Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,441
Wêne 105,811
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,492
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Encam: 32 Qeyd hat dîtin, rûpel 1 ya 4



Nû bike
Export Page to MS Excel
Facebook
Twitter
Telegram
LindedIn
Viber
Whats App
Facebook Messenger
Email
Copy Link

‘Seyrana Li Çeper’ li Amedê derket ser dikê
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lîstika "Seyrana Li Çeper"

Lîstika "Seyrana Li Çeper"
Lîstika Seyrana Li Çeper a Nîsk Hunerê, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin.

Di çarçoveya bernameya Çile ya Şanoya Bajêr a Amedê de, lîstika mêvan a bi navê “Seyrana Li Çeper” ku ji hêla lîstikvanên Nîsk Hunerê ve hatiye amadekirin, derket pêşberî şanohezan. Seyrana Li Çeper, li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê, hat lîstin. Lîstik ku rastî elaqeyeke mezin hat, du rojan li ser dikê bû. Bilêtên lîstikê yên her du rojan jî di demeke kin de qediyan.
Seyrana Li Çeper, di 4’ê Çileyê de promiyera xwe li Êlihê, li ser dika Batman Yenî Sahneyê kiribû. Lîstika ku Fernando Arrabal nivîsandiye, derhêneriya wê Nazmî Karaman, derhêneriya hunerî jî Egît Firat kiriye. Seyrana li Çeper (1954) bi şêwaza grotesk, ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û li ser bêwatebûna şer e. Wext ne diyar e. Dê û bavek dixwazin li çeperê şer, bi kurê xwe re seyranê bikin. Piştre bi leşkerekî dijmin re, hin bûyer tên serê wê malbatê. Arrabal nivîskarekî welê ye ku ji zarokatiya xwe ve şahidî li şer kiriye. Wî hewl daye bêwatebûna şer bi awayekî mîzahê û bi absûrdî bide nîşandan. Di lîstikê de Denîz Ozer, Habîp Çelîk, Bahoz Ozsunar, Gulan Mizgîn û Şervan Yelboga dilîzin. Lîstika ku bi zimanê Kurdî tê lîstin, nêzî saetekê dewam dike. [1]
Ev babet 956 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://kurmanci.ozgurpolitika.com/- 18-01-2023
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 13-01-2023 (1 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Şano
Kategorîya Naverokê: Sînaryo
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 18-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-01-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 956 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.159 KB 18-01-2023 Evîn TeyfûrE.T.
Amed û serpêhatiya navê Amedê
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
#Amed# û serpêhatiya navê Amedê
#Zeynelabidîn Zinar#

Bêguman Amed di dîroka dinyayê de bajarek ji bajarên herî kevn û şêna Kurdan bûye. Ev e 5.000 sal in ku AMED wek bajarekî boş, şên û pêşketî jiyana xwe didomîne. Herweha Amed ji bo Kurdistana Mezin jî, wek paytext hatiye pejirandin.
Amed çendî ku ne diyar e ka kengê ava bûye, lê belê 3 hezar sal B.Z. Kurdên “Hûrî” deshelatiya xwe li Amedê diyar kirine. Lê demekê Amed ketiye destên “Ekediyan”. Demekurtek piştre Kurdên Hûrî û “Mîtanî” dîsa herêmê xistine binê desthelatiya xwe. Lê di pêvajora dîrokê de, gelek êrîşên biyanî hatine ser Amedê.
Bajarê Amedê xwe li ser keviya Çemê Dîcleyê bi cih kiriye û bi qederê 100 metroyî ji sawiya ava çem bilind e, li bakûrê Mezra Botanê dimîne û xwe spartiye hemêza Çiyayê Qerejdaxa êtûnî.
Çendî ku hawîdorê Amedê deştên fireh û rast in, lê li hawîdorê wan deştan, çiyayên bilind jî xwe ji herêmê re kirine bestezincîr û wê di nava dilê xwe parastine.
Hawîdorê bajarê Amedê, bi sûreke mezin hatiye vegirtin. Sûra Amedê, bi kurdiya îro wek BEDENA AMEDÊ tê binavkirin.
Piştî Sûra Çînê, Bedena Amedê li dinyayê ji aliyê mezinatiya xwe ve duyemîn e.
Çendî ku tê gotin, sala 349 Bedena Amedê ji aliyê “Constantiniousê Bizansî” ve dest bi avakirina wê hatiye kirin, lê ji rastiyê dûr e. Bedena Amedê 3 hezar sal B.Z. ji aliyê Kurdên Hûrî ve hatiye çêkirin. Lê piştre kîjan hêzeke biyanî dema hatiye Amedê vegirtiye, hin dîwar li Bedenê zêde kirine û sembola xwe jî li serê nexş kirine.
Îro jî gelek nexş û nivîs û wêne, li ser Bedena Amedê têne dîtin ku medeniyetên cuda cuda didine xuyakirin. Ji ber ku ew miletên biyanî dema hatine Amedê vegirtine, nîşaneka xwe jî li ser Bedenê dane nexşkirin. Amed li ser riya di navbera Rojava û Rojhilatê de cih girtiye û wek paytexta Rojhilata Navîn jî hatiye hesibandin.
Cara pêşî, em dibînin ku navê Bajêr, “Amîda” bûye. Hatiye zanîn ku ev nav ji Kurdên Hûrî li bajêr hatiye dayîn. Lê di hin çavkaniyên kevn de navê Amedê weke “Darabkerd” hatiye gotin. Ev nav dibe ku ji Kurdiya Kirmanckî (zazakî) hatibe.
Împeretoriya “Buizans” û “Roma”yê, navê bajêr wek “Amîd” bi kar anîne. “Suryanî” jî weke ”Amîd, Omîd û Emît” bi kar anîne. Împeretoriya Medan, navê xwe li bajêr daniye û wek Amed (Yanî bajarê Medan) gotine. Ev navê împeretoriyê li çend bajarên Kurdistanê yên dî jî hatiye danîn, weke “Medyad”, “Amêdî” û hwd.
Farisan jî navê bajêr “Diyarî Bikr” (Bajarê Keçê) bi kar anîne. Ev nav jî navê jineke Kurd a qirala bajêr bûye. Ermenan jî bo Amedê “Tigran” bi kar aniye.
Lê piştî ku Ereb bi navê Îslamê Amed vegirtine, navê “Diyarî Bekir” çendî ku lê danîne jî, dîsa di belgeyên dîrokiyên Ereban de navê bajêr wek Amed cihê xwe girtiye.
1514 dema Mîrekên Kurd bi serokatiya “Mewlana Idrîs Bedlîsî” û “Selîmê Tirk”, li bajarê Amasyayê Peymana Biratiyê çêkirine û Farisan ji Kurdistanê qewirandine, Osmaniyan ji herêmê re navê Diyari Bekir û ji bajêrê Amedê re jî navê Amîd bi kar anîne. Di hin çavkaniyan de jî, navê bajêr wek “Qere Amîd” hatiye bikaranîn.
Dema Komara Tirkiyê ava bûye, serokê komarê “Mistefa Kamal” (Mistefa Kemal Ataturk) navê ku Ereban lê daniye guhertiye û di 1937an de wek “Diyarbakir” gotiye, ango bajarê baxirê.
Ez bi nasnameya xwe, suxrevanê Ziman û Çanda Kurdî me. Lê gelek car ez di lêkolînên xwe de li belge û berhemên dîrokî jî rast têm, tenê ez wan arşîv dikim û naweşînim. Bi kurtî, navê Diyarbekirê yê rastîn, Amed e.
Ev nav ji Împeretoriya Med/Madê hatiye wergirtin. Li xwezaya Kurdan çend navên dî jî yên wisa hene, wek: Amûd, Amêdî, Midyad û Mîdî (gundek li Hekariyayê). Navê bajarê Midyadê ji Mad û Yadê hatiye, ango diyariya Medan.
Li Amedê ew mizgefta mezin ku niha bi navê “Oli Camî” navdar e, pêşî wek perestingeha Zerdeşt Pêxemberî avabûye. Piştre dema Mûsa û Îsa Pêxember ola xwe gehandine Kurdan, Kurdan ew perestingeh kirine Dêr û Kenîse. Dema Kurd bisilman bûne û leşkerên Ereban herêm vegirtine, ew avahî bûye mizgeft. Lê piştre di wê mizgeftê de beşa Şafiiyan, ya Henefî, Malikî û Hembeliyan jî ji hevûdu cuda ne.
Li Rojhilata Navîn, Kurd bûne xwedanê şaristaniyeke nûjen û di warê mafê mirovan de jî gelek destdayî bûne. Ji ber hindê gelek miletên ji nijada “Arî” çûne ba Kurdan û jiyana xwe berdewam kirine. Yek ji wan jî Ermen bûne.
Faris jî, wek Pers/parsek ji Hindistanê hatine welatê Kurdan. Jixwe Azerî jî Arî ne û ji nijada Kurd in, lê zimanê xwe guhertine. Niha gelek ji Suryan û Kildan wekî din jî bi nijada xwe Kurd in, lê ji ber ku Fileh bûne, nijada xwe jî guhertine.
Xwedayê mezin li Amedê were rehmê û wê ji binê destan rizgar bike.
[1]
Ev babet 1 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 09-11-2023 (1 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Coxrafya (Erdnîgarî )
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 93%
93%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1 car hatiye dîtin
amedê
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Pol, Kom: Peyv & Hevok | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
amedê
Peyv & Hevok

amedê
Peyv & Hevok

[1]

Têbînî: kurdîpîda bi hîvîye temamiya peyiv û destewajên kurdî bi hemî şêwezara bi pênasa rêzimanî ve û êxistina wan di nav rstê da kumbiket û wêneyi bu peyda biket , hîvîye hevkariya kurdîpîdiya biken...
Ev babet 880 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Taybet ji bo Kurdîpêdiya | Kurmancî - Kurdîy Serû | Ji aliyê Kurdipedia ve hatiye amadekirin - Hawrê Baxewan
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Peyv & Hevok
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 72%
72%
Ev babet ji aliyê: ( Hawrê Baxewan ) li: 20-02-2011 hatiye tomarkirin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 09-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 880 car hatiye dîtin
Bax û baxçeyên li Amedê ji ber kanzayê hişk bûne
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bax û baxçeyên li Amedê ji ber kanzayê hişk bûne

