Nivîskar û Şêwekar #Amir Ferso# :Rêjîmên Dîktator Tenê Nivîskarên Kole Dixwazin
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
Nivîskar û Şêwekarê Kurd Amir Ferso Ji Bûyerpress Re: Rêjîmên Dîktator Tenê Nivîskarên Kole Dixwazin, Ku Li Wan Miqate Bin.
– Rêjîma Sûriyê du caran weşandina pirtûka min “Helbestvan û Qemçîbaz” qedexe kir.
– Qelsbûna rewşa çand û hunerê di R.K. di sê xalan de tê: Abûrî, civakî û ya herî bi bandor siysî ye.
– Niha min 23 tablo ji dîroka “Hûrî û Mîtanî” hilbijartine û ji bo avahiyeke girêdayî partiya PYD, amade kirine.
“Amir Ferso di sala 1975 an de li bajarê Amûdê – Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye , û ew hîn li bajarê Amûdê dijî.
Di warê çand û hunerê de xwedî têkilî ye, şano û kurtirîn çîrokê dinivîsîne, û di hin rojname û kovaran de diweşîne, li hêleke din jî hunera şêwekariyê bi taybetmendiyeke kesayetî û herwiha bi şêwazekî teknîka taybetbikar tîne”.
– Ji beşê nivîsandinê em destpê bikin, we kengî û çima berê xwe da nivîsandina çîrok û şanoyê?
Min di salên 90î de hewildanên nivîsandinê kirin, lê ji ber sedemên, abûrî, siyasî, û temenê biçûk, min ew berhemên xwe yên asan paşguh kirin, lê min dev ji nivîsandinê berneda, lewma di despêka sala 2000an de min pirtûka xwe ya bi navê ” Helbestvan û Qamçîbaz” amade kir ji çapkirinê re lê mixabin ew nehat çapkirin ta sala 2010.
Ji hemû beşên wêjeyê min şano û kurtirîn çîrok hilbijart ji ber ku şanoyê karîbû bi sîngeke fireh hemû raman û nameyên min himbêz kiribe û giyan diba xwendevanan .
Ji hêleke dî ve hemû nivîskaran berê xwe dane helbestê û dûrî beşên din yên wêjeyê çûne û ev xal pêwistiya wê bi lêkolînê heye .
– Çima nivîsandin bi zimanê Erebî û ne yê bi Kurdî?
Ji ber ku ez bêtir bi zimanê Erebî jêhatî me. û ji bo zanînê ez bi kurdî jî dinivîsim. Lê mixabin kêmtir ji zimanê Erebî .
– Hûn çi mijaran ji çîrok û şanoyên xwe re hildibjêrin, gelo afrandinin, yan jî hûn hin sûdê ji dastan û serpêhatiyên miletê Kurd dikin?
Di beşê şanoyê de ez bêtir şanoya siyasî û civakî dinivîsim, lê di beşê çîrokê de, ez ramanê çîrokên xwe ji hemû beşên jiyanê hildibjêrim bi şêwazekî nuh nûvejîn dikim û hewl didim ku jiyanê ji nû ve di dîmenên mirî de bafirînim.
15996326_1527384540609720_381696570_n
– Em hinekî li ser nivîsandina we di warê “Şanoya Siyasî” de baxivin, çima ev şêwe? û gelo ezmûneyên vê şêweya nivîsandinê di nav Kurdan de hene?
Ji ber ku êş û derdên vî miletî girêdayî ne bi sedemên siyasî ve, ez li ser têgehên desthilatdarî, setemkarî, azadî û dadmendî şanoya xwe dihonim.
Bi giştî hindik kes şano dinivîsin û şanoya siyasî bi taybetî nivîskarê wê kêm in.
– Em berê xwe bidin naveroka pirtûka te” Helbestvan û Qamçîbaz “?
