Pirtûkeke din a çîrokan bi navê “Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin” derket. Pirtûka çîrokan ku Nîhatê Hecî Şakir nivîsiye ji Weşanxaneya #Nûbihar#ê derket.
Pirtûka “Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin” yekem pirtûka Şakir e. Di pirtûkê de çîrok di bin du beşan de hatine bi cih kirin: “Şev û Roj” û “Rojên Din”. Çîrokên “Dengê hespekê hat” û “Mirineke li ser vî erdî li binê vî asîmanî” di beşa yekem de, çîrokên “Mezelê niviştan” û “Li ber bayê xwe bi newalên xwe ketim” jî di beşa duyem de hatine bi cih kirine.
Di çîrokan de zimaneke cuda hatiye bikaran anîn. Vegotineke taybet heye. Çîrokên ji nav jiyanê, kîteyên cuda û balkêş hene. Çîroka herî balkêş jî wekî “Mirina li ser vî erdî binê vî asîmanî” dixuye.
Nîhatê Hecî Şakir kî ye?
Nîhatê Hecî Şakir di sala 1985’an de li gundê Sosnûta ya Mûşê hatiye dinê. Di sala 2012’yan de li Zanîngeha Stenbolê bşea Dîroka Hunerê qedandiye. Li zanîngehê di nav xebata Pêngavê de cih girtiye, bi naê Nûhat Deştî li vir nivîsiye. Di sala 2017’na de li Zanîngeha Alpaslaê ya Mûşê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa xwe ya bilind temam kiriye. Ew niha li Mûşê dijî.
- Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin / Nîhatê Hecî Şakir / Nûbihar / Çîrok / 72 rûpel / 2022
[1]
کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە.
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو
ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 1,342 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!