Bax û baxçeyên li Amedê ji ber kanzayê hişk bûne
Xebatên kanzayê yên ku ji aliyê Olmez Madencîlîkê ve li Pîrana #Amed#ê tên kirin jiyana hemû zindiyan dike bin xeteriyê. Şêniyên herêmê gotine, ji ber kanzayê nikarin ti berheman bi dest bixin.
Xebatên lêgerîna kanzayê yên li taxên Pirejman (Kurşunlu) û Tunekrak (Kayaş) ên navçeya Pîrana Amedê û derdora wê dewam dikin.
Olmez Madencilik ku xwediyê wê Îsmet Olmez e, bi nêzîkbûna xwe ya ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ve tê naskirin, di serî de sirb, çînko û magnezyum 12 cureyên kanzayê li gundên serbi Pîranê derdixe.
Ji ber ku di xebatên lêgerîna madenê yên ku di sala 2012an de li herêmê hatin destpêkirin de kanên sirb, çînko û paxir yên bi kalîteya çaverêkirî nehatin dîtin, xebatên li qada ku 24,94 hektarî hatine kirin, derxistine 532,77 hektarî.
Welatî hem ji ewlekariya xwe û hem jî ji ya sewalên xwe bi fikar in, ji ber ku di xebatan de kortalên berê hatine kolandin nehatine girtin.
“Xwezaya me wêrankirin”
Yek jî şêniya heremê Zulfiyê Kişmîr bi Ajansa Mezopotamyayê re têkildarî mijarê axiviye û bi lêv kiriye ku ji ber lêgerîna madenê xwezaya wan hatiye wêrankirin û darê wan ên fêkiyan jî hişk bûne. Kişmîr destnîşan kiriye ku bi hezaran ajal li heremê dijîn û jehriya madenê ji bo ajalan tehdît e û jîngeha wan di xetereyê de ye. Cihê ku hatine kolandin nehatine negirtin û wiha gotiye: “Di qanûna madenê de hatiye diyarkirin ku cihê ku ji bo madenê hatiye kolandin divê dema kar qediya bê girtin û darên guzan bên çandin. Lê wan cihê ku kolandine negirtine û wisa hişti e. Di sala 2012’an de dest bi kolandinê kirin û ji wan salan heta niha ew der negirtine. Çal û kunên wisa hatine hiştin ji bo welatiyan û ajalan xetere ye. Heke kesek bikeve wan kunan wê çi bibe? Çawa kolan e bila wisa bigrin û bila dest ji xwezaya me berdin û biçin.”
“Helbet dewlet jî alikariyê dide wan şîrketan. Di navbera gund û cihê ku li madene digerin de kîlometreyek jî tuneyê dînamîtan lê diteqînin. Lê heke li cihekî din bûna nedihiştin. Dema dînamît diteqin ew çiya wekî zelzelê dihejin, dibe ku sibê ew bibe sedema herifîna axe jî. Di heman demê de jî dibe sedema qetilkirina ajalên ku li heremê dijîn jî. Dema em gilî li dewletê dikin ji me re dibejin, ‘Çima hûn naxwazin li wir maden bên dîtin’. Xwezaya me hatiye wêrankirin, rêya me xerab kirine bi rastî jî vê yekê nabînin. Em li vir bang li sazî û dezgeyên ekolojist dikin ku em bi hev re xwedî li xwezaya li vir derkevin.”
“Darên me hişk bûne”
Şeniyê herêmê Huseyîn Kahraman jî derbarê mijare de anîye ziman ku ji ber jehra madenê rez û bostanên wan hişk bûne û wiha gotiye: “Li vir rezê me hebû me tirî dixwar, bostanên me hebû lê ji ber tozê em nekarin tiştekî jî bixwin. Darên me ziwa bûne. Berê gelek darên behîvan li vir hebûn lê niha tiştek nemaye. Em naxwazin erdnîgariya me wêran bikin, bila ew şîrketa madenê ji herêma me derkeve biçe. Qirêjiya xwe jî di nav zeviyên me hiştine. Ji ber vê şîrketa madenê me dest ji zeviyên xwe berda.[1]
Ev babet 832 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | bianet.org
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 05-09-2022 (2 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Jînge
Kategorîya Naverokê: Coxrafya (Erdnîgarî )
Kategorîya Naverokê: Gelemperî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Ziman - Şêwezar: Turkî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 09-09-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 09-09-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 09-09-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 832 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.170 KB 09-09-2022 Sara KamelaS.K.
Bedenên Amedê
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Pol, Kom: Peyv & Hevok | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Bedenên Amedê
Peyv & Hevok

Bedenên Amedê
Peyv & Hevok

sûra dîrokî ya li dora Amedê[1]

Têbînî: kurdîpîda bi hîvîye temamiya peyiv û destewajên kurdî bi hemî şêwezara bi pênasa rêzimanî ve û êxistina wan di nav rstê da kumbiket û wêneyi bu peyda biket , hîvîye hevkariya kurdîpîdiya biken...
Ev babet 523 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Pirtûk | Kurmancî - Kurdîy Serû | Ferhenga Destî; kurdî bi kurdî; Umîd Demîrhan
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Peyv & Hevok
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Peyv: Nav
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 70%
70%
Ev babet ji aliyê: ( Ziryan Serçinarî ) li: 06-01-2019 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 06-01-2019 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 523 car hatiye dîtin
-Bedenên Amedê
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Pol, Kom: Peyv & Hevok | Zimanê babetî: Kurdîy Nawerast - Latînî
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
Kurmancî - Kurdîy Serû0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
-Bedenên Amedê
Peyv & Hevok

-Bedenên Amedê
Peyv & Hevok

sûra dîrokî ya li dora Amedê[1]

Têbînî: kurdîpîda bi hîvîye temamiya peyiv û destewajên kurdî bi hemî şêwezara bi pênasa rêzimanî ve û êxistina wan di nav rstê da kumbiket û wêneyi bu peyda biket , hîvîye hevkariya kurdîpîdiya biken...
Ev babet bi zimana (Kurdîy Nawerast - Latînî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Em babete bezimanî (Kurdîy Nawerast - Latînî) nûsirawe, klîk le aykonî bike bo krdineweyi babeteke bew zimaneyi ke pêyi nûsirawe!
Ev babet 569 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Pirtûk | کوردیی ناوەڕاست | Ferhenga Destî; Umîd Demîrhan; 2007
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Peyv & Hevok
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 72%
72%
Ev babet ji aliyê: ( Ziryan Serçinarî ) li: 23-06-2019 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 24-06-2019 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 569 car hatiye dîtin
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (I)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (I)
Kurtelêkolîn

