Hunermend #Seîd Gabarî# ji Bûyerpress Re: Şarîbana Kurdî û #Şivan Perwer# Stranên Min Dizîne..! (1-2)
– Strana min a yekem ji gotinê helbestvan Hadî Behlewî bû binavê “Ji Bo Xatirê Her Du çavan Dil Ketime Hemû çava “.
– Wê demê tu kesî pirtûkên Seydayê Tîrêj nedixwendin, min bi riya stran û kasêtê xwe helbestên Tîrêj di nav millet de belav kirin.
– Şarîbana Kurdî stranek dizî .. Ez nabêjim min ew stran dayê, bi kurmancî navê wê dizî ye.
– Ji ber jiyana gundîtî û hejariyê çavê min kul bûbûn û hêdî hêdî ez kor bûm, anku ev nexweşî ne zikmakî ye, çavê min yê rastê mabû heta 1968an.
– Kurdisatana me wisa ye, “Emalet” û xayintî kirine şûşa koloniya bi wan re ye ji kê aciz bibin wê pê dakin û xelas.. bihna wî derket..!
– Dawetên Dihokiyan hetanî sala 1996 an jî 4 stran bi Erebî bû, 5 bi Tirkî bûn û yek bi Kurdî bû..!!
Hevpeyvîn: Qadir Egîd – Hewlêr
Kurtejiyana hunermend Seîd Gabarî..Cihê jidayikbûnê, jiyana gundê Xirbê Kejê û destpêka hunerê û xerîbiyê, tu çawa ji xwendevanê Rojnameya “Bûyerpress” re zelal dikî?
hghMin li cihekî dî gotibû ez li gundê Xirbê Kejê çêbûme lê ez vê şaştiyê serast dikim, li gor agahiyên birayê min yê mezin, ez li gundê Bêzara di 13ê heyva Ninsanê de jidayik bûme, lê li gor texmîna min ez di 24 heyva adarê de sala 1956an de jidayik bûme. Ji ber jiyana gundîtî û hejariyê çavê min kul bûbûn û hêdî hêdî ta ez kor bûm, anku ev nexweşî ne zikmakî ye, çavê min yê rastê mabû heta 1968an, textorekî bi navê Ebdilkerîm Şedûd derziyk li min xist, nizanim navê wê çi bû, piştî wê bi du seetan çavê min derket, valahiyek gelekî nexweş di jiyanê de çêbû, merov di 12 salî be, sê-çar salan xwendibe, û têkeve vê rewşa han de, xelk bi destê mirov bigrin û hinek bibêjin rahêje kopal. Bi rastî -qonaxeke bi zehmetî min derbas kir, heft – heyşt mehan ez bi şev randizam, rewşek piskolojî pir zor bû, bi şevê li nava gund digeryam..Lê piştî dîtina Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj û şîretên li min kirin ta ku ez bi rewşa xwe agahdar bim û ji min re behsa Taha Hisên û Ebû El`ela Elme`erî û xurtbûna hişê wan ji min re kirin, hêzeke xurt dane min.
