کتېبخانە کتېبخانە
گېڵای

کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا


ھۊرچنۍ گېڵای





ورڎ گېڵای      کیبۆردە


گېڵای
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
ئامرازۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
زۋانۍ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ھەژمارو من
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
گېڵای تۊمارکەرڎەی بابەتۍ ئامرازۍ زۋانۍ ھەژمارو من
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 چە بارەو ئېمە
 بابەتۍ ڕېکۆتییە!
 مەرجو بەکاربەرڎەی
 ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
 چنین دېیەی تۊ
 گلېرۆکریێ بەکاربەری
 کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
 چالاکیۍ - کوردیپێدیا
 یارڎی
تۊماری تازە
ژیواینامە
محەمەد عارف جزیری
20-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
سەید ئەکابیری خامۆشی
17-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
06-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
03-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
02-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 519,107
ۋېنۍ 106,571
کتېبۍ PDF 19,301
فایلی پەیوەڼیدار 97,360
ڤیدیۆ 1,394
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 2
زانیارییەکۍ کوردیپێدیای چە گرڎ کات و یاگېۋۆ و پەی گرڎ کات و یاگېۋېچەنۍ!
پېڕە: کوڵەباس | زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ھامبەشیکەرڎەی
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ھۊرسەنگنای تۊماری
نایاب
فرە خاسە
خاسە
خرابە نېیەنە
خرابە
ۋزەش دلۍ ڕیزبەڼیی گلېرۆکریێکاو وېم
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ۋەڵینەو دەستکاریی بابەتۍ
Metadata
RSS
چە گوگڵ پەی ۋېنە پەیۋەستا بە بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە
چە گوگڵ پەی بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 2

EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 2
EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û (GAZİYA WELAT) 2
Lêkolîner Sedat Ulugana ev gotara delal ji malpera me ra şandîye û hîvî dike, dibêje: -Eger hûn vê gotarê di malpera xwe da çap bikin, ez dê kêfxweş bibim.
Em him daxweza wî zaneyî pêk tînin, him jî sipasîya xwe jê ra dibêjin. Em hîvîdar in hûn ê jî jê ra bêjin sipas. Fermo, beşa wê a duduyan bixwînin û wek me lezetê jê bibînin. Beşa yekê me duh çap kiribû.
Dİ ÇERÇOVEYA MODERNİZM Û NETEWPERVERTİYA
KURDÎ DE EBDUREHİM REHMÎ HEKARÎ Û “GAZİYA WELAT”
Sedat Ulugana, lêkolîner
Di kovara Jînê de yekûn sîh (30) nivîsên E. Rehmî hatine weşandin. Ji van (bang, Qewî bi Xwarina Zeîfan Dijîn, Eşqa Welat, Destê Tenê Deng jê Nayê-Yekbûn, Selaya paşîvê, Bo Neslê Têt, Deng, Nalîna Sêwîkî, Hayyealessela, Sersal, nûr, Nezanînî, Mirovînî, Loma jî Bilbil, Ji Bo Şerîf Paşa, Ji Bo Cîvata Dayîkan, Gazîya Dûmahîkê, Firqet, Wuslet) nuzdeh (19) heb helbest in, yek pîyes (Memê Alan) e, Ji van nivîsan yek (Bir Kürd Mahbubesinin Sabah Meşguliyeti) çîrok û yek jî (Van Ne Haldedir?) bîranîn e. deh heb jî (Xewa me, İtîfaq, Piçûkê Negirit memikê naxut, Halê Meyê Hazir, Şerên Topan Xilas Bû îro Şerê Qeleman e, Kürd Muhacirleri Ne Halde, Piçûkek Îbret, Welat) gotar in. tevahiya helbestên wî kurdî ne ku ji vî sîh nivîsî, sê heb nivîsên wî (Kürd Muhacirleri Ne Halde, Van Ne Haldedir? û Bir Kürd Mahbubesinin Sabah Meşguliyeti) bi tirkîne û yên din bi kurmancî ne ku kurmanciya wî devoka Başkalan e (devoka Başkalan dişibe devoka Colemêrgê). Nîşeya ebdurehîm Rehmî di bin nivîsên wî yên kurdî û helbestan de bi avayê Ji Mala Hekariyan E. Rehmî ye û di nivîsên wî yên tirkî de jî wek Hakkarili Abdurahîm Rahmî derbas dibe.