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (I)
Kurtelêkolîn

$BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “#AMED# Ê” (I)$
Xerzî Xerzan
BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (I)
Destpêk
Di destpêka vê gotarê de, pêşî ez dixwazim bala xwendevan bidim “pênaseya netewa kurd û peydabûna wê”, da ku xwendevan têzên em pêşkêş dikin, bi hêsanî têbigihîje. Weke ku em dizanin û hemû zanyarên binavûdeng bi hevparî qebûl dikin; Netewa kurd û bi wateya xwe ya berfirehtir “Gelê kurd”, pêkhateyeka êl û êşîr û kom û civakên erdnigarîya kevnar a Kurdistanê ye. Ji destpêka dîrokê ve, ji hêla cînaran û her weha ji hêla “kurdan” bixwe ve, bi dehan navan li vî “gelî” hatine kirin lê di bingehê de, ev navana pekhateyek afirandîye û ew “pêkhate“ jî îro wek “Gelê kurd“ tê zanîn û wisa jî tê pejirandin. Ji destpêkê heta dema me a îroyîn, ev gel bi navên “Ko-tî, Xorr-î, Kur-tî ,Kar-da, Sûbarî, Mîtanî, Ûrartû-Xaldî, mîd-Mid-Med-Mad, û hwd. “ hatîye pênasekirin û em îro baş tê digîhîjin ku, ev navana tev de ji boyî proto-kurdan (pêşîyên kurdan) hatine bikaranîn. Daneyên zexm ên piştrastkirî jî ev raman û rastî didin xuyan. Bi kurtî, em dikarin bibêjin ku, Gelê Kurd ê nûjen, pêkhateyeke zengîn a êl, êşîr, kom û civakan e, ya ku xwedî dîrok û çandeke kevnar û ya herî girîng xwedî zimanekî kevnar e. Di hêlekê de çanda Xorrîyan, di hêlekê de çanda Arîyan ev zengînî afirandîye. Û dîsa zimanê kurdî yê îroyîn jî, bermayîya zimanên van her du çand-gelên qedîm e. Ji lew re bi hinek taybetmedîyên xwe ve (mîna zayendî, ergatîvî û hwd.), zimanê kurdî ji zimanên din ên Arî-Îranî cuda dibe û ev jî kevnarî û hevparîya wî dide xuyan. Ev kom, êl û civakan bi hev ra di demajoyê dîrokê de çand û dîrokeke hevpar û her weha zimanekî hevpar afirandîye û “gelê kurd ê nûjen“ wisa pêk hatîye. Ev pêvajoyeke herî kêm 5 hezar salî ye û zengînîyeke mirovahîyê û cîhanê ye.
Anegorî dîroknûsîya giştî, gel û komên Arî (Îranî) û bi taybetî yên beşê bakûr-rojavayê Arîya (Îranê), yên ku bi zimanekî Îndo-Ewropî diaxivîn, di destpêka hezarsala sisîyan, an ku berê zayînê sê hezar sal, kom bi kom ber bi rojava ve herikîne û li Welatê Xorrîyan bicî bûne. Lê divê bê gotin, navenda Mitan derûdora Mêrdîn, Nisêbîn, Amedê, Riha, Serê Kanîyê, Minbic, Heleb û Şehbayê ye. Jixwe di belgeyên dîrokî de xuya dibe ku peytexta wan “Waşûkanî” ye. Waşûkanî di Kurdîya îroyîn de wateya Başkanî, Xweşkanî(kurmancî), Weşkanî(kirmanckî), an ku kanîya xweş û baş dide. Dîsa anegorî lêkolînên dawîyê, hatiye piştrastkirin ku Waşûkanî di cihê erdnîgarîya îroyîn a Serê Kanîyê de ava bûye. Girê Helefê yê dîrokî jî nêzî vê herêmê ye û dîsa tê dîtin ku pêwendîyeke zexim di navbera Çanda Helefê, Perestgeha Xerabreşkê û Mitan de heye. Ji ber vê yekê û li gel daneyên zanistî, em dikarin bibêjin ew têza hatina gelên Arî li welatê Xorrîyan a destpêka hezarsala sisîyan, hewceyî piştrastkirinê ye, ji lew ra, zanyarên mîna Andrew Collins û gelekên dinê, hin komên Arî jî weke Xorrîyan niştecîyên herî kevnar ên vê herêmê dinvîsin û bi me jî ev gotin, dîsa anegorî daneyan rast e. 
 Bi kurtî, gelên Xorrî û gelên Arî, bi hev ra şaristanîyeke nû û bihêz afirandîye û ev şaristanî, di demajoyê de bi dehan rêxistin bi xwe ra pêk anîye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku; rêxistina yekan a hevpar, Konfederasyona Xorrî-Mitan e. Ev konfederasyon û hevgirtina êl û eşîr û civakên Xorrî û Arî, li hember împarartorîyên koledar, mîna Misirê û Asûr  hatîye avakirin. Taybetmendîya vê hevgirtinê, ev e ku, cara yekem her du gelên kevnar, bi hev ra ji boyî xweparastinê tevgerîyaye. Û ev hevkarî, bi xwe ra “netewek” nûjen afirandîye û heta dema me ya îroyîn jî, ew netew vêca bi navê “kurd” dijî”. Mitan, di vê rêxistinê de serî dikişînin û her wiha çîna torîn û erkdar xuya dikin. 
Mitan, di warê hespajotin û hesinkarîyê de gelekî pêş de çûbûn. Cara yekem ewan erebeyên şer çê kirine û çêkirina warê çek – mertalên hesin de, gelekî hosta bûne. Yek ji şaxên Xorrî-Mitan, Hîksos, a ku di destpêka 1750-an (B.Z) de, ji Mezopotamya Jorîn ber bi Misirê ve herikîne,  bi xwe ra çekên xwe yên hesinî, hespên xwe yên bihêz û erebeyên xwe ên şer, ên ku bi hespan dihatin ajotin birine û bi wan  gelek biserketinên mezin bi dest xistine û dewleta Misrê 150-200 salên dirêj dagir jî kirine. Hîksos bi hatina xwe a ber bi Misirê ve, bi xwe re hesp, erebeyên hespî yên şer, çek – mertalên hesin anîn û Misirî jî ev zengînîyan bi saya Hîksosan nas kirin. Misirî bi Hîksosan, van dewlemendîyan hesîyane û bi taybetî di warê hespajotinê de sûd wergirtine û piştî têkçûna Hîksosan, van hêjayîyan ew bixwe bi kar anîne. Lewra hem di warê hespan de, hem jî çekên hesinî de Misirî li paş mabûn û bi saya Hîksosan van tiştana dîtine û bi kar anîne. Her wiha, bi vî awayî di şer û pevçûnan de bi pêş ketine. Ev dane bi tevahî, ji boyî ravekirina me ya pêşdeçûna Mitan a di warê hesinkarî û bikaranîna madenan de, hatine gotin. Belê, Mitan di warê bikarîna madenan de gelekî biserketî bûn. Û sedema biserketina wan a sereke jî, ev hunerana bûn. 
Piştî van zelalkirinên dîrokî, ez dixwazim vegerim ber bi sedema nivîsîna vê gotarê. Dema min dest bi xwendina çavkanîyên kevnar kir, her tim pirs di mejîyê min de peyda dibûn. Gelo navê Mitan û Medan çima hevqas dişibe hev…? Gelo, têkilîya van her du êlên proto-kurd çi ye? Bi erdnigarî, hinek ji hev dûr in, yek li bakûr û rojavayê Kurdistanê (Mitan), ya dinê li başûr û Rojhilatê Kurdistanê (Medan) derketine sehneya dîrokê…. Lê her tiştên wan, heta navên wan jî yek e… Anegorî bilêvkirinên biyan, yek Mit-Mid-Mîd, ya dinê Mad-Med û Mîd e… Gelo ev her du nav, ne yek e.? Ev pirsana tavetî nedidan min û piştî gelek xwendin û lêkolînan, ez gihîştim vê bawerîyê ku, Medên Rojhilatê Kurdistanê, nevî û dûhatîyên Mitan in… Ewan, ji ber ku dûhatîyên Mitan in, navê xwe ji Mitan girtîye û pêvajoya dîrokî domandîye. 
Dibe ku, ev têz hinek balkêş be, lê li gel hemberîhevkirina erdnigarî, njad, ziman, pêvajoya dîrokî, warê hunera madenî, xweyîkirin û ajotina hespan, tev de ev nêrîn û raman piştrast dikin. Û ne ev tenê ne… Heta navên bajarê wan ên ku ew bixwe ava kirine jî, heman nav in… Em ê li ser van xalan bi baldarî bisekinin û yek bi yek, em ê hewl bidin ku rûpeleke veşartîmayî ya gelê kurd, bi daneyên zanistî ronî bikin.. Û em ê li ser etîmolojî-wateya peyvên MID-MÎD û MAD-MED û her wiha bi van bidestxistinan, em ê bi hêsantir bigihîjin encamekê, ya ku her dibin mijara gotûbêjan… Ka çima navê Amedê, Amedê ye û çima nikare bibe Diyarbekir…  Em ê ev bersiv bigerin. Helbet di hêla zanistê dîrokê û pêvajoya dîrokî a hezara salan de… Û dîsa em ê hewl bidin ku piştrast bikin, navê Amedê, navê Mîdyadê, navê Hamedanê, navê Amedîyê xwerû bi kokê ve bi kurdî ne û ev navana tev de ji zimanê kurdî derbasî zimanên dinê bûne…  Bersiva me ya li hember manîpûlasyonên mîna “navê kevnar a Amedê Tîgranakerd e” û “Amîda-Amedê” navekî bi zimanê Asûrî ye”, yên ku dûrî ji hiş û aqilan û zanistê ne jî, di dûmahîka vê gotarê de, beş bi beş dê bête nivîsandin. 
DÊ BIDOME…
Ji https://dirokurd.blogspot.com/2020/05/bi-daneyen-zanisti-nav-u-wateya-amede.html?spref=fb&fbclid=IwAR0TCMAltZNkW5UuoYY1wiO37VhICnwaGVA0F9Xri8xqeo5f6QRi5TNaVJ8
hatiye girtin!
[1]
Ev babet 349 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 23-09-2023
Gotarên Girêdayî: 6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 13-05-2020 (4 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 349 car hatiye dîtin
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (II)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (II)
Kurtelêkolîn

