Lîstikên Zarokan yên Qedîm û Berdewamîya Wan li Devera Hekarîyê.
#Kenan Subaşı#
Govara Folklor u Ziman, 2(1), r. 61-96, 2021.
Lîstikên zarokan huner û berhemine sereke ne di nav kereste û mîrateyên folklorê da. Çunkî lîstikên zarokan yek ji wan huneran e ku ji bo neqilkirina çand, tore, adet, nirx, reng û rewşa miletekî di navbera nifşên cuda da wezîfeya pirê pêk diînin. Herweha di geşedana zarokan ya fîzîkî, zêhnî, zimanî û exlaqî da tesîreka lîstikan ya mezin heye ku îroj bêguman her kes vê nêrînê qebûl dike. Lewma lîstikên zarokan yên qedîm piralî ne û dibe ku ji gelek alîyan ve bihên nirxandin. Em jî dê li dor van nêrînan di vê xebatê da li ser lîstikên zarokan yên qedîm yên li devera Hekarîyê rawestin. Qada xebatê bi devera Hekarîyê hat sînorkirin ku ji Gever, Çelê û navendê sê gund hatin hilbijartin. Piştra bi rêbaza mulaqatê lîstik û awayên lîstina wan hatin berhevkirin û kesên ku mulaqat bi wan ra hat kirin, wekî sê nifş hatin dîyarkirin ku yek jê; nifşê kal û pîran e, nifşê din; ya kesên navsere ye û nifşê
sêyem jî zarok bi xwe ne. Mebesta sereke ya vê xebatê ew e ku vekole ka berê çi lîstik hebûne û bi demê ra kîjan ji van lîstikan winda bûne yan jî hêj zindî mane. Herweha îmkana berawirdkirina navçeyan hem ji alîyê hebûn û nebûna lîstikan hem jî ji alîyê lîstina wan ve bi saya vê xebatê ronî dibe. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=434339&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Lîstikên Zarokan yên Qedîm û Berdewamîya Wan li Devera Hekarîyê=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە.
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو
ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 1,483 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!