Hevpeyvînek Taybet Bi Nivîskar Ebas Isma’îl Re
#Abbas Ismaî# l Xalê Nivîskar Û Rewşenbîran ji Bûyerpress re axivî û got:
Berî ez bi Kurdî binvîsim min guh dida Selîm Berekat.. Qenciya min li ser wî heye.
– Em ji gund dihatin bajarê Qamişlo ji bo em li dijî Edîb Şîşeklî derkevin xwepêşendanan, Sînem qîza Seydayê Cegerxwîn rêvebira xwepêşendanan bû.
– niha mixabin rojnamegerî bûye bazirganî berê rojnamegeriya Kurdî ji niha xurtir û aktîv tir bû.
– Geşbîn im ku para me Kurdan wê hebe, lê mixabin Kurd di vê derfeta zêrîn de ji welatê xwe direvin.
– Ferhadê Icmo di helbesta stranî de li ser asta Kurdistanê de, yekemîn e.
– Banga min ji nifşê nû re ku ew şano û romanê binivîsin.
– Aşek li ser çemê “Çexçexê” hebû, jiber ku dengê çexçexê jê dihat navê aş û çem bû çexçex, û carê diya min û jinê gund ji hev re digotin: “Em sibe diçin aşê Çexçexê em ê arvanê xwe bihêrin û em ê ji xwe re barek qamîş jî binînin ji xwe re bikin ‘erzal”.
– Ez yekemîn nivîsakar im ku min Ii ser “Angoraz di meteloka Kurdî de” nivîsandiye.
– Di sala 1946an de li ser riya Hesekê Odak biçûk hebû jê re digotin “Oda Intacê” çi kesê ku ji gundan tiştek anîbana bajêr ji bo firotinê bace jê distandin, anku satilek mast bihata bajêr baca wê distandin.
xalee-ebas
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
“Seydayê Cegerxwîn destê min girt û ez birim dibistana Suriyanan û ji rêvebirê wê Henna Mûrê re got: “Ez dixwazim hûn vî şagirtî di dibistana xwe de tomar bikin”. Yê rêvebir ji Seydayê Cegerxwên re got: ” Seyda tu dizanî ku em nikarin Misilmanan di vê dibistanê de qebûl bikin, jiber ku hin wane hene olî ne, û bi ola me ve girêdayî ne, û ji xwe nimêj jî hene û şagirtên me diçin Dêrê wan nimêjan dikin”!! Cegerxwîn jê re got: ” Wê bi hevalê xwe re waneyên olî jî bibe, û wê here dêrê jî û wê nimêjê jî bike”.
dsc_2534
Navê min Ebas Ibrahîm Isma’îl e, di sala 1938an de li gundê Sada ku dikeve rojavayî bajarê Qamişlo û dûrî bajar bi 10KM an e ji dayik bûme. Wek li hemû deverên Kurdan dibistan tune bûn, min Qur’an dixwend heta di sala 1955an dewleta Sûriyê dibistan di gelek gundan de vekirin û ji wan jî gundê me bû, mamosteyê me ji bajarê Hemayê bû, ez tevlî dibistanê bûm, ji ber ku min Qur’an xwendibû, diya min ez danîbûm li ber destê Melê, lê jina Melê ders didan min jiber ez delalî bûm û diya min mast, nîvişk û hunguv dida wan, yê Mele ez nedixistim nav suxteyan “Şagirtan” de. Mamostê dibistanê, ez jîr didîtim, yekser ez ketim pola duyem de, lê heroj dihat serê xwe bi tepa, min hemû pirtûk û nivîs jê re dixwendin lê min nizanîbû pê re bi zimanê Erebî baxivin, ne lefzek jî, ez mam di wê dibistanê de heyanî ku min Sentefîka stand. Min li gund zarotiya xwe bûrand, gundê me jî mîna hemû gund û deverên Kurdan bû, em jixwe re dilîstin hin lîstok hebûn wek” Xar û kab, Çirê, Yabo Yadê Xezalê” û li ser bêndera gund me nîv roja xwe dibûran, her wisa jinan jî karê mala xwe dikrin û mêr jî hin hebûn karê wan hebû û hin jî bê kar bûn. Ji xwe ode bi şev ji zilamê gund tije dibû û li ser