend di dilê xwe de dixwest bibe çi?
Rewşê ez kirim hunermend ku ji wilo xweştir bana ez ê bibama alimek li gor ku ez texmîn dikim, di meh û nîvekê de min Qurana Pîroz xitim kir û di sala ku ez ketim dibstanê de ez bûme pola çaran, yanî hişê min ji xwendinê re pir xurt bû, niha jî zarokin min hene, gelek ji wan re dibêjin win li bavê xwe nehatine, yek ji wan hunermend, nivîskar, xweşnûs, şêwekar û wênekêş e, bi destan wêneyan çêdike, û her sê dî jî niha karê hunerê dikin, ji min fêr bûn û li min zêde kirine, ez dibêjim ku ez nebama hunermend belkî ez bubama zanyareke xurt xurt.
– Gelo piştî çend salî ji kar û xebata hunerî hûn hatine xelatkirin?
Berî du salan mamoste Derwêşê Xalib di Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî de hevdîtinik li mala Konê Reş bi min re lidar xist û got nêzîk ne dûr em ê te xelat bikin, hîn ciwanî bi te re heye em ê te xelat bikin.
– Hunermend Bavê Re’ed helbestên kê ji helbestvanan te kirine sitran?
Seydayê Cegerxwîn rehma xwedê lêbe ew û birê min ê mezin hevalê hev bûn ji damezrênerê partî bûn, û kêfa min gelekî jê re dihat û carna em bi hev re rûdiniştin, lê mixabin ez vala nedibûm ku helbestê wî bikim stran.
“Guhek min deng jê nayê min, ji ber ku zilamê rêjîmê buks lêxistin û perda guhê min qetandin, û ta nehiştin ez her ser textor jî. Sedema girtinê jî ku kesine xirab di min de hildabûn û gotibûn Şefîq kesên ku ji leşkeriya rejîmê direve, ew wan derbas dike Başûr ta ku tevlî şoreşa Berzanî bibin”
– Tê bîra te şahiya yekem ku hûn çûnê, û we çiqas buhayê wê şahiyê stand?
Bi rastî destpêka min ne şahî bûn, destpêkê ez diçûm şahiyên piçûk yê dost û hevalan, mîna xwestin, xelat, sinetkirin, û şevbuhêrk. Lê yekem şahî min lê da ya min bû. Dûv re ez navdar bûm, vêca hunermendên navdar kîn davêtin min, digotin ev ê “Hebezbenî” ji me navdartir bûye. Lê tê bîra min yekem şahî min lê da, ya dostekî min bû, bi zorê çil wereqeyên Sûrî dane min. lê yekem şahî bi awayekî fermî min lêxist di sala 1973an de bû li gundê Riçabiya, ew jî gundê mala şêx bû, û saz û awaz li wî gundî qedexe bû. Wê rojê min ta se’et nehê bi şev ji xortan re lê da, lê ji nişka ve min dît diya zavê hat, bi noqa min girt û min bi zorê bir nav keçan, min ji se’et neh ta deh û nîvê şevê li cem keçan jî lê da, dûv re ez rawestiyam û min ji keçan re got: Li min guhdar bin, em hemû xweşk û birayê hev in, eger hûn werin nav xortan ez ê berdewam bikim, lê eger hûn neyên, ez careke dî nema ji we re lê didim.. ji min re gotin bimeşe û em li dûv te, û min ew bi xwe re birin hewşê nav xortan û govenda keç û xortan lidar ket..
– Di wî demê de, rêjîma Sûriyê astengî ji karê we re çêdikirin?
Me ti car hesab nedikir.. carekê em xort li hev civiyabûn, ji nişkave hindekan li derî da, min vekir, min dît ku “Mekteb sanî” ye, ji min pirsîn ev kî ne, min got, heval û cîranê min in, ji min re gotin ev cara dawî ye ku tu civînê wisa çê dikî..
– We şahiya kîjan kesayet yan malbatên navdar di deverê de lidar xistiye?
Xelkên gundê Qoşanê û Til Erbîd, eger ne ez bama şahiyên xwe lidar nedixistin, herweha min şahiyên gelek kesên niştimanperwer lidar xistine.
Min şahiyek ji bo kesên siyasetmedar lêxist, dema ku ji zindanê hatin berdan, ew jî di salên 1970ê de ji bo cejna jinê hatibûn girtin.
– We çend albom tomar kirine?
Çar kasêtên min tomarkirî hene, yek ji wan pêkenok e, yek bi zimanê Erebî û Kurdî ye, yek dîlana Şêxanî ye, û ya dawî dîlana Kurmancî ye. Min her çar di şevekê de li tomargeha Efrah tomar kirin, guman dikim ew jî di sala 1987an de bû. Lê yên li mala min gelek tomar kirine.
– Tiştin balkêş ku di şahiyan de bi we re derbasbûne,”pêkenok bin, yan jî xemgîn bin”?
Wexta ez zaro bûm, ez di ser serê 4 keçan re bûm, cîranê me gelekî kêfa wan ji min re dihat, yek ji wan hebû her dem min radihiştê û stran ji min re digotin, piştî ez mezin bûm carekê ez çûm gundê Sinceqê ta ez şahiyekê lêxim, li wê şahiyê jinek pîr hebû, beramberî min rûnişt, û ma zîq li min dinerî, dawî piştî min pirsî min nas kir ku ew pîra han cîrana me ya gund bû, ya ku min biçûkanî radihiştê, û bihîstibû ez ê werim, hatibû li min temaşe bike.
