44 sal piştî şewata Sînema Aműde ű şehîdketina betirî 283 zaroken kurd, tirs ű bedengiya Kurdan berdewam e.
Cara peşî bű ku ew derbasî sînemayeke dibű. Ji nişke ve wî dît, ku agir bi sînemaya bajare wî dikeve; zarok behetî mabűn ű będengiye hundir girtibű. Kesekî ne dikir hawar ű her yekî bi aliyekî ve bazdida ű li peşiya herdu deriyen sîneme bi ser hev diketin. Ew xwe ji agire zarokxwar rizgar dike ű beyî ku fem bike çi dibe, bazdide derve. Hîn bi mezinbűna trajediya ku bi serę bajare wî ve hatiye, nizane. Nasek wî bi deste wî digire ű wî dibe cem malbata wî. Şansę malbata Dr. Sededîn Mele hebű, ku kure wan sax li wan vegeriya. Le betir ji 283 zarokęn kurd en dibistanen bajer venegeriyan malen xwe. Ew çűbűn ku alîkariya Şoreşa Cezaire bikin, le bűn goriyen agire Sînema Aműde.
Dema şewata sîneme te bîra min, ez bawer nakim ku ez je filitîm, Dr. Sededîn Mele roja reş tîne bîra xwe. Di we roje de, di demeke kurt de nifşek bi tevaya xwe çű, winda bű; nifşeke xwendevan, nifşeke ku di waren rewşenbîriye ű miletperweryę de pir hęvî li ser dihatin giredan. Vî nifşî valahiyeke mezin ji peşketin ű guhertinan li bajarę Aműde hişt. Hin mal hebűn, tene kurek wan hebű, lę agire sîneme ew ji wî kurî jî bepar hiştin. Şokeke mezin bi tevaya bajer re çebű; belayeke mezin bi ser wî de hat, ku ta niha jî xelken wî nikarin xwe ji eşa birînen xwe yen kűr di hundirę xwe de rizgar bikin. Ev 44 sal in ku ew di wę rewşę de ne, lę ne ji aliye psîkolocî ve, ne jî ji ti aliyen din ve, ti alîkarî ji aliye dewlete ve ji wan re nehat kirin.
Aműdę wę çaxę bűka welat bű. Ew xwedî dîrokeke mezin bű. Kurdewarî ű welatparezî li vî bajarî bi tîpen mezin dihatin ű hîn jî tęne nivîsandin. Aműde stiriyeke beloq bű di çavęn dewlete de. Dr. Sededîn Mele diyar dike, ku berpirsyaręn ku dewletę ew dişandin Aműdę, piştî ku karę wan li wir bi dawî dihat ű wan tera xwe bajer diçewisand ű bęrîkęn xwe ji xęręn wę tije dikirin, ji bo serketina wan di biręvebiriya bajęr de bi posîsyoneke bilindtir dihatin xelatkirin. Carekę yekî ji wan bi nave Remedan Ubeyd el-Nasir ji Aműdiyan re gotibű: Aműde dewletek e ű ez seroke we me!
Roja 13.11.1960î, berpirse Aműde (mudîre nahye) hemű şagirtęn dibistanen serete yen bajer mecbűrî çűna sînemaye kirin ű got, xwede giravî, pereyen wan dę biçin ji bo alîkariya Şoresa Cezairę. Zengîn ű hejar, her şagirtek li gora rewşa malbata xwe gerek baceya xwe bida. Ji ber ku sînema biçűk bű ű besî heműyan nedikir, ew 2-3 caran li ser hev hate bikaranîn. Cara dawî, du carî zędeyî kapasîteya sînemę zarok xistin hundirę wę. Ne kęmî 400 zarokan, piraniya wan şagirtęn salęn yekę ta pęncan bűn ű cara peşî bű ku di jiyana xwe de diçűn sînemę. Ji nişkę ve, agir bi motore sîneme ket ű xwe avet perde, dîwar ű deriyen wę. Agir bi canen teze yęn zarokan ketin, ew zarokęn ku hîn tama şîr ji deve wan dihat.
Ta niha jî ti kes nizane be çawa agir bi sîneme ket. Dewlete ti lekolîn li ser wę bobelate çenekirin ű nehişt ku kesek bi wî karî rabe. Ev yek ű sedemęn jorîn gumana mirovî, ku deste wę di wî agirî de hebű, xurtir ű piştrast dike.
Piştî şewata Sînema Aműde, bajar her ku diçű, bi paş diket. Kar le nema peyda dibű, xelken we bar dikir bajaren din, feqîr pir bűn ű bajar wek xwe piçűk ma; piştguhkirin, çewisandineke ű dexteke mezin ji aliyę dewletę ve li ser dihatin kirin. Xelkęn bajęr çavtirsandî bűn, civata wan ji bingehę de hate hejandin; şikest. Kese ku dixwest li ber xwe bide, derűdora wî ew dida rawestandin. Siyaseta dewletę ya tirse bi ser ket. Aműde ta roja îroj jî di bin embargoya dewlete de dinale, le li ber xwe dide.
Le Kurdan çi kir?
Gunehkariya mezin a Tevgera Kurd e, Dr. Sededîn Mele, ku li Swede dijî ű berpirsyariya ręxistina Ewropayę ya Partiya Yekîtî ya Kurd dike, eşkere dike ű dibęje ku gerek tevgere re peş xelke ke ű ji xebaten wilo re peşengiyę bike. Ew gazinan dike ku ta niha lîsteyeke navęn zaroken şehîd ű agahiyen din en li ser wan tune ye. Bobelata Sînema Aműde ji aliye medya ű lekolîneren kurd ve hatiye piştguhkirin. Ji bilî pirtűka Mele Ehmedę Namî ya bi nave agirę sînema aműde, ti berhem li ser we trajediya mezin peyda nabin.
Aműdî bi xwe dikarin tişekî ji bo xwe bikin. Peşniyaza Mele ew e, ku li Aműdę Komeleya Sînema Aműdę bete damezirandin ű ew her sal festîvaleke mezin ji bo zaroken sîneme yen şehîd çeke ű wan bi bîr bîne. Dewlet bi darę zorę re li ber çalakiyęn wilo digire. Lę ceger pewîst e. #Serhildana Qamişlo#ye piştrast kir, ku gelę kurd bi ceger e, ger ew bixwaze.
Ger şehîden sîneme îroj di nav me de bana, wan de ji ve bedengiye re çi gotiba?[1]
Sîrwan Hecî Berko