Xebatên roja duyemîn ên pêşangeha şêwekariyê ku bi sernava #Efrîn# banga me dike…qêrîna Sûriyê bi dawî bûn, her wiha di roja duyemîn de wênesazên beşdar ji hêla MSD′ê ve hatin xelatkirin.
Duh Komîna Wênesaziyê ya Şehbayê bi hevkariya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) pêşangeheke şêwekariyê ya bi sernava “Efrîn banga me dike… Qêrîna Sûriyê” li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.
Di roja duyemîn a pêşangehê de, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û şênî beşdar bûn.
Tiştê ku herî zêde bala beşdaran kişand tabloyên ku bûyerên li Efrîna dagirkirî û li dijî koçberên Efrînê qewimîne bû, ji wan komkujiya Til Rifetê, koçberiya bi darê zorê di rêya Cebel El Ehlam re, komkujiya taxa Mehmûdiyê û gelek bûyerên biêş ên ku di bîra Efrîniyan de mane.
Her wiha tabloyên tê de hêvî û berxwedan jî hebûn. Ew tabol îsrara koçberên Efrînê nîşan didin. Mîna tabloya vegera li Efrînê di Cebel El Ehlam re û tabloyeke din a sekna zarokên Efrînê li hember balafirên dagirkeriya Tirk bi keviran.
Di pêşangehê de tabloyên li ser cewhera jinan û tundiya li dijî wê jî hebûn.
Di dawiyê de MSD’ê wênesazên xelat dan komîteya amadekar û Komîna Wênesaziyê da ku li wênesazên beşdarî belav bikin.[1]
(mh)
ANHA
کوردیپێدیا جە دلېنەو ئی بابەتۍ ۋەرپەرس نېیەن، خاۋەنو/خاۋەنۊ بابەتەکۍ ۋەرپەرسیارەن. کوردیپێدیا بە مەبەسو ئەرشیڤکەرڎەی ئی بابەتېشە تۊمارە کەرڎېنە.
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 986 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!