Piştî çend heyvan min xwest ku ez li kolan û zikakên gund bigerim û ez zanibim ku çend kolan û cihok û kortal jî hene. Di sala 1969an de tirêna min weke hafizekî kor ket ser demirê xwe de, wê demê gelek pere jî tune bûn ku ez tembûran bikirim, me ji xwe re qutîk – mitîk çêdikirin û min hewil da ku ez rêkê ji xwe re hilbêjêrim û min têkilyê xwe bi Cegerxwîn,Tîrêj, Hadî Behlewî re xurt kirin, û ez gelekî xembarê mamoste Behlewî û malbata wî û xelkên Girzîn tevan im, ew ji min re qonaxek gelekî giring bû , ger ne ew bana min nedikarîbû ew qonax deh salan derbas kiriba, ji nişkave têkiliyên me çêbûn, di sala 70ê de min serdana wan li gund kir, min dît xelkin rewşenbîr û zana ne, pêkenîna bi kesên kor li gel wan tune bû, vajî wilo rêz û hurmetê jê re digrin û dixwazin pêş ve biçe, û cara yekê min stran gotin, min yê mamoste Hadî Behlewî gotine mîna strana “Ji Bo Xatirê Her Du çavan Dil Ketime Hemû çava”
Piştî Seydayê Cegerxwîn çû amê ez jê dûr ketim, lê ez nêzîkî Seydayê Tîrêj mam, di warê helbestê de alîkariyek bê sînor ji min re kir, nizanim min jî çiqas alîkarî jê re pêşkêş kir, ji ber wê çaxê Kurdên me 10% xwendevan bûn, wê demê tu kesî pirtûkên Seydayê Tîrêj nedixwendin, min bi riya stran û kasêt xwe helbestên Tîrêj di nav millet de belav kirin. Birastî wê serdemê de Tembûr û stran û gotin di nav Gabaran de gelekî şerim bû, û ez vê yekê bi zelalî dibêjim, gelekan nedixwestin ku ez herim malên wan, û hinekan min ji malên xwe derxistin û digotin madam tu li Tembûrê dixe û te em kirine mitirb û qereçî neyê mala me, ez karim navê wan eşkere bikim ew hîn sax in, ew yek jî ji hêleke civakî bû, tev ku Gabaran mirov in niştimanî û welat perwer bûn, kesên temen mezin ji hêla civakî ve min diêşandin, lê hindek xortên wan jî hebûn alîkariya min dikirin.
Piştî salên 75-76an ew mesele ji pîvana Gabartiyê derket, gihişt Amûdê, Qamişlo, Alyan, Koçeran, Kobanî, Efrîn, pişt re têkiliyên min bi Cemîl Horo re û bi koma Azadî a Şamê re çêbûn, pişt re karê min berfireh bû, bi rastî ne min tenê ev kar kir, ez nabêjim ez û ez, ji ber ku gotinek Kurdî heye dibêje ” Ne kurmancê bê rez, ne koçerê bê pez, ne zilamê ku xelik nebêjin filankes, ew tenê bêje ez û ez, jê neke hêviya bi lez û bez“.
Gelek xelik hebûn alîkariya me dikirin, piştî meha 10an ji sala 1977an rêjîma Sûrî em tengav kirin, mala me çû Qamişlo û min pir zehmetî li wir ji hêla ewlehiya siyasî, dewletê, û ya leşkerî kişand, yekî mîna Fotbolê min dida yê dî, piştî sala 1978an min nema karîbû herim şahiyan, du zarokên min jî çêbûbûn, birçîbûn, hewcedarî hebû, hin partiyên li Kurdistana Tirkî li Nisêbînê û Cizîrê alîkarya min kirin, vêca Hikûmet bêtir li min tûj bû, di sala 1979an de mecbûr bûm çûm Kurdistana Iraqê, pêşî çûm serkirdayetiya demkî cem rehmetiyê Samî Ebdirehman li devera Goya, wê demê rehmetiyê Cemîlê Sor, Cewher Namiq û Samî gotin min bira em nikarin te xwedî bikin, ji ber em qereqol in û cihekî taybet ji me re tune ye, û tu ye û zarokên te jî bi te re ne, eger tu herî Kurdistanê wê çêtir be, em ê navinan bidin te û wê ew li te xwedî derkevin, rabû ez hatim gel hevalekî jê re digotin Adil Hirûrî, ew jî di 81ê de hate girtin û şehîd bû, lê ew di 79an de li min gelekî xwedî derket û ez bi mamoste Tehsîn Taha dame nasîn, wî jî ez anîm Hewlêrê û min bir radyoya Bexdadê, Tahir Tewfîq, Elî Merdan, û Fûad Ehmed da naskirin û wan jî gelek sûde li min kirin di aliyê hunerî bitaybet di warê nota mûzîkî û meqaman de, min jî gelek saz çêdikirn, wek a “Ey Bilbilê Dilşad” min çêkir lê min nizanîbû çi mqam e, wan ciwanmêran “Tahir, Elî û Fuad” min derbasî akadîmiya (Hunerên Xweşik) li ser bingeha perwerdê û pisporiyê kirin,bi rastî wastekarî bû, min du sal û nîvan de lisans bidawî kir, ji 736 şagirtan ez di pileya didwan de hatim, mixabin keçek li pêşiya min bû.