hemû tiştî daxivîn û lîstkên wan jî hebûn û pir bûn mînak wek “Hinkolîskê”. Ez wehîdê dê û bavê xwe bûm, rewşa me li gund baş bû, pezê û mêşê me hebûn, anku di aliyê abûrî de halê me xweş bû, li gundê me jiyan bi aştî û aramî derbas bibû, ew bûyar û tiştê balkêş tune bûn, hemû rojên me wek hev derbas dibûn, ez van tiştan dibêjim jiber ku ji civaka me ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, û ji bo nifşê nû jî jixwer zanibe ku rewşa civaka me wek min di temenê xwe de dîtî ku berî 75 salan çawe bû! Wek min diyar kir ku bûyerên balkêş tune
bûn lê dibe ku wî heyamî wek nimûne ev bûyar balkêş be: dsc_2535Şêxek ji nav Zîla hatibû gundê me, navê wî Şêx Behadîn bû, vê dawiyê navê wî bû Şêxê Doda, Xort û keçê gundê me hemû ji Şêx re bûbûn mirîd û ji wan jî ez, destê me û keçan dixist destê hev de, û digot çavê xwe bigrin û berê xwe bidin “Başûr” û zikrê bikin! Bi rastî ev bûyer ji bala min naçe, anku çawe şêxekî oldar û di wî heyamî de destê qîz û xortan dikirin destê hev de ji bo zikrê, hetanî vê çaxê jî ez difikirim çima berê me dida “Başûr” gelo jiber ku Başûrê Kurdistanê bû anku di wî heyamî de şoreş ji bo gelê Kurd rabûbûn!? Wek min diyar kir, ez ferhadê “wehîdê” dê û bavê xwe bûm, di tmenek pir biçûk de ez zewicîm, temenê min 15 sal bûn, keça amê min ji min re kirin bûk. Gundê me nêzî sînorê Tirkiyê bû rojane gundî û xelkê deverê diçûn Bakurê Kurdistanê û dihatin, sînor di wî heyamî de sist bû ne wek niha teyrek nikare derbas bibe, ez bixwe di sala 1949an de gelek caran bi meşê diçûm gundê Mendelê û dihatim.
“Tê bîra min, helbestek hat ji min re, xwediyê wê ji Dêra Zorê bû, min jê re neweşand ji ber ku asta wê nizim bû, hate serê xwe bi tepa û digot: Çawe yekî Kurd li hebesta min vegere û neweşîne”.
Di sala 1955an de min sentefîka ji dibistana gund stand, û ez hatim bajarê Qamişlo, min 2 mehan li dibistana “Omer Bin Xetab” xwend, li wir xwendin ne bi dilê min bû, ne tekûz bû, jiber ku ez komonîst bûm, ez çûm mala Seydayê Cegerxwîn min jê re got ez rehetiya xwe li vê dibistanê nabînim, xweska ku tu min bibî dibistana Suryanan, perê me hene û ez dixwazim li wir xwendina xwe bikim. Seydayê Cegerxwîn destê min girt û ez birim dibistana Suriyanan û ji rêvebirê wê Henna Mûrê re got: ” Ez dixwazim hûn vî şagirtî di dibistana xwe de tomar bikin”. Yê rêvebir ji Seydayê Cegerxwên re got: ” Seyda tu dizanî ku em nikarin Misilmanan di vê dibistanê de qebûl bikin, jiber ku hin wane hene olî ne, û bi ola me ve girêdayî ne, û ji xwe nimêj jî hene û şagirtên me diçin Dêrê wan nimêjan dikin”!! Cegerxwîn jê re got: ” Wê bi hevalê xwe re waneyên olî jî bibe, û wê here dêrê jî û wê nimêjê jî bike” Yê rêvebir ji min pirsî: Tê waneyên ola me bibî, û here dêrê?. Min got belê ez ê waneyan bibim û herim dêrê jî û hemû nemêjan jî bikim.
dsc_2538
“Celîlê Celîl ji min re got: Nabe ku tu bi zimanê Erebî binvîsî, berê xwe bide zimanê Kurdî” Min erê kir û ji wê salê ve, ez bi zimanê Kurdî dinvîsim û hetanî vê çaxê min 20 pirtûk bi zimanê Kurdî weşandine”.