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (II)
Kurtelêkolîn

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “#AMED# Ê” (II)
Xerzî Xerzan
Dîroka mirovahîyê, weke ku hatîye gotin-qebûlkirin, li gel peydabûna nivîsê, dest pê dike. Ev, pêvajoyeka 5 hezar salî ye. Lê, helbet mirovahî berê nivîsê jî hebû û berê nivîsê jî, hêjayîyên şaristanî afirandîye. Bi taybetî, li gel lêkolîn û lêgerînên  van 50 salan dawîyê, Mezopotamyaya Jorîn, an ku navarasta Kurdistanê, di warê destpêka rîtûelên dînî-bawerî, pêşdeçûn û peydakirina çandinî û xwedî-kedîkirina ajalan de, wek herêma sereke û welatê destpêka jiyana medenî hatîye qebûlkirin. Berê peydabûna nivîsê ji hêla Sûmeran ve (heta îro berovajî vê têzê, daneyên zanistî nîn in), li Kurdistanê an ku li Mezopotamyaya Jorîn û nemaze li berçemên Tîjleyê û qeraxên şaxên wê, cîyên dîrokî yên ku dema wan digihîje 12-14 hezar salî, hatine dîtin û qeydkirin. Wek mînak; Şikefta Şanîdarê, Herêma Çermo, Xerabreşk (GobekliTepe), Şikeftên Hesûnî ,Qota Berçem ( Çayönü), Şikeftên Hilarê, Kerxê (bi Asûrî: Taîdu, bi tirkî: Üçtepe),  Behramkî (Bi Asûrî: Tuşxan, bi tirkî: Ziyarettepe), Newala Çorî, Çemê Hilan, Xirbeya Başûr, Girê Kortik û hwd… Bi van destketîyên zanistî û dîrokî, em dikarin bi hêsanî bibêjin; “Şaristanî li seranserê dinyayê, ji axa bakûrê Mezopotamyayê, anku ji Kurdistanê belav bûye....” (1) 
Yek ji van mercên dîroka medenîbûn û şaristanîyê, pêşdeçûna di warê “madenkarîyê” de ye. Gelên ku qada madenkarîyê de xwe gihandibin, di dîroka kevnar de her tim bi ser ketine û ev huner wisa kirîye ku, bajêr û şaristanîyên binavûdeng  ji hêla wan gelan ve hatine afirandin. Û dîsa, em baş dizanin ku, li seranserê cîhanê, herêma derûdora Amedê di  warê cewherên madênî de xwedî cîyekî taybet û serbixwe ye. Qota Berçem , a ku raserî gundê Hilarê yê Erxenî ya Amedê dimîne, di dîroknûsîya serdemên kevnar de, wek “di cîhanê de cîyê destpêkê ya madenkarîyê” tê zanîn û dîsa li gel kolanên dawîyê, hatîye piştrastkirin ku, li Qota Berçem, mirovên vê deverê, cara yekem  ji madena sifirê, amûrên xweşik û kêrhatî, mîna bazin, gustîlk, kêr, şûr, mertal, tîr û kevan çê kirine. Ji ber ku li  hawirdora Qota Berçem cewhwer û damarên madena sifirê pir bûne û gelê wê deverê di warê çêkirina amûrên madenî de hosta û jêhatî bûne, û ji ber ku berê Qota Berçem, di warê madenkarîyê de, li cîhanê  ti daneyên zanistî li ti deverê nehatine dîtin û peydakirin, di cîhana zanistê de civaka Qota Berçem civaka yekemîn e, a ku madenkarîyê ve mijûl bûne û bi ser ketine.  Li Qota Berçem û li Gundê Hilarê, sala 2019-an kolan dîsa dest pê kirine û berpirsîyara lêgerînê, arkeolog Doç.Dr. Doç. Dr. Aslı Erim Özdoğan, li gel daneyên nû bi hêsanî dibêje; “Li cîhanê, dîroka madenkarîyê, bi Qota Berçem dest pê dike” û didomîne: “Sifir, cara yekem li vira hatîye helandin û pişt re hatîye sarkirin-hişkkirin , bi lêdanê şikil lê hatîye dayîn û bi vî awayî, morîk, bazin,gustîlk û amûrên xweşik hatine çêkirin. Ev yek, hunerek e, a ku berê nehatîye dîtin” (2). Û ev tiştana, bi tenê ji madena sifirê pêk nehatine. Gelê Qota Berçem, madena sifirê tev li madenên dinê (çînko-zirinc-hesin) kirîye û bi vê yekê teknolojîya madenî gelekî peş ve birine. Destketîyên Qota Berçem, xweş nîşan didin ku, ev gel berê mîladê 8200-7500-an de, hîn serdema Neolîtîk -a bê dîz/firaq- de, maden nas kirîye û gavên pêşîyê yên madenkarîyê avîtîye. Ev destketin û amûr, ne ku tenê li vê herêmê, lê li tevahîya cîhanê, mînakên herî kevnar in ku hatine peydakirin (3)
QOTA BERÇEM - AMEDÊ
Zanyarê kurd Mehrdad Izady, di pirtûka xwe de (Ên Kurd), behsa Qota Berçem jî dike û li ser wê wisa dinvîse; 
“Mirov, ji serdema kevirî, derbasî   serdema şoreşgerî ya madenî (bi rêzê -sifirî, bronzî û hesinî) bûn. Civaka li Qota Berçem (Braidwood 1969, Caldwell 1967), yek ji wan du civakên kevnar e, ya ku dest bi madenkarîyê kirine û ev yek bi zanistî hatîye piştrastkirin. Bronz, tevlibûneka madenî ye, ji tevlikirina sifir û madenên dinê pêk tê, bikaranîna wê hêsantir e, ji ber ku zûtir dihele û zûtir sar dibe. Amûrên bronzî yên Qota Berçem, berê mîladê 4 hezaran hatine çêkirin. An ku, berê Ewropayê tam 2 hezar sal… Cewherên madênî, peşdeçûna vê civakê hêsan kiribû.  Li wê demê, li Mezopotamyaya jêrîn, maden tine bûn lê li herêmên Zagros, Toros, Amanos û li Cûdîyê pêkhateyên volkanîk pir bûn û bi wan re maden jî “ (4)  
Ev sedem wisa kir ku, gelê Tîjle û Ferata jorîn di vî warî de xwe pêş de birin û şaristanîyeke bêhempa afirandin.   Dîsa lêkolînerê kurd Muslum Uzulmez, li gel lêgerîn û pirtûkên xwe, ev rastî teqez dike û dibêje;  “Ev dîrok ne dîroka nivîsandî ye lê dîrokeka peydabûyî ye…”.  Ev gotin, ji boyî têgîhiştina ferqa dîroka nivîsandî û dîroka peydabûyî  gotineke di cî de ye, rastîya dîroka kevnar radixe li ber çavan (5). Her wiha, destnîşan dike ku, derûdora Amedê ji demên kevnar ve, cîyê sereke yê warê madenkarîyê ye û amûrên li Amedê hatine çêkirin, hîn berê 5-6 hezar sal, li çar hawirdora Mezopotamya û Anatolyayê belav bûne (6). 
 Piştî van piştraskirin û daneyên zanistî, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku, gelê Qota Berçem an ku bi awayî berfirehtir, gelê Mezopotamyaya Jorîn, ji demên kevnar heta dema me ya îroyîn di nav zengînîyên madenî û çandinî de jiyîne û mixabin, ev zengînîyên wan bûye sedema êrîşkirina wan ji hêla gel û civakên dîtirê. Di belgeyên Sûmerî û Akkadî de, em dibînin ku, cara yekem Keyê Akkadî yê binavûdeng Naram-Sîn (sedsala 23. a berê mîladê), êrîşî “Welatê Jor” kirîye (7). 
Kêla (Stêla) biserketinê ya Naram Sîn a li Amedê
Naram Sîn, piştî dagirkirina herêma Tîjleya Jorîn, xwe wek “Xwedî û Keyê çar kenarên cîhanê” daye nivîsandin. Berê vê stêlê (kêlê), ti belge nehatîye dîtin ku di naveroka xwe de hatina artêşekê an jî gelekî biyan a li vi welatî, hewandibe. Stêla biserketinê ya  Naram-Sîn, li gundê Pîr Hiseyna yê Amedê, sala 1893-an hatîye dîtin.. Ji vê stêlê em fam dikin ku, Akkadan, hîn sedsala 23-an êrîşî herêma Amedê kirîye û keyê wan Naram Sîn, li ser navê xwe kêleke biserketinê daye çêkirin û li gundê Pîr Hiseyna yê îroyîn daye çikandin. Helbet sedema êrîşê xuya ye. Sedema sereke, bidestxistina herêmên madenan û her wiha zengînîya Xorrî-Mitan e. Naram Sîn, keyekî çavsor bû û ji boyî armanca xwe ya bûyîna “XwedaKey”, artêşên nû û êrîşkar amade dikir û bi wan, ji boyî pêşdeçûna xwe, herêmên zengîn û medenî dagir dikir, dest datanî li ser hêjayîyên wan û gelê wir dikir koleyên dewleta xwe. Armanca dagira wî  ya sereke ev bûye. 
Di wê demê de û hîn zûtir, di belgeyên Sûmerî de de, ew gelê “jorîn” bi navên “Xor-rî, Ko-tî, Kur-tî û hwd.” hatine nivîsin, û ev tev de wateya “gelê jorî, bilindahî” didan (8). Û weke ku me di destpêka vê gotarê de nivîsîbû, ev gelên “JORÎ-BILINDAHΔ, an ku bilêvkirin û bi binavkirina biyanan “Ko-tî, Kur-tî, Sûbarî, Xor-rî-Mitan, Naîrî, Xanîgalbat, Ûrartû û hwd.”, ji demên kevnar heta dagira Akkadan, -di welatê xwe de - ji gola Ûrmîyê hetanî Deryaya Spî, ji Zagrosan heta Toros û Amanosan, ji  Deryaya Reş heta Musil û Kirkûkê- an ku li Kurdistan îroyîn, di nav aramî, afirandarîyê û di nav çandeka bêhempa de, bi hev re dijîyan. Lê ev dagir, dibe destpêk û ev konfederasyona gelên “Jorî”, êdî ji wê demê ber bi serdema me ve, bênavber pozîsyona xwe ya xweparastinê werdigirin û pêvajoya dîrokî didome. Vêca em ê vegerin mijara “Xorrî-Mitan”, a yek ji wan navan a li vî gelî hatîya danîn.