Pişt re di 14/6 sala 1981 xwepêşandanek li Hewlêrê lidar ket, em xwendevan bûn, em kişif bûn, me baz da û em çûn jiyana pêşmergetiyê, ez bûm berpirsê koma şoreşê li radyoyê, pêşî li Lolanê bû, dûv re çû Iranê, ez du caran li ser wan çiyan birîndar bûm.
Pişt re me biryar da ku ez dakevim nav millet, ji ber radio mîna zindanê çar dîwar in , hew tê nûçeya çê bike,şîrove bike, û ez ji vê yekê aciz dibûm, ez hatim devera Badînan û bi destê Cehşikên Sedam ve hatim girtin ew jî di dawiya 83an de bû, ji ber Pêşmergîtiyê ez du sal û heyşt heyv û 23 rojan di navbera Erbîlê û istxbaratê Mûsilê û Kerkûkê li ber destê Elî Kîmawî û dawî jî Eboxirêb de mam, dûv re me radestî rejîma Sûrî kirin.
Li Sûrî xwestin me tazî bikin, min girtîn û ji qazîve min berdan, ta ku ji millet re diyar bikin û bêjin vaye me ew berda û mêrik zilamê me ye, eşkere ji min re gotin em te nagrin, eger em te bigrin em ê te bikin leheng, ma em dîn in..?!
Ebdirehman Nehar bi xwe ji min re got eger tu piştgiriya xortan bike ta xort herin çiyayê Tirkî şer bikin em ê te berdin, û em ê te bikin xwedî qedr û qîmet lê min ev yek qet qebûl nekir, lê gelek camêran mîna mamoste Kemal û Hemîd Hac Derwîş dev ji min bernedan û alîkariya min kirin, lê pirsgirêk man berdewam, di sala 1989 ez çûm Ewropa û min jiyanek nû berdewam kir, di sala 1990î de me karek bi komeke rewşenbîr û hundermend re kir, û derdora 17 partiyên Kurdî ku em sîstemekî bi navê “Hevkarî” deynin ta ku em karibin dengê Kurdan li Ewropa bilind bikin, hevkarî ji her çar parçê Kurdistanê bû, ew jî du salan berdewam kir, ev gaveke baş bû ji ber ku pişt re hikûmeta Elmanî alîkarya min kir û îqame û passport tevlî mafê nasnameya siyasî dane min, û me jiynek bi azadî û aramî ta sala 2004an berdewam kir rewşa min ya derûnî gelek xerab bû, û li ser daxwaza hevala ez hatim Kurdistanê, û ta anha ez li vir im, lê ez diçim Ewropa û ez têm, di sala 2012 de ji karek taybet ez çûm Rojava û heftîkê mam, pişt re min sê sal û şeş mehan li Kurdistan TV wek bêjer kar kir û çend heyvan li telefizyona Hewlêr jî min kar kir, gelek taybendiyên min derbarî pirsa Êzdîyan de hebûn, di dema helbijartinan de ez diçûm deverên Şingelê .
– Helbestvanê mezin Cegerxwîn carekê gotiye ” Eger milletê min niha qedir û qîmetê min nizanibin, ez naxwazim dema ku ez bimrim hêsran li ser min bibarînin” gelo mamoste Seîd Gabarî gihştiye wî mafê han?
