Navê pirtûkê: Mêşo
Navê nivîskar: #Çorê ARDA#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbol
Navê çapxaneyê: Payiz
Sala çapê: 2020
(Tîma mêjî. Tu tim tek çû. Biraqe. Biceribine derxînin. Dîsa têk biçe. Hîna baştir-xweşiktir têk biçe.)
...Lê hîna ji xew ranedibû, girêza ji devê wî diherikî ser behlîf û doşekê, xeriteyeke kufikî nexşandibû. Te digot qey ketiye smile. Mêşan li ser pozê wî dikirin vingeving, her care mêşekê xwe datanî ser pozê wî û pê vedida û wî jî lênêrîna xwe di tewşiya xwe de pozê xwe dixurand. Sehneya mêşê gelek caran wiha dubare dike. Tibabek mêş li ser serê wî civiyabûn, xwe li şelteya kesixî ya ku bêhna mîzê jê dihat girtin. [1]