Weke me got, Mitan, hîn hezarsala 3-an a berê mîladê, di dîrokê de xuya dibin û ji Nûzî (Kirkûka îroyîn) û Gola Ûrmîyê heta Amanosan, li gel hevkarîya hemû Xorrîyan konfederasyonek ava dikin. Û Mitan, bi vê  konfederasyonê,  di destpêka hezarsala 2-an, li gel bi xwe re anîna “ronahîya Arîyanî ya ji herêma Gola Ûrmîyê” (9) tev li karwana dîrokê dibin û ew “ronahîya Arîyanî ya ji herêma Gola Ûrmîyê”, an ku pêşdeçûna warê rêxistinbûyîn-kirinê, hemû gelên Xor-rî dike yek û Mitan, dibin erkdar û fermandarên hemû Xor-rîyan. Ji wê demê pê ve, navê wan wek”Xorrî-Mitan” tê nivîsîn. 
Li vira em ê berê xwe bidin pêwendîya Mitan û Medan, da ku em mijara xwe heve girê bidin. Diakonoff, berhema xwe de(10) (, bi daneyên zanistî dibêje, Mitan gelekî Îndo-Ewropî ye û ji herêma Gola Ûrmîyê ber bi rojava ve hatine, li Rojava tev li Xorrîyan bûne û “ronahîya Arîyanî” jî bi xwe re anîne. Û dîsa di heman cîyî de, Diakonoff destnîşan dike ku navê Mitan a resen, ê ku ew bixwe, xwe bi nav kirîye; “Matîen” e. Di destpêka hezarsala 3-an, beşek ji Mitan (Matîen-Madîen, Medîen) koçî rojava kirîye û li herêma Xorrîyan, li gel wan şaristanîyeke hevpar ava kirîye. Û hîn berê Akkadan û di serdema Sûmeran de… Ev nêrîn, di gelek lêkolînên dîrokî de jî cîyê xwe girtîye û bi daneyên zimanî-erdnigarî, koka Mitan, bi Matîen ve hatîye girêdan (11).  
Û ev navê Matîen/Madîen (navê Mitan a resen), berê 4-5 hezar sal berê, li welatê Mitan, an ku li hawirdora Gola Ûrmîyê zendî ye. Ew herêma ku tê behskirin, her wiha makewelatê Madan/Medan/Mîdan e jî… Balkêş e ne? Med, belgeyên nivîskî û nivîsarên Asûrî de, di destpêka hezarsala yekemîn de xuya dibin, lê berê tomarkirina wan du hezar sal, anku hezarsala 3-an de, dîsa li heman herêmê, dîsa bi heman navî, heman gel dijî û beşek ji wî gelî ber bi rojavayê ve diherike û şaristanîyek ava dike. Pêwendîya peyvên berê Mit/Mid û piştî Mad/Med, gelek dişibe pêwendîya peyvên :“Kurd/Kard/Kord/Kird”(12). Gelê Kurd, di pêvajoya dîrokê de, anegorî bilêvkirinên biyan, bi van navan (Kurd/Kard/Kord/Kird) hatîye pênasekirin û Mitan jî dîsa bi navên Mit/Mid/Mîd û Mad/Med/Mîd… Awazên bêdeng (K-R-D, û ,M-D-T)  cîyê xwe de dimînin lê tîpên dengdêr ên: A-O-U-Î û her wiha yên E-Î-I-A, diguhêrin.  Û ev merc, dîsa anegorî bilêvkirina dengên zimanên bîyan, rewşeke normal e û ya rast jî ev e. Mijar, li gel daneyên zanistî, ew çend hêsan e. Ji lew re, navê Mitan û Medan (yê resen Matîen/Madîen) heman nav e, zimanê wan zimanê Îndo-Ewropî ye, makewelatê wan heman welat e, bawerîyên wan bawerîyên Arî ne, qîmetdayîna wan a jinê girîng e û huner-mijûlîyên wan a sereke jî, heman e:… Madenkarî… Hesinkarî… Ev yek, ji hemanîya hemû faktoran xweş xuya dike û ew her du serdem piştrast dikin ku, Mitan û Medan, an ku heman gel-civak,  di warê madenkarî-hesinkarîyê de pir serketî bûn. Sedemên vê yên erdnigarî û civakî û jeostratejîyê helbet hene. Û ev mercana wisa kirîye ku, Matîen (berê Mit/Mid û piştî Mad/Med), di warê çêkirina çekan de pêş de çûne. Daneyên dîrokî wisa dibêjin û her wiha bi van daneyan, em dikarin hêsantir tê bigêhin, ka navê Kavî Viştaspa (Keyaxser ê Gewre) yê keyê Medan a herî navdar, efsaneya Newrozê de , çima wek “Kawa yê Hesinkar” hatîye hunandin. Gelo, ev hunandin, ne ji ber serketina Medan a di warê “hesinkarî-madenkarî”de, têt? An jî, serketina Medan a li hember Asûrîyan, ne ji ber hebûna erebeyên wan ê şer,  çekên wan ên hesin û madenî yên bêhempa bûn?. Ev tev de pirs in û bavê dîrokê Herodot, di nivîsareka xwe de, bersiv dide; “ Medan jî, çek û cilên weke ên Persan wergirtibûn, ev cil û çekwergirtin jixwe (zaten) bi bingehî ên Medan bû, ne ên Persan bû (13) . Herodot jî piştrast dike ku, cil (yên zirxî) û çekên ku Pers bi kar tanîn, di bingehê de ne yên Persan bû, ên Med ew çek û cil berê de bi kar tanîn (her wiha erebeyên şer) û bi wan çekan biserketinên mezin li hember Asûrîyan bi dest xistin. Û dîsa em wiha fam dikin ku, Ên Pers vêca bi van amûrên şer, pêşdetir çûn û sinorên xwe berfireh kirin. An ku, bingeha serketina Medan û pişt re jî ya Persan, ji ber çek û cilên şer ên Medî ye.  
Medes Chariot / Erebeya şer a Medî - British Museum (14)
Xalexa din a hevpar a Mitan û Medan, dîsa hunera wan a hespajotinê ye. Her wiha çêkirina erebeyên şer ên bi hespan tên ajotin e… Her du jî (Mit û Med – an ku Mat/d), di warê hespan de pispor in û bi taybetî xwedîkirina hespan da binavûdeng in. Ev tev de, ji boyî ravekirina yekgelbûna Mit û Medan, têra me dike…. Vêga em ê vegerin ber bi navên bajêrên Mitan û Medan ve, yên ku bi heman navî hatine avakirin. Û bi taybetî, bajêrê Mitan a girîng; AMEDÊ... Em ê sedema navê wê bigerin û bersiv jî amade bikin. Û em ê vêca, ji nivîsarên dîrokî yên keyên Asûrî sûd werbigirin….________________________________________
ÇAVKANÎ
(1) Gotara Kurdistan û Şaristanî:  https://dirokurd.blogspot.com/2017/12/kurdistan-u-saristani.html
 (2) Nûçeya Der barê Qota Berçem de: https://www.arkeolojikhaber.com/haber-cayonu-arkelojik-alani-acik-hava-muzesine-donusecek-16691/
(3) Önder Bilgi- Hadi Özbal -Ünsal Yalçın, Castings Of Copper-Bronze / Bakır-Tunç Döküm Sanatı, Anatolia Cradle Of Casting /Anadolu Dökümün Beşiği, İstanbul, 2004,5.
(4) Ên Kurd /Mehrdad Izady, Weşanên Doz - 2004)
(5) Gotara Müslüm Üzülmez; Dünyada Madenciliğin İlk Başlangıç Noktası - Müslüm Üzülmez
(6)  “On Bin Yıllık Tarihin Tanığı Hilar – Şahidê dîroka dehhezar salî: Hilarê” Müslüm Üzülmez - 2016
(7) Kêleke (Stêleke) biserketinê ya Naram Sîn (sedsala 23-an a berê mîladê) ê keyê Akkadan, li gundê Pîr Hiseyna yê Amedê sala 1893-an hatîye dîtin û îro li Stenbolê,  di Mûzeya Berhemên Kevnar ên Rojhilatê de ye.
 (8) Gotara Xerzî Xerzan, li gel êdîsyona zanistî ya Ezîz ê Cewo https://dirokurd.blogspot.com/2018/04/netewnave-kurd-u-nave-welate-wan-di.html .
(9) Evidence on the Ethnic Division of the Hurrians / I. M. DlAKONOFF Institut Vostokovodenija Leningrad, U.S.S.R
10) Çavkanîya 9-an
(11) The Cambridge history of iran Volume 2  - The Median and Achamenian Periods/ rupel 45 46. Rastîya dîrokî ya Xorrî-Mitan ev e.
(12)Çavkanîya 8-an
(13)(Herodot - Dîrok, Pirtûka 7-em, beşa 62-an)
(14) Xwerû ji zêr hatîye çêkirin, 20 cm. dirêjahî, 8 cm. jî bilindahîya wê heye û 75 gram e. Persan heman erebe di şeran de bi kar anîye. Herodot jî destnîşan dike ku, Pers bi tevahî çekên Medan bi kar tanîn û di koka xwe de ew çek yên Medan bûn, ne yên Persan...
Dê bidome...
[1]
Ev babet 323 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 23-09-2023
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 24-05-2020 (4 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 323 car hatiye dîtin
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (III)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (III)
Kurtelêkolîn