Di nav milet de belê min stendiye, di dema Cegerxwîn de tişetek bû û di dema min de tiştek din e, min di festîvala Cegerxwîn de got kurd zindîkuj û mirî dost in, ta Cegerxwîn sax bû di xaniyê kirê de bû, û piştî mir ji nû ve kurd dibêjin ax birawoo û festîvalan çê dikin, ew nerîn bo wê demê bû, lê anha mumkin e, û ez vê yekê bi zelalî dibêjim şerê min jî ji aliyê serkirdeyên Kurdî û partiyan ve tê kirin, Kurdisatana me wisa ye, “Emalet” û xayintî kirine şûşa koloniya bi wan re ye ji kê aciz bibin wê pê dakin û xelas.. bihna wî derket..! ez ji te re bêjim çima Cegerxwîn wisa got, di dema wî de milet nexwendevan û nezan bûn şêx û melan çi digotin ji wan bawer dikirin, û ev her sê dijminê Cegerxwîn bûn, lê rewşa min anha ne wek ya Cegerxwîn e, ez vê yekê dibêjim ne ku ez jê zanetir im, na, Cegerxwîn mamosteyê min e û ez vî mafê nadim xwe ku ez jê zanetir im, ta roja dawî di jiyana min de wê serê min li ber çemandî be, , lê serdemê me de millet pêş ketine, teknolojiya û entirnêt ez gelek caran ji kêfa û xweşiya ku ez dibînim ji milet ez digrîm, ez dibînim ku mafê min ji milet gihaye min, me ev yek gotiyê û berî çend salan û ez ê dîsan bêjim:
Si`ûd û Hekîm Beşar
partî kirin tar û mar
Ji destê wana sed hewar
Nesiridîn jî kirin kar
Ismaîl hemê jî bû bar
Alûcî bi wê kulê mir
Û Heroj gotin yekîtî
Û Li vî gundî û li wî gundî
Û de pifkê berde xityar
Û Tiştek jê nebûn diyar
Name bo PYDê ye
Kurdistan ne ya kê ye
Ena mîr û inte mîr
Men mina yisûq elhimîr
Ji bextreşya Kurda re
Salih Gedo bû wezîr
Ev helbest min ji gişan re gotiye, ji ber vê yekê wê ji min nerazî bin, ji ber ku ez rexnan li wan dikim, ew dixwazin ku ez ji wan re bêjim belê ezbenî, min sozek bixwe re daye ku belê ezbenî li cem min çênabe di mesla Kurdîtiyê de, kî aciz bibe bela aciz bibe ji min, ne xema min e.
– Di hevdîtinekê de li ser Zagros T.V te got min tembûra xwe naniye wek rengekî şermezarkirin û protistokirinê li ser tiştên ku li Rojava diqewimin, gello huner dikar bi wê raspêriyê rabe ku bandora wan li ser raya giştî hebe?
Eger hemû hunrermend bi wê fikrê re bin, wê karibin karekî baş bikin, eger ez pirotisto bikim û wek nimûne Xelîl Xemgîn tiliyên xwe hilde û bibêje bijî serok, yan bijî Mam Celal, dema ku bîr û bawerê me ne yek bin û em bi partiyan ve girêdayî bin wê rewşa me ev rewş be, lê gava hunermend tev yek bawerî bin wê karibin bandorekê bikin, ji ber ez bawer im ku bandora hunermendê xwedî helwest li ser miletê wî pênc qatî ya serkirdeyan e.
– Kî bêtir ji malbatê bandora xwe di warê hunerî de li Se`îd Gabarî kir?
Hunermend di malbata min de tune bûn lê diya min rehma xwedê lê be dengê wê pir xweş bû, ew mîna tomarkerê bû, li odeya apê min û bavê min çi bihata gotin wê jiber dikin, apê min Hecî Mihemed jî hem hestek wî netewî û welatparêzî hebû hem hin helbest dinîvisand, min helbestên wî jiber dikirin. Ew jî yek ji rî spiyên civata Kurdî bû û bandora wî li ser min hebû
– Te gelekî ji herdû helbestvanan re Cegerxwîn û Tirêj re strayê sedem çi ne?
Na min ji gelekan re straye lê ev kes destpêk bûn li gorî têkiliyên min bi wan re, lê min piştî wê ji Ehmedê Şêx Salih re gotiyê:
” Şoreşa Pak û Nehêl û Xanedan”, min ji rehmetiyê Emerê Le’lê re gelek gotiye, mîna “Xana Bindest” û ” Yarek Min Heye” ji Yûsif Berazî re jî ” Hat Xweş Buhar Çûm Nav Gula ” û ” Koçê Me Bar Kir ” di sala 1978an pişt re Mihmed şêxo di sala 1986an de gotiye, û “Yarek Min Heye Bi Navê Zîn” a Emerê Le`lê bû, pêşî min 78an de gotiye, min ji gelekan re gotiye lê ez neçar dibim dema ku ez behsa yê destpêkê dikim behsa wan bikim, ji ber bandorek wan mezin li ser min heye ta niha, û ew bûn ê min bi millet dane nasîn, bêtir Tîrêj ji ber têkiliyên wî bi birayê min re hebûn û ew dihat mala me û ez ji Cegerxwîn jî qut nebûm.