Piştî Girtina kovara Jînê me çava behsê kiribû, komeleya Kürd Tealî Cemiyeti ji ber cûdatiya fikrên endamên dibe du par. koma ku seroktiya wê Seyîd Abdulqadir dikir (yên ku ji bo Kurd û Kurdistanê muxtariyet-otonomî dixwastin) komeleyeke bi navê (Kürd Kulubü) Kuluba kurdan ava dikin, koma ku pêşengtiya wê Memdûh Selîm dikir jî (Kurdistaneke serbixwe dixwastin) Kürd İçtimaî Cemiyeti) Komeleya Civakî ya kurdan ava dikin. em dizanin ku vê carê jî ji aliyê komeleya Kürd İçtimaî Cemiyeti ve rojnameyek bi navê Jînê (1) hatiye derxistin. Mudurê rojnameyê jî dîsa Memdûh Selîm Beg e. Di hejmara Rojnameya Jînê ya sîh û şeşan de nivîseke balkêş heye. Tê zanîn ku di dawiya sala 1919an de ji bo karên rêxistinê û propagandaya Kurdistaneke azad û serbixwe, Komela Tealî ya Kurd Hemzayê Muksê dişîne devera Mêrdîne. Hemze li wî ji aliyê îtîhat-terakîcîyan ve tê binçavkirin û paşê jî tê girtin.Lê nameyek ji hevalên wî yên li Stenbolê re tê şandin û tê de hatibû gotin ku Hemzayê Muksê ji aliyên dewletê ve hatiye kuştin. (Lê ev cav ne rast bû. Hemzeyê Muksê heya sala 1958an jiyaye.) Li ser vê nameyê, di rojnameya ya jînê de (Jin 21, pûşper 1920) no:36, r.2) ji bo Hemze nivîseke tirkî ya bi navê Şehîd-î Millet hatiye weşandin. Îhtimaleke mezin ev nivîs ji aliyê Memdûh Selîm ve hatiye nivîsîn ku tê de navê Ebdurehîm Rehmî wek Milli Şaîrîmiz (Helbestvanê me yê Netewî) derbas dibe. Ev bernavk ji aliyê Jînê ve ji bo wî birêk hatiye dîtin. “Helbestvanê Netewî” di vê nivîsa tirkî de ji bo Hemzeyê Muksê helbestek nivîsîye ku navê helbestê jî Şehîdê Kurdistan e. Dîsa di heman hejmarê de tabloyek di derbarê lekerên kurdî de (ku li hemberî wan wateya wan a tirkî û li gor deman kişandî) di rûpelekî de amade kiriye. Li ser tabloyê jî îbareya “ Dîyarîyek e ji bo zaroyê kurdan”…
Gaziya Welat
Rehmî Hekarî Helbestên xwe yên kurdî di bin navê Gaziya Welat de çap kiriye. cara yekem em di bîst û yekemîn hejmara kovara Jînê (Jîn.h.21) de pê dihisin ku E. Rehmî Hekarî mecmûayeke helbestan derxistiye ku tê de tenê helbestên wî hene û navê wê jî Gaziya Welat (Kitaba Ewel) e. Heya niha navê Gaziya Welat dihat zanîn lê haya me ji naveroka wê tinebû. Cildê Yekemin di pirtûkxaneya Zanîngeha Ataturkê (Erzirum)(2) û Pirtûkxaneya lêkolîneriyê ya Serment Çifter (Stenbol) heye. Lê cilda duyem a Gaziya Welat (kitêba duyem) li ber destan nîne. Lê ez bi avayekî tesadüfî, di sala 2011an de di pirtûkxaneyekî de rastî wê hatim. Min jê fotokopiyek girt.Eve helbestên ku di Gaziya Welat cilda duyem (Gaziya Welat kitêba duyem) de cîh girtine, yekem car ji aliyê me ve hatin weşandin. Mixabin berî weşandina min, min kopiyek min ji dostekî re şandi bû. Kesekî bi navê Necat Zivingî bê îzna min ev cild girtibû û di pirtûka xwe de weşandi bû.Hema nebe divê ji bo exlaqê zanîstê vê şaşiya xwe êdî rast bike. Lewma ev tişt di warê zanistî de di cîhanê de tawanekî mezin e lê sed heyf ku li Kurdistanê tiştên weha pir in.