Pirtûk ji sê şanoya pêk tê. Ew di şanoya “Sultan” bi bêtirsî nêzî serê qûçê desthilatdariyê dibe wî rexne û şirove dike. Di şanoya bi navê ” Eynikên Cinîral” de, Ew raweya ketina derûnî ji wî cînîralê setemkar re berçav dike di dema helwişandina rêcîmê. Di şanoya ” Helbestvan û Qamçîbaz” Ew kar dike ku bêje; yê di zindanê de her dem ew qamçîbaz e, ne mirovê azad û rewşenbîre re ji bo vê sedemê name û armanca helbestvan dibe ku ew qamçîbazê xwe Azad bike.
– Li gor me nivîskar Amir Ferso şopandiye, hûn beşdarî berbaziya nivsandina kurtirîn çîrok bûne, li ku bû, û we çi ji wê beşdariyê qezenc kir?
Ew berbaziya kurtirîn çîrok li Misrê ya bi navê ( Dîwan Elereb )bû. Ez beşdarî vê berbaziyê bûm bi pirtûka xwe ya bi navê ” Razê Mayinê”. Min pileya yekemîn qezenc kir.
– Li ser weşana vê pirtûka te, xwesteka ewlekariya rêjîma Sûriyê çi bû, ku ewqas astengî ji we re çêkirin?
Ku hûn li ser pirtûka şano ya “Helbestvan û Qemçîbaz” daxivin, du caran weşandina wê qedexe kirin û erêniya çapkirinê nedan, ji ber ku mijarên wê siyasî bûn û ne li gorî hişmendî û daxwaziyê rêcîmê ji nivîskaran, ji ber ku rêcîm tenê nivîskarê kole dixwaze û miqateyê lê dike.
– Xwendina we ji rewşa çand û nivîsandinê di Rojavayê Kurdistan de çî ye?
Mixabin rewşa çand û hunerê li Rojavayê Kurdistanê di asteke nizim de ye, û sedemên vê rewşê pir in di sê xalan de cûda dibin, ya yekem aborî, ya duyem civakî û ya herî bi bandor ya siyasî ye.
– Di nav nakokiyan û gelek çarçoveyên nivîskaran de Amir Ferso li kû derê ye?
Amir Ferso ji bo ku xweşikbûn û hezkirinê di cîhanê de pir bike kar dike. Û ji ber vê yekê ew hemû nakokiyan- ku hebin – paşguh dike. Tenê ew kar dike ji bo ku nameya xwe ya mirovahî berdewam bike.
15970467_1527382173943290_70411652_n
– Em bên li ser beşê şêwekariyê, di despêkê de em dixwzin li ser pirojeya we ya bi navê “Mîdiya” baxivin?
Pirojeya “Mîdiya” ji 24 tabloyan pêk tê. Gewreyê wan di navbera ( 1 – 2 ) mitran de ye. Pêşî li navende komela “Subartu” li bajarê Qamişlo di 16-5-2014 de, di pêşangeheke hunerî de bi navê “Şaristaniya Mîdî di hin tabloyan de” hatin pêşkêşkirin. Pêşangeha duyemîn li bajarê Dihokê – Başûrê Kurdistanê di 11-2-2016an de hate pêşkêşkirin bi navê ( Dîroka Mîdiya ) li vê pêşangehê Mûzexana bi navê ( Qeçax ) ya keltûrî ve tablo bi destxistin, ev yek cihê şehnaziyê ji min re bû.
– Niha li gor agahiyan hûn ji bo (partiya PYD) pirojeyekê amade dikin, û navê wê pirojeyê “Dîroka Hûrî û Mîtanî” ye, em li ser vê pirojeyê jî baxivin?
Nuha min 23 tablo ji dîroka “Hûrî û Mîtanî” hilbijartine û ji bo avahiyeke girêdayê ( Partiya Yekîtiya Dîmoqrat ) min ew amade kirine, û di demeke nêzîk de wê berçav bibin.
– Di bijartina navan ji bo pirojeyên we yê şêwekariyê hûn tenê nav dihilbijêrin yan, navaroka tabloyan ji xwendina we ya ji dîrokê re tê?