– Navdarya te ya dsetpêkê ji kîjan stranê bû?
Destpêk bû, min du stran gotin, xelkê min nas kir, ” Leyla Qasim” û “Bilbilê Dilşad” bû, min Leyla Qasim di dawiya sala 1975an de got û Bilbilê Dilşad di 26/11/1976an de min gotiye, di wan her du stranan de ez hatim naskirin.
– Cara yekê tu hat girtin sedem çi bûn, tu çiqas ma, û li ku bû?
Cara yekê ez li Qamişlo sala 1977an de hatim girtin, ahengek li taxa Qidûr Beg hebû, ez 49 rojan li gel wan mam û alavên min jî şikenandin û lêdaneke xweşik jî li min kirin, û piştî wê bû serê mehê û binê mehê her û wer.
– Strana ya herî li ber dilê te şêrîn kîjan e?
Bi giştî hemû stran wek zarokên merov in, lê hindek stran hene – wek mirov- yadîgariyên min pê re hene, , dema ku min baz da Kurdistanê ez zewicî bûm lê min ji yek dî jî hez dikir, wî çaxî min hevalek xwe li dû xwe hişt û ez gelekî bi vê yekê êşiyam, û li ser çiyayê Atroşê min ev helbest çêkir:
” Dîlber tu bi Xwedê ke bîrînê min bikewîne
derman bo herdû çavêt reşbelek zû ji bo min bîne
Emrê min bû bîst sal û te kopal daye dest min.
Xortek pir ciwan bûm te kirim kalê livîna
Xortek pir ciwan bûm te kirim wek pîr û kala
Dûr ketim ji evîna sorgul û dost û hevala
Ew çav min nemane ez bigerim li nav gund û mala
Te bi xeml û ciwaniya xwe ke dermanê min bîne“
Ez ne helbestvan im, lê dema ku ez dikevim heriyê de em dikarin xwe xelas bikin.
– Helbet te gelek stran çêkirine û gelek hunermendan ji te birine, hindekan ji wan destnîşan kirine û hindekan jî destnîşan nekirine, tu dikarî ji me re hindek mînak bibêjî?
Belê gelek in, Şarîbana Kurdî stranek dizî ez nabêjim min ew stran dayê, bi kurmancî navê wê dizî ye.. Hirmetê dizî û negot malî ava jî, Şarîban ne ji min tenê diziye, ji hunermend Mehmûd Ezîz jî dizîye.. Di 1987an de min ew stran li Qamişlo çêkiribû:
” Dayê Ez ê Xatir Ji Te Bixwazim
Bi Xwendin û Zanîn Ez Serfiraz Im
Nebêj Kurê Min Bûye Eşqiya
Dibim Partîzan Li Çol û Çiya“
Ya dî ya ” Bilbilê Dilşadî ” bû, di sala 1988an de kak Şivan Perwer li Siwêdê ji xwe re tomar kir û got awaz û mûzîk Şivan Perwer, lê ew ne rast e û tu bingeh jê re tune ye, û gelekan jibilî wan jî dizî û negotin, herwiha gelek dibêjin ku ev stran ya min e. Min 1232 stranê filklorê Kurdî li Dihokê tomar kirin, ta ku dev ji Erebî berdin ji ber ku dawetên dihokiyan ta 1996 jî 4 stran bi Erebî bû, 5 bi Tirkî bûn û yek bi Kurdî bû, min dît ku pêwîst e ku ez van stranên filklorî daxim ta ku ev kelepor nemire, min da çend xortan hêdî wan ev stran li ser tilfizyonan digotin û ne digotin ev ji karê min e û destnîşan nedikirin, wisa nabe ma we ev stran ji ku anîne, we ji mala diya xwe anîye, mane ev filklor e, ne yê min e jî?!![1]