Baye peşî ku kete sînga min, baye #Aműde# bű. We deme 19 sal di ser agir re derbas bűbűn. Le weke her kesen Aműde, agir bihna xwe kiriye laşe min.
Ez hîn zaro bűm, diya min çiroka Sîneme ji me re digot. Bavę min tu çirok li ser sîneme nizanîbű. Ew wę deme bi salan dűrî Aműde ketibű.
Le çîroka diya min ne weke çîroken kesen dî bű. We çîroka zaroktiya xwe tev li çîroka sîneme dikir:
Dema zarokęn tarę xwe dane hev, min ű xale te, me xwe gihande wan bo em tevde herin sîneme. Dapîra te sere xwe di derî re derxist ű bang kir:
- Keçę, nabe tu here! Wę kî li ber xuşka te ya biçűk bimîne? Pir kare min heye ű nabe tu here!
Bi van gotinan, diya min dest bi çîroka xwe dikir.
Diya min wę deme keçeke 11 salî bű. Keçęn 11 salî nema zarok in. Ew dive bi ya diya xwe bikin.
We baş dizanîbű dapîra min serhişk e ű na li ba we na ye. Tev wilo, wę ceger kir ű got: Yade, mamoste me gotiye dive her kes be ű film temaşe bike. Nabe kesek li male bimîne.
Gava dapîra min nerîna xwe ne guhert, diya min bi ya wę kir ű deste biraye xwe berda. Bere xwe da male.
Ez li ber derî bűm ű xaltîka te li ser piyen min bű. Ez li heviya vegera zarokan bűm. Min pir dixwest bizanibim ew nuha çi dikin ű li kű ne?
Di we kelîke de, rűye Aműde hate guhertin...
Çi heye kuro, cima tu digirî?, dapîra min ji xale min pirsî, gava ew bi çaven tije hęsir derbasî deriye male bű.
Keçę yadę, agir bi sînemę ket ű hevalęn min tevde şewitîn....
Dapîra min bawer nekir ű got: Ez bawer nakim. Ew zaroken jîr ű jehatî weke kulîlkan e. Çima kirî ew bişewitin ű zarokekî be ker weke te li min vegere!?
Le ev ne fantasiya xale min bű. Di we roja reş de Aműde betirî 300 kűlîlken xwe winda kirin.
Beriya çend salan, min ji xale xwe pirsî: Xalo, tu bi çi rengî ji sîneme derket? Tu di nav wan qeflen zarokan de bű, yen ku Mihemede Seîd Axaye Deqorî ew ji şewate parastin?
Le xale min di we tevheviye de tiştek ji hev dernedixist. Tene te bîra wî, ku du desten xurt rahiştine wî ű ew di qula dîwer re avetine derve. Ew kete erde ű beyî li dora xwe binere, zaroktiya xwe li şűna xwe hişt ű bi girî bere xwe da male.
Ji we roje de, bihna agir ű denge girî bi hesiren dayikan re xwe berdane axa Aműde.[1]
Alan Şiweş