Wekî din tê gotin ku, tevahiya Gaziya Welat çar cilde û cildê çarem jî destnivîs e û nehatiye çapkirin. cildê sêyem jî mixabin vê gavê li ber destan nîne. Dibe ku wî ev cild, piştî avakirina Komara Tirkiyê (29 tîrmeh 1923) nikaribûye bide çapkirin. îhtîmaleke mezin li bal malbata Zapsû him cilda sêyemîn û destnivîsa ya çaremîn heye.
Helbestên wî yên ku di cildê I. û II. yên Gaziya Welat de cîh girtine, ji aliyê naverokê ve eşq û kelecana Kurdîstanê di xwe de dihewînin. Hin helbestan de Kurdistan dayîk e, hinekan de jî Zozan e. Di hin helbestan de kurd wek karikên di bin pencên şêran in, nezan û bêtifaq in, di hinekan de jî lehengên utopya helbestvan in…Lê di hemûyan de jî Kurdistan bê taqet û bê mecal e ku derdê Kurdistanê hîn cîyan de kew tînin ziman hîn baxên xerab de jî kundên kor… Kurtayî wek navê berhemê Welat dike gazî… Ji ber ku “welat (Kurdistan)” li ber mirinê ye û “zarên welêt (kurd)”, ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn li dîyarên dûr -nêzîk belav bûne… Welat nexwaşe ku dike gazî, gazî dike ku zaroyên wî paş ve vegerin û werin lê bibin xwedî… Welat ji ber bêxwedîtiyê gazindan dike, Welat tarûmar û perîşan e. Gel birçi, bajar û gund xerabe ne.Muterekeya Mondorosê hatiye şanenavkirin, Peymana Sevrê hatiye amadekirin, gelên împaratoriyê yek û yek ji tirkan vediqetin lê hê jî haya kurdan ji bayê dinê tineye, Welat (Kurdistan) dike gazî ku welatî (kurd) li welatê xwe xwedî derkevin, wê azad bikin…Welat dike gazî ku prensibên “cenabê Wîlson” jî li ber çavan in, divê her netew qedera xwe, pêşeroja xwe tayîn bike. Lê kurd hê jî ne netew in, Divê pêşiyê bibn netew.. pêşve biçin, modernîteyê zeft bikin, bên perwerdekirin û bibin yek… Eve Welat ji ber van hemû sedeman dikir gazi…Wisane ku her helbestên Gaziya Welat wek manîfesto, wek sirûdan e. Lewma Jînê E. Rehmî Hekarî, wek “Helbestvanê Netewî” ragihandibû. “Helbestvanê Netewî” baş dizanibû ku rewşa kurdan giran, qedera Kurdistanê di xeterê de ne. Lewma ev helbestên wî, di bin navê “Gaziya welat” de hatin çapkirin. Di heman demê de Gaziya Welat duyemîn cilda Gaziya Welat (kitêba duyem) de navê helbesteke wî ye.
Yekemin cild a Gaziya Welat (Gaziya Welat kitêba ewel) di sala 1919an de li Stenbolê di çapxaneya Necm-i Îstîkbal de çap kiriye.cilda duyem di sala 1921an de dîsa di heman çapxaneyê de çap kiriye. Em di hejmara kovara Jînê ya bîst û yekan de (18 pûşper 1919) dibînin ku yekem cilda Gaziya Welat hatiye çapkirin.kovar di vê hejmara xwe de bernasîya vê berhemê dike ku bihayê wê jî deh quriş e.Ev helbestên ku di yekem cilda Gaziya welat de hatine weşandin, ji helbestên wî yên ku di kovara Jînê de hatine weşandin cûdatir nînin. Tenê helbesta bi navê Bêhêvî nebin û di Jînê de nehatine weşandin lê di yekemîn cilda Gaziya Welat de hatiye weşandin Naveroka Gaziya Welat a Kitêba Ewel, ji helbestên bi navên Eşqa Welat (Jîn, h.3), Qewî Bi Xwarina Zeîfan Dijîn (Jîn, h.2), Heyye ‘Ele’s-Selat Jîn, h.13), Mirovînî (Jîn, h.18), Bêhêvî Nebin, Destê Tenê Deng jê Nayêt–Yekbûn (Jîn, h.5), Selaya Paşîvê (Jîn, h.6), Bang (Jîn, h.1), Deng (Jîn, h.10), Nalîna Sêwîkî (Jîn, h.11), Sersal (Jîn, h.14) pêk hatiye, ku yekûna wan, yanzdeh (11) helbest in.
