$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Solad Direxşanî
Nasnav: Mazlûm Rojhilat
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Kûdret-Alî
Dem û cihê şehadetê: 20-10-2022 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mazlûm li bajarê Makû yên Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke me ya hêja û welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya herêmê û malbatê, hevrêyê me Malzûm jî li ser vê bingehê mezin bû. Tevgera me ji zarokatiyê ve ji malbata xwe û kadroyên karê rêxistinî dikirin, nas kir. Gerîlatî ji bo hevrêyê me Mazlûm bû mijareke meraqê. Mîna her kesayetekî Kurd hevrêyê me Mazlûm jî cihêkarî ji neteweya serwer dît. Polîtîkayên dejîmê yên zexta li ser gelê me û dûrxistina ji cewhera xwe, fêhm kir. Ji ber vê yekê jî li hemberî dijmin gelekî bi hêrs bû, kete nava lêgerîna li têkoşînê. Hevrêyê me Mazlûm ku zanîbû li Kurdistanê têkoşînek heye, bi bandora serhildan û şehadetan kete nava lêpirsînekê. Hevrêyê me Mazlûm di encama vê lêpirsînê de her wiha bi tevlîbûna xwişka wî li nava refên me, bala wî ya li ser tevgera me bêhtir mezin bû. Bi xwendina çavkaniyên partiyê hewl da xwe bi pêş ve bibe û Rêber Apo û tevgera me fêhm bike. Salek piştî ku xwişka wî tevlî bû, xwest tevlî bibe lê belê ji ber temenê wî biçûk bû tevlîbûna wî nehate qebûlkirin. Hevrêyê me Mazlûm di dema xwendinê de fêhm kir ku dema hebûna xwe înkar bike û bibe ajan hingî dikare li nava sîstemê bi pêş bikeve. Ev nêzîkatî û lêgerîn red kir û dest ji xwendina li dibistanên rejîmê berda. Hevrêyê me Mazlûm li bersiva li lêgerînên xwe geriya, heta sala 2014'an xwe gihand asteke têgihiştinê. Baweriya xwe pê anî ku şerê xurt ê li dijî dagirkeran tenê bi tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dibe. Di sala 2015'an de li Serhedê tevlî nava refên gerîal bû û dest bi têkoşînê kir.
Piştî ku tevlî bû, bi xerabûna pêvajoya heyî re perwerdeya şervanên nû nîvco ma û dest bi pratîkê kir. Tevî ku perwerdeya wî nîvco ma jî li nava jiyana PKK'ê ku perwerdeya herî mezin e, li nava pratîkê xwe perwerde kir. Bi taybetî ji ber eleqeya hevrêyên wî ya pê re, hewldanên ji bo pêşvebirina wî, bandor li hevrêyê me Mazlûm kir. Ji bo hêjayî keda partiyê û hevrêyên xwe bibe çi jê hat kir. Bi tevlîbûna xwe ya durust, sade, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Mazlûm bi jêhatîbûna xwe, tiştên jê re dihatin hînkirin zû fêhm dikir, derbasî pratîkê dikir û bû milîtanekî şareza. Bi xurtî tevlî pêvajoya pêngavî ya li herêma Serhedê bû û derbên giran li dagirkeran xist. Piştî ku nêzîkatiya gelê me yê welatparêz a li milîtanên PKK'ê dît, baweriya xwe pê anî ku divê hîn bêhtir kedê bide. Hevrêyê me Mazlûm ku namzetê fermandarekî mezin bû, bersiv da pratîk û Pêvajoyê. Hevrêyê me Mazlûm ku di nava pratîkê de bi pêş ket, bi tecrûbeyên wergirtî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li cografya zehmet a Zagrosan li gelek qadan performanseke serketî nîşan da. Dema ku li Zagrosan bû hem xwe hem jî dijmin bêhtir analîz kir, fêhm kir. Li vir li hemberî êrîşên îmhayê yên dagirkeran li eniya herî pêş bersiv da. Bi tecbrûbeyên li Zagrosan wergirtî bû fermandarekî bi bandor û şareza. Dilsoziya hevrêyan a bi hev re, piştgiriya hevrêyan a bi hev re di vê pratîka zehmet de hîn baştir dît. Wateyeke gelekî mezin da hevrêtiyê û bû parçeyek ji vê heqîqetê. Ji bo îdeolojiya Rêber Apo di kesayetiya xwe de bi cih bike gelekî hewl da. Hevrêyê me Mazlûm PKK weke heqîqeta rêya be bi azadiyê pênase kir û girîngiya têkoşîna îdeolojîk û rêxistinî fêhm kir. Ji bo karibe di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe ji aliyê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî ve hîn şareza bike, ji bo bersivê bide pêvajoyê û wezîfe û berprisyariyên xwe bi cih bîne, li akademiyan tevlî perwerdeyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û bi coş bi rengekî serketî ji akademiyan mezûn bû. Pratîka hêjayî Rêbertî û şehîdan be ji xwe re têkoşîna bingehîn. Di sala 2019'an de derbasî herêma Serhedê bû ku li wir dest bi gerîlatiyê kiribû. Bi wêrekî, çalakbûn û bêteredûtiya xwe bû gerîlayekî pispor û milîtanekî fedaî yê Rêber Apo. Ji bo têkbirina êrîşên di çarçoveya 'Plana têkbirinê' de ya li hemberî tevgera me dihatin kirin, gelekî hewl da. Li dijî operasyona artêşa Tirk derbên giran li dijmin xist. Şehadeta hevrêyê me Mazlûm bandoreke giran li me kir û baweriya me ya bi serketinê jî xurtir kir. [1]