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (III)
Kurtelêkolîn

$BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “#AMED# Ê” (III)$
Xerzî Xerzan

BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (III)
Berê vî beşî de, me li gel çavkanî û belgeyên zanistî piştrast kir ku Mitan û Medan, hem bi nijadî, hem jî bi zimanî, erdnigarî û çandî yek gel in û ên Med, dûhatîyên Mitan in. Beşek ji Mitan, hezarsala 3-an, ji başûrê Gola Ûrmîyê ber bi Rojava ve hatine û li wira li gel Xorrîyên dinê,yekîneya xwe ava kirîye, şaristanîyeke bêhempa û bajêrên teqez afirandine, li hember dagirkeran, pozîsyona xwe ya xweparastinê wergirtine û bi vî awayî pêvajoya dîrokî domandine. Em ê gotina paşîyê, pêşî bibêjin û dîsa li gel belge û nivîsarên zanistî, em ê gotina xwe piştrast bikin; Yek ji wan bajêran, ên ku bi hevkarîya Xorrî-Mitan hatîye avakirin, bêniqaş “AMEDÊ” ye. Mitan/Medan, ev bajêr ava kirîye û navê xwe jî lê danîye. An ku, A – MED… Bajarê MED, Qada MED, Stara MED… 
Divê em pêşî berê xwe bidin serdema avakirina Amedê û sedema avakirina wê binihêrin. Û bi vê yekê,em ê analîzeke baş û bêkêmasî pêk bînin. Van salên dawîyê, li navenda Amed a kevn, di keleha navîn (hindûrîn) de bi navê  Amîdahoyuk (Xerabeya Amîda), kolanên arkeolojîk pêk tên û ew kolan, agahîyên balkêş digihînin me. Anegorî kolan û destketîyên dawîn, em tê digihîjin ku, li cîyê bajarê Amedê ya îroyîn, hîn berê 5 hezar sal, an ku berê mîladê destpêka hezarsala 3-an, şopên jiyan û niştecîbûnê peyda dibin. Piştî, bi destpêka hezarsala diduyan, vêca şopên bajarîbûnê tên ditin (1). 
Û ev tarîx (berê mîladê destpêka hezarsala 3-an), her wiha hatin û bicîbûna Mitan bixwe ye, an ku bi van kolanên dawîn em baş fam dikin ku, Amedê, di serdema hatina Mitan a ji Zagrosên Rojhilat ber bi Rojavayê de (destpêka hezarsala 3-an) hatîye avakirin. Dema avabûna Amedê û hatina Mitan a li vê herêmê, heman dem e, (binihêre-beşê yekem ê ve gotarê-Destpêk). Û dîsa belgeyeke nivîskî ya herî kevnar a Tîjleya Jorîn, agahîyên teqez dide me, da ku em bikaribin sedema avakirina Sûrên Amedê  û her wiha tarîxa avakirina wan û ji hêla kî ve hatine avakirin, em baş tê bigêhin. Ew nivîsar, Kêla (Stêla) Naram Sîn ê keyê Akkadan a herî navdar e (2).
Naram Sîn (B.Z. 2254-2218), hîn sedsala 23-an a berê mîladê, êrîşî derûdora herêma Amed a îroyîn kirîye û li gundê Pîr Hiseyna ya Amedê ya îroyîn, li ser navê xwe kêleka (stêleka) biserketinê daye nivîsandin. Gundê Pîr Hiseyna  cîyekî dîrokî ye û ev stêla Naram Sîn jî, berhema herî kevnar a nivîskî ye, a ku li vê herêmê hatîye dîtin. Berê wê stêlê, di vê herêmê de ti daneyeka nivîskî nîn e. Ev jî piştrast dike ku, berê Naram Sîn xetereya dagirkirinê nîn bûye (bi taybetî dema Sûmeran de) û piştî vê dagirê, gelên hawirdorê teqez hewl daye ku bikaribin xwe ji êrîşan biparêzin. Gundê Pîr Hiseyna, kêleka Amedê de dimîne û hîn wê demê, ji ber ku Stêla Naram Sin li wira hatîye çikandin û li bajarê Amedê ya îroyîn (bi taybetî li Amîdahoyuk) ti şop û bermahîyên dagirên Akkadan nehatîye dîtin, em dikarin bi hêsanî bibêjin; Gel û civaka niştecî ya derûdora Amed a îroyîn, piştî êrîşî Akkadan, ji boyî xweparastinê cîyekî ewle û star gerîyaye û ew dever jî, dibeyeke mezin Amed a îroyîn e. Ji lew re, heger serdema dagira Naram Sîn (B.Z. 2254-2218) de, Amedê wek bajêr hebûya, Naram Sîn bê dagirkirin û talankirina wê nedisekinîya. Û helbet, weke her tim dikir, dîsa şopeka xwe ya talanê li wira bihişta. Wê serdemê, xuya ye ku cîyê herî berfireh û zengîn, cîyê Gundê Pîr Hiseyna ya îroyîn bûye. Naram Sîn jî, ji boyî navê xwe bilind bike, ew dever dagir dike û xwe wek ““Xwedî û Keyê çar kenarên cîhanê” dide nivîsandin (3).
Der barê sûrên herî kevnar ên Amedê de, pir agahî dest me de nîn in. Lê anegorî lêkolînan, baş tê zanîn, Amedê, wek bajêrekî bi sûr û bi keleh, di dema Xorrî-Mitan de hatîye avakirin û sûrên herî kevnar ên Amedê dîsa di wê demê de hatine lêkirin (4) . Pişt re, dema Romê de, sala 330-an a piştî mîladê de, vêca Bîzansî  sûrên Amedê (bi nivîsîna Albert Gabriel; “Amed a Bajarê Xorrîyan”) berfireh kirine û piştî kedeka herî kêm 45 salî, sûrên Amedê rewşa xwe ya îroyîn wergirtîye (5).  An ku berê Xorrî-Mitan, bajêrekî bi navê Amedê nîn e û sûrên wê yên destpêkî jî, anegorî daneyên zanistî, piştî dagira Akkadan, an ku derûdora dawîya hezarsala 3-an a berê mîladê (2200-2000an a berê mîladê), dîsa ji hêla Xorrî-Mitan hatine lêkirin. Ji ber ku, Mitan hêz û hoza sereke ya Xorrîyên wê demê ne, navê xwe jî li bajêr danîne (A MÎD/MED - î) û ew nav heta dema me wisa hatîye bilêvkirin. Û ne tenê ji hêla kurdên nevîyên Mitan/Medan ve, ji hêla hemû dagirker, biyan û cînaran ve jî… Daneyên zanistî, serdema avakirina Amedê ya wê demê bi hêsanî rave dikin. Mînak, Li Amîdahoyukê, dîz û firaqên herî kevnar, yên şaristanîya Nûzîyê ne(6). Ev jî piştrast dike ku, avakarên Amedê yên resen Mitan in, ji lew re, Zanyarê Rûs Diakonoff, di berhema xwe de eşkere dibêje ku makewelatê Mitan an ku Matîen ên kevnar, başûrê Gola Ûrmîyê ye (7) û Nûzî ya şaristanîya kevnar jî li heman herêmê, an ku  li ba Kirkûk a îroyîn derketîye sehneya dîrokê û wek yek ji bajarên sereke yên Xorrî-Mitan tê zanîn. Heger wisa ye, û daneyên dîrokê yên zanistî wisa dibêjin, nexwe amûrên Nûzîyê, li gel Xorrî-Mitan gihîştine Amed a îroyîn û ew amûr ji hêla Xorrî- Mitan ve, li bajarê nû: “A-MED-Ê”  hatine çêkirin. Weke ku Diakonoff ji boyî Mitan /Matîen) dibêje: “di destpêka hezarsala 2-an, li gel bi xwe re anîna “ronahîya Arîyanî ya ji herêma Gola Ûrmîyê”  (8),  pêvajo temam dibe û ronahîya Arîyanî ya Mitan, welatê Xorrîyan ronak dike û yek ji navendên wan a ronak  jî “Amedê“ bixwe ye. Û anegorî destketinên kolana Amîdahoyuk-ê, dîsa em pê ewle dibin ku; bajêr di destpêkê de bi destê Mitan hatîye avakirin û niştecîyên destpêkî dîsa Mitan in, her çiqas demek kin (destpêka sedsala 13-an a berê mîladê – serdema Adad Nirari I de) di destê Asûran  de mabe jî, ti şopên arkeoojîk a Asûrî ya wê demê neketîye dest, an ku nîn e. Ev jî nîşan dide ku, Asûrî tenê dagir-talan pêk anîne û li Amedê bi awayekî dirêj nemane(9).  Piştî van agahîyan, em pêvajoya dîrokî ya bajarê Mitan, bajarê ronak Amedê bidomînin…
Dagira Akkadî ya Naram Sîn demek kin de dawî bûye lê bandora wê nêzîkî sed sal dewam kirîye (sedsala 23-an a berê mîladê). Lê ti bermahî ji dema Akkadan de jî dest me de nîn e, ji bilî stêla Naram Sîn a li gundê Pîr Hiseyna, yê ku 20 km. li rojhilatê Amed a kevn (Amîdahoyuk) dimîne. Piştî Akkadan, vêca Asûrî ev rêya talanê şopandîye û li ser bajêrê nû yê Mitan, an ku li Amedê, seferên talanê bi rê ve birine. Sedema sereke dîsa zengînî û asta bilind a çandî ya Mitan e. Asûrî, welatê Mitan wek “Xanîbalgat” an ku “Welatê Gewre- Berfireh” bi nav kirîye. Ev “gewrebûn”, ji ber zengînîya Mitan bû û Asûrî çav berdabûn wan zengînîyan. . Em vê yekê, ji belgeyên  Asûrî baş fam dikin, Asûrî, di destpêka sedsala 14-an an ku serdema navîn a Asûrî (1400-930 b.z) de, pêşî berê xwe dane bajarên Mitan ên di warê madenan de gelekî peş de çûbûn.  Di serdema Adad Nirari I de, artêşên dagirker ên Asûrî êrîşî “Welatê Jor” dikin û Adad Nîrarî (1295-1264 b.z),  di nivîsarên xwe yên pesindanîyê de, bi quretî dagirkirin-talankirina xwe ya herêma Xanîbalgat-Mitan an ku Tîjleya jorîn qeyd dike (10). Û bajarê Amedê ya kevn jî li vê herêmê cîyê xwe digire. Adad Nirari I, dema Amed zevt kirîye, li ser şûrekî navê Amîdê an jî Amedê daye nivîsar (11). Ev nivîsar, belgeya yekemîn e, a ku navê Amedê tê de dibore. Ji daneyên arkeolojîk em fam dikin ku, piştî dagirkirina Adad Nirari I, nêzîkî dused sal li Amedê şopên bajarî nayên xuyan. Ev jî wateya, talankirin û xerakirina bajêr e. Asûrî tiştekî ecêb anîne li ser bajêr û her wiha gelê wê, an ku Mitan. Ji xwe piştî vê tarîxê, Mitan li vê herêmê  ji holê radibin û dîsa anegorî daneyên dîrokî û nivîsarên keyên Asûrî (Asurnasirpal II û Salmanasser III – çavkanîya 11 û 12-an), berê xwe didin çiyayên xwe yên asê, an ku ber bi rojhilat ve dikişin, li makewelatê xwe, li Zagros û Torosan, li derûdora Gola Ûrmîyê û Nûzîya kevnar (Kirkûka îroyîn), vêca bi navê Mîd-Mad-Med, jiyana xwe didomînin. Lê helbet ev pêvajo pir dewam nake û dîrok li benda lehengên xwe dimîne... 