Cildê duyemîn ya Gaziya Welat (kitêba duyem) di sala 1921an de li Stenbolê, dîsa di heman çapxaneyê de (Necm-i İstikbal Matbası) hatiye çapkirin. Heya niha, Ev cild nehatibû dîtin û li ber destan tinebû.Cilda duyem ya Gaziya Welatc (Kitêba duyem), yekem car di vê berhemê de tê weşandin. Ev cild ji helbestên bi navên Yekbûn, Gaziya Welat, Loriya Welat, Bihûşt, Firqet, wuslet, Kef (Kew), Hewar, Zozan, Fekkirhu illa ma se’a (“jı bili xebata wî” bibîrbîne), Kulu we-şrebu wela tusrifu (bıxun vexun, lê israf nekin).Yekûna helbestên ku di vê cildê de cîh girtine jî yanzdeh (11) in. Ji van Helbestan Firqet di bîst û çaremîn (Jîn, h.24.) de, Wuslet jî di bîst û pêncemîn (Jîn, h.25.) hejmarên kovara jînê de hatine weşandin. Yên mayî – 8 helbest heya niha nehatine weşandin, yekem car di vê berhemê de cîh digrin.
Helbestên ku di cilda duyem a Gaziya Welat de cîh digrin de jî helvesteke polîtîk heye. Temaya Kurdistanê di helbestên wî de xurt e, Bîrkirina Welêt,rengê xwe daye hemû helbestên wî. Ev helbestên wî jî ji yê ku Jîn û Gaziya Welat Kitêba Ewel de hatine çapkirin cûda nînin. îhtimaleke mezin, ev helbestên wî di serdema kovara Jîn (1918-1919) û rojnameya Jînê (1920-?) de hatine nivîsîn. Dibe ku ji van helbestan hinek di rojnameya Jînê de jî hatibin weşandin. Lê vê gavê tenê haya me ji hejmarên 33. û 36. yên rojnameya Jînê heye Di hejmara 33. de helbest û nivîsên E. Rehmî cîh negirtine. Di hejmara 36. de çawa me gotibû ku helbesta ku ji bo Hemzayê Miksê nivîsî bû ya bi navê “Şehîdê Kurdistan” cîh girtiye.
Cilda duyem a Gaziya Welat (kitêba duyem) bi navê xwedê destpê dike. Mesela di Gaziya Welat kitêba ewel de ev yek nîne. piştî besmeleyê di helbestên bi navên Fekkirhu illa ma se’a (“jı bili xebata wî” bibîrbîne) û Kulu we-şrebu wela tusrifu (bıxun vexun, lê israf nekin) de şîretan li xwendevanan dike ku ew şertên ola îslamê bicîh bînin. Mijar hewcebûna kirinên olî û termên exlaqî û sosyal in. Di helbesta wî ya bi navê Firqat de, tama helbesta klasîk heye, helbest di heman demê de,di bîst û çaremîn hejmara kovara Jînê de jî hatiye weşandin Me çawa di perên paş de jî gotibû, firqet jê dûrketin e, Lewra hejmarek şûn de Jîn dê bê girtin.Helbestvan yê ji Jînê yanî ji merama xwe dûr bikeve, Ji ber ku Jîn ji bo wî bedena Kurdistanê ye ku di Jînê de tê temsîlkirin. Di Jînê de di bin helbestê de wek jêrenot hatiye dîyarkirin ku ev helbest ji bo Jînê di trenê de, di dîroka 25 Tîrmeh 1919an de hatiye nivîsin. Piştî vê helbestê, helbesta wî ya bi navê Wuslet tê. Dîsa Ev helbest jî di bîst û pêncemîn hejmara kovara Jînê de hatiye weşandin. Di bin nusxeya ku Jînê de hatiye weşandin de hatiye dîyarkirin ku ev helbest li Helebê di dîroka 9 Tebax 1919an de hatiye nivîsîn. Di helbestê de mijar, “xwe gîhandina dayikê” ye. Lê di vir de dayik ne mitov e, dayik Kurdistan e, yanî Kurdistan