Hikûmeta Îranê bêhtir ji 3 milyon û 200 hezar dolar bo dabînkirina ava vexwarinê bo bajarê #Sine# terxan kir.
Hikûmeta Îranê di civîna roja 4 vê mehê de biryar da ku budceyeke taybet bo kontrolkirina hişkesaliyê û çareserkirina kirîza ava vexwarinê ya Sine terxan bike.
Hikûmeta Îranê 100 milyar tumen terxan kiriye ku ava vexwarinê ji bendava Azad bo bajarê Sine bê veguhestin û projeya veguhestina avê bo Sine bê temamkirin.
Şêniyên Sine dema çend salan e ku pirsgirêka wan a ava vexwarinê heye û bo dabînkirina avê berê xwe didin kaniyên derdorê.
Çend sal in berpirsên bajar sozê didin ku avê ji bendava Azadê bo Sine dabîn bikin, lê hêj temam nebûye.
Wezîrê Enerjiya Îranê Elî Ekber Mêhrabiya ku du mehan berî niha serdana parêzgeha Sine kiribû, got %70 ya karên projeya veguhestina avê li Bendava Azad bo Sine temam bûye û di payîz û zivistanê de proje temam dibe û pirsgirêka ava vexwarinê ya Sine bi temamî çareser dibe.[1]
کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە.
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو
ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 1,147 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!