Navê Amedê cara yekem li ser şûrê Adad Nirari (1295-1264 b.z) bi nivîskî xuya dibe. Ew dem, serdema Mitan e. Mitan wê serdemê, li Amedê, li bajarê xwe yê bisûr û bibeden û bikeleh niştecî ne û pêvajoyeke herî kêm 800 salî (ji destpêka hezarsala 2-an heta 1295-an b.z)li herêma Amedê û li welatê xwe seranser desthilatdar in. Bi dagira Asûran têk diçin û bajarê Amedê jî (weke ku Adad Nirarî I bi nav dike) dikeve destê Asûran. Piştî vê dagirê, êl û eşîrên Aramî-Asûrî ber bi jor ve dikişin û welatê Mitan seranser dagir dikin. Hin êlên aram, dewletên nû li ser axa Mitan ava dikin. Asûr jî rê didine vê rewşê û Mitan (Medan), çawa me got ber bi Zagrosan ve dikişin û amadehîya demê pêş dikin. Lê hin şopên biçûk ên serhildanê li hember asûran, hîn wê demê rû didin. Li vir divê, em li ser xaleka girîng bisekinin. Amedê, ji hêla keyê Asûr Tiglat Pilaser I (1114-175 b.z.) ve careka dinê tê xerakirin. Tiglat Pilaser I, di nivîsara xwe de vêca behsa herêmeka bi navê “AMADANÛ”dike û dibêje li wir, ewî bi dehan keyanîyên Naîrî û Mitan têk birîye, rez û baxçeyên wan talan kirîye û serê gelekan jê kirîye (12). Ev devera Amadanû, piştî  Tiglat Pilaser I jî, di nivîsarên keyên Asûr de gelek car dibore û gorî lêkolînên me yên di vî warî de, em dikarin bi hêsanî bibêjin, ew devera Amadanû, herêma di nav bera Maden a Xarpêtê û Erxenîya Amedê ya îroyîn de cîyê xwe digire. Ji lew re, dema behsa Amadanû tê kirin, ne wek navê bajarekî, lê navê herêmekî (bi ingilîzî “land Amadanû”) hatîye nivîsandin. Û dîsa, di nivîsarên Asurnasirbal II de, navê wê deverê, wek “Dergeh-Derbenda Amadanû/Amadanî” û wek “Çiyayê Amadanû” jî hatîye qeydkirin û erdnigarîya wê di navbera Maden a îroyîn û Erxenî ya îroyîn (Erxenî wek ARQANÎA hatîye nivîsîn- binihêre çavkanîya 12-an û 13-an).  
Û ew dewletên Aramî yên piştî Mitan bûne desthilatdar-dagirkerên Amedê… Yek ji wan dewletên aramî, Dewleta Bêt-Zamanî (Mala Zemanî) ye. Bêt Zamanî, Amedê ji boyî xwe wek navend hildibijêrin û herêma Amedê bi tevahî kontrol dikin. Amedê, weke ku navê xwe yê resen (Amedî) dibe peytexta Bêt-Zamanî. Ji wê demê, destê me de agahîyên berfireh hene û di nivîsarên Asûrî de navê Amedê, wek AMEDÎ hatîye nivîsandin. Û ne bi carekê, bi dehan car (dîsa binihêre çavkanîya 12-an û 13-an)…  
 Li vira xala girîng ew e ku, ne weke AMÎD, AMÎDA lê tenê û bi yekşewazî, wek AMEDΠû AMEDÊ hatîye nivîsandin(13).. Weke ku tenê ên kurd do jî wiha bi lêv kirine, îro jî wiha bi lêv dikin, wisa bang li “bajarê xwe” dikin.  Belge, yên asûran e, nivîsar, ên wan e lê bajêr hîn berê hatina Asûran 2 hezar sal hatîye avakirin û hîn berê wan hezar sal jî dest bi çalakîyên xwe yên şaristanî kirîye. Ev tev de di belgeyên dîrokî de hene, navê bajêr, ji wê demê ve xuya ye, bi mercên kurdîya îroyîn, A MEDAN e,  weke ku Asûrî nivîsîne “A MAD AN e – AMED Δ ye, pişt re jî bûye “A MED Ê”,  ev tenê nûanseke yekjimar-pirjimarî ye. Û dîsa bi zimanê kurdîya îroyîn e, bi zimanê Medî yê kevnar e. Di gramer û daçek-pêvekan de xwe bi hêsanî dide der. Ne peyveke an jî daçek-pêvekên samî ye, xwerû zimanê Îndo-Ewropî ye. An ku heman ziman e. Mijar, ji boyî kesên pispor, hêsan e û têgihîştina wê hêsantir e.  Ji lew re, di dîroknûsîya giştî ya serdema Asûrî de, di hêlên etîmolojî û erdnigarîyê de;  URU Amēdi : wek “Bajarê Amed a îroyîn”, KUR Arqania:  “Herêma Erxenî ya îroyîn” û KUR  Amādan jî  “ Herêma Maden a Xarpêtê ya îroyîn, ya kul i rex Erxenîyê ye” tê qebûlkirin.
Ev pênase tev de, li gel daneyên erdnigarî û hebûna cewherên zengîn ên madenî li wira, karê me hêsan dike û çawa ku me li beşê 2-an a vê gotarê de gelek behsa wê kirîye (14), ev dever ji ber ku warê cewherên zengîn ên madenî bûye û Mitan bi bikaranîna van madenan bi ser ketine, vêca pêşî Akkad û dû re Asûrî berê xwe dane vê deverê û xwestine ev herêm dagir û talan bikin. Û piştî têkbirina Mitan, ev dever ketîye destê Asûran û pişt re jî li gel koçên êlên asûr û aramî, dewletên biçûk ên aramî hatine damezrandin (li Amedê Bêt Zamanî). Lê navê Amedê her weke xwe dimîne û her wiha herêma zengîn “Amadanû” jî… 
Li vir pirsek dertê holê, gelo peyva MADEN-ê, ya ku di zimanê erebî û tirkî de heman wateyê dide, koka xwe ne ji navê vê herêmê digire, an ku Amadanû û Amedê weke ku me got, du deverên hêja yên madenkarîyê ne û dibeyeke mezin, dema asûr û  aram ev herêmana dagir dikin, dest datînin li ser madenan û ji wê rojê vir ve, “navdêra Maden-ê” bi wateya xwe ya îroyîn dikeve zimanê wan. Û dîsa pirsek e, gelo navê MAD, MED Û MÎD, koka xwe ji vê pêyve (Mad-en) negirtîye. Ji lew re, çawa me got navê resen ê Mitan û Medan, MATÎEN (çavkanîya 7-an) e û peyva Mad/en-ê jî ji heman kokê ve bi hêsanî dikare were. Med û Mad û Mid an ku Matîen ê kevnar, wek karê sereke, madenkar in, hesinkar in… Di zimanê Mid û Medan de, ne dûrî aqilan e ku, ev peyva “MAD-T” wateya “hesinkar-madenkar” an jî wateya “Maden-ê” nede. Daneyên zanistî, bi me wisa ferman dide lê ev qada etîmolojîyê ye û em ê ev pirs ji zanyarên kurd ên etîmolojîyê ve mijûl in, bihêlin.
 Jixwe disa divê em destnîşan bikin ku, hîn berê de, hîn sedsala 9-an a berê mîladê de, ên Med di dîroka nivîskî de yekemcar bi navê “A-MAD-Δxuya dibin û ev pênase li gel pênaseya “Amadan û Amedê” watedartir dibe (15).  Ev tev de pirs in û helbet bersiva wan heye. Her wiha navê herêm û bajêrên ku Mitan ava kirine , mîna “A MAD AN, - A MED Ê-Î, - A MÛD Ê-Î,  - MID ÎADÊ (Midyadê)” û yên Med/Madan; “HA MED AN, A MED Î YÊ”, wek ku xweş xuya ye; di kokê de hemwate ne, yek in.  Ji ber ku Med/Mad, bi dîroka xwe serwext bûn; navê paytexta xwe Hamedan (li ba Herodot Hegmadana)  danîne, dîsa weke navê“Amadan-ê “ ya kevnar, bajar û herêma bavûkalên xwe… Navê bajêrekî xwe yê dinê jî “AMADÎA – îro Amedîyê” danîne (16). 
Navê paytexta Medan pir grîng e, ji lew re, berê avakirina vê paytextê, 6 sedsal berê, bajêreka girîng a dinê bi heman navê li herêma Mitan bi navê AMADAN (binihêre çavkanîya 13-an) heye. Vêca ev bajêr (Hamedan), li rojhilatê Kurdistana îroyîn e, di navenda Medan de ye, yên ku ji derûdora Amedê-Amadanê, berê 6 sal ji destê asûr-araman fermalû bûne.. Du herêm-bajêr bi navê Amadan – Hamadan û du bajêr bi navê “Amedê – Amedîyê”…. Balkêş e û her wiha rastîya dîrokî ye… 
 Pêvajoya dîrokî ya MADÎÊN kevnar, Mitan  ên serdema Xorrî-Mitan û Medên serdema Key Dîyako yê avakarê Konfederasyona êlan a  MedÎ/mADÎ… Pêvajoyeka domdar, zêrîn…  Û ev nav ne tenê navê herêm an bajêran e, navê netewa wan bixwe ye jî…. Weke Mitan, Madîen kevnar… Mid û Mad û Med.. Bê navber, dîroka 5 hezar salî… Ewan jî bajêrên ku ava kirine, navê xwe lê danîne, Medên nevîyên Mitan jî… Heman nav, heman kok, heman hunera madenkarî-hesinkarî…  Tev de serdemeka zêrîn ji me re qise dikin.
Heta vêga, me hewl da, ku koka navê Amedê zelal bikin, bi vê yekê dîroka veşartî ronak bikin û piştî vê zelalkirinê, em ê berê xwe bidin serdema Bîzansî û pişt re jî serdema Îslamê… Em ê li wir jî, bikevine pey şopa navê Amedê yê piştî; Diyarbekir, û em ê dest bi analîza vê navê “çêkirî” û navên din ên “ecêb û dûrî zanistî” bikin…. 
Dê bidome…..  
___________________
ÇAVKANÎ
(1) MERSIN UNIVERSITY PUBLICATIONS OF THE RESEARCH CENTER OF CILICIAN ARCHAEOLOGY (KAAM)-XXIII (The Earliest Settlement of the City of Diyarbakır: Amida Höyük at İçkale - A. Tuba Ökse/ 2015) 
(2) Kêleke (Stêleke) biserketinê ya Naram Sîn (sedsala 23-an a berê mîladê) ê keyê Akkadan, li gundê Pîr Hiseyna yê Amedê sala 1893-an hatîye dîtin û îro li Stenbolê,  di Mûzeya Berhemên Kevnar ên Rojhilatê de ye.
(3) Çavkanîya 3-an
(4) Histoire de l'Arménie, Rene Grousset, Paris, 1947 / Dîroka Ermen, Parîs, 1947 – wergera bi tirkî Weşanên Aras – 2005
(5) Rêwitîyên Arkeolojîk li Rojhilatê Tirkî, lêkolîn, Albert Gabriel
(6) Çavkanîya 1-em, rûpel 60-61
( 7) Evidence on the Ethnic Division of the Hurrians / I. M. DlAKONOFF Institut Vostokovodenija Leningrad, U.S.S.R
(8) Çavkanîya 7-an
(9) Çavkanîya 1-em, rûpel 61-62
(10) The Archaeology of Political Spaces , The Upper Mesopotamian Piedmont in the Second Millennium BCE, Edited by Dominik Bonatz, 2014, Berlin – rûpel 72
(11) ANITLARI VE KİTABELERİ İLE DİYARBAKIR TARİHİ - CİLT 1, Şevket Beysanoğlu, Şaredarîya Amedê, 1996
(12) THE ROYAL INSC IPTIONS OF MESOPOTAMIA ASSYRIAN PERIODS / VOLUME 2 / ASSYRIAN RULERS OF THE EARLY FIRST MILLENNIUM BC I, (1114-859 BC), A. KIRK GRAYSON, University of Toronto Press, 1991., rûpel 20-21.
(13) çavkanîya 12-an, rûpel 218-219-220. , Her wiha nivîsarên Tukulti Ninurta II Û yên Salmanassar III
(14) https://dirokurd.blogspot.com/2020/05/bi-daneyen-zanisti-nav-u-wateya-amede_22.html
(15) AH, ASSYRIA ... STUDIES IN ASSYRIAN HISTORY AND ANCIENT NEAR EASTERN HISTORIOGRAPHY PRESENTED TO HAYIM TADMOR, EDITED BY MORDECHAI COGAN AND ISRAEL EPH'AL,  Gotara The Cities of Medes, I.M. DlAKONOFF /  PUBLICATIONS OF THE HEBREW UNIVERSITY OF JERUSALEM – 1991
(16) Çavkanîya 15-an, heman gotar
[1]
Ev babet 392 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 24-09-2023
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 24-05-2020 (4 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 392 car hatiye dîtin
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)
Kurtelêkolîn