di vê helbestê de jî temayeke xurt e. Ev helbest piştî dîlmayîna xwe ya Bakû yê nivîsîye. Çawa behsê deke, ji Kurdistanê pênc sal dûr maye, Di vê navberê de Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) derbas bûye. Kurdistan vala û xerab bûye, nişteciyên wê yan hatine mişextkirin yan jî bi xwe koçber bûne. Di rewşeke weha de Kurdistan ji bo E. Rehmî dayîkeke perîşan e. Di vê helbestê de Kurdistanê dide axaftin. Yanî di helbestê de hunera teşhîs heye. em perîşanbûyina Kurdistanê ji zimanê wê dibîhîsin. Di Helbesta wî ya bi navê Kef (Kew) de jî dîsa ev temaya Kurdistanê heye. Helbestvan di vê helbestê de du kewan dide axaftin, heman huner di vê helbestê de jî heye, di naverokê de em rexneyê jî dibînin ev rexne him şexsî û him jî polîtîk e. Ji ber ku welatxwazî (Kurdistanxwazî) ne karekî hêsan e, bilî propagandaya sîyasî, axaftin, belkî karên weşangeriyê, pêwîste di nav gel de, pê bi pê mirov bigere, hal û kar li ber çavên xwe bibîne. Wekî din di helbestê de wek bêje çîya derbas dibe, E. Rehmî di jêrenotê de dîyar dike ku ev çiya li devera Pazarcixê ye. Yanî, mirov dikare bibêje, ev helbest piştî ger û nêrînan hatiye nivîsîn.
Di helbesta Yekbûn de E. rehmî fabl bikar aniye. lehengên me du sê karik, gidik û şêrek e. Çawa hûnê jî texmîn bikin, ji bo ziktêrkirina xwe şêr ê karikan bixapîne û wan bixwe Lê lazim bû karik bibûnan yek û nehatina xapandin. Bi avayekî zelal tê xuyan ku ev helbest sembolîk e, di şexsê karikan de rewşa kurdan a civakî, sîyasî û di şexsê şêr de jî dijminên wan ên bihêz û xurt hatine temsîlkirin. Peymana xwe bi vî avayî digîhîjîne xwendevanan. Helbesta bi navê Lorîya Welat … Mirovek çima dike lorî ? yan ji bo razandina zarokekî yan jî ji ber êş û kederan… Di vê helbestê de (ku li serê helbestê bêjeya “istran-stran)” heye) “dayika Kurdistan” ji ber êş û kederê nexweş û bêhal e, helbestvan ji bo dayikê dilorîne.Helbesta bi navê Hewar de wek sirûdeke netewî ye, di helbestê de gaziya şer, xencer û rîmên şervanan hene. Lê em dizanin ku nivîsa xwe ya jînê de gaziya qelemê heye, Hema wek hemû rewşenbîrên kurd, di cîhana E. Rehmî de jî şûr û qelemhev temam dikin. Qelem şûr tûj dike di qada şer de, şûr jî qelemê tûj dike li ser maseyê. Di gera “şer û peyman” de helbesta Hewar, peywira şûr tîne cîh. Ji bo çi ? li gor E. Rehmî, helbet ji bo “dîn (îslam) û milet (kurd) ” heman tema di pîyesa wî ya bi navê Memê Alan de jî heye. Helbesta bi navê Gaziya Welat, navê xwe daye berhemê. di sernava vê helbestê de jî bêjeya istran (stran) Me çawa gotibû ku Gaziya Welat, gaziya Kurdistanê ye. Kurdistan nexweş e û di nav nifînan de ye, zaroyên wê (kurd) jê dûr ketine ku di dema mirinê de jî nayên li bal wê…Me çawa gotibû ku Kurdistan li şerê cîhanê hê nûr derketibû, xerab û wêran bibû, kurd jî koçber, birîndar, nexweş û xizan bibûn. împaratorî li hev