Ez qebûl kirim û min bawernameya xwe ya amadayî ji wir stand. Li bajarê Qamişlo jiyan ne wek li gund bû, bajarekê biçûk û pir xweşik bû, berî ku ez werim li Qamişlo xwendinê bikim, kemyon dihatin li gundê me Doda Qûm dibirin û Qamişlo pê ava dikirin, ez carna bi wan re dihatim bajêr, hîn Ferensa li vir bû, xelk li ser bênderan bû, deng û qerebalix pir ji bajêr dihat, aşek li ser çemê “Çexçexê” hebû, jiber ku dengê çexçexê jê dihat navê aş û çem bû çexçex, û carê diya min û jinê gund ji hev re digotin: Em sibe diçin aşê çexçexê em ê arvanê xwe bihêrin û em ê ji xwe re barek Qamîş jî binînin jixwe re bikin ‘erzal”.Lewma navê çem bû çexçex, newek ku niha jê re dibêjin “Ceqceq” Jixwe di heyamê berî aş de navê çem “Bû Nisra” bû. Jixwe navê bajar ji giyayê Qamîş hatiye “Qamîşliyê”.. Ji riya ku diçe Hesekê û tê Amûdê û bi aliyê Rojava de jî yek xanî jî tune bû, vê dawiyê Miradê Îsa li cihê ku niha naskiriye bi navê “Camiya Qasimo” xanîk jixwe re ava kir, li nêzî cihê xaniyê mala Sara nadîk hebû, li wir jinên Ferensiyan xwe davêtin avê de” Havîngeha wan bû”. di sala 1946an li ser riya Hesekê Odak biçûk hebû jê re digotin “Oda Intacê” çi kesê ku ji gundan tiştek anîbana bajêr ji bo firotinê bace jê distandin, anku satilek mast bihata bajêr baca wê distandin, ew bace ji şaradariya Qamişlo re bû. Di sala 1959an de min bawernameya “Birovê” ya amadeyî li vî bajarê xweşik stand, paşê li bajarê Hesekê beşê “Mala Mamosteyan” Ji me re em 34 şagirt bûn vebû.
Ez di temenê 15 salî bûm hevalê partiya Komonîst, em ji gund dihatin bajarê Qamişlo ji bo em li dijî Edîb Şîşeklî derkevin xwepêşendanan, Sînem qîza Seydayê Cegerxwîn rêvebira xwepêşendanan bû, digot: “Birûxe Şîşeklî” me lê vedgerand, û êdî
dsc_2540
kum sor dihatin me û em direviyan. Wê çaxê partî tune bûn, û me digot em ê mafê xwe di riya Komonîstan de qezenc bikin. Jiber ku Cegerxwîn navdartirîn Kurdê bajêr bû, û komonîst bû, û bîr û baweriya me bi vê partiyê û Cegerxwîn dihat, rojane em li civata Cegerxwîn bûn, xelk gelek dihatin mala wî. Di sala 1955an de hinek xortê Kurda “Komela Ciwanên Kurd” ava kirbûn, navê wan jî tên bîra min: Derwêşê Mele Silêman, Samîyê Namî, Ebdul’ezîzî Ebdê, Kin’anê Eliyê Yûnis”.. Komonîstan ji me re digotin ev hevalê” Hilif Bexdad in” ku ew gotin tê bîra min ez li ber xwe dikevim, paşê di sala 1957an de yekem partî ji bo gelê Kurd di Sûriyê de hat damezrandin. Di sala 1973an de çaxa ku rêjîma Be’es Erebê Xemir anîn herêma me min ji Komonîstiyê qera tê bîra min ji min re gotin: Ebas ji roja pêşî de wek Kurdekî netweperest difikirî” Min li bajarê Hesekê xwendina xwe berdewam kir, li wir ereb, xiristiyan, Kurd, em bihev re bûn, min ji xwendina pirtûkan hez dikir, ji wir min xwest ez binvîsim, rêvebirê mala mamosteyan xwest ku em kovarekê derxin yekser ez bûm sernivîserê wê û hevalê min ji Amûdê Se’îdê Golo bi min re bû, me navê kovarê kir “Alqelem” Pênûs, min nivîsên xwe û hevalê xwe di wir de diweşandin. Di wî karî de ez pir pspor bûm, tê bîra min helbestek hat ji min re xwediyê wê ji Dêra Zorê bû, min jê re neweşand ji ber ku asta wê nizim bû, hat serê xwe bi tepa û digot: Çawe yekî Kurd li hebesta min vegere û neweşîne”. Min nivîsê xwe ji Izgeha Qahîrayê beşê Kurdî re dişand di bin navê “Ebas Sercîhanî” Min bi helbesta zarokan dest pê kir, nivîsê min hemû bi zimanê erebî bûn. Di sala 1982an de Profîsorê Kurd ê navdar Celîlê Celîl bû mihvanê min qederê mehekî ma li mala min. Ji min re got: Nabe ku tu bi zimanê erebî binvîsî berê xwe bide