Îro Şemî 8ê sermawez professor, nivîskar, zimannas û roşenbira neteweiy yê kurd û Kurdistanî memosta Cemal Nebez di jiyê 85 salîda koça dawîyê kir.
Em di Kongreya Neteweyî ya Kurdisran – KNK, di serî de malbat û nêzîkên wî û paşî gelê kurd û Kurdistanî sersaxiyê dixwazin û hevxem û dilgiraniya xwe nîşa didin. Dibêjîn mala te ava û giyanê bilind û bak şa û bextewer be.
Bi koça dawîya mamoste Cemal Nebez stêrkeke geş û ronîderê esmanê hizra neteweyî, rewşenbîrî û zimanê şirînê kurdî rijya û valatiyek berçav û giring û mifadar di vî esmanî de bi cih ma. Loma bi hebûn û nebûna leşî di kesayetiya Cemal Nebez, nav û navdarîya wî herdem di rêza pêş ya pêşengên hizra neteweyî ya kurd û zimannasî û rewşenbîrî de hebûye û her tim jî wê bimîne.
Hezar silav li giyanê pak û rewanê Cemal nebez û mezinî û tije nirxa bîr û hizr û bîrmendî û kar û şakar û nivîsînên wî bin. Mala ava.
Konseya Rêveber ya KNKê
8 ê Sermawez 2018
#08-12-2018#
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو
ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 4,962 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!