– Hûn çima niha stranên di tûrikê xwe de carek din tomar nakin, yan jî wan bixin bi dîmen”Vîdiyo kilîb”?
Ez qet ji bo dana hunerê çavtengiya nakim, kî bixwaze ez bêberamber didim, gelek heval ji min re dibêjin mala te navenda çandê ye, herweha nifşê nû tên û yê kevin jî. Gelek nifşên nû hene, qenciya min jibîr nakin, min gelek fêr kirine û alîkarî bi wan re kiriye.
Ji xwe ji dibistana min sê pispor hene,li min zêde kirine, her sê jî zarokên min in.
– Ev bû 6 sal ku şoreş li sûriyê û li Rojavayê Kurdistan lidar e, hûn di ahengan de ne amade ne, gelo çima?
Bi rastî ez pir westiyam û zordarî li min bûye, ez di bin işkencê de mame, û min lêdan xwariye, û niha guhek min deng jê nayê min, ji ber ku zilamê rêjîmê buks lêxistin û perda guhê min qetandin, û ta nehiştin ez her ser textor jî. Sedema girtinê jî ku kesine xirab rapor bi min hildabûn û gotibûn Şefîq kesên ku ji leşkeriya rejîmê direve, ew wan derbas dike Başûr ta ku tevlî şoreşa Berzanî bibin . herweha dihate gotin ku ez xelkê direvînim Başûr.
Ji ber ez serbixwe me, ez xwe diparêzim, ez gelekî westyame, min 22 salan xizmetiya koma Botan kiriye. Niha ger hemû bibin yek, ez amade me ku ez tev li her tiştî bibim.. ez her dem lava dikim ku bibin yek û bera ez bibim qurbana wan. Min stranek amade kiriye tê de dibêjim ku dermanê me yekîtî ye, min gelek tişt tê de xwestine lê tu kes li min guhdar nake.
– We ji bo vê şoreşê û pakrewanê vê şoreşê hin stran çêkirine?
Ez pir alîkar im di vî warî de, min stranek li ser Kobanî çêkiriye ew jî ji gotin û awazên min in, lê dibînim strana min cihê xwe nagire. Min strana xwe pêşkêşî kenala Ronahî kir, ji min re gotin tiştekî din ji me re bêj, gelekan li ser Kobanî nivisandiye. Dibe ji ber ku min tê de behsa Pêşmergeyan jî kiribe nehatibe qebûlkirin.
– Ku hûn bi tena xwe dimînin, hûn li kî guhdar dikin?
Gelek hene ku li wan guhdar dikim, ez bêtir li Mihemed Şêxo guhdar dikim, me bîst sal bi hev re hevaltî qedandiye, min ew bi Rif`etê Darî da nasîn. Ji nifşê nû ez li Şeyda û Sefqan û hevalê min yê ji gundê Refrefa û ku navê wî Bavê Salar e guhdar dikim.
– Şîret û qewîtiya te ji nifşê nû re ku riya hunerê şopandine?
Ew çiqas pêşkevin divê filiklor û keleporê kurdî ji bîra wan nere, eger ji bîra wan here, wê Mihemed Şêxo û Cegerxwîn jî ji bîra wan herin. Filiklorê me pîroz e. li Ewropa tembûra hunermend Ûsivê Çelebî di mozîxanê de ye, nabe em wan jibîr bikin.
Şefîq-Dawîîîî (1)
– Hemsalên te yên wê demê kî bûn?
Ez û hunermend Mihemed Şêxo hevalên hev yên nêzîk bûn, em ê salê ne, ez û Se`îd Gabarî du salan xweş bi hev re derketin şahiyan. Nezîr Mihemed hebû.
Ez gelekî nêzîkî mamoste se`ed Ferso me, kêfa min ji wî û hunera wî re tê, ew rengê Mihemed Şêxo dibêje, û cihê xwe di hunera kurdî de girtiye.
– Hunermendê herî baş, ku di fililor de şareza û serkeftî ye, di nerîna te de kî ye?
Yên berî min Ûsivê Çelebî bû, dûv re rehmetiyê Hizniyê Şêxî bû, û Se`îd Gabarî.
– P.Celîlê Celîlî ji bo te hat Rojava, çima tu pê re rûnenişt?
Rast e, di salên Heyştê de dema hat, ji Cegerxwîn û Hisênê Tofo re gotibû ez ji bo Şefîqo dageryame Qamişlo divê ez wî bibînim, lê mixabin hevalên min yên partî ji min re gotin nabe tu xwe bispêrî vî kesê ku bazirganiyê bi filiklorê Kurdî dike, ew dizê filiklor e, min jî bi ya wan kir, ji ber ez ji hêla hevalên xwe de xwedî bawerî bûm, lê ez pir poşman bûm ku ez pê re rûneniştim.
– Qedrê hunermendan li Rojava heye?
Carekê ez û hunermend Se`ed Ferso û Hisênê Tofo û Kamîranê Hesarî civiyan, me xwest ku partiyên me alîkariyê bi me re bikin, ji ber em nikarin kasêtekê ji xwe re tomar bikin, lê wan bi yek gotinê ji me re gotin: Eger hûn xizmeta me bikin em ê alîkariyê bi we re bikin. Me ji wan re got em nikarin xwe wek we bikin sed perçe, lê eger hûn bibin yek ez ê ji bo we li ser dika şano xwe bikim qirdik.
– Gotina te ya dawî?
Ji hunermendan dixwazim yek bin, bira bin, nakokiyan ji nav xwe hilînin, li hev rûnin û alîkar bin. Divê hunermend serbixwe be û xwe erzan neke.[1]