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)
Kurtelêkolîn

$BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “#AMED# Ê” (IV)$
Xerzî Xerzan

BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (IV)
Li beşên dinê , hate piştrastkirin ku, Bajarê Amedê, piştî êrîşa Naram Sîn ê Akkadî (berê mîladê sedsala 23-an), wek bajêrekî bi sûr û beden, li navenda Amed a kevn (keleha hindûrîn a îroyîn) di serdema Xorrî-Mitan de, dawîya hezarsala 3-an (dora 2200-2000berê mîladê) hatîye avakirin. Û ji wê rojê ve, di belgeyên dîrokî yên Asûrî de, wek “Amedê/Amedî”hatîye nivîsandin û pêvajo dewam kirîye.  Piştî Asûran heta hatina Împaratorîya Romê (derûdora 550 sal), li Amedê, bajêr gelek car dest diguhere û hemû rêxistin-dewletên Mezopotamyaya Jorîn hikim kirine, pêşî berê xwe didin Amedê û dixwazin ev bajêr bi dest biixin. Em ê vêga, ew serdem a 550 salî binirxînin…
Serdema XALDÎ-Ûrartûyan de, vêca bi navê NAÎRÎ û URUADRΠ(Xelkê Çeman û Bilindahîyan), Xaldî di belgeyên Asûrî de wek dûhatîyên Xorrî-Mitan xuya dibin û em dîsa dibînin ku, di serdema Xaldîyan de, Amedê û hawirdora wê, du-sê car dikeve destê Xaldîyan û carna jî Asûr dîsa  êrîş dikin û Amed ji Xaldîyan zevt dikin (1).  
Amed bi caran dest diguhêre lê sala 612-an, hemû herêma Tîjleya jorîn, li gel biserketina Medan/Madan  (serdema Kavî Vîştaspa-Keyaxser ê Gewre) li hember koledarîya Asûrî, dikeve destê Medan, ên ku dûhatîyên Mitan in. Med, li hemû Kurdistanê, hemû êlên Arî dikin yek û heta çemê Halîsesê (Kizilirmak-bi tirkî) diajon, hemû erd û axên Mitan û Xaldîyên pêşîyên xwe vedigerînin.  Sala 550-an, li gel derbeyeke hindûrîn a bi alîkarîya Fermandarê Medî Harpagos (Herpak), nevîyê Keya Medî yê dawîyê Astîyages (Aştîak);  Kurûş (Kurê roz/j) ê Persî li ser textê bapîrê xwe rûdinê û Amedê vêca di destê Axamenîdên Persî de dimîne, navê rêxistina Axamenîdan, wekî Împaratorîya MEDO-PERS hatîye tomarîkirin (2).
Heta serdema hatina Skenderê Makedonî, bajêr di bin desthilata Axamenîdan de ye lê bi encama têkçûna Dara III a di şerê Gaugamela-yê a 332-an a berê mîladê(derûdora Hewlêrê), Amedê dikeve destê Makedonan û pişt re jî Selevkosên Makedonî . Selevkosên Makedon, ji sala 323-an heta sala 63-an a berê mîladê, an ku nêzîki 250 sal li herêm û bajêrê Amedê desthilatdar dimînin. Şerê wan û Partan (Arşakîyan)  her dewam dike. Amedê dîsa navenda şeran e… Part, cîyê Persan digirin û xwedî axa Medo-Persan dertên. Amedê wê demê jî tenê xwedî sûrên Xorrî-Mitan lêkirine ye. Lê Amedê dîsa wek navendek tê nirxandin. 
Selevkos li hember êrîşên Mehrdad VI (Mithridates ê Gewre) keyê Zîlanî (Pontusê) û zaveyê wî Tîgran II ê Gewre yê yek ji keyê Arşakîyan (berê de satrabê Armenîayê), ji hal dikevin û sala 69-an a berê mîladê ji holê radibin. Tîgran II, wê serdemê satrab-walîyê Arşakî yê Armenîayê ye û bi alîkarîya xezûrê xwe  Mehrdad VI (Mithridates ê Gewre), ji welatê xwe berjêrî welatê Atropenê (Medya biçûk-Adirbêcan a îroyîn), Kordîen, Komagene û Sofênê, Kapadokîayê û Kilîkyayê dibe û wan devaran, Amedê jî tê de dagir dike (3). Amedê û hawirdora wê, wê serdemê destê Dewleta Kordîenê (zimanê Romî de Kurdistan) de ye. Keyê Kordîenê, Zarbenîus (Zarabend), hawara xwe digihîne Romê da ku li hember dagira Tîgranî bisekinin. Qasidê wî, Appius Cladius ê Romî ye.  Lê Tîgran bi vê yekê dihese û Key Zarabend li gel jin û hin zarokên wî, dide kuştin (4). 
Plutarch ê dîrokzanî Romî (sala 119 - 46 berê mîladê), di wê demê de jiyaye û ji tomarîyên wî yên beşê Fermandar ê Romî Lukullus de, em tê digihîjin ku, Tîgran li ser navê xwe bajêrek bi navê Tîgranakerd ava kirîye. Hin dîrokzan û siyasetvanên ermen, ev bajêr wek Amedê didin nasandin lê ti daneyeka zanistî nîn e ku ev têz bête piştrastkirin. Berovajî vê, hemû dane û her wiha lêkolînên ermenan bixwe yên bi zimanê ermenî, tev de qebûl dikin ku, Tîgranakerd a bajarê Tîgran ê Gewre, ne li Amed a îroyîn, lê li ber Çemê Xerzan – Çemê Êzdîxane hatîye avakirin. Îro jî bermahîyên wê (mîna tîyatroya antîk, sûr û bedenên wê), bi çavan tê dîtin û ermen bixwe ev şaşî destnîşan dikin û nabêjin ku Tîgranakerd Amedê ye, heta ev şaşî eşkere dikin û dibêjin “ev şaşîyeka dîrokzanên me yên serdema navîn e” (5). Ansîklopedîya Ermenî de, bi awayekî vekirî hatîye gotin ku, Tîgranakerd ne Amedê ye û ev gotin bêhemdî-bi şaşî hatîye nivîsandin”.  Û tevî van çavkanîyan, dîsa hin “nivîskar” bi zanabûn ev têza bêbingeh dubare dikin û ev gotin û têzên bi mabest, gotina “Dîrok bi derewan nayê nivîsandin”, tîne bîra mirov. Berê nêrîneke manîpulatîv a bi vî rengî hate pêşkêşkirin lê, bi gotar û îsbatên zanistî, ev teorîya bêbingeh hate pûçkirin. Berê digotin Tîgranakerd Amedê ye, lê nebû, pişt re gotin Farqînê ye, ew jî pûç derket û vêca dibêjin bajarê kevnar Erzen /Arzan/Xerzan e… An ku Arzanane ya kevnar…  Rêeya rast di dawîyê de hatîye dîtin…!
Ev nêrîna dawîyê, anegorî daneyên zanistî, bi me jî rast e.  Belê Tîgranekerd heye, bajêrekî  xwedî 100 hezar niştecî ye û ew niştecî jî, hîn sedsala 1-an a berê mîladê, ji hêla Tîgran ve bi darê zorê li vî bajêrî hatine bicîkirin (6). Lukullus ê fermandarê Romî, berê mîladê 69-an Tîgranakerd zevt kirîye û Tîgran têk birîye. Tîgran jî berê xwe daye Artaşat a paytexta xwe (7) . Lukullus, Tîgranakerd teslîmî zar û malbata Keyê Kordîyenê Zarabend kirîye û ji boyî hevaltîya wî, dest nedaye xezîneya Kordîyenê. Tevî ku, xezîneya Kordîyenê, tije zîv û zêr jî bûye … (8) . 
Her wiha nijada Tîgran jî dîsa xuya ye, Tîgran torînekî mîrzayê Arşakan (Partan) e. Arşakî, welatê xwe li hev par dikin û bapîrê Tîgran; Artaşes jî dibe satrabê Armenîayê. Armenîa, yek ji herêm-satrabîyên xweser a Împaratorîya Part e. Artaşes ne ku ermen e, mîrzayekî Arşakî/Part e, lê hikimdarê Armenîayê ye. Navê din ê Partan, dîroka kevnar de Arşakî ye. Arşakîavê xanedaneka torîn a Part e… Weke Persên Axamenî… Axamenî jî xanedaneka Persî ne. Meseleya Tîgran û Tîgranakerdê ev e û em hêvîdar in, xwendevan bi van gotin û têzên dûrî hiş û aqilan xweş serwext be  û rê nede îdîayên pûç û vala yên mabesta wan berovajîkirin û her wiha talankirina dîroka gelekî kevnar e… Û vêca, em rêwîtîya ya a ber bi navê Amedê ve bidomînin… 
Piştî hatina Romîyan li Amedê, şerên domdar navbera wan û Partan de rû dide. Amedê jî tê de, hemû herêm, dibe qada şer û pişt re, piştî Partan serdema Romê û Sasanîyan de jî, vêca şerên dijwartir dest pê dikin.  Amedê xala sinorên dawîyê ya Romê ye. Sinorên Romê li Amedê dawî dibin û Sasanî dema  dest bi şer dikin, her berê xwe didin Amedê. Amedê, disa bi caran dest diguhere û di dawîyê de Împaratorê Romê Konstantîn II, sala 359-an (piştî mîladê), bêçar dimîne û çardora bajarê Amedê, weke ku îro şewazê wê lê ye, wisa jî bi sûr û bi beden ava dike (9). An ku bajêr berfireh dike. Armanc jî, parastina gelê Amedê û gelên hawirdorê ye. Ev sûrên îroyîn, berhema Konstantîn II e. Dîrokzan û leşkerê Romî Ammianus Marcellinus, di berhema xwe da bi deha car navê “AMÎDA” hil dide, qeyd dike û taybetmendîyên bajêr yek bi yek dinvîse. Em ji berhema Marcellinus tê digihîjin ku, “AMÎDA” bilêvkirina bi zimanê Romî ya navê kevnar “AMEDÊ” ye. Weke ku, hîn dema Tîglat Pilaser I û keyên Asûran piştî wî de, li belgeyan hatîye nivîsîn… An ku; Amedê,bi  bilêvkirina Romîyan,  dibe “AMÎDA”. 
 Hîn wê demê, av û rezên Amedê bi zimanekî edebî hatine hunandin, hêjabûn û girîngîya Amedê, wek “garnîzoneka -stargeheka  li ser sinor” hatîye tomarîkirin (10). Piştî Konstantîn II, hemû dewlet û împaratorîyên ku Amed zevt kirîye, tev de pêvajoya dîrokê de ew sûr zexm û xurttir kirine û sûrên Amedê, heta roja me wiha li ser pîyan maye. Piştî lêkirina sûrên Amedê ji hêla Konstantîn II ve, Amedê girîngîya xwe zêde kirîye û bûye sedem û xala sereke ya şerên Sasanî û Romê. Bi wan sûr û bedena, navê “pîrozîyê” jî lê hatîye danîn. Amedê, her wek bajarekî serbilind û pîroz hatiye hunandin. 
Piştî 395-an, an ku piştî dupabûna Împaratorîya Romê, Romîyên Rojhilat, ji hêz dikevin û Amedê dîsa dikeve destê Sasanîyan.  Lê ev rewş dewam nake, carna Romî, carna Sasanî bi destê walîyên xwe, Amed bi rê ve dibin, Amedê, ji boyî her du alîyan dibe bakarê “nîşaneya biserketinê”. Yê ku dibe xwedîyê Amedê, çawa ku dibe xwedîyê cîhanê… Li vira, rastîyeke dîrokî ya girîngîya Amedê xweş nîşan dide, divê bête gotin. Keyê binavûdeng ê Sasanî, Qubad I (Kavad/Kava I), sala 502 an 503-an a piştî mîladê, Amed dorpêç dike û piştî şerekî dijwar ê sê mehî (yek ji şerên navdar ên Şerê Anastassîa), Amed zevt dike û ji Bîzansîyan (Romîyên Rojhilat) distîne (11). Piştî zevtkirina Amedê, peymanek di nav bera Romî û Sasanîyan de tê  îmzekirin û Qubad I, xeraceka gelekî zêde ji Romîyan distîne ku Amedê li wan vegerîne. Bi vê peymanê, Qubad I, nêzî 80 hezar esîr-girtî ji bajarê Amedê ber bi Navenda Sasanîyan (Xûzîstan a îroyîn) ve dibe û li ser navê xwe bajêrekî nû ava dike (11). Navê bajêrê Qubad I gelekî balkêş e. Ji ber ku Amedê dilê wî de pir ezîz bûye û ji serdemên kevnar ve wek cîyekî pîroz û hêja hatîye dîtin, Qubad I, navê bajêrê xwe “Beh az Āmed-e Kavāḏ” an ku “Behtir-Çêtirê Kavad ji Amedê” datîne (12). Ev rastîya dîrokî, hem ji boyî pênasekirina Amedê ya sala 503-an a  bi heman awayî (Amedê) û hem jî, ji boyî xuyakirina girîngî-hêjabûna wê, belge û çavkanîyeke dîrokî ye. Her wiha bersiva hin pirsan e jî… Ji ber ku tarîxa avakirina vî bajarî (“Beh az Āmed-e Kavāḏ” an ku “Behtir-Çêtirê Kavad ji Amedê”), derûdora 503-an a piştî mîladê ye. An ku, navê Amedê, berê hatina arteşên ereb, her tim weke ku heye, wisa jî, wek Amedê hatîye bilêvkirin û her wiha tomarîkirin... 
Vêca em ê berê xwe bidin serdema hatina arteşên ereb li Amedê, an ku serdema Îslamê li Bajarê Amedê…  Û em ê li ser pênaseya “Diyarbekrê” , ka çawa û çima Amedê piştî hatina ereban, dîsa ji hêla wan ve bi vî navî (Diyarbekir) hatîye pênasekirin, rawestin û rastîyên dîrokî, dî sa bi daneyên zanistî, pêşkêşî xwendevan bikin. 
Dê bidome...
_______________
ÇAVKANÎ
(1) THE ROYAL INSC IPTIONS OF MESOPOTAMIA ASSYRIAN PERIODS / VOLUME 2 / ASSYRIAN RULERS OF THE EARLY FIRST MILLENNIUM BC I, (1114-859 BC), A. KIRK GRAYSON, University of Toronto Press, 1991.,
(2) Herodot, Tarih, Istanbul – 2006//Hêrodot,  Dîrok, Stenbol – 2006.
(3) Strabo, The Geography Book
(4) Plutarch (Lucius Mestrius Plutarchus), Bioi Paralleloi – Jinenîgarîyên Paralel, beşê  “Lucullus”
(5) https://akunq.net/tr/?p=5807  Ansîklopedîya biçûk a ermenî, cild IV, Rewanê, 2003.
(6) Çavkanîya 4-an
(7) Çavkanîya 4-an
(8) Çavkanîya 4-an
(9) The Roman History of Ammianus Marcellinus, Book XVIII, Part IX TRANSLATED BT 0. D. YONGE, London –New York, 1894  (Dîroka Romê ya Ammianus Marcellinus , Pirtûka 18-an, Beşê 9-an, wergera li ingilîzî C.D. YONGE, London – New York, 1894)
(10) Çavkanîya 9-an, heman ciyî de
(11) The History of Al Tabari, Volume 5, wergera li ingilîzî: C.E.Bosworth, University of Manchester, State University of New York Press, 1999, Rûpel 137-138
(12) Ansîklopedîya Îranîca / bi Îngilîzî, bi sernavê ARRAJÂN / ARJAN :  http://www.iranicaonline.org/articles/arrajan-medieval-city-and-province-in-southwestern-iran-between-kuzestan-and-fars
Jêderk: https://dirokurd.blogspot.com/2020/05/bi-daneyen-zanisti-nav-u-wateya-amede-iv.html?spref=fb&fbclid=IwAR1k04Q5TpolbshHvgUB02Gebvl2hX8f2Q0shQcTQqRQaDb3VB04wrw8e0U
[1]
Ev babet 338 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 24-09-2023
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 27-05-2020 (4 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 23-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 24-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 338 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Viyan hesen
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,441
Wêne 105,811
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,492
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Viyan hesen
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.515 çirke!