belav bibû, gelên împaratoriyê ji xwe re komarên nû ava kiribûn lê kurd bê par û bê çare mabûn Her weha Gaziya Welat jî, qêrîna Kurdisitana birîndar û wêran bû. E. Rehmî, bilî gazind û rexneyên polîtîk hêvîyên xwe yên ji bo kurd û Kurdistanê jî tîne ziman. Em di helbesta wî ya bi navê Bihûşt de van hêvîyên wî dibînin. Mirov dikare vê helbestê re terma utopya jî bikar bîne. Utopyaya E. Rehmî Hekarî ya di derbarê kurd û Kurdistanê … Di utopya wî de mekan ne bajar e, gund e, Lê ne gundekî kilasîk e, gundekî “modern” û pêşketîye. riya gund ne xwelî ye bi “sel”, “selbend” û “cede” ye. her dû terefên cedeyê de darên “çinar” hatine danîn. Di gundan de “mekteb” (dibistan) hene. Gundî zane û bi îlm û irfan in. Çawa me got ku mekan gund e, gundiyan “ziraet” islah kiriye, programa wan a rojane kifş e, dema xebatê xebat e û dema bêhnvedanê jî seyran e. Kurdên utopyaya wî jî mirovên nûjen in. Xwarina xwe li ser “kursiyan” dixwin ku firaxên her yekî ji hev c’uda ne û kevçiyan bi kar tînin. Keçik “pîyano” yê dixe, malbat “musîkê îcra” dike, Zaroyên ku diçin dibistanê, ger ku nikaribin spartekên xwe çê bikin, malxê û kebanî ji wan re dibin alîkar Ji ber ku “ bav û dêyen zane” ne Vanan, mînakên moderniteya ku E. Rehmî ji bo kurdan derpêş dikir bûn, Lê di modernîteya wî de helbet îbadetên olî jî hebûn ku piştî mûsîkê malxê cimaetê dawetê nimêjê dike. Di vir de mirov baş dibîne ku rewşenbîrên kurd, ji têgeha “modernîteyê” çi fehm kirine, ku modernîteya wan fehm kiriye, modernîteyeke serveyî (rûbarî) ye. Bi vî avayî jiyaneke weha li gor E. Rehmî, ji bo kurdan “bihûşt” e. Bihûşta kurdan,gundên weha nin. “Pîyano”, “ziraeta islahkirî ”, “mektep”, “kursî” jî amûrên jiyana bihûştî ne.
Helbesta dawî Zozan e. Em di jêrenota helbestê de dibînin ku zozanê Engîzek li hêla Elbîstan e (Mereş), zozanekî eşîra Sînemîlîyan e. Dîsa em ji vê helbestê hîm dibin ku -çawa me behsê kiribû – E. Rehmî ji bo propagandakirina Kurdistaneke serbixwe li van deveran geriyaye.Di bin helbestê de bi teqwîma rûmî dîroka 29 Tebax 1335 heye ku di teqwîma mîladî de ev dîrok teqabulê 11 Îlon 1919an dike. Ev helbest bilî zelalkirina xalekî, di aliyê naveroka xwe ve jî balkêş e. Tê de hesreta helbestvan a li hemberî cîhê ku jê dayik bûye heye. Heftkanî, Çilkanî, Wan û Başkale… Helbestvan ji zozan dixwaze ku emir bide bayê xwe û bayê wî biçe devera wanê û bibêje wan ; “Lawê we êdî hatiye.” Sînemilî û Başkala …Her du jî ji bo helbestvan welat in, lê Başkala şirîntirîn e. wek mekan “çiya” û “zozan” (yên Sînemîlîyan), “welat” tînin bîra E. Rehmî. Divê ava Engîzekî ya sar, dil hinavên helbestvan yên ku ji ber dûrketin û hesreta welat hatine sotin û şewitî hênik bikin, Ew lawê çiya û zozanan e… Ji welêt 5 sal dûr maye, birîndar û hesretkêş e lê êdî divê dawiya derd û kulan were û lawê çiya û zozanan bigîhîje mirazê xwe.
