$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sîdar Adar
Nav paşnav: Adem Ozkan
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Mûazzez - Amhet
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Sîdar li Bazîda Agirî ya ku bi çanda xwe ya berxwedanê tê naskirin ji dayik bû û di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû. Hevrêyê me Sîdar jî mîna her Kurdekî ji temenê biçûk ve, aliyê qirêj û tarî yê dewleta mêtinger a Tirk nas kiriye û bi hêrseke mezin li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê mezin bû. Hevrê Sîdar ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve dişopand, ji bo hêza xwe li berxwedana gelê me zêde bike, her tim ked daye. Hevrêyê me Sîdar ku li zanîngehê li gel zor û zehmetiyên madî beşa tibî bi ser xist, di salên xwe yên zanîngehê de derfet dît ku têkoşîna me û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ku cewhera têkoşîna me ye, ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me yê ku fikrên Rêber Apo nas kir bêhtir bi têkoşînê ve hat girêdan, xizmet ji gelê me re kir û di xebatên tenduristiyê yên li Kurdistanê de demeke dirêj cih girt. Hevrêyê me ku di wê baweriyê de ye, divê bersiveke xurttir bide êrîşên li dijî hebûna gelê me tên pêşxistin, tercîha xwe ya ji bo jiyaneke azad û bi rûmet danî û sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêyê me Sîdar ku perwerdehiya xwe ya şervaniya nû li qadên herî zehmet û dijwar Cîlo diqedîne, di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk ya li ser gerîlayên azadiyê cihê xwe di çeperên herî pêş de girtiye û di dîroka me yê berxwedanê de bûye milîtanek bi mînak. Hevrêyê me yê ku xwe zû hînê jiyana çiya û erdnîgariya pîroz a Kurdistanê kir, bû şopdarê felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan. Hevrêyê me yê ku bi jêhatîbûna xwe ya di demek kin de bi dest xistiye bû gerîlayek pispor, beşdarî gelek çalakiyan bû û di lêdana derbên giran li dagirkeran de xwedî kedeke mezin bû. Hevrêyê me Sîdar ê ku roj bi roj xwe pêş dixe û bi hevrêyên xwe re girêdanên xurt ava dike, ji ruhê xwe yê kedkariya komunal tawîz nade. Ji ber vê di her hawîrdorê de hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Sîdar ku dibîne şert û mercên herî dijwar bingeha têkiliyên herî xurt ên hevrêtiyê ava dike, di pratîka xwe ya di jiyana xwe ya gerîla de ti carî ji xeta hevrêtiya PKK'ê ya pîroz tawîz nedaye û her tim ji bo xurtkirina wê hewl daye. Hevrêyê me yê ku bûye şopdarê xeta fedaî û kiriye navenda jiyana xwe, bi pratîk û tevlîbûna xwe ya jiyanê û şer nîşan daye. Hevrêyê me Sîdar ku bi tevlîbûna li pratîka zehmet a Zagrosan re di demeke kurt de bû milîtanekî pêşeng û gerîlayekî jêhatî, her kêliya xwe ji têkoşîna şoreşê re veqetand û mîrateya şehîdên me yên nemir parast û ev yek ji bo mezinkirinê esas girt.[1]