Navê pirtûkê: #MELAYÊ CIZÎRÎ# HIN TIŞT DERBARÊ JÎYAN Û BERHEMA WÎ DE
Navê nivîskar: IZZEDÎN MISTEFA RESÛL
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala Çapê: 2020
Wekî nivîskarê kitêbê seydayê Izzedîn Mistefa Resûl bi xwe di pêşgotina xwe a kurt a ji bo vê berhemê nivîsîye de dibêje, “ev kitêb ne lêkolîneke temam û fireh a jîyan û berhemên Melayê Cizîrî ye”. Belê rast e, wekî nivîskarê vê berhemê bi xwe jî dibêje, ev xebat li ser hinek milên jîyana Melayê Cizîrî û şiîrên di dîwana wî de ne, lê di heman demê de bi perspektîfeke cihê û bi çavekî rexnegirî li wan xebatên heta tarîxa nivîsandina vê berhemê hatine kirin dinêre û gelek şîroveyên cihê û bi perspektîfên cihê ên di vî warî de hatine kirin pêşkêşî me dike. Ji ber wê min baş dît ku ez vê berhemê bi Kurmancîya Jorê a zimanê Kurdî amade bikim û bigihînim ber destên Kurmancîaxêvan.[1]
سەرنج: فایلی PDFیی ئی کتېبەیە ۋەردەس نېیا، ئەرک نەبۊ، پەی بەدەسئاۋرڎەیش یارڎی کوردیپێدیای بڎە! کېیاستەی کتېبی ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 1,286 جارۍ ۋینیێنە
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!