Jêdera mijar û navên pirojeyên min ji xwendina min ya ji dîroka Kurdî re tê.
– Di vê derfetê de me dixwest hûn hinekî li ser pirojeya we ” Kelha Dimdimê” ya ku hûn xwe jê re amade dikin Baxivin?
Di vê demê de ez pirtûk, belge û hemû jêderên girêdayî bi “Keleha Dimdimê” kom dikim, ji bo ez naveroka vê efsaneyê bi rastiya nêzîktirîn ji mentiqê mirovê Kurd re, wek tablo ji bo civaka Kurdî bi taybetî û gelê cîhanê û evîndarê hunerê bi giştî pêşkêş bikim.
– Ji bilî herêma Kurdistanê hûn beşdarî hin pêşengean bûne?
Wek me da nasîn pêşangeheke kesayetî li _ Subartu – û çend komepêşangehan bûm, wek mînak pêşangeha bi navê ( Serhildana 12ê Adarê ) li navenda Hûrî ya çand û huner li bajarê Amûdê, û pêşangeha bi navê (Newroza Me) li navenda – Mihemed Şêxo – ya çand û huner li bajarê Qamişlo.
aaaaa
– Seqayên we wek şêwekar û nivîskar çi ne, çaxa hûn dest bi pirojeyekê dikin?
Sibehan li ber mûzîkên klasîk ez şêwekariyê dikim, lê dema nivîsandinê şev bi tena xwe dihêle ku ez bêriya pênûsa xwe bikim di wê bêdengiya surişta nazik de.
– Gelo şêwekarê Kurd dikare di riya tabloyên xwe re abûriya xwe xweş bike?
Şêwekarî bi giştî li Rojavayê Kurdistanê tu berhemên abûrî nadin şêwekar, lê şêwekariya nuh û balkêş dikare nirxekî giran bide xwe ji hêlên abûrî, civakî û hunerî ve.
– Nameya nivîskar û şêwekar Amir Ferso çî ye, û ji kê re ye?
Nameya min bi giştî ew e ; ku ez xweşikbûnê di çavên mirovan de vejînim û rewanê azadiyê di mirovan de biçînim.
– Xwena te ya ku tu dixwazî li ser kar bikî çî ye, û ji bo bikaranîna wê çi giring û pêwîst e?
Xewnê nivîskar û şêwekaran nayên jmartin, lê ez dikarim bibêjim xewna min ku sê êş li ser riwê gerdûnê nemînin ew setemkarî, xizanî û nesaxî ye.
– Şîret û qewîtiya te ji nifşê nû re, ku dixwazin berê xwe bidin şêwekariyê û nivîsandinê?
Ez ji wan re dibêjim: Ji bo nivîsandinê pêşî pir bixwînin û bi canekî azad rahêjin pênûsa xwe û binivîsin, di şêwekariyê de ji wan re dibêjim ji surişt, mirov û dîrokê hez bikin û rahêjin rengê xwe li ser asîmanê tabloyê xweşkbûna xwe şanî me bikin.
15970304_1908173906082488_1051707023_n
Gotina dawî?
Gotina dawî …… Ez tu carî li ser xwe nabêjim ez nivîskar yan jî şêwekar im ku ez nameya xwe neghînim mirovahiyê, û di dawiya gotinê ez spasiya Rojnameya Bûyerpress ya birêz dikim, û demên xweş ji we û xwendevana re.
Berhemên destnivîs:
Razê mayinê – kurtirîn cîrok bi zimanê Erebî ( سرَّ البَقاء )
Xulek bêdengî – kurtirîn cîrok bi zimanê Erebî ( دقيقة صمت )
Goristan û Kilor – şano bi zimanê Erebî ( المقبرة و الرغيف )
Nameyên Demjimêra Dawî – şano bi zimanê Erebî ( رسائل الساعة الأخيرة )
Gurzeke Stiriyan – sînaryo bi zimanê Kurdî.
Ev hevpeyvîn di hejmara (57)an, ya rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin.15.1.2017
Wênekêş: Birîndar Ebdo[1]