Bilî van helbestan, vê gavê li ber destên me helbestên wî êdî tinene. Lê dîyar e ku wî pir helbest nivîsînîne. Bawer dikim ev mijûltiya wî ya bi helbestê re heya dawîya emrê wî berdewam kiriye. Tê zanîn ku keça wî, Hale Xanimê hîn helbestên wî dane birêz M. Emîn Bozarslan, ku ev helbest hê jî li bal wî ne. Bi rastî mirov pir meraq dike gelo ev helbest bi çi aweyî hatine nivîsîn û mijarên wan çi ne…
1. tenê du hejmarên rojnameyê (no: 33 û no: 36) ji aliyê Malmisanij ve hatine dîtin.
2. Merkez Kütüphane, Seyfettin Özege Salonu, no : 0114961 /7361 S.Ö 1335-1337/ 1919 (Berhem,bi xeletî di bin navê “Kaziya Velat” de hatiye qeydkirin.
[1]
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 832 جارۍ ۋینیێنە
ھاشتاگ
سەرچەمۍ
[1] پەڕیانە | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
فایلی پەیوەڼیدار: 1
بابەتۍ پەیۋەڼدریێ: 4
پېڕە: کوڵەباس
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕېکۆتو ۋەڵاکەرڎەی: 07-05-2017 (7 ساڵە)
جۊرو بەڵگەنامەی: زۋانی یەکەم
جۊرو ۋەڵاکەرڎەی: دیجیتاڵ
شار و شارەکڵۍ: یەریڤان
وڵات - هەرېم: ئەرمەنستان
کتېب - کوڵەباس: ئاماڎەکەرڎەی کتېبی
تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ
چنینیی بابەتۍ: 99%
99%
ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )یۆ جە: 16-08-2022 تۊمارەکریێنە
ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( ڕۆژگار کەرکووکی ) چە: 16-08-2022 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە
ئی بابەتۍ پەی دمایین جاری جە لایەنو:( ڕۆژگار کەرکووکی )یۆ جە:16-08-2022 خاستەرە کریێنە
لینکو بابەتۍ
ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن!
ئی بابەتۍ 832 جارۍ ۋینیێنە
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کوڵەباس
ڕاپۆرتو ڕاوەلوای ششۆمین هەمامەو کوڵەداستانێ هۆرامیێ
کوڵەباس
ئانەی گەردوونیین و ئانەی نەتەوەیین
کوڵەباس
مەتی شانۍ
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
ژیواینامە
سەید ئەکابیری خامۆشی
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
کتېبخانە
مەولە
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
کوڵەباس
جە بۍ کەسی وېم
ژیواینامە
محەمەد عارف جزیری
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کوڵەباس
داڵانی و هەوارو عەشقی

تازەکی
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
حاجی عەباسی جەڕاح
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئەحمەدی خانی
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
02-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
محەمەدی مەلا کەریم
تۊماری تازە
ژیواینامە
محەمەد عارف جزیری
20-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
سەید ئەکابیری خامۆشی
17-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
06-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
03-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
02-05-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 519,107
ۋېنۍ 106,571
کتېبۍ PDF 19,301
فایلی پەیوەڼیدار 97,360
ڤیدیۆ 1,394
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
کوڵەباس
ڕاپۆرتو ڕاوەلوای ششۆمین هەمامەو کوڵەداستانێ هۆرامیێ
کوڵەباس
ئانەی گەردوونیین و ئانەی نەتەوەیین
کوڵەباس
مەتی شانۍ
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
ژیواینامە
سەید ئەکابیری خامۆشی
ژیواینامە
شێخ مستەفا تەختەیی
کتېبخانە
مەولە
ژیواینامە
محەمەدی مەلا کەریم
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
ژیواینامە
خان ئەڵماسی لوڕستانی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
کوڵەباس
جە بۍ کەسی وېم
ژیواینامە
محەمەد عارف جزیری
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کوڵەباس
داڵانی و هەوارو عەشقی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پێۋەڼی | CSS3 | HTML5

| کاتو وەشکەرڎەی لاپەڕەی: 1.11 چرکە(چرکۍ)!