Polat Can, z. 1980, Kobanî) nivîskar û fermandarekî kurd e. Di sala 1980yî de li Kobanê ji dayika xwe bûye. Ew bi kurdî, erebî û tirkî dinivsîne. Ev gelek sal in bi karê rojnamegerî û nivîskariyê re mijûl dibe. Di gelek kovar, rojname, malper û alavên din yên ragihandinê de kar kiriye. Her wiha jî di dehan kovar û rojname û malperan de dinivîsîne. Polat Can yekemîn radoyoya kurdî ya bi navê CUDÎ FM vekir. Her wiha 3 radoyên din bi navê Kobanê FM û Rojava FM û Efrîn FM vekirin. Polat Can konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ava kir û bû koordînatorê wê yê giştî. Pirtûkên wî bi gelek zimanan çap bûne.
Şoreşger
Polat Can yek ji çalakvan û şoreşgerên kurd e ku gelek salên dûr û dirêj di nava şoreşa azadiya Kurdistanê de li gelek cih û xebatan de cih girtiye. Polat Can yek ji damêzrênerên YPG ye û di nav de bi awayekî aktîv kar û xebat kiriye. Di sala 2013an de bû berdevkê ragihandina YPG û berpirsyarê navenda giştî ya ragihandina YPG û berdevkê ragihandinê. Di sala 2014 heya 2016 nûnerê Rojava di koalîsyona navdewletî ya li dijî Daiş de dikir. Her wiha wek rawêjkarê yekemîn yê hêzên Sûriya Demokratîk erk kiriye.
Berhemên Polat Can
Pirtûkên Polat Can:
1. Ah ya Sexîretî آه يا صغيرتي - 2002 (bi erebî)
2. Navname - 2003 (bi kurdî)
3. Berfa Germ - 2004 (bi kurdî)
4. Edduba - 2004 (bi kurdî)
5. Zimanê Firîşteyan [[لغة الملائكة]] - 2005 (bi erebî û kurdî)
6. Afaq Konfedraliyê آفاق كونفدرالية - 2006 (bi erebî)
7. Göçmen Yürekler - 2006 (bi tirkî)
8. Qulingên Rewanê - 2007 (bi kurdî)
9. Nîsa'el Qurunful نساء القرنفل- Helbest 2009 (bi erebî)
لمحات عن حزب العمال الكردستاني- . 10.2009
11. Afaq Al Hel (آفاق الحل) 2011
12.Projeyên Pratîkî yên Avakirina Rêveberiya Xweser (المشاريع العملية لبناء الإدارة الذاتية)
موجز عن تاريخ اللغة الكردية - 13.2012
مدخل إلى الأعلام الكردية - 14.2012
15. غربلة الأفكار
16.Fî Neqd El-Aqıl El-Şerqî (في نقد العقل الشرقي)
17. آفاق الحل (Asoyên Çareseriyê)
18. من روجافا إلى شنكال (Ji Rojava berve Şengalê)
Herwiha jî celebeka wî ya helbestan bi navê (dema dil diweşê) bi erebî derketiye.
Rêvebiriya wî ya weşanên kurdî
Nivîskar û rojnamevan Polat Can rêvebiriya gelek weşanên kurdî kiriye, wek:
Kovara yekîtiya Azad
Kovara Dostî
Rojnameya Mezopotamya (bi ermenî)
Kovara rojhilata navîn (bi erebî)
[Kovara parastina gel (bi erebî)]
Malpera HPG Online - [1] Girêdana arşîvê 21 hezîran 2009 li ser Wayback Machine
Malpera dengên Kurdên Qafqasiya
Malpera Alawset.net Girêdana arşîvê 19 sibat 2020 li ser Wayback Machine
Rojnameya ALAAN
Gerila TV Girêdana arşîvê 27 îl