Rojnivîskên şehîd Sorwîn Ciwana Munzur bû pirtûk. Di vê pirtûkê de serboriya gerîlatiyê ya gerîlaya jin Ozgur Kaya heye, ku 1995'an dest pê dike û heta 2006'an dema ku şehîd dibe, didome. Pirtûk ji hêla rojnameya Nêewaya Jinê ve hate berhevkirin. Pirtûk meha Adarê bi navê ''Dîroka ku dawî lê nayê, rêwîtiya ku dawî lê nayê'' ji hêla Weşanên Meymanê ve hate çapkirin. Pirtûk bi şahidiya rasterast a têkoşîna jiyana gerîla ya tê ber destê xwendekaran.
Pêşgotina pirtûkê ji hêla Sozdar Avesta ve hatiye nivîsîn, ku demekê bi Sorxwîn Ciwana Munzur re mabû.
Gerîla Munzur navê ''dosta razên min' li rojnivîska xwe kiribû û îhtîmala winabûna wê weke mirina xwe dîtibû û li ser rojnivîska xwe gotibû, ''Heke layiq bim bila bibe pirtûk, bila xwerû be''.
Xwendekar di her rêzika pirtûkê de wê zehmetiya jiyana gerîla bibîne, nexasim polîtîkayên pirnisandinê ya dema ku Munzur li Botanê dima.[1]