zimanê Kurdî” Min erê kir û ji wê salê de ez bi zimanê Kurdî dinvîsim û hetanî vê çaxê min 20 pirtûk bi zimanê Kurdî weşandine. dsc_2542Ez evîndarê filiklora Kurdî me, min gelekî xepartin di kultûr û filiklora Kurdî de kiriye, bi hezaran cîrok û metolokên Kurdî min dane hev û min weşandine, Ez yekemîn nivîsakar im ku min Ii ser “Angorazê di meteloka Kurdî de” nivîsandiye, anku metelokek heye tê gotin lê amaja wê û wateya wê watak din e. Niha projeyek min pir mezin heye û pir kedê dixwaze, ez li ser kar dikim ew jî li ser ” Qerf û tinazî di toreya Kurdî de” heta vî temenê 80ê salî jî ez dinvîsim û mineta Celîlê Celîl jibîr nakim. Bi saya nivîsandina Kurdî ez bûm hevalê Celîlê Celîl, Mûsa Enter, Çerkesê Bûyîk, Fetah Botanî, Diyar Doskî, Felekedîn Kakayî. Jixwe ez bûm endamê Pena Kurd jî. Min di gelek kovar û rojnameyan de nivîsandiye wek: Kovara Pirs, Gurzek Gul, Jîn, Azadiya Welat. Hinek xortê wî heyamî min guh didan wan wek Konê Reş, Dirwêşê Derwêş, Nisredîn Ibrahîm, jixwe kurê min jî profîsor Farûq Ebas Isma’îl e, û ez dixwazim vê jî bibêjim ku berî ez bi Kurdî binvîsim min guh dida Selîm Berekat jiber min afrandin di xwestek û nivîsandina wî de didît qenciya min li ser wî heye. Ez rojane li rex Cegerxwîn bûm, tê bîra min çaxa kesayetekî Suriyanî parçeyek “zemîn” ‘erdê avakirinê diyarî Cegerxwîn kir, min û Derwêşê Derwêş ji kîsê xwe me derî û pencere ji xaniyê Cegerxwîn re çêkirin. Qet jî bandora nivîsandina helbestê li min nebû, min 3 dîwanê helbestan çap kirine, hemû pesn in, ez wan nabînim helbset ez wan bi navê “Wek Helbest” dibînim. Lê di deryaye filiklora Kurdî de ez baş avjeniyê dikim. Niha piştî temenê 80ê salî, min dixwest ku ez vî welatî û vî miletê perîşan di vê rewşê de nebînim, qeyranek mezin li Sûriyê qewimiye. Di sala 1957an de min pirtûkek xwendin navê wê” Xencer Isra’îl” bû, di wê pirtûkê de tiştê balkêş hebûn, nivîskarê wê Isra’îlî bû, desthilata Sûriyê ew pirtûk qedexe kirbû, wisa di wê pirtûkê de hatibû: Heta 60 salî bi pêş de divê dewleta Isra’îl hemû hêza xwe bixe di bin xidmeta karê ku ji bo Sûriyê were parçekirin bike. Niha em di wî 60 salê ku ew dibêje de dijîn. Ez jî xwediyê wê baweriyê me ku wê Sûriyê bête parçekirin, û bi geşbîn im ku para me Kurdan wê hebe, lê mixabin Kurd di vê derfeta zêrîn de ji welatê xwe direvin. Ji bo şoreşê min dîwanek nivîsandiye bi navê ” Dîwana Qehremana” Min li ser Şengal û Arîn Mîrkan, û Kobanê hûnandiye. dsc_2544Niha rewşa me ya wêjeyî di Rojavayê Kurdistan de tevlî hev e, gelek nav westiyane, ked kirine ji wan ez dikarim bibêjim ku Salihê Heydo yek ji wan kesê ku bi demek dirêj daye pêşiya me, ew samanekî Kurdistanî ye, Konê Reş pir ked kiriye, Mehemûd Sebrî “Evîndarê Xemgîn” Dilawerê Zengê, Dildarê Mîdî, Dildarê Aştî. Dixwazim vê bibêjim ku Ferhadê Icmo di helbesta stranî de li ser asta Kurdistanê de yekemîn e. Me di riya rojnamegeriya partiyan û hin kovarin din nivîsên xwe diweşandin, lê niha mixabin rojnamegerî bûye bazirganî berê rojnamegeriya Kurdî ji niha xurtir û aktîv tir bû. Di dawiya vê hevpeyvînê de dixwazim ji nifşê nû re bibêjim ku ew li ziman û filiklorê xwe miqate bin. Banga min ji nifşê nû re ku ew şano û romanê binvîsin, pirtûkxaneya me pir qels e. Hêviyek din jî di dilê min de heye, hîn ez sax ku ez zimanê Kurdî yê standird bibînim, eger ji min hat xwestin ez ê zaraveyê Bota , Xerza û Bişêriyan bikim lêvegerek ji Standirda zimanê Kurdî re. Spasya keda we di rojnameya Bûyerpress de dikim, hûn karekî mezin û bêhempa dikin.[1]