$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sabrî Cîlo
Nav paşnav: Xemgîn Şahînoglû
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zubeyde-Muslum
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Sabrî li keleha berxwedanê ya Zagrosan li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku vê qadê bi dehan fermandarên leheng afirand û her tim pêşengî ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re kir. Hem ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, hem jî apê wî hevrêyê me Sabrî di sala 1997'an de li nava refên azadiyê şehîd bû, partiya me PKK û têkoşîna gerîla ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Sabrî ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me ji nêz ve dît û bi xwe bi serê wî ve hat, ji ber vê yekê li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin, kete nava lêgerîna wê yekê ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê. Li ser vê bingehê baweriya xwe pê anî ku têkoşîna herî encamgir û bi bandor li nava refên PKK'ê tevlîbûna li nava gerîla ye û sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Piştî ku tevlî nava gerîla bû navê apê xwe yê şehîd bûye li xwe kir û ala wî ya têkoşînê hilda. Bi vî rengî dest bi meşa gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Sabrî ku li Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li her qada Zapê ma, li her bihosta vê qadê ked da, xwêdan rijand, li her rêyên qadê şopa xwe hişt. Bi kenê li ser rûyê xwe li her qadê bû çavkaniya moralê, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Ji roja ku tevlîbû û pê ve ji çalakiyan heta bi karên pratîkê di her qada jiyanê de bi fedakarî tevlî bû. Operasyonên dijmin ên li ser Zapê hemû dît, tevlî têkoşîna li hemberî van operasyonan bû û bû xwedî tecrûbe û danheviyeke girîng. Li gel vê yekê bi hin hunerên xwe yên di nava rêxistinê de bi pêş ve bir, hema hema li her derê tevlî kar bû, bersiv da pêwîstiyên kampê û di nava hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî diyarker. Li Zap û Çemçoyê qad, kamp û kar nema ku tevlî nebû. Heta bi eyaleta Avaşînê bersiv da pêwîstiyên hevrêyên xwe.
Ji 14'ê Nîsanê dema ku dijmin dest bi êrîşê kir û pê ve li qada Sacayê tevlî çalakiyan bû, pêwîstiyên binesaziyê bi cih anî, piştgirî da hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê şer dikirin. Piştî ku dijmin êrîş bir ser Qadên Berxwedanê yên Sacayê, xwe ji bo çepera berxwedanê ya Şehîd Xursî pêşniyar kir û li vê derê heta sê mehan fermandarî ji çepera berxwedanê re kir. Di vê pêvajoya berxwedanê ya sê mehan de bi sekna xwe ya milîtanî û performansa xwe ya bilind a şer, bû yek ji fermandarên Pêşeng ên gerîlatiya sedema nû. Ji bo têkbirina van êrîşên berfireh ku tê wateya jinûve meşandina komploya li hemberî Rêberê me, tevger û gelê me, xwedî biryardarî bû û ev biryardariya xwe bi çalakiyên berfireh nîşan da, pêşengî ji çalakiyan re kir. Hevrêyê me Sabrî di her firsendê de diyar dikir ku wê rê nede êrîşên nemerdane yên dijmin û bi vî rengî bawerî û biryardarî da derdora xwe, ev helweseta xwe heta dawiyê dewam kir, bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Dijminê ku li hemberî vê îradeya xurt bêçare ma û tenê bawer dikir ku bi bikaranîna çekên kîmyewî dikare encamê bi dest bixe, êrîşên kîmyewî giran kir. Di encama van êrîşên bi çekên kîmyewî de fermandarê pêşeng ê Zapê hevrêyê me Sabrî heta nefesa xwe ya dawî bêyî ku tawîzê ji îradeya Apoyî bide şer kir û derbên giran li xeyalên dagirkeriyê yên dijmin xist.[1]